Lêkolîn

Li herêmên Rêveberiya Xweser.. genim di navbera xwestî û rewşa heyî de

Navenda Firat ya Lêkolînan

Wergera ji erebî: Mistefa Mistefa

Bi erebî peyda ye

Pêşgotin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê Îsal jî, weke sala çûyî, hişkesaliyê bi hezaran hiktar ji erdên çandiniyê yên b

ejî dan ber xwe, vê yekê hişt ku gelek ji xwediyên wan erdan, erdên xwe bidin şivanan û bi nirxekî gelekî kêm, ku lêçûna çandina erdê qerebû nake, pez berdan nava erd, beriya ku mûsima çinînê jî dest pê bike.
mijar li vir ranaweste, çimkî eger piştgiriya bazarên cîhanî bi genim neyê kirin, dê mûsimeke zuha û bê xêr li ber deriyan be. Helbet ev rewşa genim a likêmketinê, li bazarên cîhanî, ji ber şerê Rûsya-Ukrayîna ye û ne dûr e ku ev bandor berdewam bike. Li vir, dê gelek astengî li pêşiya pêwîstiya herêmê ya genim derkevin, ji ber ku genim madeyeke bingehîn a çêkirina nên e û di her rewşê de, li ser her sifreyekê ye.

Di encama aloziyên girêdayî peydakirina ardê firneyan ji jêderine xwecihî de, ku li herêmê – weke her herêmeke Sûriyayê- rû dabû, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ardê garis tevlî ardê genim kir, ew jî, ji bo dabînkirina xwestek û pêdiviyên xelkê ji madeya nên re. Bê guman hişkesaliya îsal jî dê gelek zehemtiyan di milê dabînkirina pêdiviya firneyan ji ard re bi xwe re bîne, her wiha dê karînên kirînê jî li herêmên Rêveberiya Xweser li kêmê bikeve, û bandorê li egera jinûve-çandina erd di mûsima sala bê de jî bike.

Pirsgirêka Lêkolînê

Herêmên Rêvberiya Xweser bi rêjeyeke bilind di çandina genim de xwe dispêrin ava baranê, lewra kêmbarîna baranê du salan li ser hev, hişt ku hilberandin dakeve astekeke gelekî kêm û di çarçoveya erdên evî de bimîne, ku rûbera wan a çandiniyê jî kêm e, îcarê li vir em dikarin pirsgirêka lêkolînê bi du pirsan destnîşan bikin:

  • Di nava vê rewşa hişkesalî û nebûna plansaziyên çandinî û embarkirinê yên hevgirtî de, gelo ti planên alternatîf ji bo dabînkirina pêwîstiya herêmê ji genimê ardê nên re, li cem Rêveberiya Xweser hene?
  • Di wextekî de ku buhayê genim li cîhanê bilind dibe, gelo Rêveberiya Xweser dê karîbe piştgiriyê bide nên, tevî ku ji rewşa heyî xuya ye dê berê xwe bide hawirdeyê?

Girîngiya Lêkolînê û Armancên wê

Eger em herdu mûsimên çûyî bidin ber salên borî, em dê bibînin ku rêjeya hilberandina genim li herêmên Rêveberiya Xweser li kêmê ketiye, û êdî herêm bi xeteriya nepeydabûna qasên pêwîst ji genimê taybet bi ardê nên re rûbirû bûye.

Ha girîngiya lêkolînê li vê derê ye, ji ber ku dê balê bikişîne ser rewşa heyî ya mûsimê genim û pêwîstiya embarkirina wê, ew jî bi armanca dabînkirina ardê firneyan, her wiha dosyayên piştgirî û destekdayînê û pirsgirêkên girêdayî wan ên li pêşiya Rêveberiya Xweser.

Armanca vê lêkolînê, nasîna pirsgirêkên herî girîng ên ku dibin sedema bipaşketina mûsima çandiniyê ye, ev sedemên ku aloziya dabînkirina pêwsitiya herêmê ji genim bi xwe re tînin. Li rex wê jî, nasîna derfet û karînên li ber dest, ên başkirina mûsima çandiniyê, û herî dawî jî pêşkêşkirina hin pêşinyarên pêwîst û girîng.

Ji bo barkirina lêkolînê bi giştî