Lêkolîn

Binpêkirinên rêxistina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê Danasîna qanûnî û dadgehên taybet

(Beşa duyem)

Navenda Firatê ya Lêkolînan

Bi erebî peyda ye

Bi îngilîzî peyda ye

Beşa yekem ji vê lêkolînê))

Pêşgotin

Pêwîstîya qonaxa piştî têkçûyîna rêxistina DAIŞ`ê ya leşkerî bi lêkolînkirina çawanîya danûstandina bi paşmahîya wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê re heye; ev paşmahîya ku di navbera şaneyên wê yên veşartî, jin û zarokên li kamp û navendên rehabîlîtasyonê[1], her wiha çekdarên wê yên girtî de tê dabeşandin. Van çekdaran, ku hejmara wan bi hezaran tê texmînkirin, tawanên herî hovane û tundrew li dijî gelê Sûrîyayê pêk anîn, bi taybetî li dijî kêmarên etnîkî, olî û nijadî li herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyayê. Ev binpêkirin û sûcên ku ji alîyê vê rêxistina teror ve tên kirin, dibe ku bibin sûcên li dijî mirovahîyê, sûcên şer û sûcên qirkirinê[2].

Di demekê de ku civaka navneteweyî, bi nûnertîya Encûmena Ewlekarîyê ya NY, berpirsîyarîyên xwe di parastina aştî û ewlehîya navneteweyî de bi cih nayîne, lêkolînkirina mekanîzmayên dadwerî yên pêkan ji bo dadgehkirina sûcdarên DAIŞ’ê xwedî girîngîyeke mezin e, nemaze ku civaka navdewletî ti gavên bi bandor û cidî ji bo hilweşandin û çareserkirina paşmahîya DAIŞ’ê naavêje . Ev yek bû sedem ku Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê li gorî qanûn û berpirsyarîyên xwe biryara dadgehkirina sûcdarên DAIŞ’ê li pêşberî dadgehên xwe bide.

Li nik wê yekê, mijara darizandina sûcdarên sûcên şer, sûcên der-mirovî û sûcên qirkirinê ji bo çareserîyê girîng e, lê bêyî ku ev kesên binpêkiririnên mezin kirine ji lêpirsîn û cezayê li ser sûcên navdewletî yên herî hovane bifilitin, ev jî weke rêgezeke bingehîn a qanûna navdewletî[3] .

Li alîyekî din, bicihanîna edaletê ji qurbanîyan re, û çareserkirina parçeyekî girîng a paşmahîya DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ku ew jî dosyaya girtîyên DAIŞ`ê piştî bibinketina rêxistina terorîst di Adara 2019`an de jî pirr girîng e. ev ji bilî girîngîya dîrokî ya van dadgehên taybet bi sûcdaran, ku bi awayekî ji awayan dê bi pêşketina qanûna tawanên navdewletî re bibe alîkar. Li gorî tişta me gotî, pirseke bingehîn xwe dide der, ew jî ev e: Dadgehên taybet bi cezakirina sûcdarên DAIŞ`ê yên girtî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê çi ne? Her wiha ev pirsên din:

  • Gelo pêkan e sûcdarên DAIŞ`ê li pêşberî Dadgeha Tawanan a navdewletî bên darizandin? Çi astengî li pêşîya vekirina dozeke berpirsyarîyeke tawanan der heqê sûcdarên DAIŞ`ê li pêşberî vê dadgeha navdewletî hene?
  • Gelo tawankarên DAIŞ`ê dikarin li pêş dadgeheke navdewletî ya taybet ku ji alîyê Encûmena Ewlekarîya Navdewletî ve hatibe damezrandin bên dadgehkirin, her wekî dadgeha taybet ji bo Yûgoslavyaya berê yan dadgeha taybet ji bo Ruandayê?
  • Gelo endamên DAIŞ`ê dikarin li pêş dadgeheke navdewletî ya hevbeş bi hevkarîya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bêne dadgehkirin, ew jî weke beşek ji berpirsyarîya civaka navdewletî ji bo piştgirîkirina hewlên şerê li dijî terora navdewletî û jinavbirina mîrata DAIŞ`ê?
  • Herî dawî, gelo pêkan e sûcdarên DAIŞ`ê li pêşberî dadgeheke hundirîn a navxwe û li gorî qanûnên Rêveberîya Xweser, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bên darizandin, û gelo I astengî li pêşîya damezirandina dadgeheke bi vî rengî hene?

Di vê lêkolînê de, em dê hewl bidin bersiva van pirsên han li gorî rêbaza wesifî-dahurandî bidin. Em dê rê û mekanîzmeyên dadwerî yên navdewletî û xwecihî yên herî girîng ku karîbin di mijara vekolînkirina sûcên ku rêxsitina DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê kirine xwe bispêrin wan bikolin, da ku sûcdar bên dadgehkirin, her wiha hemû astengî û zehmetîyên ku li pêşîya vekirina dozeke lêpirsînê ya li dijî çekdarên DAIŞ`ê disekinin û rê nadin edalet ji qurbanîyan re heta roja îro bi cih were bên zelalkirin. Ev yek jî li gorî vê plansazîyê:

Beşa Duyem: Dadgehên taybet bi endamên DAIŞ`ê

Şaxê yekem: Dadgehên navdewletî yên ku dikarin endamên DAIŞ`ê dadgeh bikin.

Yek: Derfeta damezirandina dadgeheke navdewletî ya taybet.

Du: Derfeta dadgehkirina li pêşberî Dadgeha Tawanên Navdewletî.

Şaxê duyem: Dadgeha xwecihî ya ku tê gotin ku dê ji bo dadgehkirina endamên DAIŞ`ê bê avakirin

Yek: Sedem û mehne

Du: Astengî û zehmetî