Pirsgirêkên Heyî

Giyanê kurdî di şoreşa jin û ciwanên Îranê de dibiriqîne

Bi erebî peyda ye

“Jîna giyan tu namirî, navê te êdî dibe sembolek” ev li ser gora “Jîna Emînî” bi zimanê kurdî hat nivîsîn.

Kuştina keça kurd a ji Îranê “Mehsa Emînî” (Jîna Emînî) weke bûyereke ji rêzê di pêvajoya xwepêşandanên gelêrî yên li Îranê de, li dijî rejîma komarparêz a Îranê, derbas nebû. Tevî ku bi dehan navên jinan di lîsteya kuştin û binçavkirina hovane ya li ser destê rejîma îslamîk de li Îranê hene, lê mirina vê keçê di encama êşkenceya li ser destê polîsa bi navê “Îrşadê” de, hestê tevaya gelê Îranê gur kir û di rûyê dîktatoriya olî ku rojane destlêwerdanê li jiyana gelê Îranê dike, her wekî çawaniya lixwekirina jinê ji cilan re, serî hilda.

Di nêrîna tevaya gelê Îranê û heta bi tevya cîhana pêşketî de, sedema kuştina Jîna Emînî tenê hêzên tarî û rêxistinên îslamîk ên radîkal weke DAIŞ, Qaîde û Talîban dikarin weke bihane ji xwe re bibînin.

keça bîst û du salî; keça xerîb ku ji bo serdana xizmên xwe hatibû Tehrana paytext, di demeke kurt de bi awayekî trajîk rastî mirina xwe hat. Evê yekê fikra bêsûciyê û guherînên wê, ku cihekî mezin ji bîrdanka tevaya îraniyan digire, livand û niha rojane di jiyana welatiyên îranî de digere, ew jî piştî ku ew fikre ji rêya îdolojiya olî ya ku bênavber rejîma îslamîk li Îranê propagandaya wê dikir, derket û li hundirê Îranê û li nava herêmên wê berbelav bû û veguherî gazindine miletekî kevnar bi tevaya pêkhateyên xwe, li dijî rejîmeke teokratîk a serdema navîn, ku her hewldana wê rejîmê sextekirina şaristanî û çanda Îranê bi rêya bipêşxistina karekterê olî û mezhebî bû.

Êdî ji ber wan sedeman, îranî daketin kolanan û xwepêşandanên girseyî li tevaya bajarên Îranê li dar xistin, û heta niha jî berdewam in. lê xwepêşandanên vê carê xwedî taybetmendiyeke nû bû di dîroka hemdem a Îranê de û ji bo pêvajoya hişê gelê Îranê, û belkî yê tevaya Rojhilata Navîn, xaleke veguherînê bû; çimkî girêdayî dozeke bigirêk e; ku ew jî jin e.

Hîcab ji mîraseke dîrokî û civakî ber bi sembola rejîma îslamîk ve

Beriya biserketina şoreşa “Îslamî” sala 1979`an, hîcab di nava jinên civaka îranî de gelekî berbelav bû û -li gel Çadirê- li dijî rejîma Şah, ji aliyê tevaya şepêl û aliyên siyasî û fikirî ji bo piştgiriya şepêla îsalmîk a ku wê demê serkêşiya “Şoreşê” dikir bû sembolek, ew Şepêla ku rastî tundiyê dihat, her wiha ku di wê çaxê de ti fikirên îsalmî yên radîkal encam nedabûn, nemaze ku sloganên wê Şepêlê di çarçoveya banga reform û demokratiyê de bûn û hîna fikira wîlayeta feqîh ya desthilatdar û gişgir ji aliyê Ximeyînî ve derneketibû pêş û razîbûnek civakî ji prespektîvên lêvegera olî ya şî`î ku li nik gelê Îranê li dijî dîktatoriya hikûmetên melekî yên lidûvhevhatî sekinîbû, hebû. Ev yek li rex aciziya gel ji siyasetên Şah ên hovane û ferzkirina qanûna rakirina hîcabê û qedexekirina derbasbûna jinên bi hîcab ji saziyên fermî re.

Li gorî hin lêkolerên îranî, lixwekirina jina îranî ji hîcaba reşreng re vedigere efsaneyên îranî yên beriya Îslamê, û vedigere lixwekirina cilên reş ji ber xemgînî û şîna li ser mîrê persî “Siyawiş”, ku bi awayekî bêsûc bi fermana “Afrasîb” bi tawana xiyanetê li derveyî welêt hat kuştin, ev li gorî ku di pirtûka pîroz ya Zeradeşt “Avesta”yê de û pirtûka “Şahname” ya Ferdosî de hatiye. Ev çîrok bi kerketerê El-Huseyîn derbasî Îranê bû, ku kesayeta wî bû mîna ya “Siyawîş”(1) li cem îraniyan, piştî ku Îslam derbasî Îranê bû û heta roja me ya îro ev rêûresim hat parastin û piştî ku Sefewiyan mezhebê dewletê ji yê sinî veguherandin yê şî`î, hîcaba reş bû mîna semboleke xemgîniyê ji bo her duzdeh îmamên şî`î. Ev bawerî heta îro li cem rejîma Îranê ya halêhazir peyda ye.

Piştî biserketina “Şoreşa Îslamî”, Ximeyînî daxuyanî li dijî jinên bê hîcab dan û bi nebeşdariya di şoreşa li dijî Şah de hatin tometbarkirin, îcarê di encamê de biryara sepandina hîcabê li ser jinê derket, lê di sibeha roja din ji biryarê de, di 8`ê adarê de, ku Roja Jinê ya Cîhanî bû, bi hezaran jin li bajarên Îranê li dijî ferzkirina lixwekirina hîcabê daketin qadan û vê yekê hişt ku oldar bi awayekî demkî ji biryarê vegerin, lê paşê rejîma îslamî hêdî hêdî plana ferzkirina hîcabê kir meriyetê û destpêkê li ser karmendên hikûmetê hat sepandin û derbasbûna jina bêhîcab ji saziyên hikûmetê re hat qedexekirin, paşê jî li ser xwendekaran hat sepandin û êdî piştre li tevaya jinên ku temenê wan ji 9 sal û jor de sepand, eger misilman be yan ji oleke din be jî, evê rewşê dewam kir heta ku bû qanûnek û cezaya jinên ku hîcabê li xwe nekin digihe xwarina-qamiçiyan (celdkirin) û du mehan zindan, lê dozgeriya Îranê li vê qanûnê dizîvire û dike nav çarçoveya cezaya “belavkirina fehşîtiyê bi awayekî eşkere”,  ku cezaya wê jî digihe 10 salan(2) an jî pêkanîna binpêkirinan derheqê jinê de, jixwe bûyera Jîna Emînî jî di wê çarçoveyê de bû, ku piştî hat binçavkirin hat êşkencekirin û jiyana xwe ji dest da, tenê ji ber ku hîcab “xweşik” li xwe nekiribû.

Dibe ku armanca siyaseta Komara Îslamî ya ferzkirina hîcabê li ser jinan ew be ku; hîcabê ji xwe re weke sembol û modelek jiyana îsalamî û civakeke tersî ya rojava (Ewropa) biafirîne û çi kesê li gorî vê jiyanê tev negere weke dijberê vê rejîmê  û di çarçoveya komplogeriya di berjewendiyên rojavayê (Ewropa) de bê hesibandin.

Lê tevî vê yekê jî, heta niha beşek ji civaka îranî lixwekirina jinê ji hîcabê re parast, weke wê, weke hin civakên îslamî yên li Rojhilata Navîn.

Bi demê re û bizêdebûna dûrketinê di navbera dewlet û gel de, bi zêdebûna binpêkirin û destserkirina azadiyan, bipaşketina rewşa jiyanî û aborî ya welêt û neguhdana rejîmê bi daxwaz û xwestekên gel ên ji bo jiyaneke birûmet, her wiha bipêşxistina “Şoreşa Îslamî”, nezanî û nerastiyên ku li ser destê oldaran di nava civakê de tên belavkirin û kirina jiyana gel weke êsîreke îdolojîya olî û siyasî û binpêkirinên ku li dijî jinê tên kirin, lê ya ji van tevan giringtir, derketina nifşekî nû û bipêşketî û ne bi ser desthiladariya rejîma olî ve ye û ev nifiş xweş dizane bê vê rejîmê çi aniye serê gelê herêmê. Di encama van hemû sedeman de jinên îranî bi şoreşekê serî li ber rejîma oldar a baviksalar hilde, ev rejîma ku her û her jinê weke xala xwe ya lawaz dibîne û binpêkirin û fişarên herî tund li dijî wê pêk tîne. Di salên borî de gelek xwepêşandanên jinan ên li dijî hîcabê bi rê ve çûn, û yên herî balkêş jî, xwepêşandanên ku ji bo keça îranî “Fîda Mûhd” encam dan, ew keça ku di “kolana Şoreşê” de rawestiya û ji ser sindoqekê hîcaba xwe bi serê darekî ve kir û li ba kir, îcarê di roja din de hat binçavkirin û navê wan xwepêşandanan kirin “Keçên Kolana Şoreşê”. Di van demên dawîn de gelek vîdyoyên keçên îranî li hin bajaran, her wekî  bajarê Şîrazê, belavbûn ku di wan vîdyoyan de dixuya ku ew keç li nava qadên giştî yên bajêr servekirî digerin, û li gorî agahiyan, ew keçên ku beşdar bûn bi tevahî hatin binçavkirin.

Taybetmendiyên xwepêşandanên niha li Îranê û cudahiya wan ji yên berê

Ji taybetmendiyên xwepêşandanên ku îro roj li tevaya Îranê berbelav dibin, yên di encama hovîtiya di derheqê Jîna Emînî de bûn, cudahiya awayê çirûska wan e. çimkî di xwepêşandanên berê de çirûska wan yan ji ber sedemên siyasî bû, wekî çawa di xwepêşandanên Tevgera Kesek ên sala 2009`an de bi serkêşiya reformxwazan li dar ketin, ew jî piştî ku sextekarî di hilibijartinên serokatiyê yên wê demê de derkete holê û bi hatina Ehemdî Necadê radîkal weke serok bi dawî bûn. Yan jî ji ber sedemên aborî bûn, wekî çawa  di “serhildana benzînê” de qewimî, sala 2019an, ku di encama bilindkirina nirxê sotemeniyê ji nişka ve, ji aliyê hikûmeta Îranê ve heta %300 hatin lidarxistin. Yan jî girêdayî sedemên   xizmetguzariyê û rewşên jiyanî yên zehemt  bûn, her wekî çawa di xwepêşandanên karker û mamostayên teqawîtbûyî de çêbû, ji bilî wê jî, xwepêşandanên li Ehwazê encamdayî  ji ber heman sedeman bûn, ku wê demê avahiya bazirganiyê ya “Metropol” hilweşiya û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan, îcarê şaredarî bi vê bûyerê hat tawanbarkirin û hikûmet weke berpirsa bûyerê hat destnîşankirin.

Lê sedema xwepêşandanên niha bi awayekî rasterast ji yên beriya xwe cudatir e, ji ber ku kuştina keça îranî ya kurd ji gelê Îranê re ne cihê gengaziyê bû û beriya niha bi tiştekî wisa nehisiyaye, dibe ku bûyera Jînayê ne dûrî bandora bûyera qurbaniyên balafira Ukrayînî be, ya ku piştî kuştina Qasim Suleymanî bi moşekên Pasdarên Şoreşger hat xwarê, yan jî ne dûrî bûyera kuştina keça îranî ya bi navê “Neda Axa Siltan”, ku ew jî di xwepêşandanên “Tevgera Kesek” de bi guleyekê hat kuştin. Lê birêveçûna bûyerên niha ji herduyên navborî cudatir e, çimkî yên borî di nava bûyerine germ de encam dan, lê ev keça niha mijara gotinê (Jîna) êdî bûye semboleke şoreşên feminist li cîhanê û birêveçûna bûyera wê di çarçoveyeke xwezayî de bû û rastî tundûtûjiyekê hat ku di bin ti navî de nayê rewakirin û qebûlkirin.

Bûyera Jînayê hestê tevaya gelê Îranê livand, û bi taybet ên jinan û ew çarenûsa trajîk ku ew keça xerîb a hatiye paytextê rastî wê hat hestên bêsûciyê yên di bîrdanka giştî de careke din vejandin, ji Siywiş bigire heta di Husên ve derkeve, ew herduyên ku li ser xakeke xerîb û bi awayekî bêsûc hatin kuştin, her wiha wekî wan, wekî qurbaniyên ku ev bêhtirî 40 salî ye li ser destê rejîma îranî tên kuştin, ev yek bû handanek ji bo ciwanên îranî û bi kelecanekê beşdarî xwepêşandanan bûn, ji wê yekê zêdetir, helwesta malbata Jîna Emînî ku fermanên desthilatdariyê yên digotin bila çaxê êvarî termî Jînayê bê binaxkirin, red kirin. helbet tirsa desthiladariyê jî ew bû ku merasîma oxirkirina Jînayê bibe xwepêşandaneke girseyî û bigihe tevaya herêmên Îranê, û bi rastî jî tişta ku desthilatdar jê ditirsan pêk hat. Li rexekî din heta niha jî fişarên desthilatdariyê yên li dijî malbata wê berdewam in, her wekî îdiyakirina ku Jîna berê nexweşî di mejiyê wê de hebû û ev yek bû sedema kuştina wê.

Hin taybetmendiyên din jî yên van xwepêşandanan hene, bi kurtasî em dikarin li jêrê rêz bikin:

  1. Xwepêşandanên ji bo Jînayê dikarîbûn form û çarçoveya xwepêşandanên beriya xwe li Îranê derbas bikin û rêûresmên nasnameyeke niştîmanî ya pêşketî ji paşerojê re, ji gelê Îranê re bi tevaya pêkhateyên wê xêz bike, ev yek di sloganên dihatin berzkirin de yên ku giranî didan hevgirtina di nava pêkhate û neteweyên îranî de belî bû.
  2. Derketina kesayeta jina îranî û rola wê li pêş û bi awayekî eşkeretir ji xwepêşandanên berê, her wiha jinavbirina wêneyê çarçovekirî yê jina îranî ya sergirtî û bêçare, li hemberî wê, bipêşxistina moderentiya nifşê nû yê jin û ciwanên îranî û tîbûna wan a ji azadî û guhertinê re.
  3. Balkişandina ser kurdên li Îranê, ku rastî zordariyeke dualî hatin, yek ji aliyê rejîma Behlewî ve û ya din jî ji aliyê rejîma niha li Îranê ve, her wiha dîtina kurdan weke aliyê sereke yê ku van xwepêşandanan dilivîne, ev yek li rex veguherîna keçeke kurd a ji herêmeke dûrî navendê bo nîşaneyeke van xwepêşandan ku dibe bibin şoreşeke mezin û di dîrokê de bê nivîsîn.
  4. Li aliyekî din, xwepêşandanên ji bo Jînayê dikarîbûn opozisyona îranî jî derbas bikin û têgihiştina cemawerî derxin pêş, mînaka vê yekê jî, beşdariya herêmên ezerî, erebî û farisî bi tevaya pêkhateytên xwe di nava van xwepêşandanan de, helbet ev yek encam da dema ku gel pê hisiya ku refromxwaz hewl didin van xwepêşandan ber bi alî û berjewendiyên xwe ve bibin, her wiha îdîa û propagandayên rejîmê yên dibêjin ku armanca van xwepêşandan ew e ku herêmên kurdî ji Îranê bên veqetandin.
  5. Xwepêşandan dikarîbûn, her wiha, nasnameya zayendî û hegemoniya baviksalarî ya ku ev 5 hezar sal in li cîhanê serdest e derbas bike, ev yek diyar bû dema ku xwepêşandan di bin ala doza sereke anku “jin” de bi rê ketin, û li gel piştgiriya kêmpeyda ya ciwanên îranî bo wan xwepêşandan, dema ku porê xwe weke jinên îranî li ser kuştina wê keça ciwan kur kirin,  wekî rêûresemkî cenazeyan a ji efsaneyên îranî û yên welatên di navbera herdu çeman de (Mezopotamya). Ev bertekên wiha ne di şoreşên “Bihara Erebî” de û ne jî di ti tevgerên protestoyî yên li cîhanê de hatin dîtin.
  6. Berzkirina sloganên nû yên girêdayî qonaxeke nû di van rêzêxwepêşandanan de, ku rêûresmên qonaxa bê nîgar dikin, ev qonaxa ku nifêş ciwan ê îranî ber bi wê ve li ber xwe dide. Ji van sloganên em behsa wan dikin ev in:
  1. Jin, Jîyan, Azadî: Ev yekem car e ku ev slogan li Kurdistana Îranê bi zimanê kurdî tê qêrîn, paşê xwepêşanderan ev slogan wergerandin zimanê farisî û li bajarên din ên Îranê, di nav de Tehran, hat berzkirin. Di encamê de bû slogana fermî ya şoreşa famînest a Îranê. Ev slogan bi koka xwe vedigere şervanên jin ên kurd li Rojavaku şerê rêxistina herî tundirew li cîhanê kirin, rêxistina DAIŞ`êya ku dijminatiya jinê dike. Ev slogan ji felsefeya femînist a ramanger û rêberê kurd Ebdullah Ocalan hatiye, ku di felsefeya xwe de giraniyê dide jinê. Silogan di nava Îranê de sînordar nema, lê belê li tevaya cîhanê hat berzkirin û cihê xwe di manşêtên rojnameyên cîhanî de girt, her wekî rojnameya Liberationa fransizî ku feylesofê fransî, Jean Paul Sartreyek ji damezirînerên wê bû.
  2. Mucteba! tu dê bimirî û nebî murşid: Ev slogan helwesta gelê Îranê ya jêneveger û redkirina rejîma wîlayeta feqîh destnîşan dike, her wiha plana bicihkirina Mucteba Xaminî weke rêberê welêt, piştî çûyîna bavê wî, Elî Xaminî, jî dide xuyakirin.
  3. Kurdistan roniya çavê Îranê ye, û “Ji Kurdistanê heta Teheranê, tevaya Îranê bixwîn e”: Ev slogan tê wateya derbaskirina her kelemeke neteweyî û erdnîgarî di ber hestê neteweyî yê welatê dayîk; Îran de. Her wiha rewşa zordarî û zulma ku herêmên kurdî dijîn derbirîn dike, ev hestên ku bi kuştina keça kurd ji nû ve vejîn bûn, nemaze ku van herêman êşa dîktatorî û zordariya rejîmên lipeyhevhatî yên li Îranê kêşane.
  4. Haya we ji roja ku em çekan bi dest bixin hebe!: Ev slogan guhertineke mezin di nava xwe de vedihewîne, ku rijdiya xwepêşanderan a jinavbirina rejîmê destnîşan dike eger bigihe asta hilgirtina çekan. Ev guhertin di xwepêşandanên gelêrî yên berê de gelekî nexuyayî bû.
  • Derketina hin herêm û taxan ji destê hêzên ewlekariyê yên Îranê, lê ya balkêş ew e ku xwepêşanderan bi awayekî nîv-temamî dest danîn ser bajarê Şino/Aşnoyê, li parêzgeha Kurdistanê, li gorî rapor û agahiyên ji hundirê Îranê. Ev yek helbet nîşaneya xurtbûna xwepêşandanên li herêmên kurdî ye û ne dûr e ku li deverên din jî yên Îranê heman rewş derkeve holê, ji xwe fermandarê polîsa parêzgeha Gîlanê jî “Ezîzullah Melekî” ji malpera “Exbar Gîlanê” re gotibû: ev çend şev in em li ber ketinê ne”(3). lê piştî ev daxuyaniya wî hat belavkirin, bi awayekî bilez ji malperê hat rakirin.
  • Li gorî çalakîvan û şîrovekarên siyasî yên îranî xwepêşandan li tevaya parêzgehên Îranê  belav bûn(31 parêzgeh), bi vê yekê, girseya wan, girseya xwepêşandanên bixwîn yên Cotmeha 2019`an ku wê demê ew xwepêşandan li 28 parêzgehan li dar ketin û derdora 1500 kuştî encam dan, derbas kir.

Bertekên navdewletî

Li dijî kuştina Jîna Emînî û binpêkirinên ku desthilatdariya Îranê der heqê jinê de pêk tîne gelek bertekên navdewletî encam dan, ya herî balkêş jî daxuyaniya serokê Amerîkayê Joe Biden li Neteweyên Yekbûyî bû, ku piştgiriya xwe bi jinên îranî û mafên xwepêşanderan re ragihand û ji rêxistina Efûyê ya navdewetî xwest ku lêpirsîneke cînayî di derbarê bûyera kuştina vê keçe de veke û kesên berpirs û destên wan di wê bûyerê de heye werin dadgehkirin. Her wiha ji aliyê xwe ve şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê amerîkî jî da xuyakirin ku ew dê fişarê li Îranê zêdetir bikin da ku binpêkirinên mafên mirovan rawestîne.

Dûrî daxuiyaniyên serokdewlet û rêxistinên mafparêz, li ser erdê guhertineke berçav di derbarê xwepêşandanên li Îranê derkete holê, ew jî girêdayî şerê elektronîk û înternetê bû, ji ber ku înternêt weke çeka gelê serhildayî ji bo gihandina geşedanên li Îranê tê naskirin, her wiha înternêt ji bo hevahengiyê jî, çi di hundirê bajêr de û çi bi deverên derdorê re ji bo eşkerekirina binpêkirin û kiriyarên rejîma zextkar amûreke sereke ye, nemaze di milê derketina bertekên navdewletî yên ku fişarê li hikûmeta îranî dikin. Ji aliyekî din ve, înternêt ji bo dewletê jî weke çekekê tê dîtin, çimkî bi rabûna gel û zêdebûna xwepêşandan re, rejîma Îranî bi armanca jinavbirina hevahengiya di nava xwepêşanderan de, kontrolkirina wan û qutkirina têkiliya din navbera wan û cîhana derve de înternêt qut kir.

Di vê derbarê de, Wezareta Gencîneya Amerîkayî, ji bo zêdekirina piştevaniya ji azadiya înternetê re li Îranê, rêdana giştî ya îranî D-2 derxist û got ku ew dê rê bide kompanyayên teknolojiyayê da ku hin platform û xizmetên derveyî yên biewle bixin xizmeta gelê Îranê û alîkariya wan bi pêşkêşkirina bernameyên li dijî şopandin û sîstemên telefona dixebitînin bikin, her wiha hin alavên li dijî çavdêrî û bikaranîna tora taybet ya (VPN)(4) pêşkêşî wan bikin.

Ev biryara navborî piştî ku Elon Musk- birêveberê cîbicîkar yê kompanyaya” SpaceX”, ji Wezareta Gencîneya Amerîkayî xwest ku cezayên li dijî Îranê sivik bike, encam da, ji ber ku Elon dixwest xizmeta “Starlink” a ku tora înternetê bi riya satellite digihîne Îranê dabîn bike.

Helbet ji bo erêkirina daxwazeke bi vî rengî û rakirina hin cezayeyên li ser Îranê, ji Wezareta Gencîneya Amerîkayî lêkolîneke kûr û dûr û gelek rêkarên birêveberî û wext tê xwest, lê bilezbûna derxistina biryarê ji aliyê Amerîkayê ve, arezûya wê ya bi xwepêşandanên îranî re destnîşan dike. Ev gava han xizmeta ku ji bo Ukrayînayê hat pêşkêşkirin tîna bîra me, çimkî beriya niha di heman salê de, ji ber şerê Rûsyayê yê li dijî Ukrayînayê metirsî hebû ku înternêt ji ser Ukrayînayê were qutkirin.

Li aliyekî din, piştgiriyeke din a xwedî bandor ji xwepêşandanên gelê îranê re hat destnîşankirin ew jî piştî ku grûpeke hakkirinê ya navdewletî, ku xwedî fikirên anarşîst bû û bi navê ” Anonymous” anku (nenas) xwe dida nasîn piştgiriya xwe bi tevgera gelêrî ya li Îranê re ragihand û gefa qutkirina înternetê ji ser Îranê li rejîma wê xwar, eger rejîmê înternêt ji ser gel qut kir. Evê grûpa han di çend rojan de dikarîbû gelek malper û saziyên hikûmî yên hesas hak bike, her wekî malpera Meclisa Şêwirmedniya Îslamîk “(Parlemnto) û kontrolkirina datayên wê, jikarxistina malpera bnaka navendî, hakkirina televizyona fermî û malpera serokkomariya Îranê, û girtina malpera mûrşid Elî Xaminî. Li nik wê jî, dikarîbû navenda Lêkolînên Bijîşkî ya Şer`î ya îranî hak bike û datayên wê desteser bike, her wiha hakirin û jikarxistina bi sedan ji kamîreyên çavdêriyê yên li kolanan ku ji bo şopandin, çavdêrî û nasîna xwepêşanderan dihatin bikaranîn(5).

Evê girûpa han di daxuyaniya xwe ya dawîn de, ji serkirdeyên rejîma Îranê re got: “Hûn dê ji pereyên bixwîn ti sûdê nebînin”. Ev daxuyanî piştî hakkirina malperên Wezareta Petrol  û ya Aboriyê encam da.

Senaryoyên li pêşiya Îranê di rojên bên de

Rejîma Îranê li ber rejîmên din ên dîktator li herêmê, rejîmeke zêde-girtî ye, lewra rejîmên bi vî rengî ti proseyeke çakkirinê di bingeha xwe de qebûl nakin û li gorî daxwazên gelêrî tev nagerin, ev yek di tevaya xwepêşandanên berê yên li Îranê de diyar bû ku her û her bi tund û hovîtiyê dihatin bidawîkirin, lê tevî wê jî, ew xwepêşandan di hundirê xwe de dikeliyan û li hêviya derfeteke din a nû bûn ku careke din serî hildin û biteqin.
Îcarê li vir, ji ber ku rejîma îranî di jinavbirin û temirandina tevgerên li dijî rejîma komara îslamîk de xwedî tecrube û pisporî ye, tê pêşbînkirin ku bi heman rêbazî hewl bide vê tevgerê bitemirîne, lê li vir û li gorî daneyên li ber dest, pêwîst e ev rejîmê asta tundî û bikaranîna hovîtiyê bilindtir bike, û eger wisa bû, dibe ku encamine nepêşbînkirî bi xwe re bîne, nemaze eger bûyer û xwepêşandan ber bi hilgirtina çekan ve biçe.

Li gorî agahiyên ku çalakîvanên siyasî bibarve dikin, wê rejîma îranî di ber têkbirina xwepêşandanên berfireh de girûpên ajan ên bi ser xwe ve bi kar bîne, hin ji van grûpan bi rastî jî li ser erdê di tepeserkirinê de beşdar in, her wekî “Lîwa Fatimyûn” ku ji çekdarên efxan pêk tê, di wextekî de ku behsa veguhezîna çekdarên bi ser “Heşda Şabî” ya îraqî ve bi riya balafiran ber bi paytexta Îranê, Tehran ve tê kirin.

Lewra, dibe ku gelek ihtîmal di rojên pêş de li pêşiya Îranê bin, ji wan ev in:

  1. Rejîma îranî dê tundî û hovîtiyê li dijî xwepêşandanan di demeke bilez de bi kar bîne, wekî çawa sala 2019`an li dijî xwepêşandanan bi kar anî, û di sê rojan de wan bitemirîne, ew jî ji bo ku bûyer ji kontrola wê dernekeve, nemaze bi destpêkirina dewama dibistan û zanîngehan û rêgirtina li ber betlaneyên saziyên din û destpêkirina greveke protestoyî eger van xwepêşandanan li ber xwe dan. Di encamê de yek ji senaryoyên sereke têkbirin û temirandina tevgera şoreşî ya ku êdî biryar standiye ku desthilatdariya heyî li Îranê hilweşîne û li beramberî wê dê çi tevgereke nû ku serî hilda dê kûrtir û gurrtir be, ev yek ji pêvajoya tevgerên xwepêşandanan û veguherîna wan di salên borî de diyar e, îcarê hilweşîna rejîmê di paşerojê de êdî dibe li ber çav.
  2. Pûtepêdan dê bi paytextê (Tehran) bê kirin û dibe ku asta bikaranîna tundiya li dijî xwepêşanderan li wê derê ji deverên din bilindtir be û ev yek dê bihêle ku alî bêhtir xwe birêxistin bikin, nemaze li herêmên kurdan ku weke hêlîna şoreşa heyî tên nasîn û xwedî dîrokeke dirêj û karînên xwebirêxsitinkirin û siyasî ne li beramberî pêkhateyên din ên Îranê. Yek ji nîşaneya tişta me gotî jî ew e ku bajarê Şino/Aşinoyê ji  destê rejîma Îranê, beriya wan herêmên din, hat derxistin.
  3. Xwepêşandan dê berfirehtir bibin û pêkhateyên din ji gel dê beşdar bibin, her wiha dê rewşeke giştî ji grevê û protestoyan li nava xelkê bi giştî û li nav sazî, zanîngeh, kompanyayên petrolê û yekîtiyên karkeran ên bi ser dewetê ve encam bide, ev saziyên ku di van salên borî de gelek bertekên nerazîbûn û protestoyî ji ber rewşa jiyanî ya zehmet û kêmbûna mûçeyan û carcaran nedana wan di wextê wan de nîşan dabûn. Bi vî awayî dê tevgera xwepêşandanan bibe mîna şoreşa sala 1979`an ku di encamê de Şah ji desthilatdariyê hat xistin. Ev yek helbet dê rewşeke tund û dijwar bi xwe re bîne û ne dûr e ku şoreş ber bi leşkerbûnê ve biçe, îcarê artêşa fermî belawela bibe û cudabûn tê de encam bide, ev artêşa ku beşeke mezin ji gel hêvî li serê ava kirine û jê dixwaze ku li rex wan bisekine.
  4. Eger geşedan li gorî senaryoya sêyan bi rê ve biçin û destê alîkarî û piştgiriyê ji gel û şoreşgeran re ji aliyê civaka navdewletî û di serî de ji Amerîkayê hat dijrêjkirin – û ev yek ne dûr e- wê demê dê rewş di çarçoveya berjewndiyên şoreşgeran de be, nemaze ku Amerîkayê ragihand ku Rêkeftina Nukleerî li gel Îranê êdî mir û pûç bûye, her wiha kete wê ferqê de ku ew ê nikaribe reftarê rejîma îranî biguherîne û wê ji tewereya rûsî-çînî ber a rojavayî (ewropî) ve bibe. Em ji bîr nekin ku li vir û di nava vê qerepalixê de wê Îsraîl jî bi roleke sereke bilîze, çimkî ew jî êdî li benda tevliheviyeke bi vî rengî ya di nava Îran û rejîma wê de ye, û eger em vegerin roj û mehên çûyî û nûçeyên di derbarê têketina Moasadê li nava îstîxbarata Pasdarên Şoreşger de, di dema ku rejîma îranî li ser lingê xwe û bi hêz bû, em dikarin pêşbîn bikin ku Îsraîl dikare li ser asteke berfireh û bi hêsanî rolekê di hilweşîna vê rejîmê de bilîze, ev rejîma ku welat ji kontrola wê -roj bi roj- derdikeve. Îcarê bi vê yekê em ê dawiya rejîma herî hovane û dîktator li cîhanê bibinîn û dê Îran derbasî serdemeke nû bibe û tevaya aloziyên li herêmê ku bi destê rejîma îranî ne ber bi çareseriyê ve biçin, ew jî di encama serhildanên li dijî komikên ajan yên girêdayî Îranê li wan welatan, ev komikên ku biryarên wan dewletan kirine destê xwe.

Çavkanî:

  1. متن شناسي اىب فارسي- جایگاه سیاوش در اساطیر- نسرین شکیبی ممتاز.
https://bit.ly/3tzBme0

2-المعهد الدولي للدراسات الإيرانية- الحجاب في إيران بين ثنائية الأيديولوجية والسياسة- محمد السيد الصياد – ربى البلوى- نشر بتاريخ 22 تشرين1- 2020- استرجع بتاريخ 22 أيلول 2022

3-فرمانده انتظامی گیلان: چند شب است در یک قدمی سقوط هستیم- العربيه فارسى- نشر واسترجع بتاريخ 24 أيلول/سبتمبر

https://cutt.us/ft77T

4-قرار أمريكي لدعم حرية الإنترنت في إيران- CNN العربية- نشر بتاريخ 23 أيلول/سبتمبر 2022- استرجع بتاريخ 24 أيلول سبتمبر 2022

https://cutt.us/sFvFr

5- مجموعة هاكرز “إنونيموس” تعلن استهدافها 300 كاميرا مراقبة للنظام الإيراني- إيران انترناشينال- نشر بتاريخ22 أيلول/سبتمبر2022- استرجع بتاريخ 24 أيلول/سبتمبر 2022

https://cutt.us/EsAzt