Lêkolîn

Stratejiyên Şerên Dijîtal ên Guhertina Rûyê Cîhanê

(Şerê Sîberanî û xapandina dîtbar weke nimûne)

Osman Elî- Lêkoler li navenda Firat ya lêkolînan

Wergera ji erebî: Mistefa Mistefa

Bi erebî peyda ye

Pêşgotin

Li herêmên şer, pevçûnên siyasî û tevliheviyên civakî, êdî cografiya, artêş û stûnên dewletan beriya ku li ser erdê têk biçin, bi sedema bipêşketina teknolojiya û derketina nifşên nû, ji aliyê ragihandin û elektronî ve li ber ketin û jinavçûnê ne.

Çimkî gelek teorî û têgihên bi sîkyolojiyên bandor, têreçûn û kontrolkirinê hatine guhertin, pê re jî hevsengiya hêzan, nexşeya hegemoniyê û rêgezên lîstikê jî hatine guhertin, îcar tevî ku torên înternetê û navgînên pêwendiyan têkiliyeke yekser û kêlîbikêlî di nava kes û koman de peyda kirine, cografiya û dem nêzîk û kurt kirine û jiyan ber bi hêsaniyê ve birine,  hemwextî wê, gelek aliyên propagandaya xwedî ajende jî ew keysbaz kirin û bi hemû hêza xwe ya madî û mirovî hewla sazkirin û biçarçovekirina arasteyên raya giştî ya dijber kirin.

Di rûpelên bê de, em dê rêbazê şayesî (wesfî) ji bo lêkolîn û dahûrandina stratejî û karvedanên bikaranîna hêzên cuda ji nifşên modern re, her wekî teknîka pêşketî, ji bo jinavbirina armancên dijmin û rikberên xwe, bixebitînin.

Her wiha em dê hewl bidin ku bandorên wê yekê ji hemû hêlan ve li ber çavan raxînin, da ku şiroveyên beraqil bi rêya çavkanî û lêvegerên zanistî yên resen encam bidin (Lêkolînên berê, vekolîn, raport û programên televizyonî). Sernavên naverokên me behsa wan kirî jî dê wisa bin:

Yek: Şerê Sîberanî

Du: Xapandina Dîtbar

Sê: Encam û Dumahî

Ji bo barkirina lêkolînê bi giştî