Gelo Îsraîl dê gefên xwe yên pêkanîna êrîşekê li dijî Hizbullahê bi cih bîne?
Aram Saîd – Lêkoler li Navenda Firatê ya Lêkolînan
Bi erebî peyda ye
Bi îngilîzî peyda ye
Ji dema şerê Xezayê ve (7`ê Cotmeha 2023), nemaze di van rojên dawî de, dengê dahola şer di navbera Îsraîl û Hizbullahê de her diçe bilindtir dibe. Tevî ku Hizbullah jî, weke wê weke girûpên din ên çekdar ên bi ser Îranê ve, ji bo sivikkirina barê Hemasê tevlî şerê li dijî Îsraîlê bû, lê dîsan jî ev tevlîbûn û destwerdana han hem ji alîyê Hizbullahê ve û hem jî ji alîyê Îsraîlê ve sînordar û kontrolkirî bû, û her du alîyan nedixwestin şer ji wiha firehtir bibe, ew jî ji ber tirsa ku ev şer ji dest derkeve û encamine nepen bi xwe re bîne. Ew ji alîyekî ve, lê ji alîyekî din ve Îran jî her ji Hizbullahê dixwest ku êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê kontrol bike da ku li gorî stratejîya Îranê be, ev stratejîya ku armanca wê avakirina hêzeke hevseng û demdirêj li dijî Îsraîlê ye da ku ya dawîn şerê xwe yê li dijî Xezayê rawestîne. Li rex vê yekê, fişarên rojavayî (xeribê) û amerîkî jî li ser Îsraîlê hene da ku enîya şer a bakurî bi Hizbullahê re gurtir nebe, û rewş ji kontrolê derkeve, di wextekî de ku rageşî û nakokîyên herêmî û navdewletî li dar in.
Ji dema şerê Xezayê ve, û di encama pevçûnên rojane de, heta niha 479 kes li Libnanê hatine kuştin, di nav de 313 leşkerên Hizbullahê û 93 sivîl hene, her wiha 15 leşkerên Îsraîlê û 11 sivîl. [1] Lê di van rojên dawî de geşedan û rageşçyeke xeternak ji her du alîyan ve rû didin. Îcarê, gelo wê hewldanên navdewletî yên dçplomatîk ji bo vemirandina vî agirî bigihin serî, yan dê Îsraîl ji biryar xwe ya şerê li dijî Hizbullahê venegere? Her wiha, eger ev şerê han çêbû, wê Îran û Amerîka jî derbasî xeta rûbirûbûnê bibin an na?
Di van mehên dawî de asta rageşîyê bilindtir bûye
Ji Gulana îsal ve, Hizbullahê êrîşên xwe li dijî deverên israîlî zêde kirine, û di wê mehê de (325) êrîş pêk anîne û rojane herî kêm 10 êrîş pêk tanîn. Di êrîşên Hizbullahê de guherîneke zelal di taktîkan de xuya bû, ji ber ku serî li mûşekên dij-tank û bikaranîna balafirên bêmirov[2] da. Pêşkeftina herî berbiçav di bikaranîna Hîzbullahê ya balafirên bêmirov de, derbasbûna balafira “Hudhud 3” nav esmanê Îsraîlê û kişandina dîmenên bi kualîteyeke bilind ji deverên berfireh ên di nav axa Îsraîlê de bû, di nav de herêma pîşesazî ya leşkerî, pergalên parastina hewayî, parzûngehên petrolê, Qubeya hesinî û cih û sazgehên din ên pir hesas, ku di nav derdorên îsraîlî[3] de nîgeranîyek mezin derxist holê û wan hişt ku soza bersivdayîna Hîzbullahê bidin.
Ev geşedanên han di wextekî de encam dan ku bombebarana Îsraîlê li dijî deverên Hizbullahê li başûrê Libnanê zêde bû û gelek serkirdeyên wê hatin kuştin, her wekî Samî Ebdullah ê ku weke serkirdeyekî paybilind li başûrê Libnanên ji alîyê îsraîlê ve hat binavkirin, her wiha Îsraîl wî weke berbirsê gelek êrîşên li dijî xwe yên di salên borî de encam dane, dibîne.[4]
Hewldanên vemirandina agir bi awayekî dîplomatîk
Piştî ku şer û pevçûn di navbera Îsraîl û Hizbullahê de zêde bûn, gelek alîyên navdewletî banga rawestandina şer kir, û hişîyarîya lidarketina şerekî herêmî yê berfireh da, eger alîyan bijarteya leşkerî li ser hisabê ya dîplomatîk dan pêş. Di vê derbarê de, Amerîka û Fransa bi xebateke hevbeş hewla vemirandina şer di navbera her du alîyan de dikin, û pişta xwe bi biryara Encûmena Ewlekarîya Navdewletî ya jimar (1701) xurt dikin, da heta ji wan were xalên vê biryara han bi cih bînin. Ev biryara mijara gotinê weke cara yekem piştî şerê 2006`an ê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de hat pesendkirin. Îcarê, Amerîka û Fransa ji her du alîyan dixwazin ku van xalên li jêrê bi cih bînin[5]:
- Vekişîna çekdarên Hizbullahê û hin karînên wê yên leşkerî ji ser sînorên bi Îsraîlê re.
- Bicihbûna artêşa Libnanê li başûr, ew jî bi piştgirîya hêzên Neteweyên Yekbûyî yên ku li Libnanê dimînin (UNIFIL).
- Rawestîna derketinên esmanî li ser xaka Libnanê.
- Destpêkirina danûstandinên nû di navbera Libnan û Îsraîlê de di derbarê nîgarkirina sînorên wan ên bejahî.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hewldanên xwe yên dîplomatîk ji bo jinavbirina alozîya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de zêde kirine, û di vê derbarê de serdanên nûnerê taybet ê Amerîkayê bo Libnanê Amos Hockstein ji Îsraîl û Libnanê re di mehên borî de gelek caran hatine dubarekirin, û di serdana wî ya Beyrûtê ya dawî de, di 28ê hezîranê de, wî alîyê libnanî agahdar kir ku Amerîka naxwaze “şerekî mezintir” li ser sînorê Libnan-Îsraîl derkeve û her wiha tekezî li ser çareserkirina nakokîyên di navbera Îsraîl û Hizbullah de bi rêyên dîplomatîk kir.
Hockstein hewl dide ku lihevhatinekê di navbera her du alîyên nakok de, derbarê destnîşankirina sînorên bejahî di navbera wan de çêbike. Jixwe di encamê navbeynkarîya Hockstein de rêkeftineke girêdayî destnîşankirina sînorên derîyayî di navbera Libnan û Îsraîlê de di cotmeha 2022 de hate îmzekirin.
Lê tevî van hewldanên dîplomatîk, her du alîyan ev destpêşxerî nepejirandin. Hizbullah qebûl nake ji ser sînorê bi Îsraîlê re vekişe û rawestandina şerê li Xezayê weke mercekî bingehîn ê qebûlkirina her destpêşxerîyekê dibîne, her wiha dibêje jî ku hebûna Îsraîlê li 13 xalên sînorî binpêkirina rêkeftina sala 2006`an e.
Li hember vê yekê, Îsraîl bi rijd e ku “Hêzên El-Ridwan” ên bi ser Hizbullahê ve heta dirêjahîya 10 KM ji ser sînorê xwe yê bakurî vekişe, ev hêza han jî weke yekîneya herî birêkûpêk û xwedî rahênan a Hizbullahê tê nasîn, ji erkê wê yên bingehîn derbasbûna bi dîz li nav Îsraîlê û pêkanîna operasyonan li ser erda wê ye.
Hebûna “Hêza El-Radwan” li ser sînorê Israîlê hişt ku hikûmeta Netanyahu gund û bajarokên bakur vala bike, ji tirsa ku ev yekîne derbasî Îsraîlê bibin û tiştê ku Hemasê di 7ê Cotmehê de kirî dubare bibe. Hejmara awareyan digihêje 80 hezar kes[6], û ew niha li otêlan dimînin, li herêmên başûrê Îsraîlê, li ser hesabê hikûmeta Îsraîlê ne, û ew zextê li hikûmeta Netanyahu dikin ku wan vegerîne bajar û gundên wan.
Dibe ku bê xuyakirin ku ev meseleya han sedemeke rasterast a plana Îsraîlê ya lidarxsitina operasyonekê li dijî Hizbullahê be, lê sedema sereke ew e ku hewcedarîya Îsraîlê bi hêzeke nû û çalak ya bergir li dijî Hizbullahê heye, ew jî piştî ku çalakîya hêza bergir a di navbera herdu alîyan de, a sala 2006`an de bi dawî bû. Ev yeka han di van mehên dawî de, piştî şerê Xezayê, belî bû, dema ku êrîşên Hizbullahê li dijî Îsraîlê zêde bûn.
Gelo Îsraîl biryara şer standîye yan na?
Tevî ku Fermandarê biryargeha bakur a artêşa Îsraîlê Urî Gordîn û serokê beşa Operasyonan Oded Basiuk plana êrîşa li dijî Hizbullahê erê kir û planên operasyonê yên êrîşa li Libnanê pesend kirin[7], lê xuya ye ku artêşa Israîlî hîn saeta sifir ji bo destpêkirina vê operasîyona leşkerî dîyar nekirîye û hê jî li benda çirûskek hêvîyê ye ji bo guhertina helwesta Hizbullahê û teslîmbûna wê li hember zextên navneteweyî û Amerîkayê, ku Hizbullah li ser encamên ketina rûbirûbûneke vekirî ya bi Îsraîlê re hişyar kir.
Ev yek bi daxuyanîyên vê dawîyê yên Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant piştrast dibe, ku di dawîya serdana xwe ya Washingtonê de gotibû “Îsraîl naxwaze şerê Hizbullahê bike, lê amade ye zîyaneke mezin bide Libnanê û wê vegerîne Serdema Kevir, eger hewldanên dîplomatîk bi ser nekevin.”[8]
Li gorî dane û daxuyanîyên îsraîlî û navneteweyî, wisa xuya ye ku Îsraîl dê neçar bimîne gefên xwe yên li ser Hizbullahê pêk bîne û di heman demê de operasyoneke leşkerî ya berfireh û sînordar li başûrê Libnanê encam bide, da ku hêzên Hizbullahê neçar bike heta pişt Çemê Lîtanî vekişin, heger Hizbullah li ser biryara xwe ya vene-kişînê bi rijd be. Ev yeka han wek senaryo bêhtir xwe dide pêş, ew jî ji ber sedema dijminatîya mezin a ku Hizbullah li dijî Îsraîlê, ji dema damezirandina xwe ve, dide xuyakirin.
Gelo wê Îran û Amerîka derbasî xeta rûbirûbûnê bibin eger şer çêbû?
Bê guman hemû alî, û di nav de Îsraîl û Hizbullah, naxwazin şerekî berfireh li herêmê rû bide, ji ber ku karvedanên vî şerî dê li ser hemû alîyên beşdar hebin, îcarê dixuye ku Îsraîl dê gelek êrîşên sînordar li dijî baregehên Hizbullahê yên li ser sînor pêk bîne, û ne dûr e ku biryara destwerdana Amerîka li kêleka Îsraîlê girêdayî qasa bandora berteka Hizbullahê, ya ku hêzeke xwe ya leşkerî mezin heye û çekên wê yên ku dibe zîyaneke mezin bigihînin Îsraîlê, be. Li alîyekî din, destwerdana Amerîkayê bi destwerdana Îranê ya rasterast li kêleka Hizbullahê ve jî girêdayî ye.
Girêdayî Îranê jî, ne pêkan e ku Îran ji nav xaka xwe êrîşî Îsraîlê bike, ew jî ji ber têkçûna rewşa wê ya aborî û navxweyî, û ji ber ku rejîma Îranê baş dizane ku tevlîbûna wê di vî şerî de li gel Amerîka û Îsraîlê dê bibe sedema ku hevalbendîyeke mezin li dijî wê ava bibe û di dawîyê de wê têk bibe. Ji ber vê yekê, Îran rêgezên lîstikê baş dizane û dê serî li stratejîya xwe ya asayî ya “Xeleka êgir” bide, bi taybetî bi komkirina Hûsîyan û komên wê yên çekdar li Iraqê. Dibe ku ji hundirê xaka Sûrîyayê êrîşan pêk bîne, ji ber gefên berê yên îsraîlî ji bo êrîşa li ser Şamê û metirsîya serokê Sûrîyayê eger ew beşdarî şer bibe.
Di dawîyê de, egera lidarketina şerekî di navbera Hizbullah û Îsraîlê de gelekî pêkan e, lê heke ti geşedanên nû yên vî şerî asteng bikin dernekevin. Û eger şer çêbû, dê li gorî aqil şerekî kontrolkirî be, hem ji alîyê Hizbullahê ve û hem jî ji ailyê Îranê ve. Û eger ev şer çêbû û berdewam kir, dibe ku destwerdaneke navdewletî encam bide da ku agirê ku dê li Rojhilata Navîn gur bibe kontrol bike û vemirîne.
[1] وسط مخاوف من الحرب في لبنان..ماهي رسالة واشنطن لحزب الله؟- الحرة- نشر بتاريخ 25 حزيران/يونيو 2024- استرجع بتاريخ 26 حزيران/يونيو 2024 https://2u.pw/CDyccjXp
[2] بالأرقام والتفاصيل..تغيير في استراتيجية حزب الله ضد إسرائيل- سكاي نيوز- نشر بتاريخ 5 حزيران/يونيو 2024- استرجع بتاريخ 26 حزيران/ يونيو 2024 https://2u.pw/P0tbKQqQ
[3] ما هي الرسائل التي حملها فيديو حزب الله لإسرائيل؟ بي بي سي- نشر بتاريخ 18 حزيران/يونيو- استرجع بتاريخ 26 حزيران/ يونيو 2024 https://2u.pw/4UDpMHjt
[4] إسرائيل تعلن مقتل “أكبر قادة حزب الله في جنوب لبنان” والحزب يرد- CNN- نشر بتاريخ 12 حزيران يونيو 2024- استرجع بتاريخ 26حزيران/يونيو 2024 https://2u.pw/ubGOyi6x
[5] التعاون بين الولايات المتحدة وفرنسا لمنع اندلاع حرب بين إسرائيل وحزب الله- سيلين أويسال- معهد واشنطن لسياسات الشرق الأدنى- نشر بتاريخ26 نيسان/أبريل 2024- استرجع بتاريخ 26 حزيران/يونيو 2024 https://2u.pw/kFDbvcmk
[6] طبول الحرب تدق..إسرائيل ولبنان على شفا حرب شاملة! مقابلة مع د. أحمد فؤاد أنور- نعرف- نشر بتاريخ 24حزيران/يونيو 2024- استرجع في 27 حزيران/يونيو 2024 https://2u.pw/M83PYrlr
[7] الجيش الإسرائيلي يصادق على الخطط القتالية للهجوم في لبنان- RT- نشر بتاريخ 18حزيران/يونيو 2024- استرجع بتاريخ 27حزيران/يونيو 2024 https://2u.pw/bMN7bs2i
[8] غالانت يحذر حزب الله “لا نسعى للحرب ولكننا مستعدون لإلحاق أضرار جسيمة بلبنان”- فرانس24- نشر بتاريخ 27حزيران/يونيو 2024- استرجع بنفس التاريخ https://2u.pw/EZOrZROt