DAIŞ careke din xwe vejîn dike… Stratejî, avanî û faktorên alîkar
Lezgîn Îbarhîm – lêkoler li Navenda Firat a Lêkolînan
Bi erebî peyda ye
Bi îngilîzî peyda ye
Bi zêdebûna êrîş û çalakîyên rêxistina DAIŞ`ê li Sûrîya, Îraq û hin welatên din li cîhanê re, êdî careke din behsa hewldanên rêxistinê yên jinûve-zindîkirin û komîserhevkirina xwe tê kirin. Fermandarîya Navendî ya amerîkî “CENTCOM” di vê derbarê de, di 17`ê Temûza 2024`an de ragihand ku rêxistina DAIŞ`ê asta êrîşên xwe yên li Sûrîya û Îraqê ji destpêka vê salê ve bilind kirine û bûne duqat, her wiha Fermandarîyê tekez kir ku DAIŞ hewl dide careke din vegere.
Di heman çarçoveyê de, hin raportên navendên lêkolînan û malperên amerîkî û rojavayî jî eşkere kirin ku çalakîya DAIŞ`ê li her du welatên navborî zêde bûne, di wextekî de ku DAIŞ ji guhertinên li ser asta xwecihî, herêmî, û navdewletî sûdê dibîne, nemaze şerê li Ukrayîna û Xezayê. Îcarê di ber bicihanîna planên xwe yên paşerojê de, DAIŞ`ê dîsa çavên xwe berdaye deverên ku ji bo vegera wê guncaw in, li Sûrîya û Îraqê. Ji wê yekê zêdetir, û ji bo karînên xwe yên mirovî, darayî, û propagandayî bi hêz bike, û li ser asta cîhanê şaxên xwe belav bike, rêxistina DAIŞ`ê êdî xwe dispêre avanîyeke nû.
Îcarê li vir, gelo sedem û nîşaneyên hişîyarîya amerîkî ji vegera DAIŞ`ê çi ne? Avanîya nû ya ku DAIŞ di berfirehkirina çalakîyên xwe yên xwecihî û cihanî de dispêre wê çi ye? Stratejîya DAIŞ`ê li Sûrîyayê çawa ye? Û faktorên xwecihî, herêmî û navdewletî yên bi DAIŞ`ê re dibin alîkar çi ne?
Sedem û nîşaneyên hişyarîya amerîkî ji vegera DAIŞ`ê
Daxuyanîya Fermandarîya Navendî ya amerîkî xwe spartîya zêdebûna êrîşên vê dawîyê yên rêxistinê li Sûrîya û Îraqê. Daxuyanî tekez dike ku “DAIŞ`ê 153 êrîş li her du welatên navborî di 6 mehên destpêkê yên sala 2024`an de girtine ser xwe”. Eger em vê hejmara han bidin ber hejmara êrîşên rêxistinê yên sala 2023`an em dê bibînin ev rêjeya bilind nîşaneya wê yekê ye ku DAIŞ ber bi duqatkirina hejmara êrîşên xwe ve diçe, çimkî li gorî bîlançoya dawîn, ” ji Adara 2023`an ve, heta Adara 2024`an, birêveberîya ragihandina navendî ya DAIŞ`ê berpirsîyarîya 1121 êrîşî girtîye ser xwe. Li gorî daneyan, di encama van êrîşên han de derdora 4770 kes hatin kuştin û birîndar bûn[1]. Ev yek jî nîşaneya wê yekê ye ku rêxistina DAIŞ xwe komîserhev kirîye, û bi hêzeke mezin careke din vegeraye rojevê, lewra Amerîka êdî pêşbîn dike ku piştî çend salan ji şikandina karînên DAIŞ`ê niha dixwaze careke din vegere.
Hişyarîya Amerîkayê der bare vegera DAIŞ`ê de, tê wateya ku hêzên amerîkî dê heta demeke nedestnîşankirî li Sûrîya û Îraqê bimînin, ev yeka han ji daxuyanîya Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê dîyar bû dema tekez kir ku “hêzên wan dê operasyonên xwe yên li dijî derdora 2500 çekdarî ji DAIŞ`ê li Sûrîya û Îraqê berdewam bikin, her wiha dê xebatên ji bo rehabîlîtasyonkirina bêhtirî 43 hezar kes û malbatê li kampên “Hol” û “Roj” jî dewam bike[2].” Anku Amerîka dixwaze hin nameyan ji hêzên herêmî û navdewletî re bişîne ku stratejîya wê li Sûrîya û Îraqê dê heta demeke dirêj berdewam bike.
Dixuye ku ev nameya amerîkî gihîşte Îran û milîsên wê li Sûrîya û Îraqê, ji ber wê yekê van milîsan vê dawîyê –piştî kêmî rojekê ji derketina daxuyanîya amerîkî- careke din bi dornan êrîşî baregeha Eyn Esed li Îraqê kirin, her wiha bi moşekan êrîş birin ser baregeha amerîkî ya li zevîyê “Konîko” li Sûrîyayê, ev piştî ku êrîş heta çend mehan rawesityabûn, dêmek ev êrîş weke bersivekê ji daxuyanîya amerîkî re bûn, nemaze piştî ku Amerîka bi awayekî ne rasterast ragihand ku hêzên wê dê ji Sûrîya û Îraqê venekişin, tevî ku Washington danûstandinên xwe yên der barê paşeroja Amerîkayê li Îraqê berdewam dike.
Li hember wê yekê, û li gorî geşedanê dawîn, dîyar e Kowalîsyona Navdewletî ji zêdebûna çalakîyên rêxistina DAIŞ`ê û liv û tevgerên milîsên bi ser Îranê ve li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê nîgeran e, lewra ji bo birûbirûbûna evan metirsîyan, êdî kowalîsyonê dest bi avakirina “burcên çavdêrîyê li ser dirêjahîya çemê Firatê li bakurê Sûrîyayê, li herêmên QSD`ê kir, her wekî li gundewarê Dêra Zorê yê rojhilatî[3]. Îcarê, xuya ye armanc ji avakirina wan burcan rêgirtina li ber derbasbûna şaneyên DAIŞ`ê ji herêmên li jêr kontrola milîsên bi ser Îranê ve, li rojavayî çemê Firatê, ber bi rojhilatê Ferêt ve ye. Li nik wê, çavdêrkirina Amerîka ji liv û tevgera milîsên îranî yên ku gefan li baregehên amerîkî dixwin re.
Li ser asta cîhanê DAIŞ avanîya xwe careke di birêxistin dike
Tevî ku rêxistinê li meydanê gelek derbên xurt xwarin û serkirdeyên wê yên paybilind hatin kuştin, lê dîsan jî vegera wê nîşaneya wê yekê ye ku ew dikare li gorî rewşa heyî xwe biguncîne, û xwe dispêre birêveberîyeke ne-navendî, anku hin serkirdeyên wê li gelek herêman hene, û dê kuştina serkirde û fermandarên wê bandorê li çalakîya wê neke. Lê belê, kuştina serkirdeyê şaxên wê neçar dike ku li tora xwe ya têkilî û danûstandinan veger, da ku rê li ber her operasyoneke li dijî rêxistinê dûr bigirin. Grûpên tundrew, di nav de DAIŞ, xwe li gorî jidestdayîna serkirdeyên xwe diguncînin. Ji sala 2012 heta niha, rêxistinê gelek serkirdeyên xwe ji dest dane, lê ew hîn jî heye, û ev yek li amadebaşîyên rêxistinê yên girêdayî kuştina serkirdeyên xwe vedigere.
Raporteke malpera[4] “War on the Rocks” ya amerîkî dide xuyakirin ku yek ji sedemên herî dîyar ên zêdebûna tevgera DAIŞ’ê damezrandin û xwesipartina li birêveberîya bi navê (Birêveberîya Giştî ya Wîlayetan) e, ku navenda wê li Sûrîyayê bû. Lê hin agahîyên nû destnîşan dikin ku dibe niha ew navend li Somalîyayê be. Avanî û hevahengîya bi rêya wê di navbera wan wîlayetan de, dihêle ku çalakîyên DAIŞ`ê li ser asta darayî, leşkerî, û plan û bicihanîna êrîşan li çi devereke cîhanê bixwaze zêdetir bibin. Raport her wiha piştrast dike ku veguherandina navendîyê ji Sûrîya û Îraqê, û jinûvesazkirina avanîya wîlayetan hiştin ku hevahengî û hevgirtina di navbera wîlayetan de xurtir û zêdetir bibe, eger em bidin ber rewşa rêxistinê ya berê. Çimkî rêxistinê dikarî çalakîyên xwe ji gelek alîyan ve bi pêş bixe, her wekî (Birêvebirin, piştgirîya darayî, tecnîdkirina leşkerên bîyanî, û operasyonên derveyî).
Di heman çarçoveyê de, li gorî hin daneyan, rêxistina DAIŞ`ê avanîya wîlayetên xwe piştî jidestdana cografîk a li Sûrîya û Îraqê birêxistin kir, ev tê wê wateyê ku DAIŞ`ê ji sala 2018`an ve nema navê “parêzgeh” li bajarên îraqî û sûrî dike her weke (li Îraqê: Bexda, Bakurê Bexdayê, Enbar, Dîyala, Kerkûk, Selahedîn, Nînowa, Başûr, Fellûce, Dîcle û Cezîre) û (li Sûrîyayê: Reqa, Bereke, El-Xêr, Hums, Heleb, Idlib, Hama, Şam, Laziqîye û Ferat). Hale hazir DAIŞ van parêzgehan bi “Wîlayet Şam” û “Wîlayet Îraq” bi nav dike, û îro roj tevaya “wîlayetên Dewleta Îslamîk” weke hev tên hesibandin[5]. Lê pirs li vir e: Gelo DAIŞ çawa van wîlayetan bi rê ve dibe?
Avanîya birêxistinî û cîbicîkirinê ya Wîlayetan
Rêxistin niha xwe dispêre rêvebirina şaxên xwe yên ku jê re dibêjin “Komîteya Delegasyon”, ku komîteya herî bilind di rêxistinê de ye û di heman demê de serperiştîya rayedarên herêmî dike. Bi taybetî jî, her endamekî vê komîteyê “berpirsîyarê yek ji dosyayên jêrîn e, wek ewlekarî, veşartgehên ewle, karûbarên olî, medya û piştgirîya darayî”.[6]
Bi avabûna Birêveberîya Giştî ya Wîlayetan re, sersazîyek hat avakirin ku serperiştîya wîlayetan dike, ev birêveberîya giştî ya wîlayetan xwedî ofîseke taybet e, her wiha li gorî belgeyên hundirîn ên ku ji alîyê DAIŞ`ê ve hatin eşkerekirin, ev avanîya han xwedî 7 ofîsan e[7], ew jî ev in:
Ofîsa El-Erd El-Mubareka: Berpirsa çavdêrîya çalakîyên rêxistinê li Îraq û Sûrîyayê ye.
Ofîsa El-Sadiq: Efxanistan, Pakistan, Îran, Hindistan û yê ji ber Asyaya Başûr mayî di nav xwe de dihewîne.
Ofîsa El-Karar: Somalî, Komara Demokratîk a Kongo, Mozambîk û deverên din ên Rojhilata Navîn û başûrê Afrîkayê bi rê ve dibe.
Ofîsa El-Furqan: ku Hewzê Gola Çad û Sahelê bi rê ve dibe.
Ofîsa Umm El-Qura: Serperiştîya Yemen, Erebistana Siûdî û Kendavê dike.
Ofîsa Zû El-Nourên: Li ser Misir û Sûdanê disekine.
Ofîsa El-Farûq: Tirkîya, Gurcistan, Kafkasya, Rûsya û Ewropayê bi rê ve dibe.
Her serkirdeyekî wîlayetek ji wan wîlayetan raportên xwe pêşkêşî serokê ofîsa xwe dike, îcarê ew serok jî bi rêya xwe digihîne “Komîteya Delegasyon”, û paşê digihe serkirdeyê mezin ê rêxistinê.
Bi vî awayî, xuya ye rêxistina DAIŞ di pênc salên borî de dikarîbû careke din xwe komserhev bike, lê bi awayekî ji berê bigirêktir, çimkî şêweyê ku bi rêya wî xwe komîserhev kiriye ji yê berîya bêhtirî deh salan cudatir e, hem li Sûrîya û hem jî li Îraqê, ji ber ku wê demê DAIŞ`ê giringî bêhtir dida kontrolkirina cihî li her du welatan, lê niha bêhtir xwe dispêre berfirehîya desthilatdarîya xwe ya cîhanî, û dabeşkirina cîhanê li ser wîlayatên bi ser xwe ve, bêyî ku hebûna wê ya erdnîgarî li ser erdê hebe.
Di wextekê de ku çavên cîhanê û tevaya dewletan ber bi Sûrîya û Îraqê ve diçûn, ji ber ku weke çavkanîya herî xeter a DAIŞ`ê tên dîtin, her wiha nemaze ku bi hezaran çekdarên DAIŞ`ê li her du welatan di zindanan de ne, û bi hezaran malabtên rêxistinê li kampan dimînin, nedihat pêşbînkirin ku ew “bombeya demkî” ya li bakur û rojhilatê Sûrîyayê li Moskoyê biteqe, di wê êrîşa bixwîn li baregeha bajarê Crocusê di Adara 2024`an de, yan jî weke ya ku li Îranê di salvegera kuştina serkirdeyê “Feyleq El-Elqudis” Qasim Suleymanî de li Keremanê encam da, weke wê weke êrîşa herî dawî li paytexta Umanê, li Mesqetê, ku bibîranîna Aşûrayê ya Şî`îyan di Temûza 2024`an de hat armancgirtin.
Di encamê de, ev hemû êrîşên bigirêk, û her wiha “plana ku Almanya di Hezîrana 2024an de li Kolnîyayê têk bir ku Şampîyona Futbolê ya Ewropî ya niha li dar armanc kir, mînakên balkêş ên van torên cîhanî yên bi hev ve girêdayî ne”[8]. Lê xala hevpar a van hemû êrîşan – ji bilî Mesqetê – ew e ku çekdarên DAIŞ’ê yên ku ev êrîş pêk anîn, berîya ku ji wir derbasî Rûsya û Almanyayê bibin, li Tirkîyeyê bûn. Li gorî raporta malpera “War on the Rocks” a amerîkî, ev yek nîşan dide ku “Tirkîye bûye navendek ji bo plansazîya DAIŞê” û li alîyekî din dîyar dikin ku çalakîyên derve yên DAIŞê li gorî çavkanîya xwe ne sabit in, çimkî her êrîşek bi rêya hevahengîya “Birêveberîya Giştî ya Wîlayetan” ya DAIŞ`ê tên encamdan, ku Tirkîya ji deverên herî berz ên birêvebirin û plankirina êrîşan tê dîtin.
Bê guman, Tirkîya bûye navika sereke ya tora cîhanî ji rêxistina DAIŞ`ê re, û piştigirîya ku DAIŞ ji Tirkîyayê werdigire destnîşan dike ku hevahengîyek di navbera “Birêveberîya Giştî ya Wîlayetan” de heye, û dîyar e ev wîlayetên han bûne mîna sazîne gelek girîng di nava “Xîlafetê” de, û tê gotin ku ew di meseleya cîbicîkirina operasyonên terorîst ên derveyî de xwedî navendîyeke girîng in, ev meseleya han ji êrîşên DAIŞ`ê li Rûsya û Ewropayê xuya bûn, ku wê demê çekdarên rêxistinê ji Tirkîyayê derbasî wan welatan bûn.
Stratejîya DAIŞ`ê li Sûrîyayê û faktorên bi çalakîyên wê re alîkar
Tevî ku DAIŞ ji hêla erdnîgarî ve li Sûrîya û Îraqê têk çû, lê dîsa jî li her du welatan çalak e. Digel ku çalakîyên wê di çarçoveya pêkanîna êrîşên sînordar de bûn, ew êrîş niha êdî veguherîne êrîşên tund, taybet û tevlihev, ku ev yek îhtîmala ku rêxistin rê li ber “vejîna duyemîn a Xîlafetê” veke, zêde dike, mîna ya ku berî deh salan qewimî. Ew jî bi rêya berfirehkirina çarçoveya operasyonên xwe di kûrahîya deverên di bin kontrola dijberên xwe de û bicihkirina xwe li deverên girîng, da ku destnîşan bike ku ew di çarçoveyek erdnîgarî ya berfireh de heye, ji ber ku ji gelek faktorên xwecihî, herêmî û navdewletî sûdê werdigire, nemaze şerê li Xezayê û şerê Îsraîlê li dijî Îranê û milîsên wê bi taybetî li Sûrîyayê.
Ji bilî tişta me li jor gotî, êrîşên rêxistinê yên li dijî artêşa sûrî jî planên rêxistinê yên desteserîya erdnîgarî piştrast dikin, çimkî di Nîsana 2024`an de DAIŞ`ê êrîşî hêzên artêşa sûrî li xeta navbera Reqa û Dêra Zorê de kir, û li wir xalên xwe yên leşkerî bi cih kirin.[9] Ev kontrolkirin û desteserîya li hin gundan –eger bi awayekî demkî be jî- dibe ku armanc ji wan bêhtirî xwe girêdayî alîyê propagandayê û rikberîya bi milîsên bi ser Îranê ve li herêmê be, di encamê de rêxistin karînên xwe dide xuyakirin û xelkên sivîl li wan herêman ber bi xwe ve tîne, nemaze piştî ku gelek êrîşên mezin li dijî deverên ewlekarî yên asê, yên li jêr kontrola hikûmeta Şamê, pêk anîn, da ku xwe bide xuyakirin ku va ye ew alîyekî sereke yê ku şerê rejîma sûrî û hevkara wê Îran dike.
Ji alîyekî din ve, rêxistin hewl dide ku faktora mirovî biparêze da ku hebûna xwe bidomîne, êrîşan pêk bîne û çalakîyên xwe bi rê ve bibe, ew jî bi rêya şopandina stratejîya vekişîna ji bajaran bêyî ku derbasî nava şerekî mezin bibe, bi taybet piştî ku li Mûsil û Reqayê bibin ket, her wiha ji ber êdî gelek zehmetîyan di meseleya tecnîdkirina çekdarên nû de dikişîne, li nik wê jî û piştî ku hemû bajar li Sûrîya û Îraqê ji dest dan, êdî niha hewl dide ew pereyên li ser meseleyên xizmetguzarî û birêvebirina bajaran xerc dikir veguherîne meseleyên şerî û tecnîdkirina çekdar û hevkarên nû, bi taybet ku gelek faktor niha hene bi DAIŞ`ê re dibin alîkar an jî derfetê didinê da ku careke din li Sûrîya û Îraqê xwe komî ser hev bike û çalakîyên xwe berfireh bike, ji wan faktoran:
- Faktorê erdnîgarî: Deverên ku DAIŞ li wan dimîne li Sûrîyayê weke faktoreke girîng a jinûve-vegera DAIŞ`ê û birêxistinbûna wê tên dîtin. Ji ber ku awayê jîngeha beyabanî li beyabana sûrî ji bo perweredegehên leşkerî û çekdarên DAIŞ`ê gelek guncaw in, hem di meseleya xweveşartinê û hem jî perwerdekirinê, û îroroj DAIŞ ji wan deveran dest bi plana xwe ya vegerê kirîye û êrîşên xwe bi cih tîne, di vê derbarê de lêkolîneke girêdayî Peymangeha El-Melekî ya karûbarên navdewletî (Chatham House, 2019) dîyar dike ku “veşartgehên DAIŞ`ê li çolistana Sûrîyayê li sê deverên sereke dimînin: a yekem Çîyayê Beşirî li dawîya başê başûr rojhilat ji parêzgeha Reqayê, ya duyem li herêma El-Defna li baûr rojavayî Dêra Zorê, û ya sêyem jî li beyabana navbera Tedmur û Sixnayaya li başûr û herêma Hîzamê “55 km” li başûr, û stasyona “T 2″ a petrolê li rojhilat, û herêma Fîda bin Mûîn` li bakur”.[10]
- Şerê li Xezayê: Berdewamîya şerê li Xezayê, Amerîka û Kowalîsyona Navdewletî ji tirsa berfirehbûna şer li gel Îranê û milîsên wê, bi taybet piştî ku Îranê êrîşên xwe li ser baregehên Amerîka li Iraq û Sûrîyayê tundtir kir, mijûlî pirsgirêkên jeopolîtîk kir. Her wiha şerê di navbera Îsraîl û Îranê de piştî ku Îsraîl serkirdeyên navdar ên Pasdarên Şoreşger li Sûrîyayê û serkirdeyên Hizbullahê kuştin, ji bilî kuştina Îsmaîl Henîye li navenda Tehranê ji alîyê Îsraîlê ve, ber bi rûbirûbûneke rasterast ve çû, lewra di van heyamên dawî de rûbirûbûna DAIŞ`ê êdî nema ji pêşayîyên Kowalîsyona Navdewletî ye û di encamê de DAIŞ vê yekê di ber vegera çalakîyên xwe de bi kar tîne.
- Xwespartina rêxistinê li ser avanîyeke nû: Xwespartina DAIŞ`ê li ser avanîya xwe ya nû “li ser asta cîhanî” her wiha li rex avanîya wê ya na-navendî û serkirdeyên herêmî û xwecihî dihêle ku rûbirûbûna rêxistinê ji alîyê ewlekarîyê ve ji berê gelek zehmetir be, çimkî berê girîngî dida çalakîyên xwe yên tenê li Sûrîya û Îraqê. Lê îroroj ” Eger balkişandin tenê li ser Sûrîya û Îraqê yan wîlayeteke din ji wîlayetên wê bê ku têkilîyên bi parçeyên din re ji tora wê ya cîhanî re baş bê fêmkirin dihêle ku çalakbûyîn û berfirehbûnyîna rêxistinê li tevaya cîhanê bi pêş bikeve û karînên şaneyên wê yên pêkanîna êrîşên xwînî, weke çawa me li Rûsya, Mesqet û Îranê dît, zêdetir bibin.”[11]
- Gef û êrîşên Tirkîyayê: Yek ji girîngtirîn faktorên ku şaneyên DAIŞê jê sûd werdigirin, tevlihevîya ku ji ber êrîşên Tirkîyê yên berdewam li dijî deverên bakurê rojhilatê Sûrîyayê encam dide û kuştina fermandarên leşkerî û ewlehîyê yên ku bi awayekî çalak di şerê li dijî DAIŞ`ê de beşdar bûne, her wiha wêrankirina jêrxane û dezgehên jîyanî yên herêmên Rêveberîya Xweser, ku dibe sedema kêmbûna bandora Hêzên Sûrîyeya Demokratîk di şerê rêxistinê de, ji ber mijûlbûna QSD bi enîya bakur bi Tirkîya û komên girêdayî wê ve, û di encamê de çalakîyên şaneyên DAIŞ’ê tên paşguhkirin, îcarê DAIŞ vê rewşê ji bo zêdekirina çalakîya xwe bi kar tîne û hewl dide ku malbatên zêdetir ji kampa Holê bi qaçaxî derxîne. Ji bilî veguhertina herêmên Sûrîyayê yên ji alîyê Tirkîyê ve hatin dagirkirin bûne penageheke ewle ji bo serkirde û endamên rêxistinê yên ku wan çalakîyên şaneyan li navçeyên bakurê rojhilatê Sûrîyê bi rê ve dibin. Li rex wê, rêxistin niha jî operasyonên qaçaxçîyê bi taybetî ji bo bidestxistina pereyan bi kar tîne. “Ji ber ku li herêmên di bin kontrola Tirkîyayê yên li Bakurê Sûrîyayê de torên qaçaxçî hene her weke koma bi navê “Ebû El-Qaqa” û komên din ên bi ser Tirkîyayê ve ku piştgirîyê didin çalakîyên DAIŞê, hêsankirina çûna xelkê bi qaçaxî bo Tirkîya û bi wan pereyan ji bo fînansekirina operasyonên rêxistinê terxan dikin. Ev yek bi rêya qaçaxçîya madeyên hişbir, şûnwarên sûrî yên talankirî, û derbasbûna bi awayekî bi hêz li nav bazara diravên krîptoyê da ku qadeke nû ji bo veguheztin û spîkirina pereyan çêbike”.[12]
- Alozbûna rewşên aborî û jîyanî: Qeyranbûna rewşa jîyanê û mirovî li deverên curbicur ên Sûrîyayê hişt ku DAIŞ van rewşan bi kar bîne da ku çalakîya xwe zêde bike û gelek hevkaran ji bo xwe tecnîd bike, ew jî bi rêya pêşkêşkirina gelek pereyan di berdêla hevkarîya wan bi şanên rêxistinê re, bi taybetî ji ber ku ” sedema Zêdebûna çavkanîyên darayî yên rêxistinê ev e ku wê xetên leşkerkirinê û xetên lojîstîkî û darayî ku ji Afrîkayê heya Ewropa, Rojhilata Navîn û Asyaya Başûr dirêj dibin ava kirin. Bi taybetî, dezgehên darayî yên DAIŞê li rojava (xerib) û Rojhilatê Afrîkayê çendîn caran bi komên pereyên şandine şaxên DAIŞê li Sûrîya û Îraqê.[13]
Puxte
Di nava rageşî, şer û tevlihevîya ku Rojhilata navîn û Afrîka tê re derbas dibin de bê guman berûpaşvegera şerê li dijî rêxistinên terorîst weke DAIŞ û El-Qa`îdayê, dê bihêle ku ev rêxistinên han bi awayekî bileztir bi pêş bikevin, nemaze li herêmên ku şer, alozî û tevlihevî li wan zêde ye, her wekî Sûrîya, Îraq û welatên Afrîka û Afganistan. Li milekî din, nebûna hevahengîyê di navbera dewletên destwerdanê li alozîya sûrî dikin de dihêle ku çalakî û êrîşên DAIŞ`ê zêdetir bibin, nemaze piştî jinavçûna pevbawerîyê di meseleya hevkarîya li dijî terorê de, ku îroroj gelek alîyên şerê DAIŞ`ê dikin, ew alî bixwe dijminên hev in.
Rewşên ku halê hazir cîhan tê re derbas dibe, weke şer û peçûnên sîyasî û leşkerî li hin deverên Ewropayê, rojhilata Navîn, Asîya û Afrîka, dişibihin demên derketin û bipêşketina rêxistinên weke DAIŞ û Qa`îdayê li salên borî de, her wiha zêdebûna rikberîya bidestxistina çekan di navbera welatên cîhanê de, û berdewamîya alozîyên penaberî û koçberîyê her wiha alozîyên xwarin û enercîyê li Sûrîya, Îraq û tevaya cîhanê sedemine sereke ne.
Bicihanîna biryara navdewletî ya 2254 dikar bi awayekî çalak roleke sereke di meseleya bidawîanîna xeterîya terror û rêxistina DAIŞ`ê li Sûrîyayê bilîze. Ew jî bi rêya pêkanîna agirbestekê, bihêzkirina hevkarîya navdewletî, beşdarkirina tevaya alîyan di prosesa sîyasî ya giştî de, piştgirîya jinûveavakirin û çaksazîyê, û vegerandina koçber û penaberan bo cihên wan dê bihêle ku jîngeheke aram û geş bê avakirin, û çavkanîyên terorê bên miçqandin. Bi vî awayî biryara 2254 dikare aştîya daîm li tevaya Sûrîyayê bi xwe re bîne, û hîmên paşerojeke bê terror û tundî deyine.
[1] – معهد واشنطن، 20 مارس 2024 https://n9.cl/xs5l0
[2] – قناة الحرة، 17 يوليو 2024 https://n9.cl/gmbga
[3] – صحيفة الشرق الأوسط، 19 يوليو 2024 https://n9.cl/rxrsr
[4] Malpera ” War on the Rocks” a amerîkî 15`ê temûza 2024 https://n9.cl/7v7vl
[5] Malpera ” War on the Rocks” a amerîkî 15`ê temûza 2024 https://n9.cl/7v7vl
[6] قناة الحرة، 10 فبراير 2022، https://n9.cl/6qosn
[7] Malpera ” War on the Rocks” a amerîkî 15`ê temûza 2024 https://n9.cl/7v7vl
[8] المركز الأوروبي لدراسات مكافحة الارهاب والاستخبارات، 10 يونيو 2024 https://n9.cl/ofqzj
[9] المرصد السوري لحقوق الإنسان، 6 أبريل 2024 https://n9.cl/pe8cn
[10] شبكة رؤية الإخبارية، 12 يناير 2021 https://n9.cl/hb7me
[11] معهد واشنطن، 18 يوليو 2024 https://n9.cl/2avao
[12] المركز الأوروبي لدراسات مكافحة الإرهاب والاستخبارات، 4 فبراير 2022 https://n9.cl/ox5kl
[13] مجلة المجلية، 12 أبريل 2024 https://n9.cl/ja5qjz