Lêkolîn

Sûriya… ji zayînê heta îro.. Lêgerîna li sedemên neketina rejîmê

Wergera ji erebî: Mistefa Mistefa

Bi erebî peyda ye

Pêşgotin

Piştî şerê cîhanî yê yekem, û di encama hilweşîna dewleta Osmanî û destwerdana dewletên rojavayî de, ji bo dabeşandina bermahiyan, peymana Sykes-Picotê hat îmzekirin û sînorên nû û çêkirî hatin xêzkirin, îcarê Sûriya jî yek ji wan dewletên ku di bin raspartina fransizî de ma, heta ku Fransayê di encama şerê cîhanî yê duyem û bertekên gelêrî ji Sûriyayê vekişiya û gelek hikûmet êdî bi ser vê dewletê ve çûn, her wiha rastî gelek darbeyan hat, heta ku “Partiya Ba`is” gihîşte desthilatdariyê.

Ev bêhtirî deh salan e, êdî Sûriya cihekî girîng di rojeva navdewletî û herêmî de girtiye, çimkî sala 2011`an xaleke guherînê di dîroka wê de bû. Li Sûriyayê qeyraneke navxweyî ya zor hebû, her wiha di nava gelek fişarên derveyî û tecirîdeke navdewletî de dijiya, îcar di encamê de û hemwextî “Buhara Erebî” rewş li Sûriyayê teqiya.

Lê “Buhara” Sûriyayê ne mîna “buharên” Misir û Tûnisê bû, li Sûriyayê rewş veguherî şerekî navxweyî û destwerdanên herêmî û navdewetî, û bi vê yekê re, şer heta roja me ya niha dewam dike.

Di vê lêkolînê de em ê hin agahiyan di derbarê pêşveçûna dîroka Sûriyayê ji dema zayînê heta raspiartina fransizî, û heta bi guhertina rejîma heyî û desthilatdariya “Ba`is”ê û guhertinên di derbarê wê de bi par ve bikin. Girîngiya vê lêkolînê ji wê yekê tê ku îroroj doza sûrî bala gelek lêkoler û navendên lêkolînan kişandiye û gelekan di derbarê wê de nivîsîne, êdî bûye girêkeke bêçare û meydaneke heyfhilandinê ya navxweyî, herêmî û navdewetî, lê ya ku hişt em vê lêkolînê encam bidin ew bû ku me xwest em hindekî di sedemên neketina rejîmê heta niha de bêhtir kûr bibin, tevî ku tecrîdeke navdewetî û gelek ceza li ser rejîmê hene, her wiha rewşa aborî ya jinavçûyî û destwerdanên derveyî, evê yekê hişt ku em berê xwe bidin dîroka vê dewletê, xwezaya wê û sedemên neketina wê binasin.

Ji bo barkirina lêkolînê bi giştî