KurdîLêkolîn

Îran û Rojhilata Naverast a gurr-bûyî

Pêşgotin

Herêma Rojhilata Naverast dikele, agirê wê ji zû ve hêdî nebûye, lê belê ji sala 2003’an hîna gurrtir bûye û di şewitandina nexşeya siyasî ya herêmê de hîna berdewam e.

Tişta ku dixuyê ew e; rojhilata naverast di êşa jidayîkbûneke nû û zehmet re derbas dibe, ji ber ku gelên wê bi isarar in ku dijberî desthilatdariyên hewil didin bi darê zorê sîstemên xwe yên dêrîn biparêzin û li dijî vê herikîna vê guhertinê ne, sîstemeke nû ku temsîla nirxên azadî, wekhevî û edaleta civakî dike, ava bikin.

Ev pêvajoya ku dîroka herêmê têre derbas dibe, heta radeyeke mezin dişibe pêvajoya guherîna ji çaxên navîn ber bi çaxa rohnîbûnê yan jî çaxên modern ên ku Ewrûpa têre derbas bûne. Lê belê pirsa ku niha derdikeve holê ev e: Vê carê wê li dawiyê şansê serkeftinê para kê be?

Ji qanûna gerdûnî ya “her tişt temenê xwe yê diyar heye”, jiyana candaran ji dayîkbûnê heta zarokatî û pijandinê, heta bi pîrbûn û daketinê ve difişkile. Ev rêveçûna jiyanê heta bi sîstemên siyasî ve jî dadikeve. Jixwe her sîstemek ji avabûnê dest pê dike, bi peresan, geşbûn û firehbûnê ve dadikeve û li dawiyê bi alozî, paşveçûn û ketinê re rûbirû dibe. Lê belê, tişta ku em nikarin şîroveyekê jê re bibînin ew e, sîstem û xwediyên biryarê li rojhilata naverast li vê rastiyê serwext nebûne û şûna ku rê bidin guherînên li gorî daxwaz û armancên gelan, bi formê desthilatdariyê yê kevnar ve girêdayî mane.

Gelo têkçûna rasteqîn a kevrên Domîno li herêmê dest pê kiriye?

Bêguman, ruxmî nakokiyên wan ên li ser gelek pirsgirêkan, em dibînin ku sîstemên desthilatdar ên li rojhilata naverast, nexasim li erdnîgariya ku weke dilê herêmê tê binavkirin (Sûriyê, Iraq, Îran, Tirkiyê) li ser gelek kêşeyên ku pêre rûbirû ne nêz hevûdu dibin. Pirsgirêka hundirîn a herî mezin ku her çar dewlet komnûyî pêre rûbirû dimînin, hebûna pirgirêkeke kurdî li ser erdên wê ye. Ev pirsgirêk xala hevpar a navbera wan e û bêyî vê pirsgirêkê jihevdexistina vê sîstemê wê pir hêsantir bûya.

Şopandina bûyerên ku ji sala 2003’an û heta îro ajotiye, rola Komara Îslamî ya Îranî ya xurtkirina têkiliyên di navbera dewletên navborî de nîşan dide û diyar e ku ketina kevrên domîno bi rewşa Îranê û siberoja wê ve girêdayî ye.

Îran û kêşeyên ku pêre rûbirû ne
Îran li herêmê yek ji dewletên xwedîbandor e, dîrok û mîraseke xwe ya cihrengiya çandî heye. Lê piştî ku şoreşa Îranê sala 1979’an a li dijî Şah
Mihemed Riza Pahlaw bi beşdariya tevahî beşên civakî yên xwediyê îdeolojiyên cihêreng dest pê kir, hema dîngiran desthilatdarî bi dest xistin û sîstemeke teokratîk ava kirin û bi vî rengî Îran veguheriya netewe-dewleteke Şîî ya bi temamî ji daxwaz û hêviyên gelên Îranê yên azadî, wekhevî û edaletê dûr e.

A- Çavkaniyên hêzê yên sîstema Îranê

Em dikarin çavkaniyên hêzê yên sîstema Îranê di van çend nuqteyan de bînin ziman:

1. Rejîma Îranê têgîna “Wîllayêt Faqîh” qebûl kir, xwe weke lîderê Şîîya ferz kir, mezlûmiya wan bi kar anî, hewl dide li herêmê Hîlaleke Şîî ava bike û xwe weke parêzvanê Şîîyan ji “qirkirin”a ku pêre rûbirû ne, nîşan dide.
2. Avakirina komikên çekdar li herêmê ku li ser navê Îranê şerê “dijminan” dike, piştgiridayîna van komikan bi çek û pereyan û li gorî pêwîstiyan ji bo gurrkirina kulmozên şer li derveyî sînorên îranê, bi kar tîne.
3. Xurtkirina têkiliyên bi dewletên cîran re; Sûrî, Tirkiyê û Îraqê û avakirina koalîsyoneke herêmî.
4. Pêşbaziya çek-kirinê, mirov dikare pêşxistina Îranê ya pergala Roketan, dem-kurt weke xaleke hêzê bibîne.

B- Çavkaniyên lawaziyê li gel Îranê

1. Xerckirina pereyên zêde li komikên girêdayî wê yên weke Huzubullah, Hûsî, tevgera Hemas û hwd. rê li ber bertekên xurt li cem gelên Îranê yên ku ji ber van siyasetan bi xizanî û belavbûna bêkariyê re rûbirû ye, vedike. Weke hemû gelên din, normal gelê Îranê jî hewl dide li ser xaka xwe ya dewlemend jiyaneke bi rûmet derbas bike. Ev yek di sloganên gelê Îranê yê li rabûyî ser piya de derdikeve holê “Ne Xezza û ne Lubnan, ruhê min fedayî Îran”
2. Cezayên Emerîkî yên herî giran ku aboriya Îranê felc kir, her wiha rewşa lawaziyê ya ku dewletên ku Îran girêdana xwe pêve kûr dibîne (Sûrî, Lunbnan, Îraq, Yemen) têre derbas dibe û nekarîna sivikirina barê van cezayan li ser Îranê, ev hemû Îranê dixe rewşeke aborî ya zehmet.
3. Xerckirina zêde ya pereyan li ser pêşbaziya çek-kirinê dem-dirêj hişt ku Îran ji hundir ve lawaz bikeve. Ji ber ku çiqas hêza te ya parastinê arasteyî derve be û hundir bi lawazî û marjînalbûnê re rûbirû be, tu nikarî rê li ber hilweşandina desthilatdariyê bigire.

4. Pêkneanîna reforman di dema guncav de û çareneserkirina pirsgirêkên hundirîn nexasim yên etnîsîte û qewmên weke Ehwaz, Kurd, Belûç..hwd. ên ku di sînorê wê de ne.

5. Daxwaza Îranê ya bûyîna hêzeke herêmî ya xurt ku bi hêzên mezin re rikber e, vê jî li ser hesabê gelek dewletên herêmê û cîhanê dike, hişt ku li dijî wê li herêmê û cîhanê eniyeke dijber ava bibe.

Gelo saeta sifirê li Îranê dest pê kir?

Di bin navê Hîlala Şîî de armancên Îranê yên berfirehkariyê, gelek dijmin li herêmê jêre çêkir. Ev armanc bi awayekî diyar ewlekariya Israîlê tehdîd dike. Tevî ewlekariya Misrê, bi awayekî giştî ewlekariya dewletên Kendava Erebî û taybet ê Siûdî Erebistanê tehdîd dike. Di serî de Emerîka û Rûsya ji bo berjewendiyên hêzên hegemon ên li cîhanê gefek e. Bi vî şêweyî, li ser asta herêmê û cîhanê, Îranê xwe xistiye beramberî eniyeke berfireh a dijber. Piştî ku Emerîka ji hevpeymana nûkleerî ya bi Îranê re vekişiya ku li dijî wê weke ragihandina şerekî ne-rasterast hate dîtin, zext girantir bûn.

Encamên zextên derve û di vê rewşê de bijarteyên Îranê

Bi vekişîna Emerîkayê ji hevpeymana nûkleerî û birîna cezayên ekonomîk ên giran, zextên li ser Îranê dest pê kirin. Vê yekê, Îran li hundir xist rewşeke aborî ya xirab, û gengaz e li dijî wê eniyeke hundirîn a xurt a gelê ku li pey pariyê nan e ava bibe. Di encama zulma ku rejîma Îranê li hemû beşên civakê dike, vê hişt ku eniyeke dijber a têra xwe ne-rêxistinkirî li dijî siyastên Îranê yên hundir û derve ava bibe. Wisa yê herî zêde zirar ji vê rejîmê dît, jina Îranî û ciwanên wê yên li jiyaneke li ser cîhana derve vekirî digerin. Van hemû zextên hundirîn kombûyî tevî yên derve, Îranê ber bi du bijarteyan ve têve dide ku yek ji ya din ne çêtir e, ew jî ev in:

1. Vekişîna ji herêmê û devjêberdana daxwazên berfirehkariyê û îsrara avakirina Hîlaleke Şîî. Rawestandina piştgirîdayîna hêzên derve yên girêdayî wê ku tevî hemû zextên li dijî wê jî, Îranê heta niha ev yek nekiriye. Lewra, li herêmên serdestiya wê li Lubnan û Îraqê xwepêşandanan dest pê kir ku xwediyê daxwazên real û rast in. Ji ber ku gelên van welatan êdî nikarin di banê rejîmên ku têkiliya wan bi Îran û nûnerên wê ve xurt e bimînin. Daxwazên gelan ên li Lubnanê û Iraqê yên li dijî mezhebparêziya desthilatdariyê ya ku berjewendiyên Îranê diparêze, diyar bûn. Li cem gelên herdu welatan ti carî maneya van berjewendiyan nebû. Em dikarin van xwepêşandanan weke destpêka şerekî li dijî Îranê û weke li Yemenê bûyî, vekirina eniyên lawazkirinê şîrove bike. Lê belê, tişta dixuyê, Îran daxwazên xwepêşandêran di ser guhê xwe re diavêje û bi ihtîmaleke mezin Îran bûyerên li Lubnanê û Îraqê pêk tên, dehfî şerekî navxweyî bike.
Vê dawiyê ev xwepêşandan derbasî hundirê Îranê jî bûn. Lê belê, zordarî û tundiya zêde ya ku rejîma Îranê li dijî xwepêşandêran bi kar tîne, rê li ber kontrolkirina van xwepêşandanan vedike. Li gorî daneyan, guhertina rejîma Îranê bi rêya xwepêşandanên aştiyane û cezayên aborî pir zehmet e. Her wiha, êrîşên li dijî armancên Îranê yên li Sûriyê, bêyî destwerdaneke derve ya bi hêz nikare ti guhertinê bi xwe re bîne. Bi awayekî giştî em dikarin bibêjin ku rewşa niha ya Îranê, heta radeyeke mezin dişibe rewşa Iraqê ya dawiya desthilatdariya serokê berê yê Iraqê Seddam Husên.
Hemû tiştên navborî, me ber bi vê pirsê ve dibin:
Eger ku hemû zextên heyî yên ku hewil dide rê li ber berfirehkariya Îranê bigire û serdestiya wê heta bi sînorên ku jêre li gorî qanûnên navneteweyî hatine diyarkirin ve kêm bike, Ihtîmala din a ku gengaz e Îran pêre rûbirû be çi ye?
Zextên ku li Îranê hatine birîn ji aliyên bi rewşa Îranê ve peywendîdar in, bi armanca rê-li-ber-girtina şer bû. Lê belê serîtewandina li ber van zextan mîna “jehreke duqat e” weke ku şêwirmendê bilind yê Îranê Elî Xaminîî da nasîn. Ji ber ku ev yek wê bi awayekî mezin rola Îranê weke hêzeke herêmî ya bandorker kêm û lawaz bike. Ev yekî jî wê bi xwe re “encamên xirab” bîne ku ji her demê zêdetir tê tercîhkirin ku ev yek pirsgirêkên wê yên hundirîn zêde bike, an jî dibe ku rê li ber parçekirina wê veke ku Îranê ji vê yekê ditirse û wê nepejirîne.
2. Hemû dane û pêşketinên heyî nîşan didin ku herêm li ber şerekî mezin e. Aliyên şer wê şerê nûnertiyê “wekaletê” derbas bikin û şerê hêzên mezin wê li herêmê rûbirû dest pê bike. Diyar e ku dewletên zerar ji Îranê dîtine û ji berfirehkariya wê tirsiyane, li dijî vê berfirehkariyê ketine nava koalîsyonekê (Misr, Urdun, Dewletên Kendavê “ji bilî Qeterê”, Kiwêta ku wê di şer de bê-alî be, her wiha Israîl, Emerîka û Birîtaniya). Xuyaye ku ji bo tevlîbûna nava vê koalîsyonê, zexteke Emerîkî li ser dewletên Yekîtiya Ewrûpayê jî heye. Aliyê din ê li dijî vê koalîsyonê jî, Îran û hêzên pêve girêdayî ne. Bi ihtîmaleke mezin Qeter li kêlek Îranê bisekine, lê belê bêyî ku şerekî rasterast li kêlekê bike. Tirkiyê jî bêyî ketina rasterast nava şer, wê piştgiriyeke maddî û medyayî bide Îranê. Her wiha wê Sûriyeya ku şerê navxweyî ya ku ji neh salan dest pê kiriye lawaz kiriye, wê li kêlek hevalbendê xwe be.
Lê belê Rûsya, û li gorî dane û helwestên ku derbarê alozê û pirsgirêkên herêmê nîşan dide û rêbazên danûstendina pêre, ne amade ye hêza xwe lawaz bike û tê payîn ku bi rêya xebatên dîplomatîk hewil bide pêşî li vî şerî bigire, lê weke Emerîkayê di herdu şerên cîhanê de kirî, wê bi awayekî aktîv beşdarî vî şerî nebe.
Eniya li dijî Îranê di hemû qadan de, teknîka şer, aboriya şer û heta dîplomasiya şer xurtir e. Hêza Îranê jî, di berfirehkirina qada şer de ye ku kêm-zêde tevahî herêmê digire nava xwe. Ji Afganistan heta Iraq û Sûriyê, Israîl û Yemenê. Jixwe, û weke ku diyar e, eger ev şer pêk were, tevî ku wê ne weke hev be, wê encamên vî şerî li ser hemû aliyên şer giran be.

Rewşên muhtemel ên ku alîgirên Îranê pêre rûbirû bin

1. Lubnan

Lubnan di vê qonaxa dîroka xwe de bi raperîneke aştiyane re rûbirû ye. Armanca ku ji sloganên vê raperînê hatiye ragihandin di banga ku xwepêşandêr dibêjin de ye (Hemû yanê hemû, Nesirellah jî yeke ji wan e). Ev jî ne-qebûlkirina rola Îranê di rêvebirina karûbarên hundirîn ên Lubnanê de dide nîşandan. Lê pirsa ku dimîne ev e: Gelo ev raperîn û xwepêşandanên aştiyane dikarin yek ji milên Hîlal Şîî ji Lubnanê bibirin û serweriyê vegerîne destê Lubnaniyan?

Xwepêşandanên Lubnanî yên ku di 17’ê Cotmehê de dest pê kirin û heta niha di heman radeyê de berdewam e, bi xwe re ti guhertineke mezin di rewşa siyasî ya Lubnanê de neaniye. Devjêberdana serok-wezîr Seed Herîrî zêde wateya xwe ji xwepêşandêran re tune bû. Wexta ku Îran û hêzên pêve girêdayî bibînin ku xwepêşandan wan dorpêç dike, nexasim piştgiriyeke herêmî û navneteweyî jêre heye, bi ihtîmaleke mezin tundiyê bi kar bîne û rê li ber şerekî naxweyî ya nû veke. Nîşaneyên vî şerî, di ketina Hizbullaha Lubnanî û tevgera Emel nava kampên xwepêşandêran û li dijî wan bikaranîna tundiyê, derdikeve holê. Bi vî şêweyî Lubnan dikeve qonaxeke nû ya şer, ji bo Îranê wê eniyeke şer a girîng be ji ber ku ji “dijminê” wê ve nêzîk e.

2. Iraq
Destwerdana Emerîkayê ya leşkerî di şerê li dijî hikumeta Baas de li Iraqê û têkibirna Seddam Huseyn sala 2003’an, ne tenê rejîm têk bir, lê belê bi xwe re dewlet bi temamî hilweşand. Ji wê çaxê û heta niha, Iraq di nava rewşeke kaosê de ye. Tevî hemû amadekariyên xwe, heta niha Emerîkayê nikare hikumeteke nû ya nêzî xwe ava bike û Iraqê li herêmê veguherîne dewleteke “model”.
Di encama zordestiya rejîma Seddam Huseyn li ser wan, herdu beşên herî rêxistinkirî, Kurd û Şîa bûn. Kurdan xwe bi federasyonê ve girêdan ku sala 2005’an bi şêweyekî fermî ji aliyê destûra Iraqê ya nû ve hate naskirin. Beşa duyemîn jî Şîa ne ku ji hilweşandina rejîma Baas a cihêrengiya çandî û etnîkî red kir sûd wergertin û xwe di bin navên cuda de xwe di nava partiyan de rêxistin kirin. Ji ber girêdana wan a bawerî û îdeolojîk bi Îranê ve, karîbû ji rewşa heyî ya nû sûd wegirta û bi awayekî rasterast destwerdana Iraqê bikira. Lewra karîbû desthilatdarî bi dest bixista, heta em dikarin bibêjin Iraq ji dewletekê veguherand parêzgeheke Îranê.

Em çawa dikarin xwepêşandanên ku niha li tevahî Iraqê rûdidin şîrove bikin?

Tişta balkêş di van xwepêşandan de, derketina wê li paytext Bexdayê û belavbûna wê li tevahî parêzgehên başûr ên bi piraniya xwe Şîa ne. Li Iraqê Şîa dibin du beş; beşeke piştgiriyê ji Îranê digire û weke “Serdest” têne binavkirin û ew çîna jorîn a Şîa ye û beşa din jî çîna pûç an jî bindest e ku di tevahî çax û heyaman de di nava têkoşînê de bû û xwediyê ruhê berxwedaniyê ye. Ev çîn her tim li dijî desthilatdariyê bû. Û weke Kurdan li ser destê rejîma Baasê bi êş û azaran re rûbirû bûn. Xwediyê wê hisê ne ku Iraqê weke welatê xwe dibînin. Ev beşa ku tirsa rejîma Seddam Huseyn di ser xwe re avêt, tevlî xwepêşandanên ku niha li parêzgehan rûdide, dibin. Ev nifşê ku bi xurtahî tevlî xwepêşandanan dibe, rasterast di nava zordestiya rejîma berê de nemaye û tirsa rejîma Baas li pey xwe hiştiye nedîtiye. Li kêlek vî beşî, çînên bindest ên ji gelên Bexda û dewrûbera wê, yên girêdana Iraq bi Îranê ve qebûl nakin û yên li dijî veguherandina welatê wan wîlayeteke Îranê, beşdar dibin.

Pirsa ku li vir derdikeve holê ev e: Gelo ev xwepêşandanên aştiyane yên bi guleyan re rûbirû ne, dikarin rê li ber avakirina Iraqê weke dewlete serbixwe û li herêmê xwedî serwerî û cih vekin?

Di rêze-zincîra Hîlala Şî ya Îranî de, weke Sûriyê, Iraq xeleke girîng û çarenûswarî ye. Ji bo ku bi xwe çarenûsa xwe diyar bike, wê bi hêsanî ji nava lepên rejîma Îranê dernekeve. Li ser vî bingehî, bi tercîheke mezin rewş heyî girantir bibe, ne gelê Iraqê wê dev ji qadan berde û ji mafên xwe yên rewa dakeve, û ne jî Îranê wê bihêle gelê Iraqê serbixwe xwe rêve bibe, vê yekî wê bi rêya komikên girêdayî xwe ve bimeşîne. Belkî jî, ev qad bi şerekî naxweyî rûbirû be ku aliyekî vî şerî wê Îran û hêzên pêve girêdayî yên weke Heşdî Şebî û komikên din bin û aliyê din jî ciwanên Iraqê yên berxwedêr ku wê piştîgirî û palpiştî ji derve bigirin.

3. Sûriyê

Nêzî neh sal in, Sûriyê di nava şerekî de ye ku gel û rejîm herdu westandine. Lê belê, tevî hemû zext û ezmûnên ku bi salan e pêre rûbirû bû, tevî ku gendelî ketiye nava movikên wê û her wiha tevî ku bertekên hundirîn pir xurt bûn jî, rejîma Sûriyê neket, gelo kî li pey nehiştina têkçûna rejîmê û ketina wê de ye?

Gelek bawer dikin ku ketina Rûsyayê nava qada şer û piştgirîdayîna leşkerî ya rejîmê, sedema dirêjkirina temenê vê rejîmê ye. Lê belê, ya rastîn sedem piştgiriya rejîma Îranê ye ku bi rejîma Sûrî re xwediyê têkiliyên xurtir e. Ji bo parastina berjewendî û rejîma xwe ya mezhebperest, Îranê qada Sûriyê weke eniya xwe ya paşîn bi kar dianî. Bi rêya belavkirina serdestiya xwe li ser tevahî movikên desthilatdariyê, destwerdana nava rêvebirina aloziyê kir. Vî şerî, eşkere rûyê mezhebperest a rejîma Sûrî jî derxist holê. Ji ber ku beşdarên sereke ên di vî şerî de yên ku ji bo parastina rejîmê hatin kuştin, ne “Yekîneyên Artêşa Erebî ya Sûrî” bûn, lê belê komên girêdayî Îran, Hizbullah û mezheba Elewî ya ku çarenûsa xwe bi rejîma Sûrî ve girêda, bûn.

Heşt sal derbas bûn û hîna jî rewşa Sûriyê di nava nediyariyê de ye, ti çareserî di asoyê de xuya nake. Ji bo gihandina çareseriyekê hemû aliyan razî dike, hinek alî hewil didin zextê li rejîmê bikin, ji ber ku nebûna çareseriyê zerarê dide berjewendiyên hinek hêzên li Sûriyê aktîf in, û ji wan aliyan ev in:

A. Rejîma Sûrî

Tevî hemû bobelatên ku têre derbas jî bûye, hîna jî ev rejîm ti pêwîstiyê bi têgeha çareseriyê dîsa nabîne. Pê qayîl e, ku sedemên hiştine rewş bi vî rengî bibe, hemû sedemên derve ne û ti têkiliya xwe bi pratîka dewletê ya dûrî demokrasiyê nîne. Lewra, heta niha baweriyê bi çareseriya leşkerî tîne ku rê li ber tinekirina hemû dijberên dewletê û muxalefeta wê vedike û vegera “herêna ewle” berî sala 2011”an, weke ku tiştek rûnedaye.

B. Îran

Îranê dixwaze rewşa li Sûriyê bi vî şêweyî bimîne, mayîne rewşê weke xwe li Sûriyê di asta yekemîn de dikeve berjewendiya Îranê. Îranê ji rewşa şerê li Sûriyê sûd wergirt. Niha jî xwe ji bo bidestxistina parê zêde ya îstîsmaratan û jinûve-avakirinê hazir dike. Û ti çareseriyeke ji derveyî wê, nakevin berjewendiya wê, lewra mirov dikare bigihîne wê encamê ku hêzên veşartî yên ku niha hemû çareseriyan asteng dikin, serdestiya Îranê di nava rejîma Sûriyê de ye.

C. Rûsya

Xuyaye ku Rûsya bi rêya pêşniyarkirina çend rêyên çareseriyê, hewil dide bigihêje formulekê. Ew jî bi rêya piştgirîdayîna nivîsandina destûrekî nû ji welêt re, ji ber ku baş dizane rewşa heyî ya dewleta Sûrî nikare bi vî rengî bimîne. Lewra, hewil dide şêweyekî çareseriyê pêşniyar bike. Lê tişta balkêş ew e, Rûsya ne xwediyê wê hêzê ye ku çareseriyan li ser rejîmê ferz bike. Ji ber ku bi hêza zêde ya Îranê re rûbirû dimîne. Lewra, di rewşa heyî de texmînkirina ferzkirina Rûsya çareseriya ku guncav dibîne û plan dike dûr e.

Di rewşa Sûriyê de hinek aliyên din jî xwedî rol in, jê:

1. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Koalîsyona Navneteweyî

Emerîka li herêmê bi awayekî aktîf tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê bû û wê di çareseriyên tên texmînkirin li Sûriyê pêk werin xwediyê gotina dawî be. Ji ber ku paşguhkirina hêza Emerîkayê di çareseriya dawî ya Sûriyê de tiştekî ji aqil dûr e. Gelek siyasetmedar û dahûrînerên siyasî dibînin ku siyaseta Emerîkayê li Sûriyê siyaseteke nediyar e. Lê belê daxuyaniya Nûnerê Taybet ê Emerîkayê ji bo Sûriyê James Jeffrey dawiya sala 2019’an, siyaseta Emerîkayê ya beramberî Sûriyê û çareseriyên ku plan dike, eşkere kir. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, heta niha biryar nedaye ku di siberojê de ev dewlet bi rejîma xwe ya heyî bimîne. Lewra heta niha ti girîngî nedaye çareseriyên siyasî yên ku rewşa Sûriyê nîqaş dikin, ti girîngiyeke ciddî nade mijara nivîsandina destûrê û ji bo ku jinûve endamtiya Sûriyê bê paşxistin, zext li Komkara dewletên erebî kir. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, piştgiriya wê yekê dike ku rêveberiya xweser û nexasim Kurd diyalogê bi rejîma Sûriyê re bike. Lê belê, di heman demê de gihandina çareseriyeke dawî ku rejîma heyî dihêle û xurtir dike, asteng dike. Her wiha mayîna wê jî, tê wateya “mayîn û xurtkirina rejîma Îranê” ku ne Emerîka û ne jî hêzên hegemon ên li cîhanê, vê yekê dixwazin. Li vir, pirseke girîng derdikeve holê:

Kengî di nav de Emerîka, wê hêzên cîhanî ji bo gihandina çareseriyeke dawî li Sûriyê, hêza xwe bi kar bînin?

Ji bo gihandina çareseriyekê, şertê tekan e û girîng ji bo van hêzan, derketina Sûriyê ji bin bandora Îranê û dûrxistina Îran û hêzên girêdayî wê yên li Sûriyê. Gelek dewletên Erebî jî vê yekê dixwazin. Bo nimûne, vetoya Siûdî Erebistanê ya li dijî vegera Sûriyê ya Komkara Erebî, girêdayî pêkanîna vê şertê bû ku niha gelekî zehmet e hikumeta heyî pêk bîne. Ji ber ku yê şûn rejîma Sûriyê biryarê dide rejîma Îranê ye. Ev ê navborî wê li dijî hebûna xwe ya li Sûriyê biryarê bide! Diyar e ku di dema niha de ev yek ne gengaz e.

2. Kurd û çareseriya Rêveberiyên Xweser

Bi serkêşiya gelê Kurd, gelên herêmê ên li bakur û rojhilatê Sûrî, ji rewşa ku rejîma Sûriyê ketiye nav sûd wergirtin. Ji aliyekê ve, piştî ku şerê rêxistina herî terorîst kirin û ji aliyê din ve sîstemeke demokratîk ji sîstemên berê yên teng cudatir ava kirin, karîbûn weke hêzeke alternatîfê sîstemên ji rêûresmê yên li herêmê, hebûn û karîgerîtiya xwe nîşan bidana. Û bi şêweyekî yek-alî bêyî naskirineke navneteweyî û herêmî, rêveberiyeke alternatîfê rêveberî û desthilatdariya dewletê ava bikirana. Piştî ku cihên dawî yên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst têk bibirin, weke memnûnî gelên herêmê li bendê bûn ku cîhan sîstema wan nas bike ku şûn tevahî cîhanê şer kirin. Lê belê rastiya Kurdistanê ya di nava çar dewletên herêmê de parçekirî, dîtina çareseriyekê li vî parçeyî jî asteng dike. Da ku di destûra Sûriyê ya nû de weke statûyeke xweser bê naskirin, Rêveberiya Xweser dike û nake ku di çarçoveya sînorên dewleta muxatab ango dewleta Sûrî de pirsgirêkê çareser bike. Lê belê bi gelek astengiyan re rûbirû ye, yek ji wan jî rejîma Sûrî ya ku ti guhertineke demokratîk qebûl nake û ji aliyekî din ve jî hebûna Sûriyê di nava koalîsyoneke herêmî de ku ji (Sûriyê, Îran û Tirkiyê) ava dibe, de ye. Di cewherê xwe de ev koalîsyon li ser bingeha înkarkirina pirsgirêka Kurd ava bûye ku yek ji girîngtirîn pirsgirêkên herêmê ye û heta radeyeke mezin istiqrara herêmê pêve girêdayî ye.
Divê em vê jî ji bîr nekin ku hêzên hegemon bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, niha naxwazin vê pirsgirêkê çareser bikin. Li ser vî bingehî, di van şert û mercan de di çarçoveya sînorên vê dewletê de çareserkirina vê pirsgirêkê ne gengaz e. Temen çi dibe bila bibe, girîng e ku di vê pêvajoyê de destkeftiyên rêveberiya xweser bêne parastin. Ji ber ku, diyar e wê çareseriyên li Rojhilata Naverast yek carî werin û nexşeya herêmê wê ji nû ve bê xêzkirin.

Encam

Ji ber ku gihandina çareseriyên dawî li herêmê mijareke pir girêkok e, em nikarin, dem-kurt li herêmê çêbûna istiqrarê pêşbîn bikin. Di dema niha de, li herêmê bêyî dewletên din, hewildana vedîtina çareseriyekê li dewletekê pir zehmet e, ji ber ku hemû pirsgirêkên herêmê pêk ve girêdayî ne, her wiha çareserî jî.

Eger ku heta niha, di van deh salên dawiyê de tevî zor û zehmetiyên ku pêre rûbirû bûne, dewletên herêmê hebûna xwe parastine û kevirên domîno sekinî û girêdayî mane, ji ber ku bûyerên di çarçoveya sînorên wê û bi awayekî akîtf li dewletên din pêk tên, li Îranê pêk nehatin û tişta ku Îranê kiriye, hebûna xwe li dewletên cîran xurtir kir.