Lêkolîn

DI ALOZIYÊN “BUHARA EREBAN” DE TÊKÎLIYÊN TIRK Û EREBAN

ENGLISH ,  ARABIC

Werger: Nûrhat Heftaro

Ji bo bibe “Şêrê Sunniyan” pêdîviya Serokê Tirkiyê ku di heman demê de serokê AKP’ê yê xwediyê meyleke dînî ye, bi piştgiriyeke Erebî ya fermî û gelerî hebû. Lê xuya bû ku tenê karîbû bigihanda asta “Şêrê Îxwan Muslîmînan”. Ji ber ku Xewnên wî yên Osmanî rastî gelek astengiyan hat ku êdî nema tên derbaskirin.

Li gorî gelek nêrînan, Tirkiyê bi serokatiya Erdogan ve ji sala 2011’an dev ji hewildanên bikaranîna xebatên komên Îslama siyasî yên ji bo berfirehkirina serweriya xwe li cîhana erebî bernedaye. Ev yek piştî hêviya tevlîbûna nava Yekîtiya Ewrûpayê winda kir, dest pê kir. Vê hişt ku Welatên Ereb ên ku ji ber cîrantiya cografîk a herêmî, berjewendiyên ekonomîk û maddî, her wiha girêdana dîrokî ya ku xwe di rastiya dînî ya hevbeş a navbera Ereb û Tirkan dida der, dest bi têkîliyeke stratejîk bi Tirkiyê re kiribûn, baweriya xwe pê winda bikin.

Ev têkîlî ji ber girêdana kûr a navbera Hikumeta AKP’ê û koma Îxwan Muslîmînan, di qelsbûneke stratejîk û dîplamatîk re derbas dibe. Beramberî marjînalkirina eşkere ya rola dewletên Erebî di pirsgirêkên heyî yên herêmê de, bermahiyên mezheba sunnî yên radîkal û hêzên terorê li dewrûbera AKP’ê kom bûn. Têkîliyên xurt ên bi Tevgera Hemas, koma Îxwan Muslîmîn, rêxistina El-Qaîda û dawiyê jî bi rêxistina dewleta Îslamî (DAIŞ) re danî. Ev têkilî li ser hesabê nêzîkatiya li hemberî dewletên Erebî yên xwedî serwerî û statuyên rêxistinkirî pêk hat. Nexasim mîhwera dewletên Kendavê – Misrê beramberî mîhwera Îxwan a Erebî – Tirkî ava bû. Ev nêzîkatî, vedigere encamên rola Tirkiyê ya di aloziyên ku li dewletên Erebî û welatên Rojhilata Naverast de qewimî ye. Aloziya ku tê texmînkirin, wê Tirkiyê di pêvajoyên bê û paşerojê de jê ne dûr be. Niha jî em ê encamên têkilîyên navbera Tirkiyê û wan dewletan ên ji destpêka van aloziyan de pêşkêş bikin û li asoyên van têkiliyan serwext bibin.

Yekemîn; Têkîliyên Tirk-Misr:

Peymanên îmzekirî yên navbera Misr û Tirkiyê yên navbera salên (2007 -2011) gihandin 14 peymanên bazirganiyê.1 Lê belê ev têkilî, veneguherî hevkariyeke siyasî. Ji ber ku berfirehiya rola Tirkiyê li Rojhilata Naverast, êdî tirsa Misrê yê ku gelek dosya di destê xwe de girtibûn, zêde dikir. Her wiha kokên AKP’ê yên Îslamî ew qasî bi kêrî rejîma Husnî Mubarek nedihat ku di pêvajoya salên 90’î de li komên Îslamî da û xebatên wan li Misrê qels kiribû.

Doza herî xeter ku navbera Tirkiyê û Misrê de aloziyeke rastîn peyda kir, doza Filîstînê bû. Ev doz piştî serkeftina Hemasê di hilbijartinên 2006’an de û sala 2007’an serweriya wê ya li ser Xezzayê yê di sînorên Misrê de, ku vê hişt bajar têkeve dorpêçeke giran a Misrî û Israîlî û bû sedema parçebûna Filistîniyan a navbera desthilatdariya Filîstînî ya bin serweriya Fetih û Hemasê, di gelek pêşketinan re derbas bû.  

Têkîliyên Tirkiyê yên bi Tevgera Hemasê re ku heta 2011’an Şam kiribû navenda xwe, navgîniya wê ya doza lihevhatina Filîstînî ya navbera desthilatdariya Filistînê û “Hemasê” an jî ji bo aktîvkirina rola xwe di Rojhilata Naverast de kêmkirina rikberiya navbera herdu aliyan ku tenê erka Misr û Komkara Erebî bû, piştgirî û hestiyariyeke gelêrî ya Erebî û îslamî bi xwe re tanî. Serkeftina Tirkiyê di lîstîna vî rolî de, nexasim piştî pevçûna navbera Erdogan û Shimon Peres a ku di kongreya Devos’ê ya sala 2009’an de2 rûda û şandina gemiya Mavi Marmara 2010’an ku weke hewildana şikandina ambargoya li ser Xezzayê bû, ji bo rejîmên Erebî yên mezinbûna Tirkiyê û Îranê ku piştgiriya Tevgera Hemasê ew dianîn gel hev, dihat wateya tengavbûneke siyasî. Di wextekê de ku rejîma fermî ya erebî alîgiriya desthilatdariya Filistînê dikir. Vê yekê rê li ber gelek nakokiyên ku bi dîplomasiyê çareser nedibûn, vekir. Bi destpêka aloziya “Buhara Ereban” re, êdî wisa lê hat ku qul mezin dibû û pîne jî biçûk bû.

Kanûna 2011’an bi destpêkirina Xwepêşandanên Misrê ku Tirkiyê ji rojên destpêkê ve piştgirî dayê, di têkîliyên Misr û Tirkiyê de gelek guhertin çêbûn. Erdogan bang li Husnî Mubarek kir û jê xwest ku li daxwazên gelê xwe guhdarî bike.3 Enqereyê di serdana serokê Tirkiyê Abdullah Gül weke yekemîn serok, piştî mehekê ji daketina Husnî Mubarek a ji desthilatdariyê, serdana Misrê dike, li ser vê yekê teqez kir. Piştî wê berî dawiya salê di nava pêşwaziya germ a alîgirên Îxwan Muslîmîn de, serdana navdar a Erdogan û 208 bazirganên Tirkiyê pêk hat. Di encama wê serdanê de 20 peymanên bazirganiyê hatin mohrkirin.4 Xuyabû ku vê serdanê kêfxweşiya xeta Îxwanan anî ku dixwest deshilatdariyê bi dest bixe. Di encama hilbijartinan de namzetê wan Muhemed Mursî bi ser ket û herdu aliyan hêviyên xwe di ya dîtir de bi cih anî.

Hatina Mursî ya desthilatdariyê rê li ber Tirkiyê vekir ku nexşeyeke nû li Rojhilata Naverast çêbike. Enqere wê bi Misrê re giraniyeke herêmî ava bikira ku nêzî sedsaleke weke wê çênebûye. Tenê du meh di ser desthilatdariya wî re derbas bibû, Mursî Îlona 2012’an ji bo amadebûna kongreya çaran a AKP’ê hatibû vexwendin.5 Li wir ji aliyê alîgirên vê partiya Tirkî ve bi awayekî germ hat pêşwazîkirin. Her wiha wê çaxê, helwesta Tirk – Misr a li hemberî êrîşên Îsraîlê yên kanûna 2012’an ên li ser Xezzayê, tûjtir bû. Lewma Îsraîl ji nêzîkbûna herdu aliyan bi fikar bû.

Ji nişkê ve xewnên Tirkiyê, ji ber darbeya leşkerî ya ku Wezîrê Parastinê yê wê demê Abdullfetah Sîsî di 3’ê Temûza 2013’an de pêk anî, badilhewa çûn.6 Her kes dizane ku ev darbe ji aliyê baskê dijberî Erdogan li Rojhilata Naverast, ji Îsraîlê bigire heta Îmarat û Siûdî Erebistan ve hat kirin. Her wiha Îran jî ji helwesta Mursî ji aloziya Sûrî ne razî bû û weke hevkarekî baş nedidît.

Helwesta Enqereyên li hemberî darbeya leşkerî ya li Misrê tûj û hişk bû. Enqreyê ji opozisyona Misrî ya xwe avêt hembêza wê, amûrên ragihandinê yên êrîşî darbeya leşkerî û siyaseta wê dikin, peyda kir. Gelek konferans û çalakiyên siyasî ji wan re li dar xist. Lê belê ji ber lawaziya opozisyonê û qelsbûna wê di hevrikiya bi rejîma Misrê re, helwesta Tirkiyê ya hişk a vegera Mursî ya desthilatdariyê nerm kir û gihand wê astê ku ji daxwaza guhertina desthilatdariyê ber bi rakirina hukmê darvekirinê ve gav paşve bavêje.  

Misrê dawiya sala 2013’an koma Îxwan Muslimîn weke rêxistineke terorîst ragihand.7 Rejîma Misrê ya nû dest bi hemleyên siyasî, medyayî û dîplomatîk ên dijwar li dijî Tirkiyê kir. Heta beşeke mezin ji derfet û îmkanên Misrê di reşkirin û astengkirina siyaseta Tirkiyê hatin bikaranîn. Di vê çarçoveyê de saziyên Misrî, ji bo şikandina otorîteya Tirkiyê, bi Îsraîl û Îmaratê re ket nava tevgerê. Misrê bi Qubrus û Yewnanê re li ser diyarkirina sînorên deryayî peyman danîn ku bi vî awayî gelek çavkaniyên petrolê li Rojhilata Naverast ji dest Tirkiyê diçin. Ev xebat bi foruma “Gaza Rojhilata Naverast” a kanûna 2019’an li Qahîreyê hat lidarxistin, temam bû.    

Mesafeya navbera Misr û Tirkiyê hîna dûrî hev e. Têkîliyên herdu aliyan di rêyên diber û berovajî hev de ne. Ti hêviyên nêzbûnê tine ne. Pêwîstiya nêzîkatiya hikumeta AKP’ê ya Îxwanparêz bi rêyeke dijberî nêzîkatiya modela sekuler heye ku xuyaye di paşeroja nêz de bi Îxwan Muslîmîn ên li Misrê re li hev nake.

Duyemîn – Têkîliyên Tirkan ên bi dewletên Ereb ên bakurê Efrîkayê re:

Hikumeta AKP’ê karîbû di deriyê Tunisê re derbasî nava welatên Ereb ên bakurê Efrîkayê bibûya. Nexasim bi rêya Tevgera Vejînê ya Îslamî ya xwediyê meyleke Îxwanî ku weke “nûnerê Tirkiyê li welêt” tê binavkirin. Jixwe karîbû di nava tirsa aliyên siyasî û gelêrî yên cuda ji xurtbûna Tirkiyê li nava welêt û veguherîna Tunisê ya baregeheke paş ji bo Tirkiyê, têkîliyên stratejîk, ekonomîk û leşkerî yên xurt ên bi vî welatî re biparasta. Gelek dengên ku hişyarî dan metirsiya zêdebûna hebûna Tirkiyê ya ji dema serdana Erdogan a 27’ê Kanûna 2017’an ji bo Tunisê ku di çarçoveya gereke li Efrîkayê de hat li gel Tunisê, çû Sudan û Tişadê jî, bilind bûn. Ji van serdanan hêviyên Tirkiyê yên leşkerî li tevahî herêmê xuya bûn. Parlamentera Tunisî Mubareke Brahmî hişyarî da û got: Gelek nîşane diyar dikin ku desthilatdariya Tunisê tecrûbe negirtiye û naxwaze ji tecrûbeya dewletên din fêr bibe ku ji ber piştgiriya Tirkiyê ya koma Îxwan Muslîmîn û tevahî rêxistinên Îslama siyasî yên pêve girêdayî, azar kişandin ku ewlehî û aramiya van dewletan dixist xeteriyê. Brahmî wiha domand: Mudaxeleyên Tirkiyê yên li Tunisê li pêş çavên hemû hêzên siyasî yên cuda pêk dihatin. Ne ji destwerdan û piştgiriya darayî ya Qeterê û Tirkiyê bûya, wê rewşa siyasî ya niha ku hevsengî dikevin xizmeta berjewendiyên Tevgera Vejînê ya Îslamî ya girêdayî koma Îxwan Muslîmîn, ava nebûya.8

Verkirina Tirkiyê ya baregeheke perwerdeya leşkerî li Somalê, avakirina bendergeheke çêkirina gemiyên şer li Sudanê, rêdayîna Qeterê ya belavkirina komeke nû ya leşkerên Tirkiyê li Qeterê ku di çarçoveya peymana parastina hevbeş a navbera herdu welatan de hat, tê wateya ku planên Tirkiyê yên berfirehkirina serweriya xwe, Tunisê derbas dike û herêmê hemû digire nava xwe.

Ev yek bi awayekî eşkere di têkîliyên Tirkiyê yên bi Lîbyayê re derdikeve holê. Enqere bi cesaretek bêdawî û bêyî ku civaka navdewletî vê yekê red bike, ji destpêka aloziya wê ya dikeve sala xwe ya 9’an, destwerdana Lîbyayê ya ku ji sînorên wê dûr e dike.  

Serenavê sereke ya siyaseta Tirkiyê ya beramberî aloziya Lîbyayê, nakokî û dijberî bû. Ji destpêka xwepêşandanên 15’ê Sibata 2011’an ên dijberî desthilatdariya Muammar Gaddafi, Enqere li dijî destwerdanên derve yên li Lîbayayê derket, ferzkirina cezayan red kir û planên destwerdana leşkerî ya bi serkêşiya Fransayê û piştre NATO’yê qebûl nekir. Wisa lê hat ku Tirkiyê hemwextî vekirî-hiştina deriyên dîplomatîk ên bi aliyên şer re da ku bikaribe rola navgîniyê bilîze, nêzî bidestxistina rolekê di xebatên alîkariya mirov’î de ye.

Kanûna 2011’an bi ketina rejîma Gaddafi, Enqereyê dest bi piştgiriyeke piralî ji rêxistinên terorîst re kir. Rêxistinên weke “Partiya Edalet û Avakirinê” baskê siyasî yê rêxistina Îxwan Muslîmîn, Milîsên bajarê Misratayê yê rojavayê Lîbyayê, her wiha Enqereyê li dijî “Operasyona Rûmetê” ya ku artêşa Lîbayayê Gulana 2014’an bi fermandariya “Xelîfe Hefter” ragihandibû, piştgirî da koalîsyona “Berbanga Lîbyayê”. Vê kir ku têkîliyên Tirkiyê yên bi Lîbya rojhilat re xira bibe. Fermandarê Artêşa Lîbyayê yê Rojhilat “Xelîfe Hefter”, Tirkiyê bi piştgiriya “Terorê” li Lîbyayê tewanbar kir. Her wiha hikumeta rojhilatê Lîbyayê li hemberî siyasetên Tirkiyê yên piştgiriya koalîsyona “Berbanga Lîbyayê” biryar da ku têkîlî bi hemû şîrketên Tirkî yên li Lîbyayê werin qutkirin.

Tirkiyê şandina gemiyên çek-hilgir ji milîsên aktîv ên li Lîbyayê re, ku gelek ji wan li pêşberî raya giştî ya tevahî cîhanê hatin girtin, ranewestand. Şandeya Neteweyên Yekbûyî tenê bi avêtina çend twîttanên ku têde dibêje “Pêdiviya Lîbyayê ne bi çekan, bi aştiyê heye”9 sînordar ma. Êdî têliyên Tirkiyê yên di aloziya Lîbyayê de weke berê veşartî tevnedigerîn, lê belê bi mebest ev rol dihat paşguhkirin. Rewşa heyî li benda çareseriyê ye lê xuyaye dûr e. Ji ber ku hîna Tirkiyê hebûna hêzên Îslamî li Lîbyayê xurt dike û hewil dide bike hêmaneke sereke di civaka siyasî ya Lîbyayê de.

Armanca Tirkiyê ew e, serweriya xwe li bakurê Efrîkayê ji Fasî bigire heta Misrê û Sudanê zêde û berfireh bike. Da ku herêmê neçarî qebûlkirina vê serntezê bike ku hatiye tespîtkirin ku yek ji hêmanên nexweşiyê li herêmê ye. Û bi vî awayî çi dibe bila bibe, bikaribe bi rêya hevkarên xwe yên Îxwan, serweriyeke dişibe modela Osmaniyan bi dest bixe. Her wiha sedemên maddî yên din ku Tirkiyê ber bi vî alî ve de’f dide, parastina îstîsmaratên we yên li wir, misogeriya bidestxistina pareke baş ji şîrketên girêdayê wê, qedexekirina derketina pere û malên Lîbyayê ji Tirkiyê ku nêzî 21 milyar dollarên ji dema desthilatdariya Muammar Gaddafi10 ve maye û pereyên komên Îslamî yên cuda ku Tirkiyê ji xwe re veguherandine bankekê.

Li gorî gelek raporên rojnamevaniyê, mezintirîn kombûnên Îslamî li cîhanê û di serî de komên Îslamî yên li Lîbyayê li ser xaka Tirkiyê ne. Tirkiyê gelek xizmetên lojîstîk ji wan re pêşkêş kiriye. Rasterast xetên hewayî yên balafiran navbera Enqere, Misrata û balafirgeha wê Mitigayê vekir ku ew herêm di bin serweriya serokê koma çekdar a li wir, Abullhekîm Belhaj de bû11. Malpera Wikileaks Tîrmeha 2016’an aliyekî girîng a rola Tirkiyê eşkere kir. Mijar jî veguhestina pereyên Belhaj bi rêya nameyekê ku ji Gmaila wî sala 2013’an hatiye şandin, têde ji bankeke Tirkî ya girêdayî partiya desthilatdar AKP’ê beramberî destheqeke 25 ji sedî ji pereyan ku bi qasî 15 milyon dollar dike, dixwaza alîkariyê di qaçakçiya pereyan de dike, da ku wan pereyan biparêze û bi kar bîne.12

Îro Tirkiyê di xetên parelel de li qada Lîbyayê tevdigere. Piştgiriyeke berbiçav dide komên çekdar û endamên pêve girêdayî û fermandarên hevkariyê qebûl dikin tevî ku ne xwediyê helwesteke îdeolojîk a zelal û alîgir in, ber bi xwe ve dikşîne. Her wiha li ser asta siyasî û dîplomatîk alîkariyê pêşkêşî serokê Meclisa Rêveber û Serokê Hikumeta Wifaq Fayêz Serrac û xeta alîgirê wî dike. Ji ber ku li dijî xeta Îslamparêz û dewletên piştgiriya wê dikin, Tirkiyê danûstandinên bi fermandarê artêşa Lîbyayî Xelîfe Hefter re paşguh dike. Lewma bi rêya piştgiriya bê-sînor a maddî û siyasî ji bo Serrac da ku astengî û kêşeyan ji Hefter re derxîne, hewil dide serweriya wî qels bike.13        

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî yên Lîbyayê ji Konseya Ewlekariya Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku Tirkiyê sûcdar bibîne û têkildarî kiryarên wê lêpirsînekê veke. Nexasim derbarê barên çekan ên ku dawiya sala 2018’an û destpêka 2019’an hatin dîtin ku biryara navdewletî ya 1973 a sala 2011’an a girêdayî qedexekirina ketina çekan a Lîbyayê bin pê dike ye. Beşek ji çalakgerên civaka sivîl, siyasetmedar, hiquqnas, rojnamevan û yên raya giştî dişopînin, dest bi derxistina daxuyaniyên girêdayî destwerdanên Tirkiyê kirin.14 Ne dûr e ku ji bo darizandina Tirkiyê, ber bi civaka navdewletî ve gav bên avêtin ku ev ê rê li ber vekirina gelek dozên din ji arşîfa binpêkirinên Tirkiyê yên li cihên din jî veke.

Ji ber ku behsa rola Tirkiyê ya li herêmên Erebî yên li Efrîkayê tê kirin, ne şaş e ku mirov îşaret bi destwerdanên Tirkiyê yên di tevgera Ciwanên Somalî de û awayê têkîliya navbera herdu aliyan bike. Ji delîlên nû yên têkildarî têkîliya Tirkiyê bi rêxistina terorîst re, agahiyên ji belgeyên dadgeriyê derket ku Istixbarata Tirkiyê bi sed hezaran dollar bi rêya yek ji girtiyên berê yê zindana Guantanamoyê yê bi navê Ibrahîm Şîn ku ji ber têkîliyên wî yên bi El-Qaîdeyê re li Pakistanê hatiye girtin,  ji tevgera ciwanên Somalî re şandiye. Hat zanîn ku ev kes bi Istixbarata Tirkî re dixebite û ji derbaskirin û derxistina terorîstan ji Sûriyê berpirsyar e.15 Her wiha li gorî gelek raporên din, Qeter –hevkarê Tirkiyê yê yekemîn- rêxistinên terorîst ên Somalê fînanse dike ku ev yek dihêle ev welat heta roja îro trajediya terorê bijî.

Her wiha hin agahiyên veşartî derbarê çek-kirina Tirkiyê ya koma Boko Haram hatin belavkirin. Enqereyê ti helwest bi awayekî fermî li ser van agahiyan neda. Lê belê Tirkiyê mal û hesabên bankan ên girêdayî tevgerê hatin betalkirin. Ev jî bi xwe re gelek pirsan têkildarî kûrahiya têkîliya bi Boko Haram re ya dema derbasbûyî û çawaniya bidestxistina ew qas mal û pereyan, tîne. Biryara betalkirina hesabên malûmilkên girêdayî tevgerê, piştî xistina wê ya di lîsteya terorê de 10 Hezîrana 2014’an hat dayîn16. Lê belê hîna hin raporên nû yên ragihandinê şik û gumanan derbarê vê têkiliyê bi xwe re tîne.

Sêyemîn-Têkîliyên Tirk û Urdun:

Têkîliyên Tirk-Urdun ji bandora koma Îxwan Muslîmîn ne dûr e, lê belê derbasî rêyeke cuda bû. Tevî rewşa aborî li Urdunê, pêdiviya Emanê ya bi vê komê hişt ku xwe nêzîkî Tirkiyê bike û têkîliyan pêre deyne. Ruxmî tirsa zêde ya rêveberiya siyasî ya Urdunê ji armancên Îxwan Muslîmînan, mijara ketina Tirkiyê bi rêya rêxistina Îxwan Muslîmîn a nava Urdunê ku tekane partiyê xwediyê bingeheke berfireh e li Qralîteyê, bala mezintirîn berpirsyarên li Emanê dikşîne. Piştî kûrbûna krîza aborî li Qralîteyê û pêdîviya kontrolkirina civakê, ev kes ketin rewşeke tengav.        

Koma Îxwan Muslîmîn sala 1946’an li Urdunê ji aliyê Abdullatîf Ebû Qûre ve tê avakirin.17 Rewşa wê ya Qanûnî ku li gorî qanûneke destûrî komeleyek e, ji aliyê Serokwezîr ve hat nasîn. Sala 1992’an qanûna rêxistinkirina xebatên çêkirina partiyên siyasî derket. Îxwanan jî hema partiya “Eniya Kar a Îslamî” ava kir û êdî bû baskê siyasî ya tevgerê18.

Nîşaneyên aloziyeke siyasî ya navbera Urdun û Tirkiyê hene. Gelek sînyalên vî meseleyê hene, jê: Yekemîn; Siyaseta Tirkiyê ya berfirehkirina serweriya xwe li bakurê Efrîkayê, Qoça Efrîkayê, Kendeva Erebî û Sûriyê. Duyemîn; Ger baregeha Incirlik’ê a Tirkî were girtin, NATO wê Urdunê weke alternatîfeke di cih de bibîne.

Li tiştên dawiyê, hewildana Erdogan a nerasterast a ketina taxên Erebî yên li bajarê Qudusê jî zêde dibin. Aliyên peywendîdar ên Erebî têkildarî hebûna Tirkiyê fikarên xwe anîn ziman ku rê ji Erdogan re vedibe ku li ser Qudusê serwer be û ev jî armancên Enqereyê eşkere dike. Rojnameya “Haaretz” a Îsralî diyar kir ku Îsraîl vê diyardeyê ji nêz ve dişopîne û li ser rakirina wê ji kokê ve dixebite. Hêzên Ewlekariya yên Îsraîlî tê derxistin ku Tirk bi rêya komeleyên alîkariya hemwelatiyan a li Qudusa Rojhilat ji bo cihê xwe li wir xurt bikin, hewil didin erdan bikirin. Ev jî li gel desthilatdariya Filîstînê bi xwe fikaran çêdike. Her wiha fikaran li gel Qralîteya Urdunî ya Haşîmî jî çêdike ku ditirise çalakiyên Tirkan qedir û berpirsyartiya wê ya ji cihên pîroz ên Qudusê bixîne û li dijî wê bê bikaranîn. Û ji serweriya Hemas û tevgerên Îslamî yên li dijî siyaseta Urdunê ya li herêmê û Qudusa Rojhilat in jî ditirse19.   

Çaremîn-Têkîliyên Tirk û dewletên Kendavê:

Têkîliyên Tirk û Siûdî Erebistan:

 

Ji destpêka aloziyên Erebî helwestên Siûdî Erebistan û Tirkiyê ji hev cuda bûn. Nexasim bi ketina Husnî Mubarek ku Siûdî Erebistan ji ketina hevkarê xwe nerehet bû. Lê belê Erdogan weke hevkar û alîgirê vê tevgerê derket pêş. Tenê di rewşa Sûriyê de û demeke kin û kurt nêrîn gihandin hev. Dibe ku tiştê herdu alî gihandin hev jî xistina rejîma Sûrî ye. Lê belê nêrîna herdu aliyan li ser şêweyê danûstandina bi komên çekdar re pir ji hev cuda bû. Sala 2013’an li ser navê Wezîrê Karên Derve yê wê demê Siûd Feysel, Siûdî Erebistan ti roleke Tirkiyê di doza Sûriyê de nepejirand û vê kir ku wê demê navbera herdu aliyan aloziyeke Istixbaratî derbikeve.

Piştî ku Qralê Siûdî Erebistan Abdullah Bin Abdullezîz sala 2014’an koça dawî kir, Qral Selman Bin Adullezîz yê şûna wî girt, wisa kir ku rê û rêbazeke cudayî rêûrêbazên qralê berê dimeşand. Hewilda têkîliyên bi Tirkiyê re jinûve sererast bike. Tirkiyê li benda vê kêliyê bû. Ji ber ketina desthilata Mursî, krîzbûna şoreşa Sûrî, dûrbûna helwestên Tirkiyê û Emerîkayê20, Tirkiyê ketibû nava îzolabûneke siyasî. Dema ku doza Misrî yek ji girêkên navbera herdu aliyan de bû, Siûdî Erebistan negihand wê astê ku siyasetên xwe yên beramberî Misrê jinûve di ber çavan re derbas bike. Lewra helwesta Tirkiyê nerm bû û hêdî hêdî dihat guhertin. Bi şerta ku jinûve dest bi têkîliya bi Misrê re bike, ji şerta vegera Mursî ber bi şerta berdana wî ve û piştre şerta rakirina hukmê darevekririnê ji ya xwe daket û ji bo jinûve berdewamkirina têkîliyên ekonomîk û heta têkîliyên li ser asta Wezaretan, îşaret dan. Ji bo xurtkirina van têkîliyan Erdogan di salakê de sê caran serdana Siûdî Erebistan kir. Serdana yekemîn, dema ku gera xwe ya Efîrkî dawiya mijdara 2015’an ji bo gihandina Riyadê û hevdîtina bi Qral Selman piştî hatina wî ya ser desthilatdariyê, rawestandibû21.

Têkîliyên dualî yên Tirk-Rûsya ji ber aloziya Sûriyê zehmet bûn. Tirkiyê zêdetirî nîvê pêdiviyên xwe yên gaza xwezayî ji Rûsyayê pêk dianî. Diviyabû li zêdetirî çavkaniyeke enerjiyê bigeriya. Lewra berê xwe da Qeterê, Siûdî Erebistan, Azerbaycan û Kurdistana Iraqê.

Lê belê siyaseta qral Selman li ser heman rêyê berdewam nekir, berovajî wê ji bo textê ji lawê xwe Muhammad Bin Selman re hazir bike, guhertinên mezin pêk anîn. Ji destpêka avakirina dewleta Siûdî ya sêyemîn a li ser destê Qralê koçkirî Abdullezîz El-Siûd, cara yekemîn e, ev gav tê avêtin.

Têkîliyên Siûdî Erebistan û Tirkiyê bi awayekî bilez diherrifîn. Nexasim piştî ku qralê Siûdî Muhammad Bin Selman û Recep Tayyip Erdoğan rexne lihev kirin. Erdogan bersiva qralê Siûdî da ku gotibû, ew dixwaze Siûdî Erebistan vegerîna “Îslama navîn a nerm”22 û diyar kir ku “Îslama bi navê nerm an hişk” tine ye, tenê “Îslamek” heye. Her wiha bersiva li dijî nîşankirina qralê Siûdî Erebistan a Tirkiyeya Osmanî bi Îran û radîkalên Îslamî23, yek ji milên “Sêgoşeya Xirabiyê” ye jî. Ev hevrikiya herêmî bi deh salan e navbera herdu welatan rûdide û koka wê vegihere dema dagirkeriya Osmanî. Lê belê Muhammad Bin Selman ji ber hêviyên Erdogan û hewildana wî ya avakirina “Xîlafeta Osmanî” ya ji bo serweriya li ser dewlemendiya herêmê û hegemoniya li ser cîhana Îslamî, xeteriyên piştgiriya komên çekdar ên terorîst li ser xaka Ereban weke li Sûriyê û Lîbyayê, hişyarî dabû

Ragihandina Tirk bi awayekî tund êrîşî qralê Siûdî Erebistan kir û ev dijberî jî heta roja me ya îro didome. Ev jî hewildanên bê-navber ên Enqere û Dewhayê yên sûcdarkirina Muhammad Bin Selman di pirsgirêka kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşuqcî de, rave dike.  

Îro Siûdî Erebistan, Tirkiyê di mîhwera dijberan de dibîne. Bi awayekî giştî rêya vekirina têkîliyan bi Îsraîlê û xurtkirina têkîliyên bi Îmaratê re hilbijartibû. Careke din di nexşeya herêmî de Siûdî Erebistan cihê xwe dijberî siyaseta Tirkiyê girt. Gelek çavkaniyên ku mirov nikare niha bi awayekî teqez belge bike, diyar dikin ku Siûdî Erebistan roleke aktîv di hewildana darbeya leşkerî ya 15’ê Temûzê li Tirkiye, lîstiye.

Têkîliyên Tirk û Îmarat:

“Têkîliyên Erebî Tirkî ne di rewşeke baş de ne, û ji bo hevsengî jinûve saz bibe, divê Enqere serweriya Erebî li ber çavan bigire, bi zanabûn û rasyonalîst bi dewletên cîran re bide û bistîne.” Ev daxuyaniya Wezîrê Karûbarên Derve yê Imaratê Enwer Qereqaş e ya li ser twîtterê24 ye ku encamên têkîliyên Tirk û Ereban û bi taybet têkîliya bi Îmaratê re radixe ber çavan. Di gelek mijaran de herdu dewlet li du aliyên diber in. Lê belê pirsgirêka siyasî ya girêdayî pêşketinên herêmî yên niha, kûrbûna dijberiya siyasî û îdeolojîk rê li ber zêde xirabûna têkîliyên Tirkan û Îmaratî vekir. Dezgehên ragihandinê yên Tirkiyê her tim radigihîne û destnîşan dike ku tiliyên Îmaratê bi awayekî rasterast û nerasterast di planên li dijî Tirkiyê de heye. Her wiha ne seyr bû ku Erdogan Sibata 2017’an di gera xwe ya li dewletên kendavê de ku serdana Siûdî Erebistan, Qeter û Behrênê kiribû, neçûbe Îmaratê.25

Xala nelihevkirinê ya navbera hikumeta AKP’ê û dewleta Îmaratê ew e, têkîliyên Erdogan û koma Îxwan Muslîmîn e ku ev têkîlî kevin e, destpêka salên hefteyî yên sedsala derbasbûyî û bi taybet di dema Serokwezîrê berê Necmettin Erbakan, pêşengê siyasî yê Erdogan, dest pê kiribû. Di heman demê de hikumeta Îmarata Erebî ya yekbûyî di şer û pevçûneke dem-dirêj a bi Îxwan Muslîmînan re de bû. Lewra pirsgirêka xistina serokê Misrê yê berê Muhammad Mursî ku arêştê ew bi darbeyeke leşkerî temûza 2013’an ji hukum xist, bû sedemeke nû ya kûrbûna nakokiyên navbera Enqere û Ebû Dabiyê. Berpirsyarên Tirk jî destnîşan kirin ku Îmarat yek palpiştên darbeyê bû. Beramberî wê, Meclisa Wezîran a Îmaratî Adara 2014’an lîsteyeke rêxistinên terorîst ku di nav de koma îxwan Muslîmîn û bi taybet koma Îxwanan a Îmaratî (Komeleya Îslahê) jî heye, erê kir26.

Hikumeta AKP’ê şansa darbeya binketî ya li Tirkiyê jî ji bo ku Îmaratê bi piştgirîdayîna darbeyê tewanbar bike, bi kar anî. Ev jî bi bihaneya ku hinek kanalên ragihandinê yên ji Îmaratê weşana xwe dikin (weke kanala Sky News û El-Erebiye) piştgiriya xwe ji bo darbeyê ragihandin an jî empatiya xwe nîşan dan.

Aloziya Kendavê di nav de têkîliyên Tirk – Îmaratê, bandora xwe li têkîliyên Tirk-Kendavî kir. Hemwextî diyarbûna xisletên vê aloziyê û dorpêça dîplomatîk û ekonomîk a ku ji aliyê Siûdî Erebistan, Îmarat, Behrên û Misrê li ser Qeterê dihat meşandin, Erdogan piştgiriya xwe ya domdar ji bo Qeterê ragihand. Cotmeha 2015’an yekemîn hêza leşkerî ji baregeha Reyan a nêzî Dewhayê hatibû şandin27.

Hîç nepêkan e ku Erdogan dev hebûna xwe ya li Kendavê berde. Ev jî ji bo Îmarat û Siûdî Erebistan cihê tirsê ye û nîşaneyeke nû li hewildanên Tirkiyê yên berfirehkirina serweriya xwe ya herêmî li Rojhilata Naverast, zêde dibe.

Îmaratê di aloziya Sûriyê de rêbaza Îran û Tirkiyê ya pêşbazî û pîjkirina herdu aliyên şer ên Sûriyê rexne kir ku niyeta herdu dewletan a firehbûn û mêtîngehkirinê li Sûriyê û dewletên din dinimîne. Îmaratê operasyona xistina balafira şer a Rûsyayê li Sûriyê weke kiryareke terorîst hesiband. Her wiha li dijî operasyona Artêşa Tirk û komên Îslamî yên radîkal a li dijî Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê li Efrînê, derket.    

Helwestên herdu dewletan ên derbatê Lîbyayê jî ji hev cuda bûn. Li aliyekî Tirkiyê û Qeter piştgiriyê didin komên çekdar, li aliyê din mîhwera Misr-Îmarat jî piştgiriya hêzên kolonel Xelîfe Hefter dike. Her wiha di pirsgirêka Filistînê de jî herdu mîhwer li du aliyên dijber in.

Firehbûna ku Tirkan li herêma derya sor û qoça Efrîkayê bi dest xistiye, ji hemû dewletên din zêdetir li ser hesabê Îmaratê pêk hat. Ji ber ku ev firehbûn belkî têkeve berjewendiya rêxistina Îxwanan a li Misr û Sûdanê û deriyên sereke yên barkirinê li cîhanê asteng bike. Ji ber şerê ekonomîk û stratejîk a navbera wê û Tirkiyê ku piştî veqetîna Qeterê ji Kendavê kûrtir bû, Îmarat li vê herêmê bi gelek têkçûnan re rûbirû ma. Çend şopên xwe li qoça Efrîkayê winda kir. Ji ber sorkirina Tirkan, Djibouti imtiyazên dabûn koma bendergehên Dubay ên Cîhanî ku li gorî wê diviyabû heta 50 salî vêxistina stasyona “Doraleh” a barhilgiran rakira ser xwe, betal kir. Her wiha ji ber îmzekirina peymanekê bi herêma “Erda Somalê” ya serxwebûna wê di asta navdewletî de nayê naskirin28, navbera wê û Somalê nîşaneyên aloziyeke siyasî derketin.

Têkîliyên Tirk-Qeterê:

Piştî ku Moskowayê ji ber aloziya xistina balafira Rûsyayê li ser xaka Tikriyê, cezayên bazirganiyê li Tirkiyê birîn, ji bo dayîna gazê Tirkiyê xwe avêt hembêza Qeterê. Qeterê di sivikirina bandora van cezayên li ser Tirkiyê û taybet di qada enerjiyê de roleke girîng lîst. Ev yek bi dijwarbûna şerê jeostratejîk a li herêma Rojhilata Naverast, navbera Moskowa û Washingtonê ji aliyekî ve û Siûdî Erebista û Îranê ji aliyekî din ve, hat.  

Li herêmeke ku siyaseta qutubûnê lê xurt e, Tirkiyê Qeter weke hevkarekî stratejîk a tekane jêre mayî, dît. Peymana hevkariya leşkerî a sala 2015’an ji bo teqezkirina kûrbûna têkîliya navbera herduyan pêk hat. Qeter li kêlek Tirkiyê li dijî hewildana darbeyê ya li Tirkiyê cih girt. Tirkiyê jî bi piştgiriya bilez û a bêsnor ji bo hevakarê xwe Qeter ku ji ber aloziya kendavê di dorpêçê de bû, bersiv da. Ev jî bi vekirina pireyeke hewayî û deryayî ji bo veguhestina kelûpel û malzemeyan a ji bo sûka Qeretê, pêk hat. Her wiha danûstandinûn bazirganiyê gihand astên pir bilind29. Nêzî 15 lûtke navbera serokê Tirkiyê û Mîrê Qeterê pêk hatin û nêzî 30 peymanên di qadên cuda de hatine mohrkirin30, bi xwe re anî. Sirrê vê nêzîkbûnê çi ye?

Tişta herî zêde hişt nêzîkbûna navbera herdu welatan gengaz û xurt bibe, xwedîderketina Qeterê ya rêxistina Îxwan Muslîmîn û parastina wê û peydakirina cihê starê. Vê komê karîbû bi rêya malperên danûstandinên civakî û bi rêya gelek bangeşeran ên weke Yusif Qaradawî û yên din, xwe bigihanda beşeke fireh ji herdu cîhanên Erebî û Îslamî. Ev çalakî bi diyarbûna meylên AKP’ê yên li Tirkiyê, derketin. Bi destpêka aloziyên “Buhara Ereban” xisletên vê hevgiriyê eşkere bûn. Gelek xalên ku herdu dewlet di danûstandin û piştgiriya wan a ji hêzên terorê li cîhana Erebî dicivandin hatin eşkerekirin û niha hemû deşîfre bûne. Her wiha berjewendiyên stratejîk, ekonomîk û polîtîk ên ku herdu dewlet anîn gel hev, ku niha ji dewletên aloziyan bi xwe jî di îzolakirinê de ne, vê têrê dikir ku Tirkiyê nêzîkbûna zêde di xizmeta siyasetên xwe yên berfiheriyê de bi kar bîne. Tirkiyê karîbû bi hezaran leşkerên Tirkiyê li ser xaka Qeterê belav bike ku ev li gorî peymaneke leşkerî ya veşartî ku vê dawiyê derket, pêk hat. Yek ji girîngtirîn bendên peymanê ew e, ku nabe dûv ti leşkerî Tirkî ya li Qeterê bikevin û eger kiryareke ku qanûnan bin  pê dike pêk anîbe jî nabe were darizandin. Hat zanîn ku li gorî peymanê nabe ji bo çareserkirina girêk û neliehvkirinên ku dibe navbera herdu dewletan de derbikeve, xwe bispêrin aliyekî sêyemîn dewletek an jî rêxistineke navdewletî31.

Hin nîşane hene ku têkîliyek Îxwan Muslîmîn û Îranê digihîne hev heye. Ev jî koalîsyoneke veşartî ya navbera wan e. Tenê wexta xeterî li ser aliyekî zêde dibe, derdikeve pêş. Yek ji wan, pêşwazîkirina Îranê ya çend lîderên Îxwanan û rêdayîna wê ya ya ji bo Îxwanên Îranê  lidarxistina xwepêşandanên li dijî serokê Misrê Abdullfetah Sîsî, li yek ji navdartirîn qadên Tehranê. Her wiha têkîliya baş a navbera Îran û Hemasê, çavgirtina Îranê ji Qeterê re ku weke stargeha bi ewle ya Îxwanan e û di dem aloziya kendavê û dorpêça kendavê – Misrê, vekirina deriyên li pêşiya Qeterê. Jixwe Qeter li hemberî koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdî Erebistan li Yemenê, li kêlek rêza Îran – Hûsî bû. Bi kurt û kurmancî di vê pêvajoyê de du mîhwerên sereke çêbûn: Mîhwera Sûidî Erebistan – Îmarat – Misr – Îsraîl û mîhwera Tirk – Qeter û Îran.

Pêncemîn-Têkîliyên Tirk-Iraqê

Ji ber cîrantiya cografîk û berjewendiyên hevbeş ên navbera herdu welatan ji aliyekî û ji aliyekî din ve çavnebariya Tirkiyê ya ku ji bermahiyên Selteneta Osmanî wergirtiye, hişt ku têkîliyên Tirk-Iraqê di nêzbûn û dûrbûnê re derbas bibe. Nexasim herdu alî û bi taybet Tirkiyê ji xêzkirina sînorên navbera herdu welatan ji sala 1926’an nerazî bû û bi fikra ku mafê wê ya di Kerkûk û Mûsilê ya li gorî Mîsaqa Millî de dibîne, girêdayî ma32.

Tirkiyê ji welatên destpêkê bû ku sala 1927’an Iraq nas kir. Ji ber berjewendiyên wan ên hevbeş, hebûna herdu çemên Dicle û Firatê û rûbarên wê, her wiha xwedîbûna Iraqê ya depoyeke petrolê û hebûna Kurdî û Tirkmenî ya li Iraqê, têkîliyên navbera herdu welatan bibandortir bû.

Tirkiyê li dijî destwerdana Emerîkayê ya li Iraqê ya sala 2003’an rabû û nehişt ku artêşa Emerîkayê baregeha Incirlikê bi kar bîne. Bi vî awayî, piştî xistina rejîma Seddam Huseyn, ket rêzê helwesta dijberî hikumeta Iraqê ya nû. Û giranî da ser hebûna xwe ya li herêma Kurdistana Iraqê û berdewmakirina armanca xwe ya şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê ya li gorî peymanên berê yên navbera wê, hikumeta Iraqê û hikumeta herêmê. Ji aliyê xwe ve gelek caran bêyî agahdarkirina hikumeta Iraqê, ket nava xaka Iraqê û tevî dijberiya gelêrî û hikumeta Iraqê jî 12 baregehên leşkerî û ewlekariyê li Kurdistana Iraqê ava kir.

Li gel xuyabûna nîşaneyên lawaziya koma Îxwan Muslîmîn weke hêzeke mixalefetê û têkçûyîna hewildanên wê yên di guhetina rêya bûyeran de, weke li Misr û Tunisê pêk hatibû, Erdogan ê ku wê çaxê serokê hikumetê bû û bi xewana berfirehkirina otorîteya Îxwanan a li herêma Rojhilata Naverast gevizî bû, ji bo berê şerê li Sûriyê ji şoreşeke aştiyane ya xistina rejîmê ber ber bi şerekî çekdarî ve bibe, biryar da ku berê xwe bide baskê xwînrêj ê radîkal. Lewra Enqereyê sînorên Tirkiyê-Sûrî ji bo derbasbûna Sûriyê û ji wir ber bi Iraqê ve biçin, li pêşiya şervanên biyanî vekir. Her wiha derbasbûna cîhadîstan ji herêmên wê yên başûr ên li bakurê Sûrî vekiribûn, hêsan kir, piştgiriya lojîstîk ji wan re pêşkêş kir û azadiya livûtevgera mal û pereyan da wan. Êdî guman nînin ku bêyî wan alîkariyan, rêxistina DAIŞ’ê ewqasî bi hêz nedibû ku karîbû bi wê hêzê rûbereke mezin navbera Sûriyê û Iraqê bi dest bixista33.

Tirkiyê li Sûrî û Iraqê piştgiriya rêxistinên radîkal kir û bi awayekî kûr bi wan re ket nava hevkariyê. Serokê Tirkiyê yê berê Abdullah Gül bi gotina “Cîranê wî yê DAIŞ’î li ser ewlekariya netewî ya Tirkiyê ti xeteriyê çênake û ti gefeke îdeolojîk li ser Tirkiyê pêk nayîne”, ev yek piştrast kir. Gül DAIŞ bi “tevgereke siyasî ya ne dînî” bi nav kir. Ji aliyekî din ve jî konsolosxanê Tirk ê li bajarê Mûsilê hişyarî da pêşketina rêxistina “dewleta Îslamî” ya ber bi Mûsilê ve, bersiva Enqereyê jî wiha hat: “DAIŞ ne dijminê me ye.”34 Dema ku rêxistinê 2014’an êrîş bi ser Şengal û Mûsilê ve bir, DAIŞ’ê gelek dîplomatên Tirk, karmendên konsolosxaneya Tirkiyê û ajokarên kamyonên Tirk bi malbatên wan re ku hejmara wan nêzî 46 kes bûn, girtin. Lê belê rêxistinê bi awayekî ecêb ew berdan ku cara yekê ye rêxistina radîkal wiha bi dîlgirtiyên xwe re dide û distîne.35

Hêzên Tirk, bi navê lê gerîna endamên PKK’ê, dikeve nava Iraqê û bi vê yekê jî bihaneya şerê “komeke terorîst li bakurê Iraqê” dike, rewa dike. Ev bihane civaka Iraqê ya ku li dijî destdirêjiyên Tirkiyê yên li welêt e, bi hêrs dike.     

Her wiha dewleta Iraqê bi hemû hêza xwe li dijî xwestekên Erdogan û hewildanên wî yên destwerdana leşkerî ya li Şengalê derket û her operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li ser xaka Iraqê red kir.

Komplogeriya Tirkiyê bi mudaxeleya leşkerî ya li Iraqê û hewildana bicihkirina hêzeke leşkerî ya mezin li herêma Kurdistanê, bi dawî nebû. Lê belê gihand wê radeyê ku destwerdana jiyana siyasî ya Iraqê bike û bi armanca xêzkirina senaroyekê ku pozisyona Îxwanan xurt bike da ku têkeve xizmeta projeya Tikiyê ya dizîna xêrûbêrên dewleta Iraqê. Destwerdan planeke Tirkiyê – Qeterê bû ku bi rêya piştgiriya komên Îxwan û hêzên sunnî yên Iraqî yên li dewrûbera wê digerin, desteyeke Sunnî ava bikin. Raporên ragihandinê yên Iraqê, teqez kirin ku armanca plana Tirkiyê, beramberî herêma Kurdistanê, avakirina herêmeke sunnî ye36.

Her wiha hikumeta AKP’ê dosya avê weke zextekê li ser Bexdayî ji bo pêkanîna armacên xwe yên siyasî û ekonomîk li Iraqê yên weke bikaranîna siyseta “Petrol beramberî avê”, bi kar tîne. Ev yek têkîliyên dîplomatîk ên navbera herdu welatan, dixe ezmûneke rastîn.

Pêncemîn – Têkîliyên Tirk – Sûrî:

Salên hinguvîn ên navbera Tirkiyê û Sûriyê dirêj nekirin ku aloziyên “Buhara Ereban” teqiya û derbasî nava Sûriyê bûn. Tirkiyê ket nava xeta bûyera Sûrî, biryar da ku hemû xebatkarên xwe ji sefaretxaneya wê ya li Şamê vekişîne û helwesta xwe ya “Piştigiriya Gelê Sûriyê” û alîgiriya “Şoreşgeran” ragihand. Tirkiyê di aloziya Sûriyê de bi roleke gelekî aktîf rabû û li rex Qeterê yek ji hêzên herî zêde asta şer gurr kir heta gihand rewşa niha. Tirkiyê piştgirî û piştevaniya piranî komên çekdar kir û bibû deriyê serke ya ketin û derketina komên radîkal a ji Sûriyê. Di serî komên herî radîkal ên weke DAIŞ, El-Nusra, tevgera Nûredîn Zenkî û yên din, têkîliyên wê yên bi piranî komên çekdar re hatin belgekirin. Ev mijar tevlihev û di nav hev de û pêwîstiya wê bi lêkolîneke taybet heye.  

Tirkiyê bi awayekî leşkerî mudaxele kir û sala 2016’an beramberî firotina herêmên ku di bin serweriya hêzên opozisyonê de bûn (bajarê Helebê), herêmên navbera Cerablus û Ezazê di operasyona Mertala Firatê de dagir kir. Piştre sala 2018’an beramberî berîkên dawî yên opozisyonê yên hundirê Sûrî û başûrê wê (Xûtaya Rojhilat û Dera’), Efrîn dagir kir. Niha jî ji bo ketina Rojhilatê Firatê gelekî hewil dide. Hemû tiştên kirine tenê ji bo tinekirina hebûna Kurd e ku serokê Tirkiyê weke “Çirava ku wê nehêlin dubare bibe” bi nav kir.  

Dema ku rejîma Sûrî ji herêmên Xûtaya Rojhilat û herêmên başûrê Dera’yê yên Tirkan beramberî ketina Efrînê firotibûn Rûsyayê xilas bû, hêzeke mezin ber bi Idlibê ve şandin ku bi çekdarên opozisyên ên ku ji herêmên serweriya wan a li hundir û başûrê Sûrî hatibû qewirdandin û veguhestibûn Idlibê, tije bibû. Dema ku Erdogan serwext bû ku planên wî têk diçin û çarenûsa hevkarên wî di xeteriyê de ye, gelekî hewilda bi Serokê Rûsyayê Putîn re ji bo rawestandina operasyonên leşkerî yên Sûriyê li Idlibê, bixebite. 17’ê Îlona 2018’an jî Erdogan bi Putîn re li ser Idlibê gihand peymanekê ku navbera herêmên opozisyon û rejîmê herêmeke bi ewle ya bê-çek bê avakirin. Sînorên herêmê bi kûrahiya 15-20 km li Idlibê û 20 km li gundewarê rojavayê Hemayê hatibû diyarkirin. Li gorî peymanê, hemû komên radîkal ji vê herêmê vedikişin. Tirkiyê destpêka sala 2018’an 20 nuqteyên çavdêriyê ava kiribûn û soz dabû li gorî xalên peymanê, hemû komên cîhadîst derxîne, çekên giran ji wan bistîne û bi vî awayî yekîneyên ji polîsên leşkerî yên Rûsya û Tirkiyê çavdêriya herêma bê-çek bikin37.  

Ev ji bo planên Erdogan xilasiyek bû. Karîbû bê zehmetî, serweriya xwe li ser herêmên ku pê xeyal dikir, ferz bikira. Piştî piştigiriya bi cebilxane û çekên giran, hêzên Tirk pir li herêmê belav bûn. Weke ku Rûsya û rayedarên Şamê difikirin, Tirkiyê bi hêsanî dernakeve. Bi delîla ku xalên peymanê hêdî pêk tînin. Hem jî belavbûna dawiyê ya Heyet Tehrîr Şam (Berê Nusra bû) li ser hesabê komên opozisyonê. Erdogan gelekî girîngiyê nade ve yekê. Jixwe hemû hevkarên wî ne. Êdî Rûsyayê dest bi nerazîbûnan kiriye û daxuyaniyekê li pey daxuyaniyekê dide k Tirkiyê xalên peymanê pêk neaniye.

Di rewşeke jeopolîtîk a gelekî hesas, Sûriyeya aram û demokratîk wê ji bo Tirkiyê jî çavkaniya aramiyê û ewlekariya wê ba jî. Ev yek piştî heşt salan ji bûyerên şer û tevliheviyên wê derket holê. Lê belê girêka statuya Kurd, siysetmedarên Tirk mijûl dike û wan nava zaboqên ku êdî veger jê ne gengaze ve dibe.

Mudaxeleya leşkerî ya Tirkiyê nava Sûriyê, projeyeke Osmanî ya berfirehkirina serweriyê ye. Du nikên vê projeyê hene. Armanca wê ya sereke têkbirina projeya demokratîk a li bakurê Sûrî ye. Niha eşkere ye ku fikra mudaxeleya Tirkiyê berî mezinbûna projeya Xweseriyên demokratîk e. Dadgeriya Tirkiyê vê dawiyê diyar kir ku tomara deng a berpirsyarên Tirk ên 31’ê Adara 2013’an civiyabûn, ji bo derxistina buhaneyek lihevçêkirî ku rêdide mudaxeleya leşkerî ya di Sûriyê de. Bihane jî, “Parastina Gora Suleyman Şah” bû.

Tirkiyê di mijara herêma bi ewle de bi bin ket. Lewra berê xwe da, jinûveaktîfkirina peymana Edeneyê ya ku zeman gelekî di ser re derbas bû ku berî Tirkiyê rê dide ketina Sûriyê ya nava xaka Tirkiyê, ji ber Tirkiyê beriya heşt salan, ewlekariya netewî ya Sûriyê binpê kir.

Tewsiye û encam:

Nelihevkirinên navbera Ereb û Tirkan xwediyê kokên dîrokî ne. Ev nakokî, wexta ku Tirkan Xîlafeta Îslamî bi dest xist û ji dest Ereban girt, dest pê kirin û bi bihaneya “Fetihkirinên Îslamî-Osamnî” bûn hêzeke firehkar. Dema Ereban rabirdûya xwe bi bîr xistin, li heqîqeta hebûna xwe serwext bûn, dîtin ku Tirkan gelek komkujî anîne serê wan, elîteyên wan ên siyasî darve kirine, malbat û xwediyên wan aware kirin. Tenê bi vê nekirin, gelek ramanên xirab derbarê Ereban çandin. Gelekên ji wan, bi mebest ew eşkere biçûk dixistin.

Hîna Tirkiyê bi zêhniyeta desthilatdarî û wesayetkariyê, têkîliyan xwe bi cîhana Erebî re datîne. Li ser jinûve-zindîkirina têgînên ku li herêmê rê li ber gurrkirina şer û pevçûnan vedike, kar dike. Ev yek di siyaseta wê ya derbarê aloziya dawî ya hat serê hikumetên Ereb, derket holê û Sûriyê ne ê dawiyê ye. Nexasim rola ku AKP’ê di bîst salên dawiyê de lîstiye û siyaseta yekkirina herdu têgînên (Kemalîzm-Toranîtî) û Osmanîtiyê, û herdu têgînan ji bo planên xwe yên firehkariyê li herêmê bi kar tîne. Koalîsyonên AKP’ê û MHP’ê anîn gel hev, tenê ji bo bicihanîna afirandina sîstemekê ku şovenîzma Tirk û Îslamparêziya radîkal pêk tê ku ev yek li gorî pêvajoya siyasî ya niha ye. Weke destwerdana wê ya rasterast a li Sûriyê û Iraqê di bin navê parastina ewlekariya netewî ya Tirkiyê de ku ti sînorên jêre nehatiye diyarkirin û tevlîkirina wê bi têgînên ji dema Osamî û beriya wê mane (Ketina Moxolan a Iraqê). Weke mînak, çima dagirkirina wê ji Cerblusê re rastî bîranîna şerê Mercîdabiqê hat.

Encamên şer ên li Sûriyê, Yemen û Lîbyayê, kûrahiya têkîliyên navbera Tirkiyê; Îxwan Muslîmîn û komên Îslamî yên radîkal ên din, pêşketina têkîliya navbera Tirkiyê û Îranê û şêweyê şerê Îran û Israîlê yê bê, wê awayê têkîliyên Tirkiyê û Ereban diyar bike. Nexasim di dirêjahiya dema komarê de Tirkiyê siyaseta hevsengiya navbera hêzên herêmî û navdewletî meşandî ye û tenê di çarçoveya xizmetkirina kêşe û berjwendiyên xwe de, ti helwesteke wê ya zelal, eşkere û rastîn di ti pirsgirêkên li vê herêmê de, heta di piştgiriya opozisyona Sûrî de derneketiye.

Mirov beramberî şêweyê têkîliyên navbera hevkarên Astanayê ku di her lûtkeyekê de destê xwe dikin destê hev weke ku serkeftî ne, matmayî dimîne. Û di heman demê de tevlî şer in an jî piştgiriya aliyekî wê dikin.   

Enqereya ku têkîliyên wê bi Washingtonê re xirabûne, baş têdigihîje ku Emerîka piştgiriya Ebû Dabî û Riyad ku du hevkarên cêwî ne dike. Lê belê nayê texmînkirin ku DYE têkildarî hevrkiya Ereb-Tirk a heyî, ti gavan bavêje an jî helwesteke zelal nîşan bide. Nexasim têkîliya navber hikumetên Ereb û Enqereyê negihîştiye asta qutbûnê.

Her wiha Enqere baş têdigihîje ku Rûsya hevkarekî bawerî pê nabe. Sedema ku wan tîne gel hev eşkere ye. Ger Washington di mijara vekişîna ji bakur-rojhilatê Sûrî de ciddî ye, ev têkilî li ber dawîbûnê ye. Û baş dizane ku hevkarê wê Rûsya, wê ti şerekî bê ya Tirkiyê de piştgiriya wê neke. Jixwe ne xwediyê wê hêzê ye ku bikaribe êrîşî ti kesî bike, tenê dikare êrîşî Kurdan bike ger hevkarên wan ên koalîsyona navdewletî dev ji wan berdin.

Rola ku hikumeta AKP’ê dilîze ji valahiyê nehatiye. Lê belê ew, hêvî û xewanên ku Osmaniyê nû Erdogan bi pêkanîna wê bawer e. Bêguman ev yek li ser giştî ewlekariya netewî ya Erebî xeteriyeke ciddî. Lewra em bawer in ku divê hevkariyeke ciddî navbera Rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûrî ku karîbû ev rol di qonaxên pêşîn de bidîta, û hikumetên Ereb ên zirar ji vê rolê dîtin, bê aktîfkirin. Da ku li hemberî vê siyaseta ku dixwaze herêmên cografîk ên nû (Kurdî û Erebî) bi dest bixe û bi pêşengtiya ruhî û aktîf ji bo komekê ku têkçûna xwe ya rêvebirina netewekê eşkere bûye, rabe. Ji ber ku bi awayekî parelel bi fikrên rêxistinên radîkal re meşiyaye û tenê di hin detayên biçûk de jê cuda dibe.  

Anora Erdogan kir ku ji bo tolhildana ji DYE û hevkarên wê, ji Ewrûpaya ku tevlîbûna Tirkiyê ya Yekîtiya wê qebûl nekir, tolhildaneke dualî ji dewletên herêma Erebî ku gelên wê modela ku AKP’ê dixwest li ser wan pêk bîne nepejirandin û li dijî rêxistinên Îxwan ên piştgiriya xwe ji partiya desthilatdar a Tirkiyê digirin derketin, piştgiriya komên terorîst bike. Her wiha xwesteka dîrokî ya Erdogan û hevalbendên wî yên “Osmaniyên Nû” ku dixwestin vê carê li ser pişta hespên Îxwanan Rojhilata Navîn ji nû ve fetih bikin, lê belê planên wan têkçûn û veguherîn alîkarîdarên malî ya terorê.  

Hîna Tirkiyê xeteriyeke mezin e li ser dewletên Ereb. Ji ber ku hemû derfetên xwe yên siyasî, leşkerî û ekonomîk ji bo lawazkirina wan  û derxistina wan ji nava dewletên herêmî yên li herêmê û Rojhilata Naverast xwedî girîngî û wan weke dewletên pûç bihêle.

 


Çavkanî:

[1] – Muhammad Îlhamî, Têkîliyên Misr-Tirk: Kok û Ber, Enstituya Misrî ya lêkolînan, 10 Kanûna 2017’an.

[1] – محمد إلهامي، العلاقات المصرية التركية: الجذور والثمار، المعهد المصري للدراسات، 10 كانون الأول 2017.

https://eipss-eg.org/%D8%A7%D9%84%D8%B9%D9%84%D8%A7%D9%82%D8%A7%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D9%85%D8%B5%D8%B1%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AC%D8%B0%D9%88%D8%B1-%D9%88%D8%A7%D9%84%D8%AB%D9%85%D8%A7%D8%B1/

[2]

https://www.dw.com/ar/%D8%A3%D8%B1%D8%AF%D9%88%D8%BA%D8%A7%D9%86-%D9%8A%D8%BA%D8%A7%D8%AF%D8%B1-%D8%AF%D8%A7%D9%81%D9%88%D8%B3-%D8%BA%D8%A7%D8%B6%D8%A8%D8%A7-%D8%A8%D8%B9%D8%AF-%D9%85%D8%B4%D8%A7%D8%AF%D8%A9-%D9%83%D9%84%D8%A7%D9%85%D9%8A%D8%A9-%D9%85%D8%B9-%D8%A7%D9%84%D8%B1%D8%A6%D9%8A%D8%B3-%D8%A7%D9%84%D8%A5%D8%B3%D8%B1%D8%A7%D8%A6%D9%8A%D9%84%D9%8A/a-3989687

[3] – Recep Tayyip Erdogan banga guhdarkirina daxwazên gelê xwe li Mubarek dike, di 01/02/2011’an de hat weşandin.  

[3] – رجب طيب أردوغان يدعو مبارك إلى الإصغاء إلى مطالب شعبه، نشرت في: 01/02/2011.

https://www.france24.com/ar/20110201-erdogan-turkey-asks-mubarak-to-listen-people

[4] – Muhammad Îlhamî, Têkîliyên Misr-Tirk: Kok û Ber, Enstituya Misrî ya lêkolînan, 10 Kanûna 2017’an.

[4] – محمد إلهامي، العلاقات المصرية التركية: الجذور والثمار، المعهد المصري للدراسات، 10 كانون الأول 2017.

https://eipss-eg.org/%D8%A7%D9%84%D8%B9%D9%84%D8%A7%D9%82%D8%A7%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D9%85%D8%B5%D8%B1%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AC%D8%B0%D9%88%D8%B1-%D9%88%D8%A7%D9%84%D8%AB%D9%85%D8%A7%D8%B1/

[5] – Muhammad Îlhamî, Têkîliyên Misr-Tirk: Kok û Ber, Enstituya Misrî ya lêkolînan, 10 Kanûna 2017’an.

[5] – محمد إلهامي، العلاقات المصرية التركية: الجذور والثمار، المعهد المصري للدراسات، 10 كانون الأول 2017.

http://gate.ahram.org.eg/News/256318.aspx

[6] – Darbeya Misrê 2013’an, El-Merîfa

[6] – الانقلاب المصري 2013، المعرفة،

https://www.marefa.org/%D8%A7%D9%84%D8%A7%D9%86%D9%82%D9%84%D8%A7%D8%A8_%D8%A7%D9%84%D9%85%D8%B5%D8%B1%D9%8A_2013

[7] – Misr Îxwan Muslîmîn weke komeke terrorîst ku qanûn wê dadirizîne, ragihand, Ajans, 25’ê Kanûna 2013’an.

[7] – مصر تعلن الإخوان المسلمين جماعة إرهابية يحاكمها القانون، وكالات، 25 كانون الأول 2013.

https://www.alarabiya.net/ar/arab-and-world/egypt/2013/12/25/مصر-تعلن-جماعة-الإخوان-المسلمين-جماعة-إرهابية.html

[8] – El-Cemi’î El-Qasimî, ketina Tirkiyê nava Tunisê metirsiyên zêde dike, Rojnameya El-Ereb, 21/07/2018.

[8] – الجمعي القاسمي، التغلغل التركي في تونس يثير مخاوف متصاعدة، صحيفة العرب، 12/07/2018.

https://alarab.co.uk/%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%BA%D9%84%D8%BA%D9%84-%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A-%D9%81%D9%8A-%D8%AA%D9%88%D9%86%D8%B3-%D9%8A%D8%AB%D9%8A%D8%B1-%D9%85%D8%AE%D8%A7%D9%88%D9%81-%D9%85%D8%AA%D8%B5%D8%A7%D8%B9%D8%AF%D8%A9

[9] – Ehmed Cuma, Tirkiyê di piştgirîdayîna komên terrorist de li Lîbyayê berdewam e.., El-Yom El-Sabi’, 02/12/2018.  

[9] – أحمد جمعة، تركيا تواصل دعم جماعات الإرهاب فى ليبيا..، اليوم السابع، 02/12/2018.

https://www.youm7.com/story/2018/12/23/%D9%84%D9%8A%D8%A8%D9%8A%D8%A7-%D8%AA%D8%AA%D8%B1%D9%82%D8%A8-%D9%81%D8%AA%D8%AD-%D8%AA%D8%AD%D9%82%D9%8A%D9%82-%D8%AF%D9%88%D9%84%D9%89-%D9%81%D9%89-%D8%B3%D9%81%D9%8A%D9%86%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D9%85%D9%88%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%B3%D8%B1%D8%A7%D8%AC/4078147

[10] – Muhammad Ewb El-Fedil, Bêdengiya navnetewî û navdewletî rola Tirkiyê li Lîbyayê xurt dike, Rojnameya El-Ereb, 23/12/2018.

[10] – محمد أوب الفضل، الصمت الأممي والدولي يرسخ الدور التركي في ليبيا، صحيفة العرب،  23/12/2018.

https://alarab.co.uk/%D8%A7%D9%84%D8%B5%D9%85%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D8%A3%D9%85%D9%85%D9%8A-%D9%88%D8%A7%D9%84%D8%AF%D9%88%D9%84%D9%8A-%D9%8A%D8%B1%D8%B3%D8%AE-%D8%A7%D9%84%D8%AF%D9%88%D8%B1-%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A-%D9%81%D9%8A-%D9%84%D9%8A%D8%A8%D9%8A%D8%A7

[11] – Navenda Rewabêtt a Lêkolînên û Nivîsên Stratejîk, Bêdengiya navnetewî û navdewletî rola Tirkiyê li Lîbyayê xurt dike, 20/12/2018.

[11] – مركز الروابط للبحوث والدراسات الاستراتيجية، الصمت الأممي والدولي يرسخ الدور التركي في ليبيا، 23/12/2018.

https://rawabetcenter.com/archives/80166

[12] – Cîhad Dirxam û Sofiye El-Hemamî, Wikileaks têkîliya Abdullhekîm Belhaj bi hikumeta Erdogan re eşkere kir, Erem News, 20/07/2016.

[12] – جهاد ضرغام وصوفيا الهمامي، ويكيليكس يفضح علاقة عبد الحكيم بلحاج مع حكومة أردوغان، إرم نيوز، 20 /07/2016.

https://www.eremnews.com/news/arab-world/529473

[13] – Navenda Rewabêtt a Lêkolînên û Nivîsên Stratejîk, Bêdengiya navnetewî û navdewletî rola Tirkiyê li Lîbyayê xurt dike, 23/12/2018.

[13] – مركز الروابط للبحوث والدراسات الاستراتيجية، الصمت الأممي والدولي يرسخ الدور التركي في ليبيا، 23/12/2018.

https://rawabetcenter.com/archives/80166

[14] – Ehmed Cuma, Tirkiyê di piştgirîdayîna komên terorîst de li Lîbyayê berdewam e.., El-Yom El-Sabi’, 02/12/2018.  

[14] – أحمد جمعة، تركيا تواصل دعم جماعات الإرهاب فى ليبيا..، اليوم السابع، 02/12/2018.

https://www.youm7.com/story/2018/12/20/%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A7-%D8%AA%D9%88%D8%A7%D8%B5%D9%84-%D8%AF%D8%B9%D9%85-%D8%AC%D9%85%D8%A7%D8%B9%D8%A7%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D8%A5%D8%B1%D9%87%D8%A7%D8%A8-%D9%81%D9%89-%D9%84%D9%8A%D8%A8%D9%8A%D8%A7-%D8%A7%D9%84%D8%AC%D9%8A%D8%B4-%D8%A7%D9%84%D9%84%D9%8A%D8%A8%D9%89-%D9%8A%D8%B7%D8%A7%D9%84%D8%A8/4074929

[15] – https://al-ain.com/article/turkey-intelligence-somalia-shabab-funding

[16] – Şukrî, Nebîl, Boko Haram, Cîhadîzma Selefî li Efrîkayê, ofîsa Erebî ya zanînan, r 119

[16] – شكري، نبيل، بوكو حرام- السلفية الجهادية في إفريقيا، المكتب العربي للمعارف، ص119.

[17] – El-Mecalî, Sedûn Newres, Îxwan Muslîmîn û sîstema siyasî ya li Urdunê – Lêkolînek li ser têkîliyê û pêşketinên wê, Dar El-Xelîc a weşan û belavkirinê, Eman, q1, 2019, r125.

[17] – المجالي، سعدون نورس، الإخوان المسلمون والنظام السياسي في الأردن- دراسة في العلاقة وتطوراتها، دار الخليج للنشر والتوزيع، عمان، ط1، 2019، ص125.

[18] – Îxwan Muslîmîn li Urdunê.. Yek ji stûnên Qralîteya Haşîmî ya ji dijminên rejîmê re?, El-Şirûq, 25/10/2017.

[18] – الإخوان المسلمون في الأردن.. من أركان المملكة الهاشمية إلى أعداء للنظام؟، الشروق، 25/10/2017.

http://www.shorouknews.com/columns/view.aspx?cdate=25102017&id=56ed4157-869b-4557-b6dd-8564cdaef524

 

[19] – Mehmûd Meyîyî, Erdogan Ereban provoka dike û pozê xwe dixe Qudisê.., El-Yom El-Sabi’, 02/07/2018.

[19] – محمود محيي، أردوغان يستفز العرب ويدس أنفه في القدس..، اليوم السابع، 02/ 07/2018.

https://www.youm7.com/story/2018/7/2/%D8%A3%D8%B1%D8%AF%D9%88%D8%BA%D8%A7%D9%86-%D9%8A%D8%B3%D8%AA%D9%81%D8%B2-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D8%B1%D8%A8-%D9%88%D9%8A%D8%AF%D8%B3-%D8%A3%D9%86%D9%81%D9%87-%D9%81%D9%89-%D8%A7%D9%84%D9%82%D8%AF%D8%B3-%D8%AA%D9%82%D8%A7%D8%B1%D9%8A%D8%B1-%D8%A5%D8%B3%D8%B1%D8%A7%D8%A6%D9%8A%D9%84%D9%8A%D8%A9-%D8%AA%D8%A4%D9%83%D8%AF/3854379

[20] – Muhammad Îlhamî, Têkîliyên Misr-Tirk: Kok û Ber, Enstituya Misrî ya lêkolînan, 10 Kanûna 2017’an.

[20] – محمد إلهامي، العلاقات المصرية التركية: الجذور والثمار، المعهد المصري للدراسات، 10 كانون الأول 2017.

https://eipss-eg.org/%D8%A7%D9%84%D8%B9%D9%84%D8%A7%D9%82%D8%A7%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D9%85%D8%B5%D8%B1%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AC%D8%B0%D9%88%D8%B1-%D9%88%D8%A7%D9%84%D8%AB%D9%85%D8%A7%D8%B1/

[21] – Piştî hatina Qral Selma, paşeroja Têkîliyên Siûdî Erebistan û Tirkiyê, Non Postm 04/02/2015.

[21] – مستقبل العلاقات السعودية التركية بعد صعود الملك سلمان، نون بوست، 04/02/2015.

https://www.sasapost.com/the-future-of-the-saudi-turkish-relations-after-the-ascension-of-king-salman/

[22] – Piştî bêdengiyeke dem-dirêj…Erdogan Muhammad Bin Selman rexne dike, Sputnik Erebî, 11/11/2017.

[22] – بعد صمت طويل…أردوغان ينتقد محمد بن سلمان، سبوتنيك عربي، 11/11/2017.

https://sptnkne.ws/fVtu

[23]- Rumî hewildana bêçare ya Siûdî Erebistan ji bo rewakirina wê.. “Reuters” dev-avêtina “Bin Selman” a Tirkiyê û “Erdogan” a di daxuyaniya “Sêgoşeya Xirabiyê” de teqez dike, Welatekî li derveyî refa xwe mayî, 07/03/2018.   

[23] – رغم محاولة السعودية اليائسة لتبريرها.. “رويترز” تؤكد تطاول “ابن سلمان” على تركيا و”أردوغان”  في تصريح “مثلث الشر”، وطن يغرد خارج السرب، 07/03/2018.

https://www.watanserb.com/2018/03/07/%D8%B1%D8%BA%D9%85-%D9%85%D8%AD%D8%A7%D9%88%D9%84%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%B3%D8%B9%D9%88%D8%AF%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D9%8A%D8%A7%D8%A6%D8%B3%D8%A9-%D9%84%D8%AA%D8%A8%D8%B1%D9%8A%D8%B1%D9%87%D8%A7/

[24] – Berpirsyarekî Îmaratî yê mezin: Têkîliyên Ereb Tirk ne di rewşa xwe ya herî baş de ye, El-Nehar, 10/03/2018.

[24] – مسؤول إماراتي كبير: العلاقات العربية التركية ليست في أحسن حالاتها، النهار، 10/03/2018.

https://www.annahar.com/article/771651-%D9%85%D8%B3%D8%A4%D9%88%D9%84-%D8%A5%D9%85%D8%A7%D8%B1%D8%A7%D8%AA%D9%8A-%D9%83%D8%A8%D9%8A%D8%B1-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D9%84%D8%A7%D9%82%D8%A7%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D8%B1%D8%A8%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A9-%D9%84%D9%8A%D8%B3%D8%AA-%D9%81%D9%8A-%D8%A3%D8%AD%D8%B3%D9%86-%D8%AD%D8%A7%D9%84%D8%A7%D8%AA%D9%87%D8%A7

[25] – Ela Abdullrehman, çima Erdogan di gera xwe ya li Kendavê de neçû Îmaratê?, Erebî 21, 13 Sibatê, 2017.

[25] – علاء عبد الرحمن، لماذا استثنى أردوغان الإمارات من جولته الخليجية؟، عربي 21، 13 شباط، 2017.

https://arabi21.com/story/984812/%D9%84%D9%85%D8%A7%D8%B0%D8%A7-%D8%A7%D8%B3%D8%AA%D8%AB%D9%86%D9%89-%D8%A3%D8%B1%D8%AF%D9%88%D8%BA%D8%A7%D9%86-%D8%A7%D9%84%D8%A5%D9%85%D8%A7%D8%B1%D8%A7%D8%AA-%D9%85%D9%86-%D8%AC%D9%88%D9%84%D8%AA%D9%87-%D8%A7%D9%84%D8%AE%D9%84%D9%8A%D8%AC%D9%8A%D8%A9

[26] – Merwa Nezîr, lîsteya terorê: Xwendinek di wateyên biryara Meclisa Wezîran a Îmaratî de, El-Musteqbel, 18/11/2014.  

[26] – مروة نظير، القائمة الإرهابية: قراءة في دلالات قرار مجلس الوزراء الإماراتي، المستقبل، 18/11/2014.

https://futureuae.com/ar-/Mainpage/Item/781/%D8%A7%D9%84%D9%82%D8%A7%D8%A6%D9%85%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%A5%D8%B1%D9%87%D8%A7%D8%A8%D9%8A%D8%A9-%D9%82%D8%B1%D8%A7%D8%A1%D8%A9-%D9%81%D9%8A-%D8%AF%D9%84%D8%A7%D9%84%D8%A7%D8%AA-%D9%82%D8%B1%D8%A7%D8%B1-%D9%85%D8%AC%D9%84%D8%B3-%D8%A7%D9%84%D9%88%D8%B2%D8%B1%D8%A7%D8%A1-%D8%A7%D9%84%D8%A5%D9%85%D8%A7%D8%B1%D8%A7%D8%AA%D9%8A

[27] – Tirkiyê û bijarteyên giran di aloziya Kendavê de, BBC Erebî, 12/06/2017.

[27] – تركيا والخيارات المكلّفة في الأزمة الخليجية، BBC عربي، 12/06/2017.

http://www.bbc.com/arabic/middleeast-40253565

[28] – Ajans, sedema têkçûnên Îmaratê li Efrîkayê şerê bi Tirkiyê re ye, El-Ereb El-Qeteriyê, 20/04/2018.   

[28] – وكالات، الصراع مع تركيا وراء خسائر الإمارات بإفريقيا، العرب القطرية، 21/04/2018.

http://www.alarab.qa/story/1308895/%D8%A7%D9%84%D8%B5%D8%B1%D8%A7%D8%B9-%D9%85%D8%B9-%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A7-%D9%88%D8%B1%D8%A7%D8%A1-%D8%AE%D8%B3%D8%A7%D8%A6%D8%B1-%D8%A7%D9%84%D8%A5%D9%85%D8%A7%D8%B1%D8%A7%D8%AA-%D8%A8%D8%A5%D9%81%D8%B1%D9%8A%D9%82%D9%8A%D8%A7

[29] – Pireke hewayî ya xurek a navbera Îzmîr û Dewhayê, Tirk Press, 12/06/2017.

[29] – جسر جوي غذائي بين إزمير والدوحة، ترك برس، 12/06/2017.

https://www.turkpress.co/node/35579

[30] – Ajansa Anadol a Nûçeyan, derbarê civîna çaremîn a komîteya jor a stratejîk a Tirk-Qeterê, Daily Sabah, 26/11/2018.   

[30] – وكالة الأناضول للأنباء، حول الاجتماع الرابع للجنة الإستراتيجية التركية القطرية العليا، Daily Sabah، 26/11/2018.

https://www.dailysabah.com/arabic/politics/2018/11/26/%D8%AD%D9%88%D9%84-%D8%A7%D9%84%D8%A7%D8%AC%D8%AA%D9%85%D8%A7%D8%B9-%D8%A7%D9%84%D8%B1%D8%A7%D8%A8%D8%B9-%D9%84%D9%84%D8%AC%D9%86%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%A5%D8%B3%D8%AA%D8%B1%D8%A7%D8%AA%D9%8A%D8%AC%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D9%82%D8%B7%D8%B1%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D9%84%D9%8A%D8%A7

[31] – Mehmûd Reşdî, Peymana leşkerî ya navbera Qeter û Tirkiyê.. Dagirkeriya bi belgeyeke sirrî, nêrîn, 12/01/2019.

[31] – محمود رشدي، الاتفاق العسكري بين قطر وتركيا.. احتلال بوثيقة سرية، رؤية، 12/01/2019.

http://roayahnews.com/articles/2019/1/12/7602/%D8%A7%D8%B3%D8%AA%D8%B9%D9%85%D8%A7%D8%B1-%D8%A8%D8%A7%D8%AA%D9%81%D8%A7%D9%82%D9%8A%D8%A9-%D8%B3%D8%B1%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%A7%D8%AA%D9%81%D8%A7%D9%82-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D8%B3%D9%83%D8%B1%D9%8A-%D8%A8%D9%8A%D9%86-%D9%82%D8%B7%D8%B1-%D9%88%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A7

[32] – Mîsaqa Millî an jî Mîsaqa Netewî an jî Mîsaqa Ummetê: Xetên qalind ên vê mîsaqê li herdu kongreyên Erzurum û Siwasê 1919 ava bûn, û di destpêka meha Çileya 1920’an de, di hevdîtina navbera Mustefa Kemal û hinek nûnerên meclisa nûnerên laîk (berovajî dînî) a de hat sazkirin.  Û 12’ê Sibata 1920’an, di meclisa herdu nûnerên Osmanî de hat erêkirin. Tevî nediyariya derbarê Mîsaqê û 6 xalên wê, lê hîna jî li cihê xwe ye. Her sê xalên destpêkê li ser du rewşan e û ew jî: Herêmên ku piranî niştecihên Tirk in wê di çarçoveya “Welatê Netewî” ya neteweya Tirk de be. Erdên ku piranî niştecihên ne Tirk in, wê çarenûsa wê bi rêya referandumekê an jî dengdayîna gel were diyarkirin. Xalên din jî girêdayî ewlehiya Istenbol û Marmarayê, mafên kêm-netewan, pirsgirêkên pêşketin û serxwebûnê. Binêr:  

[32] الميثاق الملي أو الميثاق الوطني أو ميثاق الأمة: تشكلت الخطوط العريضة لهذا الميثاق في مؤتمري أرضروم وسيواس 1919، وقد تمت صياغته في اللقاء الذي جمع بين مصطفى كمال وبعض ممثلي مجلس التمثيل الدنيوي (عكس ديني) في بدايات شهر كانون الثاني 1920، وتم اعتماده في مجلس المبعوثان العثماني في 12 شباط 1920، وبالرغم من الغموض الذي يحيط بالميثاق وببنوده الستة، فإنه لا يزال باقياً؛ إذ أن البنود الثلاثة الأولى تشير إلى حالتين وهما: أن المناطق التي تسكنها أغلبية تركية فهي ستكون ضمن “الوطن القومي” للأمة التركية، بينما الأراضي التي فيها أغلبية غير تركية سيتم تحديد مصيرها عن طريق استفتاء أو بتصويت سكانها. أما البنود الأخرى فتتعلق بأمن اسطنبول ومرمرة، وحقوق الأقليات، وقضايا التطور والاستقلال. انظر:

https://www.marefa.org/%D8%A7%D9%84%D9%85%D9%8A%D8%AB%D8%A7%D9%82_%D8%A7%D9%84%D9%88%D8%B7%D9%86%D9%8A_(%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A7)#cite_ref-2

Mîsaqê Netewî, El-Merîfa.

الميثاق الوطني، المعرفة.

 

Xuyaye ku sînorên li gorî vê mîsaqê, heman sînorên ku di axaftina Mustefa Kemal a ji saziyên Mîsaqa Neteweyî (Millî) de derbas dibe, ev tişt têde hat gotin; “Sînorên Neteweya me, ji başûrê Kendava Îskenderonê, ji Antakya, başûrê pireya Cerablusê û stasyona trênê, başûrê Helebê diçe ber bi başûrê çema Firatê heta Dêrazorê digire nava xwe, piştre berê xe dide rojhilat û Mûsil, Kerkûk û Silêmaniyê digire nava xwe. Binêr:

ويبدو أن الحدود التي تنسب إلى هذا الميثاق هي الحدود الواردة في الخطاب الذي ألقاه مصطفى كمال لمؤسسات الميثاق الوطني (الملي) وقد جاء فيه: “حدود أمتنا، من جنوب خليج الإسكندرونة، من أنطاكية، وجنوب جسر جرابلس ومحطة سكة الحديد، وجنوب حلب ثم تسير جنوباً مع نهر الفرات حتى تضم دير الزور، ثم تتجه شرقاً لتضم الموصل، وكركوك والسليمانية”. انظر:

http://www.almayadeen.net/articles/blog/709232/%D9%87%D9%84-%D8%B3%D9%8A%D8%B9%D9%8A%D8%AF-%D8%A3%D8%B1%D8%AF%D9%88%D8%BA%D8%A7%D9%86-%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A7-%D8%A5%D9%84%D9%89-%D9%85%D8%A7-%D9%82%D8%A8%D9%84-%D9%85%D8%B9%D8%A7%D9%87%D8%AF%D8%A9-%D9%84%D9%88%D8%B2%D8%A7%D9%86–

Lînk wê te bibe vê serenavê: Xesan Yûsif, Gelo wê Erdogan Tirkiyê vegerîne beriya peymana Lozanê?, El-Meyadîn, 08/11/2016.

الرابط سيوجهك إلى العنوان التالي: غسان يوسف، هل سيُعيدُ أردوغان تركيا إلى ما قبلَ مُعاهدةِ لوزان؟!، الميادين، 08/11/2016.

[33] – Çima AKP’ê piştgiriya DAIŞ’ê dike, Rojnameya El-Ereb, 27/11/2014.

[33] – لماذا يدعم العدالة والتنمية التركي تنظيم الدولة الإسلامية، صحيفة العرب، 27/11/2014.

https://alarab.co.uk/%D9%84%D9%85%D8%A7%D8%B0%D8%A7-%D9%8A%D8%AF%D8%B9%D9%85-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D8%AF%D8%A7%D9%84%D8%A9-%D9%88%D8%A7%D9%84%D8%AA%D9%86%D9%85%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A-%D8%AA%D9%86%D8%B8%D9%8A%D9%85-%D8%A7%D9%84%D8%AF%D9%88%D9%84%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%A5%D8%B3%D9%84%D8%A7%D9%85%D9%8A%D8%A9

[34]- Çima AKP’ê piştgiriya DAIŞ’ê dike, Rojnameya El-Ereb, 27/11/2014.

[34] – لماذا يدعم العدالة والتنمية التركي تنظيم الدولة الإسلامية، صحيفة العرب، 27/11/2014.

https://alarab.co.uk/%D9%84%D9%85%D8%A7%D8%B0%D8%A7-%D9%8A%D8%AF%D8%B9%D9%85-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D8%AF%D8%A7%D9%84%D8%A9-%D9%88%D8%A7%D9%84%D8%AA%D9%86%D9%85%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A-%D8%AA%D9%86%D8%B8%D9%8A%D9%85-%D8%A7%D9%84%D8%AF%D9%88%D9%84%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%A5%D8%B3%D9%84%D8%A7%D9%85%D9%8A%D8%A9

[35] – Rîm Abdullhemîd û Encî Mecdî, Rojnameyên Emerîkayê: Tirkiyê soz da DAIŞ’ê di êrîşa li dijî Kurdê Sûrî de alîkariya wê bike.., El-Yom El-Sebi’, 22/09/2014.

[35] – ريم عبد الحميد وإنجي مجدي، الصحف الأمريكية: تركيا وعدت داعش بمساعدته فى مهاجمة أكراد سوريا..، اليوم السابع، 22/09/2014.

https://www.youm7.com/story/2014/9/22/%D8%A7%D9%84%D8%B5%D8%AD%D9%81-%D8%A7%D9%84%D8%A3%D9%85%D8%B1%D9%8A%D9%83%D9%8A%D8%A9-%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A7-%D9%88%D8%B9%D8%AF%D8%AA-%D8%AF%D8%A7%D8%B9%D8%B4-%D8%A8%D9%85%D8%B3%D8%A7%D8%B9%D8%AF%D8%AA%D9%87-%D9%81%D9%89-%D9%85%D9%87%D8%A7%D8%AC%D9%85%D8%A9-%D8%A3%D9%83%D8%B1%D8%A7%D8%AF-%D8%B3%D9%88%D8%B1%D9%8A%D8%A7/1875709

Ehmed Cuma, Binpêkirinên Tirkiyê  ji serweriya Iraqê re, pêşandaneke berdewam e.., Rojnameya El-Ereb, 12/06/2018.

[36] – أحمد جمعة، الانتهاكات التركية لسيادة العراق عرض مستمر..، صحيفة العرب، 12/06/2018.

https://www.youm7.com/story/2018/7/12/%D8%A7%D9%84%D8%A7%D9%86%D8%AA%D9%87%D8%A7%D9%83%D8%A7%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A9-%D9%84%D8%B3%D9%8A%D8%A7%D8%AF%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D8%B1%D8%A7%D9%82-%D8%B9%D8%B1%D8%B6-%D9%85%D8%B3%D8%AA%D9%85%D8%B1-%D8%A3%D8%B1%D8%AF%D9%88%D8%BA%D8%A7%D9%86-%D9%8A%D9%86%D8%AA%D9%87%D9%83-%D8%AD%D8%B1%D9%85%D8%A9-%D8%A8%D8%BA%D8%AF%D8%A7%D8%AF/3869633

[37]- Tirkiyê “Karwanan” derbasî nuqteyên çavdêriyê yên rojhilatê Idlibê dike, Unib Beledî, 26/11/2018.

[37] – تركيا تدخل “كرفانات” إلى نقاط المراقبة شرقي إدلب، عنب بلدي، 26/11/2018.

https://www.enabbaladi.net/archives/265714