Lêkolîn

Ber bi stratejîyeke geşepêdana aborîya xwecihî ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ve

Wergera ji Erebî: Mistefa Mistefa

Bi erebî peyda ye

Pêşgotin

Dosyayên geşepêdanê ku xwe dispêrin liv û tevgera civakê û peydakirina rêyên pêşdeçûn û pêşketinên aborî, di aborîyên pêşketî, paşmayî û yên ber bi pêşketinê ve de, xwedî alîyekî stratejîk ê rasteqîn in.

Eger em bên li projeya geşepêdana aborî weke plansazîyeke xebitînê ya mezin û giştî meyze bikin, wê demê gerek e derfet û karînên li ber dest bên destnîşankirin, û rewşa heyî ya aborîyê ji alîyê nîşaneyên geşepêdanê yên tê de û tevaya dahatên aborî binirxînin, û van dahatan ji bo başkirina rewşa aborî û civakî, her wiha geşedana beşên xizmetguzarî, berhemdayîn û civakî terxan bikin. Bi vê yekê dê ewlehîya aborî li civakê bê mîsogerkirin û asta başbûna aborî bilind bibe.

Rêya geşepêdanê li ser me ferz dike ku armanc û tercîh bên destnîşankirin, her wiha divê stratejî û sîyasetên geşepêdanê bên danîn û di ber bihêzkirina binesazîya aborîyê de ku bibe bingehek ji geşepêdana aborî û civakî li herêmê, pêwîst e gelek planên pêşketî bên cîbicîanîn.  Ev yek bi rêya qezenckirina dahat û şîyanên ku beşên aborîyê yên sereke weke çandinî û bazirganîyê baştir dikin, pêkan e, her wisa bikaranîna rê û sîyasetên ku girîngîya wan beşan a aborî bihêztir dike û bandora wan a di berhemdayîna xwecihî li herêmê zêdetir dike û alîyê pîşesazîyê baş û ber bi pêş ve dibe, ev hemû dê di berjewendîya peydabûna kelûpelên sereke li bazarê û derfeta dev ji hawirde berdanê de bin.

Di vê çarçoveyê de, mijara bidestxistina ewlehîya xwarinê yek ji giringtirîn tercîhên pêşketinê ye, û ew yek ji giringtirîn mijarên ku pêwîstî bi balkişandina zêdetir heye, ji ber bandorên neyênî yên alozîya Sûrîyayê li ser rewşa jîyanê, û zêdebûna rêjeya xizanîyê di nava civakê de.

Lewra, bipêşxistin û cîbicîanîna planên geşepêdanê yên taybet bi beşê çandinîyê, dê mîna dergeheke girîng a ber bi peyakirina berhemên xwarinê yên sereke û başkirina rewşa jîyanî û bidestxistina xwestekên cîbicîanîna sîyasteyên weberhênana di çarçoveya palnên geşepêdanê de be, ku bi vê yekê wê ewlehîya xwarinê li herêmê pêk were û dê şerê hemû rengên xizanî bike û rêjeya wê li kêmê bixe.

Pirsgirêka Lêkolînê

Di nava guhertinên sîyasî û aborî ku di van salên dawîn de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê rû dan de, ku di encamê de Rêveberîya Xweser hemû dahatên aborî yên li herêmê kirin destê xwe û weberhênana wan di ber pêşkêşkirina xizmetguzarîya giştî de kir, her wiha dabînkirina lêçûnên îdarî û leşkerî, Rêveberî rastî gelek astengî û zehmetîyan hat, nemaze di milê danîna planên geşepêdanê û cîbicîanîna wan de, her wisa lêgerîna li derfetên bipêşxistina rewşa aborî, ku di encama kêmpeydabûna pisporên aborî de hat. li rex wê jî, Rêveberîyê di destpêka xwe de, di xebatên aborî de xwe sparte kesên ne pispor, îcarê li vir em dikarin pirsgirêka lêkolînê bi van pirsan rave bikin:

  • Gelo di rewşa aborî û weberhênana dahatên li ber dest de, li herêmê, Rêveberîya Xweser -weke rêyekê- xwe spartiye plansazîyên aborî yên zanistî?
  • Pûtepêdana Rêveberîya Xweser bi rewşa geşepêdana sektoran zêdetir bû?
  • Gelo Rêveberîya Xweser ti nîşaneyên serjimarî yên geşepêdanî ragihandine, weke rêjeya bipêşketinê yan qebareya werberhênanê yan jî ketinaserhevî ya sermayeyî û ji bilî wan, ku bi rêya wan biserketina rêbazên tên bikaranîn, di çarçoveya rewşa aborî ya sektorî bi awayekî taybet û geşepêdanê bi awayekî giştî li herêmê, bê destnîşankirin?

Armancên Lêkolînê:

  • Danasîna stratejîya geşepêdanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê.
  • Dazanîna derfet û karînên heyî, yên başkirina jîngeha xebatan û peydakirina derfetên karî.
  • Girîngdayîna bi geşepêdana sektorî, li ser esasê beşdarîya di navbera tevaya binesazîyên civakî û aborî li herêmê.

Ferezîyên Lêkolînê

  • Rewşa aborî bi dûrî çarçoveyên stratejî û planên aborî ye.
  • Li gel berhevkirina bi asta peydabûna dahatên aborî yên pêwîst, lawazîya encamên heşepêdanî yên cîbicîkirî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê.
  • Ji bo pêkanîna geşepêdana sektorî weke dergeheke bingehîn a geşepêdana aborî û civakî li herêmê, xwesipartina li hêmanên hevbeşdarîyê.

Naveroka Lêkolînê

Rêvekirin

Beşa yekem: Danasîna Geşepêdana Aborî û Armancên wê

Yek- Danasîna geşepêdana aborî

Du- wateya geşbûna aborî

Sê- Armancên geşepêdana aborî

Beşa Duyem: Pêdivîyên Palnsazîya Xwecihî û Geşepêdana Sektorî

Yek- Taybetmendîyên aborîya xwecihî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê

Du- Sedem û pêdivîyên girîng ên encamdana geşepêdana xwecihî

Beşa Sêyem: Stratejîyên Geşepêdanî yên Vekirî

Yek- Geşepêdana sektorî

Du- Qonax û gavên plankirina stratejî yên geşepêdanê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê.

Encam û Pêşinyar

Ji bo barkirina lêkolînê bi giştî