Lêkolîn

Bandora platformên medyaya civakî li pergala nirxeyî ya ciwanan

(Lêkolîneke pratîk a li ser çîna ciwanan li bajarê Qamişloyê ye)

Osman Elî – Lêkoler li navenda Firat ya lêkolînan

Wergera ji erebî: Mistefa Mistefa

Bi (Erebî) peyda ye

Pêşgotin:

Platformên medyaya civakî êdî bûne navnîşaneke pîvana raya giştî ya hundirîn û derveyî û meydaneke azad ji bo derbirîn û belavkirina ramanan, her wiha ji her kesî re belî û zelal e bê çawa îroroj pêşketina teknîkî li meydana ragihandin û hevpêwendiyê bûye xwedî bandoreke mezin, hemwextî vê pêşketinê, bikaranîna xelkê ji medyaya dijîtalê ya piçûk re, li şûna navgînên ragihandinê yên hevpêwendî û girêdanê yên teqlîdî, mezin û ji hêla dem û erdnîgariyê ve sînordar, ku ev medya -çi bi erênî be û çi jî bi neyînî be- têgih, alî û baweriyên cûrbecûr û ne li ser hev bi xwe re anîn, ew jî bi rêya teknîk û alavên herî pêşketî yên balkêşî, razîkirin û pejirandinê.. li gel vê yekê çawaniya proseya hevpêwendiyê û gelek têgihiştinên teoriyên ragihandinê yên girêdayî avakirina civakî, paşeroja têkiliyên mirovî û aliyên nirxeyî yên bikaranîna xelkê ji platformên medyaya dijîtalê hatine guhertin.

Ew tora ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di dawiya Şerê Sar de hatî çêkirin, di xebatên xwe yên balkêş û sosret de xwe siparte îdolojiyeke li ser esasê hevpejirandin, azadî û danûstandineke çalak a di navbera kesan, koman û gelan de.

Li rex vê yekê, internetê dikarîbû gelek sûdê bide mirovan û dikarî bi qasî xebatên sedsalan, xebatekê ji hêla zanîn û pêwendiyê ve di çend salan de encam bide, lê hemwextî vê yekê; çar xeterî jî bi xwe re anîn, yek jê zêde-xwesipartina li ser torê ku ji aliyê hin kompanyayên amerîkî ve tê keyspazkirin, ya duyan peydabûna jêrzemînekê ji bibandorbûna bi çalakiyên zerermend û xeternak ji hêla ewlekariya ferdî û taybetmendî, her wiha ya sêyan jî rêgirtina li ber bendkirin û kontrolkirinê, û ya çaran jî ew e ku îroroj ev tor bûne yek ji alavên şer, pevçûn û destwerdana li karûbarên dewletan.(1)

Lewra weberhênana  kesên wergir ji van torên civakî re êdî bûye xwedî karvedanên bibandor li ser aliyên reftarî, wijdanî û zanînê û bi xêra balkêşî, rengerengiya alavên xwe û naveroka xwe ya têrker bûye rêyeke bibandor ji bo piştgiriya hegemoniya çandî, çavdêriya civakî û pêkanîna guhertinên bingehîn di şêweyên jiyanê de û guhertina adetên wergirê nameya ragihandinê.

Di encamê de beşeka baş a wergiran ji qonaxa baldan, bikaranîna neyînî û tênegihiştina agahiyê vediguhere qonaxa parvekirin û têgeriyanê û çêkirina ajendeyên taybet bi xwe; ku bi rêya wan gelek caran bijarteyên pejirandin û weşandina di cih de li ser navgînên ragihandinê ferz dike, nemaze di wextekî de ku cemawer û xelk êdî nema mîna gilokeke hevgertî ya ji kesên hevbeş in, bi taybet ji milê taybetmendî û sîmayan, her wiha êdî nema milkê tu kesî ye jî, lê belê ji  bo her kesekî êdî cîhanek û şêweyekî jiyanî yên taybet hene, ev kesê ku bichanîna pêwîstiyên xwe  bi rêya navgîna ragihandinê nebîne û xwestekên wî neyên cîbicîanîn, wê demê dikare, bêyî ku xwe biwestîne û heqekî deyîne, berê xwe bide navgîneke din a ragihandinê.

Her wiha li vir tu guman li dora rola cewherî ya medyaya civakî tune ye, bi taybet di derbarê pêkanîna geşpêdana aborî û piştgiriya hepêwendiyê, her wiha azadî û pêşketina zatî ya bikarhêneran.

Bandor û kûrahiya lêgiritinên ku ji ber nûjenkirina evan medyayên dijîtalî çiqasî mezin bin, bê guman ew dê her navgînên herî baş yên xwegihandina gelan û çînên paşguhkirî bin, ew jî bi armanca derbirîna nêrîn û giştîkirina maf û pirsgirêkên xwe, her wiha jê zêdetir, xwexilaskirina ji keysbaziya kesên neqandî û yên xwedî bandor di qada belvakirinê de û peydakirina pencereyeke cîhanî ya ji bo yekirina gotara hevbeş.

Helbet ji sedî sed em nikarin xwe bispêrin vê nêrîna erênî, çimkî di dawiyê de bandora medyaya dijîtal li ser taybetmendiyên cemawer – çi kesek be û çi jî komek be- yên têgihandinî, têgihaştinî, çandî û nirxên cihgirtî dimîne, li rex wê jî, atmosfera giştî. Ev faktor bikaranîna erênîn û neyînî yên medyaya dijîtal kontrol dikin, bi taybet mebesta me li vir, çîna ciwanan a ku medyaya civakî ya nû bi rê ve dibe.

Ji bo barkirina lêkolînê bi giştî