Pênasekirina navendê

Danasîna Navendê

Nav: Navenda Firatê ya Lêkolînan.

Cih û dîroka damezirandinê: Sûriya/Qamişlo, sibata 2018`an.

Xebatên Navendê: Saziyeke lêkolînan a serbixwe ye, giraniyê dide mesele û dozên siyasî, aborî û fikirî yên girêdayî herêma Rojhilata Navîn û Sûriyayê bi giştî, û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi taybet. Her wiha lêkolînên endeziyarî û sûdên aborî pêşkêşî aliyên pêwendîdar dike û serperiştiya wan dike.

Logoya Navendê: Çar pêlên şîn, bi paşxaneyeke spî ku nîşaneya Çemê Firatê ye.

Nêrîn û Nameya Navendê

Nêrîna Navendê:

 Danîna jêrzemîneke lêkolînî ya zanistî di derbarê dosyayên siyasî, aborî û civakî de yên girêdayî herêmê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi taybet, her wiha dayîna giraniyê bo nirxên demokratîk, azadiya fikirî û belavkirina nirxên dyalogê.

 Nameya Navendê:

  • Payînkirina mekanîzme û bingehên bipêşxistina karînên lêkolînan, û lihevkomkirina hiş û mejiyên çalak di civakê de, da ku bibin şaneyeke lêkolînî ya xwedî karînên hilberîna nêrîn û ramanên zanistî yên bi awayekî rasterast girêdayî dosyayên rewşa siyasî, civakî û aborî ne.
  • Pêşkêşkirina nêrînên zanistî û guncaw, ku xwe dispêrin dahûrandin, şîrovekirina zanistî ya rewş û bûyerên heyî û yên paşerojê li herêmê.
  • Hevkariya bi aliyên giştî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, di warê lêkolînên aborî, endeziyarî yên taybet bi projeyên piçûk û navîn.

Armancên sereke yên navendê

Armanca navendê ji xebatên wê yên di warê lêkolînan de bicihanîna xalên li jêrê ye:

  • Avakirina zemîneke zanistî û lêkolînî ji bo hemû aliyên rewşa civakê, her wekî aliyê siyasî, aborî û civakî li herêmê, bi armanca bicihanîna pêşketin û pêşdeçûna zanistî û civakî.
  • Destekdayîna ji bo avakirina nêrîn û arasteyên paşerojê yên saziyên civakî.
  • Pêşkêşkirina pêşinyar û çareseriyên berwext û paşerojî ji bo dozên herî girîng ên siyasî, aborî û civakî. Ew jî bi rêya pêşkêşkirina mekanîzmeyên guncaw ên li ser esasê encamên lêkolîn û vekolînên navendê hatine avakirin.
  • Pêşkêşkirina lêkolînên aborî û endeziyarî yên taybet bi projeyên piçûk û navîn ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên ragihandin û eger pêwîstiya hevkariyê hebe jî, dê serperiştiya wan jî bê kirin.
  • Bipêşxistina kadroyên zanistî û lêkoler ku giraniyê didin mijarên siyasî û aborî, da ku nêrîn û pêşinyaran pêşkêşî saziyên civakî yên pêwendîdar bikin û pê re rewşa wan bi pêş bikeve û ber bi başbûnê ve bi rê bikeve.

Avaniya birêveberî û rêxistinî

Navend ji van birêveberî û Beşan pêk tê:

  • Birêveberiya Navendê: ji birêveberê navendê û du alîkaran pêk tê, alîkarê yekem girêdayî karûbarên birêveberî û darayî ye, û alîkarê duyem girêdayî karûbarên têkiliyên giştî û reklamiyê ye.
  • Encûmena Cîbicîkar: Ev encûmen ji birêveberê navendê, alîkarên wî û serokên beşan pêk tê.
  • Beşên Navendê:
  • Beşê lêkolîn û projeyên lêkolînî ku ev yekîneyên li jêrê girêdayî wî ne:
  • Yekîneya lêkolînên siyasî û aborî.
  • Yekîneya lêkolînên civakî.
  • Yekîneya lêkolînên ragihênerî.
  • Yekîneya rapirsîna meydanî.
  • Beşê serpireştî û lêkolînên aborî û endeziyarî.
  • Beşê wergerê.
  • Beşê edîtorî û weşandinê.
  • Beşê çavkaniyên mirovî.
  • Beşê karûbarên darayî û destekdayîna lojîstîk.
  • Encûmena Şêwermend: Ew bi xwe hevkar û kesên guh didin meseleyên giştî û xwedî asteke zanistî û lêkolînî ya bilind û baş in, hejmara wan herî kêm 3 endam in.