Piştî serdana Erdogan a Îraqê… Gelo wê enîyên şer li dijî “PKK`ê” vebin?
Serokkomarê Tirkîyayê Receb Teyib Erdogan di serdana xwe ya Îraqê de, 26 rêkeftin û lihevkirinên girêdayî meseleyên sereke û cihêreng li gel hikûmeta Îraqê îmze kirin, her wekî birêvebirina avê, bazirganî, û lihevkirina destpêkê ya di navbera Enqere, Bexda, Dewha, û Ebû Zebî de ya li dora projeya ” Rêya Geşpêdanê”, ku gerek e welatên kendavê bi Tirkîya û Ewropayê ve bi rêya Îraqê girê bide. Lê dosyaya herî girîng di ajendeyên serdana Erdogan de ” Lihevkirina ewlehî û şerê li dijî Partîya Karkerên Kuridstanê” bû, ku ji sala 1984`an Tirkîya şerê wê dike.
Serdana Erdogan ji Îraqê re- piştî 13 sala ji serdana wî ya herî dawîn- di demekê de hat ku li herêm û tevaya cîhanê bûyer û alozîyên mezin rû didin, a herî dawîn jî şerê li Xezayê, û rageşî û rûbirûbûnên di navbera Îran û Îsraîlê de, her wiha li nik berdewamîya şerê li Ukrayînayê, û bibinketina Erodgan û partîya wî di hilbijartinên xwecihî yên dawî de, ku di wan hilbijartinan de Kurd weke hêzeke xwecihî û herêmî ya bibandor derket pêş û êdî bû alîyekî çalak di hevkêşeyên herêmî û navdewletî de.
Lê gelo çarenûsa lihevkirinên ewlehî di navbera her du welatan de çi ye? Û pêkan e ku anîyên şer li dijî “Karkerên Kurdistanê” bên vekirin, yan jî piştî vê serdanê wê dosyayên aştîyê li ser maseyan bin?
Helwesta Bexda û hêzên Şî`î ji şerê li dijî PKK`ê
Dema ku Erdogan gihîşte Bexdayê, 27 rêkeftin û lihevkirin di bin çengê wî de bûn, di serî de jî lihevkirina ewlehî ya bi armanca hevkarîyeke hevbaş di navbera herdu welatan de, ji bo şerê PKK`ê bû, lê piştî serdanê hat xuyakirin ku tenê 26 rêkeftin hatine îmzekirin û rêkeftina ewlehî bê îmze maye. Ev yek li ser zimanê şêwirmendê serokwezîrê Îraqê Sebhan Mella Cîyad bixwe hat tekezkirin dema dîyar kir ku di dema serdana Erdogan a Îraqê de, li ber îmzekirina reşnivîsa rêkeftina ewlehîyê astengî derketin û got ku “Bexda û Enqera li ser sazkirina Komîteyeke ewlehî ya lêkolînkirina rêkeftineke di çarçoveya hevahingîya ewlekarî ya li ser sînor û danûstandina agahîyan li hev kirine”[1]. Ev tê wateya ku rêkeftina ewlehîyê ya ku Tirkîyayê dixwest Îraqê bi her 26 rêkeftin û lihevkirinê din nerm bike da ku vê rêkeftina ewlehîyê îmze bike neçû serî û ti asoyên lihevkirinê derneketin pêş, weke Erdogan plan dikir.
Piştî ku Tirkîya di îmzekirina rêkeftina ewlehîyê li gel Bexdayê de bibin ket, dîyar bû ku êdî Tirkîya asta daxwazên xwe yên ewlehîyê hindekî daxist, çimkî di wextekî de ku Tirkîya hêvî dikir Îraqê razî bike da ku hêzên xwe yên leşkerî yan jî “Heşda Şe`bî” li rex hêzên tirkî beşdarî şerê li dijî PKK`ê bike, rêkeftina ku ji alîyê Tirkîyayê ve hatibû amadekirin bê îmze ma, vê yekê hişt ku Tirkîya tenê behsa “lihevkirinên di derbarê avakirina komîteyeke ewlehî ya hevbeş de ji bo lêkolînkirineke kûr a rêkeftinê” bike, ev yek bixwe destnîşan dike ku di serdana Erdogan de ti lihevkirinên zelal ên girêdayî şerê li dijî PKK`ê di navbera her welatan de encam nedan, û ya ku vê yekê piştrast dike jî ew e ku piştî serdana Erdogan bi dawî bû, “berpirsine ji wezareta Parastinê ya Tirkîyayê gotin ku Enqera danûstandinan ji bo peydakirina alîkarîyeke teknîkî ji bo bihêzkirina ewlehîya sînor bi Îraqê re dike, ew jî bi armanca rêgirtina li ber liv û tevgera şervanên PKK`ê”[2]. Îcarê ev nîşnaeya wê yekê ku Tirkîya asta xwestekên xwe ji beşdarîya hêzên îraqî û “Heşda Şe`bî” di şerê li dijî PKK`ê de li ser erdê daxiste meseleya parastina sînorên Sûrî-Îraqî bi hevahingîya li gel Tirkîyayê, lê dîsan jî ev xwesteka han di nava nîqaşan de ye û ne dûr e ku di dawîyê de bibin bikeve, ji ber ku dibe Îran û Heşda Şe`bî xwestekên Tirkîyayê yên beşdarîbûna şerê li dijî PKK`ê qebûl nekin, çimkî Tirkîya endama NATOyê û hevalbenda Amerîkayê di çavdêrkirina wan sînorên ku milîsên Îranê di wan re derbasî herdu welatan dibin e, her wiha bi rêya wan sînoran milîsên Îranê çek û kelûpelên lojistîkê digihînin milîsên bi ser Îranê ve li hundirê Sûrîyayê.
A ku vê nêrînê piştrast dike jî, hin çavkanîyan tekez kirin ku ew rêkeftina ewlehîyê ya ku Tirkîyayê amade kiribû û ji hikûmeta Îraqê xwest ku îmze bike, di hin xalên xwe de destnîşan dike ku desthilateke berfireh û çiraya kesek dide Partîya Demokratîk a Kurdistanî û Pêşmergeyên wê ku bigihin deverên ku şervanên PKK`ê li wan dimînin, heta bi sînorê bi Sûrîyayê re, û ev yek bixwe ji alîyê girûpên çekdar ên şî`î yên îraqî ve nayê pejirandin[3], çimkî eger Heşda Şe`bî qebûl nake ku hêzên Pêşmerge beşdarî prosesa çavdêrîya sînorên di navbera Îraq û Sûrîyayê de bibin, bê guman ew dê hevkarîya li gel Tirkîyayê jî ya di vê çarçoveyê de red bike.
Heta bi Tirkîya bixwe jî bi çavê gumanê li temambûna her hevkarîyeke ewlehî ya di navbera herdu welatan de dinêre, ev yek jî ji daxuyanîyên Erdogan dema ku di balafira xwe ya vedigera Enqerayê de bû dîyar bû, Erodgan destnîşan kir ku “ew hêvî dike encamên liberçav ji xistina Bexdayê partîyê di lîsteya “rêxistinên qedexe” de bibîne. Ev bixwe tekez dike ku Tirkîya di pêkanîna armanca xwe ya razîkirina Îraqê da ku “PKK`ê” bixe lîsteya terorê de bibin ket. Her wiha lihevkirinên ewlehîyê di navbera her du welatan de heta ku bikevin biwarê cîbicîkirin û çalakîyê de pêwîstîya xwe bi cerbandinekê hene, nemaze ku her hevkarîyeke ewlehî li dijî PKK`ê dibe ku hêzên kurdî yên îraqî ji hevûdin bidûr bixe û nakokîyan bi xwe re bîne, her wekî “Yekîtîya Niştimanî ya Kuridstanî” – ku halê hazir têkilîyên wê bi Tirkîyayê re di asteke herî xerab de ne- îcarê gengaz e ev partî navbeynkarîyê di navbera Bexda û Îranê de bike da ku ev projeya li dijî PKK`ê neçe serî, û tê payîn ku “Yekîtîya Niştimanî derbasbûna hêzên îraqî û “Heşda Şe`bî” bo nav herêmên desthilatdarîya wê, li herêma Kuridstanê, ji bo şerê li dijî PKK`ê red bike.
Di wextekî de ku Tirkîya îdî`a dike ku deverên “PKK`ê” li wan dimîne dikevin ser rêya projeya “Rêya Geşpêdanê” û li dijî vê projeyê gefek e, lê dîsan jî Îran û Bexda bi vê helwesta Tirkîyayê qaîl û razî nabin, ji ber ku ew xweş dizanin ku PKK`ê li nava Îraqê şerê DAIŞ`ê kiriye û têkilîyên wê bi hin alîyên şî`î re baş in û li dijî berjewndîyên Îraqê dê nebe gefek, lê mebesta Tikrîyayê ji deverên ku behsa wan dike û dibêje ku dikeve ser rêya Geşpêdanê, “Herêma Şengalê” ye, ev herêma ku Heşda Şe`bî li gel hêzên xwecih, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), bi awayekî hevbeş lê dimînin, îcarê hem Heşda Şe`bî û hem jî Bexda PKK`ê weke gefeke li dijî berjewendîyên Îraqê yên aborî nabînin, û dê pêwîstîya lidarxistina şerekî leşkerî li dijî wê, ji bo razîkirina Tirkîyayê nebînin.
Ji helwestên redkirina hêzên şî`î yên bi ser Îranê ve ji vê lihevkirina ewlehî ya di navbera Tirkîya û Îraqê de, daxuyanîyên “Elî El-Fetlawî”, endamê “Hevpeymana El-Fetih”, ku yek ji pêkhateyê “Îtar El-Tensîqî” ye, ew jî dem ku got: Kurd û Tirk dixwazin Heşda Şe`bî têxin nav şerekî ku ti berjewendîyên me tê de tune ne.” li gotina xwe zêde kir: “Kurd dixwazin em li şûna Pêşmerge li dijî PKK`ê şer bikin.. rihê zarokên me ezîz e û em qebûl nakin li şûna tirk û kurdan şer bikin”[4]. lewra, ne dûr e ku helwesta Îranê li paş redkirina hêzên şî`î ji hevkarîya ewlehî ya di navbera Enqera û Bexdayê de be, çimkî Îran bixwe jî naxweaze Tirkîyaya “Sunî Atlantîk” weke hêzeke hevrik a sereke li ser hegemonîya li Îraqê li beramberî Îranê bisekine, nemaze eger ev hegemonîya Tirkîyayê gihîşte alîyê ewlehîyê yê ku bi rêya wê Îran hem “Îtar El-Tensîqî” û hem jî “Heşda Şe`bî” kontrol dike.
Helwesta Herêma Kurdistanê ji şerê li dijî PKK`ê
Bexda dizane ku herêma Kurdistanê dê beşdarbûna hêzên îraqî û heşda şe`bî di şerê li dijî PKK`ê de li ser erda herêmê ya otonomî qebûl neke, û dizane jî ku hebûna PKK`ê li nav xaka herêmê berî niha bi partîyên herêma Kuridstanê re û di nav de partîya Demokratîk a Kurdistanê PDK`ê lihevkirin li serê pêk hatiye, her wiha PDK`ya ku Tirkîya hewl dide wê razî bike da şerê PKK`ê bike, ew bixwe jî ji karvedanên her operasyoneke leşkerî ya di navbera Bexda û Tirkîyayê de hevbeş li dijî PKK`ê û li çîyayê Kurdistanê yên asê ditirse, ji ber PDK`ê dizane ku derxistina PKK`ê ji wan çîyayan û desteserkirina wan deveran ji alîyê Tirkîyayê ve yan jî “Heşda Şe`bî” dê karvedanên bobelat ji bo herêma Kurdistanê bi xwe re bîne.
Ev metirsîyên han li ser zimanê wezîrê hundirîn yê herêma Kuridstanê, Rêber Ehmed, hatin eşkerekirin dema got: “Ti komên terorîst li herêmên sînorî yên herêma Kuridstanê tune ne, hin dewlet vê têgiha Terorîst ji bo hin kom û grûpan bi kar tînin, û ev yek di encama nêrîn û helwesta wan dewletan ya sîyasî de ye”, li gotina xwe zêde kir û got: “Em li Îraq û herêma Kurdistanê ti rêxistinek ji wan rêxistinan bi terorê bi nav nakin[5].” Helbet ev jî nîşaneyeke berçav û zelal ji partîyên kurdî yên opozisyona li dijî rejîma Îranê, û PKK`ê re ye.
Ev daxuyanîyên han mîna nameyekê ji Bexdayê re ne, ku Herêma Kurdistanê dê qebûl neke ku Îraq ti partîyeke kurdî weke rêxistineke terorsît destnîşan bike, ji ber ku dê karvedanên xwe li ser herêmê hebe. Eger Îraqê ti partîyek an tevgereke kurdî xiste lîsteya terorê, wê demê ji heqê hikûmeta îraqî ye ku hêzên xwe bi buhaneya şerê “rêxistinên terorîst” bişîne herêma Kurdistanê, lewra dîyar e ku Bexdayê ev nameya han baş fêm kir û rabû PKK`ê tenê weke “rêxistineke qedexe” destnîşan kir, tevî ku berîya vê gava han jî ti çalakîyên sîyasî yên fermî yên PKK`ê li Îraqê tune bûn, û hebûna wê tenê di erdnîgarîya herêma Kurdistanê de bû û ti dijminahîyên wê bi Îraqê re nebûn.
Nêrîneke îraqî ya nû ji bo çareserkirina dosyaya “PKK`ê”
Wisa dixuye ku Bexda ji bo rûbirûbûna nakokîyên di navbera Tirkîya û Partîya Karkerên Kurdistanê de, xwedî nêrîneke nû ye; ev yek di daxuyanîyên îraqî yên balkêş de piştî serdana Erdogan de belî bû, çimkî nûnerê berdevkê hikûmeta Iraqê Bassem El-Awadî di civîneke rojnamevanîyê de ,li Bexdayê, li ser serdana serokomarê Tirkîyayê got: “Di danûstandinên me yên bi PKK`ê re em dê weke penaberan lê binêrin, lê divê ti xebatên sîyasî û leşkerî li Îraqê neke û pabendî qanûnên îraqî bibe”. El-Awadî her wiha destnîşan kir ku: Çi kesê li pişta PKK`ê be û li nava xaka îraqî be dê mîna penaberekî sîyasî bê dîtin û ne ji mafê wan e ku xebatên sîyasî bikin yan jî çek hilgirin, û dê li bin sîya Îraq, Netweyên Yebûyî û Rêxistinên Mirovî yên cîhanî bin”.[6] Ev daxuyanîyên han xwedî nîşanene kûr in, ji wan jî ku dibe Îraq hewl bide bi vê nêrîna xwe bi rola navbyenkar di navbera Tirkîya û PKK`ê de bilîze, ew jî bi armanca vejandina prosesa aştîyê. Her wiha li gorî wê, dîyar e ku Îraq bi ti çareserîyên leşkerî yan jî hevkarîyên leşkerî li gel Tirkîyayê nafikire, û ev yek dibe ku mîna fişarekê li dijî Tirkîyayê be, û bihêle ku li şûna operasyoneke leşkerî ya bi tena serê xwe, ku encamên wê ne mîsoger bin ew jî bi vejandina prosesa aştîyê bifikire, di wextekî de ku Îraq pê re ne hevkar e.
Helwesta Îranê ji lihevkirina ewlehîyê
Tevî ku berjewendî û pêwendîyên baş û hevbeş di navbera Îran û Tirkîyayê de hene, lê ne pêkan e ku Îran hebûna Tirkîyayê li Îraqê û berfirehbûna hegemonîya wê li wir qebûl bike, ji ber ku Îran li Îraqê dinêre weke qadeke hegemonîya xwe û hewl dide ku bidûrî hêzên din ên hevrik be. Hevrikîya Tirkîyayê ji hegemonîya Îranê re ji piştgirîya wê ya ji Turkmen û beşek ji sunî û Kurdên Îraqê re dîyar bû, lewra Tirkîya dixwaze parçebûna mezhebî li Îraqê weke kaxezeke danûstandinan bi “hikûmeta Îtarî” ya li Îraqê re bi kar bîne, nemaze ku Turkmen û beşek ji sûnîyan Enqera weke hêzeke piştgir di prosesên sîyasî yên Îraqî de dibînin[7], û ev yek ji bo Îran û hêzên şî`î yên îraqî meseleke xeternak e.
Ji ber vê yekê, Îran dê rê nede Tirkîyayê ku têkilîyên xwe bi sûnî û Turkmen û kurdan re baştir bike û wan di hevrikîya li dijî hegemonîya Îranê ya li Îraqê de bi kar bîne. Tişta ku bêhtir ji me re piştrast dike ku Îran dê rêkeftin û lihevkirinên di navbera Îraq û Tirkîyayê de red bike ew e ku Îmarat, Tirkîya, Îraq û Qeterê li ser projeya “Rêya Geşpêdanê” îmeze kirine, ev projeya ku Îran bi çavekî biguman lê dinêre û ditirse ku ev proje hegemonîya van dewletên erebî li Îraqê zêdetir bike û di encamê de piştgirî ji Turkmen, sunî û beşek ji kurdan re zêdetir bibe, lewra dixuye ku Îran dê li dijî her hewldaneke Tirkîyayê ya pêkanîna rêkeftineke ewlehî bi Îraqê re, yan jî destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfireh li herêma Kurdistanê, bi buhaneya şerê li dijî PKK`ê, bisekine, ji ber ku armanca sereke zêdebûna hegemonîya Tirkîyayê û desthilata wê li Îraqê û herêma Kurdistanê ye.
Helwesta Amerîkayê
Helwesta Amerîka roleke girîng di rêkeftinên ewlehîyê yên di navbera Îraq û Tirkîyayê de û di her şerekî pêkan li dijî PKK`ê de heye, ji ber ku Amerîka qebûl nake ku hêzên Heşda Şe`bî derbasî navçeyên ku PKK`ê lê dimînin bibe. Ew jî ji ber metirsîyan li ser baregeh û hegemonîya wê li Herêma Kurdistanê û Iraqê çêdike û ev tişt ji daxuyanîyên Berdevka Herêmî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Elizabeth Stickney dîyar bû dema got: “Amerîka naxwaze Iraq ber bi “çala rageşîyan” a li herêmê ve bê kêşan”[8]. Ev daxuyanî jî wek peyamekê bo Iraqê ye ku nekeve nav şerên yekalî ku dibe bibe sedema vegerandina alozîyê li herêmê û alozkirina rewşa ewlehîyê li Îraqê.
Ev helwesta Amerîkayê ya redkirina her şer û alozîyek li hundirê Iraqê di hevdîtinên serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî bi Serok Joe Biden re de belî bû, ji ber ku di dema serdana Sudanî bo Koşka Spî de, xuya bû ku Amerîka giringîyeke mezin dide vegerandina aramîyê bo herêmê û bi taybetî li Iraqê, ew jî ji bo lihevkirina li ser planên girêdayî paşeroja hêzên Amerîkî li Iraq û navçeyê û rêyên aktîvkirina çarçoveya rêkeftina stratejîk a di navbera Washington û Bexdayê de.
Nêrîn
Balkêş e ku Erdogan û rayedarên payebilind ên Tirkîyayê zêdetir ji carekê giranî dane pêwîstîya “Jinavbirina PKK`ê” -weke ku ew pênase dikin- mîna faktoreke bingehîn ji bo serkeftina projeya hevbeş a “rêya geşpêdanê” di navbera Tirkîya, Îraq, Îmarat û Qeterê de. Anku armanca Tirkîyê ji pêşkêşkirina 26 projeyan ji Iraqê re îmzekirina peymana bîst û heftemîn a girêdayî ewlehîyê ye, û ji ber ku îmzekirina vê peymana dawî hat paşxistin û wek ku Tirkîyê dixwest neçû serî, ev yek nîşan dide ku Tirkîya dê pabendî hemû peymanên ku berîya niha hatibûn îmzekirin nebe, bi taybetî yên di biwarê para Îraqê ya ji avê.
Heşda Şe`bî jî ku li şûna Îranê şer li dijî Amerîka û baregehên wê li Îraq û Sûrîyayê dike naxwaze li dijî PKK`ê şer bike, ji ber ku ew berteka kurdên li Sûrîya, Îraq û Îranê li ber çavan destîne û dê ji piştgirîya Amerîka ya ji kurdan re li dijî Îran û milîsên wê bitirse, nemaze ku têkilîyên di navbera Heşda Şe`bî û erebên sûnî li Îraqê rageş in, di wextekî de ku Heşda Şe`bî qebûl nake ku ji herêmên sûnî yên îraqî derkeve, piştî ku DAIŞ ji wan qewitand.
Di encamê de, tê çaverêkirin ku Tirkîya êrîşeke yekalî ya leşkerî li dijî PKK`ê encam bide, lê ev êrîş dê “ji hêla cih û demê ve sînordar be”, û piştre Îraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê di ber bidawîkirina vî şerî de bi rola navbeynkar bilîzin, û dibe ku armanca Tirkîyayê ji wê operasyona berîya prosesa aştîyê, ew be ku xwe li pêşîya raya giştî ya tirkî bide xuyakirin ku va ye ew ji rêgezekî bihêz derbasî danûstandin dibe û ew dê mercên xwe bisepîne û PKK`ê ji sînorê xwe bidûr bixe, nemaze ku di dema serdana Erdogan a ji Hewlêrê re, bi stûxwarî li ber ala Kurdistanê û li bin wêneyê rehmetî Mella Mistefayê Barzanî rûnişt. Erdogan ev rewşa han ti carî qebûl nedikir eger destûdara wî ji wiha baştir bane, çimkî ji alîyekî ve ew di tecrîdeke navdewletî û herêmî de maye, û ji alîyekî din ve partîya wî binkeya xwe ya gelêrî hino hino ji dest dide û aborîya wî berûpaş vedigere.
Lewra, dixuye ku li paşperdeya daxuyanîyên Erdogan ên di derbarê pêkanîna operasyoneke leşkerî ya mezin li dijî PKK`ê, niyazên vegera li prosesa aştîyê hene, ji ber ku heta niha AKP`ê –weke her car- piştî bibinketina wê di hilbijartinên şaredarîyan de destê xwe nedanîye ser şaredarîyên ku kurdan bi dest xistine, li herêmên kurdî. Her wiha, vê dawîyê AKP`ê tenê giranî daye projeya sererastkirina destûrê tirkî, ku ev yek bixwe dibe ku bibe dergehek ji vegera Erdogan a ber bi prosesa aştîya bi kurdan re.
[1] وكالة أنباء العالم العربي، 24 أبريل 2024 https://n9.cl/y8t34
[2] صحيفة العرب اللندنية، 25 أبريل 2024 https://n9.cl/g1wez
[3] صحيفة العرب اللندنية، 25 أبريل 2024 https://n9.cl/d8pvv5
[4] شبكة أخبار العراق، 24 أبريل 2024 https://n9.cl/eum6g
[5] وكالة شفق نيوز، 17 أبريل 2024 https://n9.cl/hfm93
[6] اندبندنت عربية، 27 أبريل 2024 https://n9.cl/65rnhr
[7] ميدل إيست أونلاين، 25 أبريل 2024 https://n9.cl/0z7wk
[8] العربية نت، 22 أبريل 2024 https://n9.cl/9o0wa
Nivîskar: Lezgîn Îbrahîm- Lêkoler li navenda Firatê ya Lêkolînan