KurdîLêkolîn

BUHARA EREBAN; DI NAVBERA ŞOREŞ Û ŞOREŞA DIJBER DE

Werger: Nûrhat Heftaro

النسخة العربية

Cîhana Erebî; bi pêleke “Nerazîbûnan” re ku ji dawiya sala 2010’an ve dest pê kir, rûbirû ma. Li ser binavkirina vê tevgerê jî gelek nêrînên cuda derketin; û her kesî li gorî nêrîna xwe ya îdeolojîk an jî girêdana xwe ya siyasî; nav lê kir. Paradoks ew e; li ser binavkirina van protestoyan; du alî an jî du nêrînan li hev ne kirin. Hinekan navê şoreş lêkir, hinekan jî raperîn, hin din jî “Bizav”, hinan jî weke alozî bi nav kir û beşekî jî bal da binavkirina “komployê”. 

Sedemên ku hiştin nerazîbûn derkevin

Ji destpêka sedsala bîstan û heta roja me ya îro; herêm bi sîstema ku jêre dibêjin “Dewleta Modern” re bi rêve çûye. Dewleta Modern xisletên xwe ji dewletên Ewrûpayê yên piştî şoreşa rohnîbûnê derketin digire; lê belê ji ber kûrbûn û reseniya têgîna desthilatdarî û hikumdariyê ku xwe di rastiya herêmê de bi kok kiriye; ev sîsteman nekarî bibûna weke ya resen. 

Ruxmî ku gelek dewletên herêma Rojhilata Naverast ber bi avakirina sîstemên komarê ve çûn; ku hinekî mafê hilbijartina desthilatdariyê dide gel, ji ber ku aliyê herî girîng û ji sîstemên berê cudatir ew e ku prosesa hilbijartinê weke hewildaneke demokratîk a tijekirina valahiyên vatînî di binesaziya dewletê de pêk aniye. Lê belê di rastiyê de ev proses sînorên şiklîbûn û lîsteyên reş derbas nekiriye. Ji destpêka sedsala bîstan ve û heta niha em rast lê nehatin ku hikumet bi rêya vê prosesê hatiye guhertin; û eger guhertinek pêk bihata jî, bêguman wê bi rêya darbeyên leşkerî yên xwînî bûya. Ji ber ku darbe, wesîleya tekane ya guhertina hikumet û kesan bû. Lê di çarsed salên dawiyê de, êdî ev wesîle jî weke amûreke guhertinê bêkêr ma; ji ber ku serokên van “Komaran” bi rêya hin guhertinên destûrî ku desthilatdariya wan dirêj dike û xandeniya wan mayînde dike, xwe bi kursiyê “kursiya desthilatdariyê” ve kiribûn. Di vê rewşê de mirov nikare îdîa bike ku sîstema komarê bi şêweyê xwe yê herî sade jî li Rojhilata Naverast heye. 

Bi derbasbûna demê re ev şêweyê dewletê ji sîstemeke siyasî û rêvebirinê ber bi sîstemeke ku pir zêde xwe dispêre nîzama îstîxbaratî ve diçe ango veguherî dewleteke polîsî. Di van dewletan de saziyên herî aktîf ên îstixbaratê ne ku erk û mîsyona wan parastina serok û derdora wî ye ji ber ku ew hemwelatiyên ji asta yekemîn in. Bi vî awayî dor li azadiyên ferdî, civakî û siyasî heta yên ekonomîk tê girtin. Dewleta ku welatiyên wê ji bo avakirina wê berdêl dan û bawer dikirin ku ew ê ji wan re azadî, edalet û wekheviyê bîne, vediguhere kabûsekê û dawî li hêviyên wan tîne.

Bin navê wekheviya li pêşberî qanûnê, yek-rengiyeke ku li dijî xwezaya mirov a li pir-rengî, cudahî û ciyawaziyê digere, ferz kirin û wisa lê kirin ku ciyawaziyên dînî, etnîk û neteweyî bûn xeteriya herî mezin a li dijî vê nimûneya dewletê. Û dewletê ji kesên ku li dijî vê yekê derdikevin re, zindanên ku ji bo terbiyekirina ên li hundir û derve ava kirin û bi vî awayî dewlet ji bo tevahî gelê xwe bû zindanek.

Mêtinkariya ekonomîk a ku kesên di desthilatdariyê û derdora wan de, bin navê “Malê giştî” an jî “Milkên dewletê” dikin, dawî li beşeke berfireh a çîna navîn anî û hişt ku du çînên bi temamî ji hev cuda çêbibin, çîna dewlemendan a hejmara wan bi sînor e û çîna belengazan a berfireh, her wiha hejmareke mezin ji bê-karan û kesên birçî jî bi xwe re anî.  

Ruxmî ku ev şêweyê dewletê pir hewilda dînamîkên hundirîn (Ciwan, Jin, çînên belengaz û bindestan, gund, kêm-neteweyên dînî û etnîk û yên din) tesfiye bikira û bixista rewşeke bê-kêrî û lawaziyê jî, lê bûyerên buhara ereban, çalakiya van dînamîkan îspat kir. 

Van sedeman hemûyan bi hev re, rê li ber serî-rakirin û îsyankariyê li hundir vekir û derbasî qadan bûn, sloganên şoreşê berz kirin û xwestin sîstema heyî bê hilweşandin. 

Gelo em dikarin vê îsyanê weke şoreş bi nav bikin?

Ji bo bersivdayîna vê pirsê, pêşî divê şoreş were pênasekirin.

Şoreş di zimên de 

Wateyên peyva şoreşê ji zimanekî ta zimanekî din tê guhertin; di zimanê Inglîzî de: “Revolution” bi wateya şoreş an jî îsyan an jî hilweşandina desthilatdariyê tê. Di zimanê Tirkî de jî “Devrim” bi wateya darbeyê tê, her wiha bi heman wateyê di zimanê Farîsî de jî tê. Di zimanê Kurdî de “Şoreş” bi wateya dijîtiyê tê. Her wiha di zimanê Erebî de jî bi wateya bêzar û aciz bû, tê. 

Şoreş weke têgeh

Şoreş di têgîna siyasî de, weke guhetineke bingehîn di rewşa siyasî û civakî de ku gel di dewletekê de pêk tîne. Gelekan têgîna “Şoreş” weke rewşa veguherîna ji hevkombûnên çendaniyê ber bi guhertinên çawaniyê -dema ku digihêje standarda pêwîst- pênase kir. 

Li ser vê mijarê; ronakbîr Ocalan wiha gotiye; Di veguherînên civakî de taybetmendiyên diyalektîk, di bingehê zagonan de pêk tên. Guhertinên ku bi teşeyên danehevên çendayetî yên demdirêj; bi destdayîna mercên hundir û derve ango li dijî bêgaviyê di gihanekeke çawaniyê de bêtir lezgîniyê werdigirin û weke ku hatibin halê cudabûnê diteqin.”

Awayên Şoreşê

Awa û cureyên pir cuda yên şoreşan hene, ku nakokiyên bingehîn ên wê demê awayê wê diyar dikin. Cudabûn jî li gorî armancan diyar dibin. Weke mînak; Şoreşa azadiyê ya li dijî zayendparêziya di civaka baviksalarî de heyî, ku taybetmendiya berdewamiyê di têkoşîna xwe de dihewîne û armanca wê rakirina ciyawazî û cudakirina navbera herdu zayendan e. Xisleta vê şoreşê ew e; guhertin û peresanê di xwe de vedihewîne. Her wiha şoreşên çandî, şoreşa agahiyan ya di zanist û teknolojiyê de pêk hatiye. Di destpêka sedsala bîstan de, di demekê ji deman de; şoreşa çînî ya herî dînamîk bû. Pêve girêdayî, derketina şoreşên bin navê tevgerên rizgariya neteweyî ku hema bibêje, heta salên hefteyî berdewam kir.

Bi rêya vê şîroveya sade ya awayên şoreşê; em digihîjin encameke bi vî rengî, ne şert e ku têgeha “Şoreş” şûn têgeha şîddet û çekdarbûnê bê bikaranîn. Wê çaxê yê ku bikaranîna şoreşê diyar dike, diyalektîk e (Qanûna Berridînê). Şoreşên ku Marksîzm û diyalektîka wê ji xwe re weke rêbaz girt dest, li gorî texmînan a herî bi xwîn bûn. Ji ber ku têkoşîna çekdarî weke rêya gihandina serkeftinê bingeh girt. Her wiha şîddeta şoreşgerî bû “Pîrik”a zayîneke nû, ji ber hebûna qanûna “Tinekirina tineyê” ya diyalektîka Marksîst ku sedema sereke bû ya hişt di demekê ji deman de, şoreş şîddetê weke hewildana bi temamî tinekirina ya berê û li şûna wê bicihkirina ya nû, bingeh bigire.    

Diyalektîkeke din a pêşketinê heye, weke “diyalektîka Hegel” ya fîlozfê Almanî Hegel ê ku weke “Danerê diyalektîkê” tê naskirin, tê binavkirin. Qanûna ku Hegel di pêşketin û beridînê de xwe spartiyê; bi vî rengî ye: (Tez + Antîtez = Sentez). Tev, hebûnên heyî ne, antîtez jî her tiştê nû ye (Fikreke nû yan felsefeyeke nû yan rêbazeke nû yan sîstemeke siyasî ya rêvebirinê ya nû yan jî nirxên nû..), “+” tê wateya şerê navbera tez û antîtezê, an jî navbera ya berê û ya nû (alternatîf), ev şer wê bi sentezek nû (sîstemeke nû) encamdar bibe. Her tim di senteza nû de xisleta diyar a alternatîf e, ango ya antîtezê ye. Lê belê ev yek, tevî ku hebûna wê di nav senteza nû de lawaz ejî, hebûna ya kevn înkar nake. Ev hevkêşe, prosesa înkar û bi rêya şîddetê bi temamî tinekirina ya berê, ji holê radike. Bi vî awayî, rê li ber şoreşên domdar ên guhertina giştî ya binesaziya siyasî û civakî armanc dike, vedike. Weke mînak; (Tevgera Brahîm Xelîl, antîtezek li dijî teza kevn a ku xwedayetiya mirov û îbadetkirina pûtan esas digirt, bû. Lewra têgeha xweda parast, lê belê alternatîf di pênasekirina xwe ya xweda de pêşkêş kir û ramana pêxembertiyê weke alternatîfa Xwedayetiya mirov raber kir û bi vî awayî nirxên nû û tezên nû afirand.)  

Ji nirxandinên berê; em çawa dikarin “buhara Ereban” binirxînin?

Nerazîbûnên buhara Ereban ji çirûska ku Muhemed Bû-ezêzî yê Tunisî di 17’ê Kanûna 2010’an de ji bo ragihandina îsyan û serhildana li dijî sîstemên dîktator ên li Rojhilata Naverast vêxist, dest pê kir. Vî agirî, bêdengiya ku nêzî 400 salî li ser gelên bindest ferz kiribûn, rakir. Qêrîna Bû-ezêzî, qêrîna mazlûman li dijî zulmê bû, qêrîna kesên birçî li dijî zikên ji kedxwariya van belengazan tije bûye û serdestên ku ev yek ticarî texmîn nedikirin, anîn xwarê.  

Ji bo ku ev qêrîn veguhere şoreşê, şert û merc amade bûn. Ji ber ku deweletên ku navê “Dewleta Netewe” li wan tê kirin, ji dema avabûna wê de, bi rêya zêdekirina sloganên “Neteweyî” hewil dida yek-kirinekê biafirîne, gel û dewletê bide yek-kirin, lewra gel weke parçeyeke ku jê qut nabe, hat dîtin. Bi taybet ev hewildan weke faşîzma dewletê tê binavkirin. Armanca wê jî kontrolkirina gel û zeftkirina wî ye, ku vê yekê hişt dualîteya “Şivan-kerî” derkeve holê. Desthilatdarî şivan e (Kirde an jî sûbjeya biaqil e), civakî bi tevahî jî veguherî kerî ango (bireser). Bêguman; ev dualîte qebûl dikir û bi navê “prensîbên neteweyî” dihat kategorîzekirin. Ji ber ku parastina dewletê, parastina welat e. Lê bi derbasbûna demê re, an jî weke tê binavkirin guhertina dîrokî ya berridînê, ev dualîte bi parçebûnê re rûbirû ma, êdî “kerî” xubarê salan ji ser xwe paqij dike û li wateya hebûna xwe û cewhera mafê xwe yê jiyanê, dipirse. 

Bi awayekî giştî dewlet û nexasim dewleta netewe, taybetmendiya berridînê û guhertina xwezayî ya birêkûpêk venahewîne. Lewra weke xwe ma û di demeke kin de veguherîn sîstemên statukoparêz ên ku ne li gorî dem û çaxê ne. Ji ber vê yekê, nêzî aliyên statûkoparêz bû û dûrî xwestek, pêşdîtin û bijarteyên beşê ciwan bû. Vê yekê hişt ku nifşê heyî di nava sîstemê de bê fetisandin. Ev beş wê di van şert û mercan de veguhere dînamîkeke hundirîn a girîng, ji ber ku enerjiya herikbar a guhertin û nûkirinê di xwe de dihewîne. Nemaze piştî vebûna vî nifşî bi rêya tore û amûrên danûstendinên civakî û internetê, li cîhan û ezmûnên wê.

Rewşa din a girîng, guhertina ku di zêhniyeta beşeke civakî ya mezin de pêk hatiye ku berê ji rewşa xwe razî bû, an jî herî kêm ti rêyeke din a reva ji koledariya xwe nedidît û weke rewşa xwe ya “xwezayî” qebûl dikir. Lewra dest bi gumankirina ji rewşa xwe heyî dikir û lêpirsîn vedikir. Nexasim, piştî pêşketina têgihîştina zayendî (Xwetêgihîştina Jinê), lewma daxwazên xwe yên Azad, wekhevî û edaletê eşkere kir û bêhiquqiya derbarê wê, nemaze qanûnên rewşên sivîl, red kir. Li gorî van guhertinên ku di vî beşî de pêk hatine, venekirina qada xwe-vegotinê li pêşberî wan, û pêkneanîna guhertin û reformên pêwîst ên di rejîm û rêûresman de, weke ku tu pêşî li herikîna lêmiştê bigire ku bi xwe re teqîneke mezin tîne. 

“Zext teqînê bi xwe re tîne” gotineke bi navûdeng e û delîla kesên ku desthilatdarî di destê wan de ye, lê belê mixabin, serokên herêmê ev prensîb jibîr kirin, an jî xwe dan jibîrkirin. Civakan di bin banê van nimûneyên dewletê de, êş û azar ji rewşên zexta piralî ku encama tinebûna azadiyê bû, kişandin. Ji ber ku azadiya derbirrînê pirgirêkeke ciddî bû, her wiha nebûn an jî lawaziya azadiya çapemeniyê û …..hwd. 

Pirsgirêkên ku nehiştin, bigihîje asta şoreşê

Tişta ku her kes li ser pêkhatina buhara Ereban hemfikir e, ew e ku tevgereke jixweber bû, li dijî rastiya ku tije trajedî bû, tevgereke hêrs û îsyanê yê ku bê amadekariyên pêşî bû, ji ber ku ne xwediyê ti perspektîfên rast, hêzeke rêxistinkirî û pêşeng ku bûyeran bi rêve bibe. Lewra tewşûmeşo û bê plan û bername bû. 

Ev kaos şax û pirsgirêkên xwe hene. Ji ber ku dewletê ti carî mafê azadiya xwe-rêxistinkirinê nedabû civakê û her kesê ku hewildida, weke dijberê qanûnê dihat dîtin. Qedexe bû ku kategorî û beşên civakî xwe li derveyî çarçoveya dewletê bi rêxistin bikin û bi vî awayî dewletê pençên xwe li ser civak û azadiya xuttir kir. 

Yek ji pirsgirêkên ku buhara Ereban pêre rûbirû ma, nebûna pêşengên ku insiyatîfê bi dest bixin bû ku karibe vê hêza herikbar ber bi serkeftinê ve bibe. 

Pêşeng kî ne..?

– Rewşenbîr:

Zemînên hemû şoreşan ji aliyê rewşenbîran ve tê danîn. Mînak; Yên ku zemîna şoreşa Oktoberê ya sala 1917’an danî, rewşenbîrên Rûs bûn. Her wiha rewşebîr û ronakbîran roleke sereke di şoreşa rohnîbûnê ya Ewrûpî de lîstin.  

Rola rewşenbîran di buhara Ereban de çi ye?

Ti roleke berbiçav a rewşenbîran di bûyerên buhara ereban de nehate dîtin; nexasim erka rewşenbîrê heqîqî ew e ku ji êşên rastiyê teoriyekê biafirîne û rêyên gihandina ronesansa civakê ber bi armancê ve, diyar bike. Her wiha mîsyon û wezîfeya xwe; herî kêm teorîk û tewsîrî be jî, amadekirina xeyalên civakê yên derbarê sîstema alternatîf a ku dixwazin xwe bigihînin wê. Gava ku sîstem di zêhnên însanan de rewabûna xwe winda dikin, hildiweşin. Lewra divê teqez prosesa înşaya sîstema nû jî, ji vê nuqteyê dest pê bike. Lê tişta ku bi awayekî eşkere derketiye ew e ku rewşenbîr li herêmê navbera tiştên ku pênûsa wî vedibêje û tiştên ku di jiyana rojan de pêk tîne, bi durûtiyeke mezin re rûbirû ye. Loma nêzîk cureya ku wesfa wê di Qurana pîroz de hatiye “Weke kerê bar-hilgir e”(4). Li gel wî hevkombûneke zanîn û agahiyan ku mirov nikare paşguh bike, heye. Lê belê jêgirtî û hemû ji derve hatine birin. Ji pirtûk, dezgehên ragihandinê û ji internetê sûdê werdigire, lê belê pir kêm tiştekî jî xwe “kirde”ya xwe li wan zanînan zêde dike. Her wiha; bandora xwe bi “Rêbaz”a ku ji wî, takekesekî ezez, tenê armanca xwe ji jiyanê beza li pey qezenca herî zêde ye, ava kiriye. Piranî rewşenbîrên herêmê pênûsa xwe ji bo bidestxistina pereyan bi kar tînin û tenê weke çavkaniyeke debarê dibînin. Lê belê, ji Jean-Jacques Rousseau’yî bigire heta Victor Hugo û Nacîb Mahfoz û yên din, di dîrokê de em rastî wê nehatin ku rewşenbîrekî rastîn mir û dewlemend bû. Rewşenbîr ew e ku li hemberî trajediyên civaka xwe bi ruhekî berpirsyar tevdigere; nexasim di pêvajoyên hesas û demên aloziyan de. Her wiha ji bo wê têkoşînê dide; weke Mensûrê Hellac, Giordano Brono û yên din. Hemwextê vê; rola rewşenbîrên ereb ên ku idîa dikin wan bê-alîbûn ji xwe re hilbijartiye, di qewimînên buhara ereban de negatîf bû.  

– Rola partiyên siyasî di buhara ereban de 

Partiya siyasî weke “Komeke ji takekesên ku di avaniyeke rêxistinî de hatine rêxistinkirin, xwediyê heman îdeolojiyê ne û ji bo gihandina desthilatdariyê hewil didin” tê pênasekirin. 

Li gorî texmînan, derketina partiyan siyasî hemwextî serdema modern bû. Lewra ji aliyê rêxistinî ve dişibiya avaniya netewe-dewletê û hiyarerşiya wê, heta ji wê weke modeleke biçûk bû. Di rewşa heyî de, netewe-dewletê kêşana xwe di nava civakê de winda kiriye. Bi qasî girîngiya asta azad û qada wê, êdî civak ti nirxê nade netewbûna dewletê an jî dewleteke neteweyê. Her wiha ji her tiştî bêtir; li edalet, ewlekarî û aramiyê digere. Partiyên siyasî jî, yên ku bi piranî xwe klasîk in, bi îdeolojiya xwe, armanc, rêxistina hundirîn û avaniya hundirîn ne li gorî demê ne. Lewra gelêriya xwe û rola xwe ya pêşeng winda kiriye. Sloganên xwe û armancên çi dibin bila bibin, êdî temsîla hêviyên xelkê û daxwazên wan ên azadî û edaletê nake. Bi wateyeke din; di wexta heyî de hemû awayên partiyên siyasî îflas kirine. Lewra di buhara ereban de ti rola partiyên siyasî nehate dîtin. Ji ber ku bi awayekî giştî partiyên siyasî yên li Rojhilata Naverast û taybet li cîhana ereban; li gorî standart û normên cîhanî yên li ser tê lihevkirin, negihandin asta partîbûnê. Tenê kitleyeke ji nakokiyan e. Heta navên wan, ti carî rastiya wan venegot. Mînaka herî berbiçav jî, partiya Baas a Erebî ya Sosyalîst û slogana wê “Yekîtî, Azad û Sosyalîzm” e. Ka partiya Baas ji van sloganên dikin zingînî û çor li ku ye. An jî navê partiya komunîst a ku “çepgiriyê” îdîa dike û xwedî kokên şovenîst e û yek ji partiyên herî neteweperest e. Loma, ti carî partiyên siyasî ne hazir bûn ku qewimînan rêve bibin.

Girîng e ku mirov xaleke din di vê çarçoveyê de bîne ziman. Di herêmê de şerê li ser desthilatdariyê, nexweşiyeke belav û kûr e. Lewra partiyên hikumdar, derfet nedan ku gel li derveyî sînorên partiyên desthilatdar, xwe bi rê û rêbazên ku ew guncav dibîne, rêxistin bike. Ji ber vê yekê, welatên ku bûyerên buhara ereban lê qewimîn, bi navê opozisyonê ti pêşketin çênebûn. Armanca wan tenê guhertina navan û kesayetên li jorî pîramîdê ne û şûna wan girtin e. Ev jî bê-şansiya gelên herêma buhara ereban bû. Alternatîfên opozisyonên wan ji hikumetan berê bi xwe xirabtir bûn, ango du rûyên weke hev bûn.  

Rola Jinê di buhara ereban de

Jin bi awayekî aktîf tevlî buhara ereban bû û roleke sereke li dijî nebûna azadî û hemû rengên cudahiyê lîst. Vê yekê ji şoreşa yasemînê dest pê kir, wexta ku jinek hilkişya ser milên du zilaman û banga azadiyê kir. Piştre slogana navdar “Cihê ku azadî lê hebe, exlaq jî heye” ku li qada rizgariyê ji aliyê jinekê ve hat avêtin. Vê dawiyê jî jina Cezairî û Sûdanî tevlî nerazîbûnan bûn. Ala Salih hilkişiya ser dika xwe, navê “Sembola Şoreşê” bi dest xist û pêşengtiya isyana Sûdanî ya li dijî dîktatoriya Omer Beşîr kir. 

“Eger ku rengê jinê li şoreşê neyê kirin, mirov nikare xwe bispêre wê şoreşê. Lê belê ev yek tenê di pênc qonaxên destpêkê de pêkan e (Zulm, cirandin, xwepêşandan, teqîn, guhertin) û ne şert e ku di pêvajoyên pêşî de jin bibe xwediyê roleke dînamîk”. (6) Ev jî li gorî derbirîna rewşenbîrekî ereb e û sedemeke sereke ye ku nehişt buhara ereban bigihîje, asta şoreşeke serdemê ya mukemel. Şoreşa ku azadiya jinê weke armanceke xwe ya sereke nebîne, mirov ji bingeh ve nikare weke şoreş bi nav bike û bi vî awayî şansê gihandina armancên din jî nîne. Ji ber ku azadiya jinê bingeha hemû azadiyan e; hemû nexweşiyên li dewrûbera desthilatdariyê kom bûne, weke (Mêtinkarî, nebûna azadiyan, inkarkirina ya “din” û redkirina wî, nebûna demokrasiyê weke çandekê û awayekê rêveberiyê, çanda tecawizê, pirsgirêkên ekolojîk, polîtîk, pirsgirêkên kêm-neteweyên çandî, bawerî û neteweyî..hwd). Hemû pirsgirêkên heyî bi pêşketina têgîna desthilatdariyê re derketin holê. Bi awayekî dîrokî, ji pêşketina têgîna desthilatdariya baviksalar ve dest pê kir û bû bingeha hemû rengên desthilatdariya siyasî an jî dînî an jî desthilatdariya diravê.          

Gava ku zilam ji bo ku bibe xweda, ket mala jinê û hemû nirxên wê yên maddî û manewî dizîn; jinê hebûna xwe ya aktîf di tevahî aliyên jiyanê de winda kir û bi wê re tevahî mirovahiyê winda kir. Ji gotina ku dibêje “Eger te tiştek li cihekî winda kir; divê tu li heman cihê te lê windakirî, bigere”. Yên ku li pey azadiyê ne, civakî an siyasî an jî ferdî dibe, bêguman divê pêşî azadiya jinê weke armanc deyne. Ji ber ku azadiya wê, azadiya civakê ye. Û ev yek nayê wateya ku jin tenê di pêvajoyên destpêkê yên tevger an jî şoreşê de hebe, lê belê divê mafê tevlîbûna wê ya aktîf, bi awayekî wekhev di pêvajoyên din ên tevgerê de jî bê dayîn. Nexasim beşdarbûna wê ya aktîf di cihên biryarê û qada siyasî de. Ev yek kêmasiya buhara ereban bû. Û yek ji sedemên sereke bû ku nehişt ev nerazîbûn bigihêjin asta şoreşê.     

Şoreşa Dijber

Mirov dikare weke cêwiyê şoreşê bi nav bike. Hemwextî şoreşê derdikeve û xwe bi kirasên wê winda dike. Dişibe vîrûsa ku dikeve nava şaneyên saxlem û dest bi rizandina şaneyên saxlem dike. Ev hêman; ji tevliheviya ku şoreş bi xwe re tîne sûdê wedigire û gel bi rastiya xwe dixapîne. Lewra gel navbera rêgeha rastîn a şoreşê û dijberî wê, winda dike. Ji ber ku armancên wê bi temamî ji yên ku şoreşger banga wê dikin, cuda ne û heta jê tê, hewil dide, şoreşê ji rê û armancên wê yên heqîqî dûr bixe. Mînaka herî baş a ku vê rave dike jî; bûyera ku di şoreşa Fransayê ya 1789’an de pêk hatiye. Divê pir baş sûd ji vê ibretê bê dîtin. Sloganên şoreşa Fransayê pir eşkere bûn; ew jî: Azadî, wekhevî, edalet û biratî bû. Di vê çarçoveyê de hizirvan Ocalan işaret bi mijareke girîng kir; Eger ku şoreşa Fransayê, weke ku dest pê kiriye, bi dawî bibûya, wê berê cîhanê biguherta û wê ti şans nedaba derketina sîstema cîhanî ya heyî. Lê belê bi derketina tevgerekê an jî a ku weke “kluba Jakobîtîst” tê binavkirin û bidestxistina şoreşê, rêya şoreşê bi awayekî giştî guhert. Serê şoreşgerên heqîqî bi gûillotînê firandin û bi vî awayî şoreşa dijber bi ser ket û rêya şoreşê ji armancên wê bi dûr xist û berê wê da avakirina netewe-dewletê ku ne di nava armancên şoreşa Fransî de bû. Li ser vê yekê; şoreşgerê Fransî Georges Jacques Danton hevoka xwe ya navdar dibêje: “Şoreş zarokên xwe dixwe”.              

Şoreşa yasemînan û şoreşa dijberî wê

Şoreşa yasemînê, piştî şehîdbûna Muhamad Bûezîzî di 4’ê Kanûna 2011’an de ku li dijî tevahî rengên despotîzmê bertek bi xwe re anîn, dest pê kir. Daxwazên cemaweran di azadî û jiyana birûmet de, beşdarbûna berfireh a Jina Tunisî, eşkere bû. Yek ji encamên wê; têkçûna sembolên sîstema kevn, lê belê armancên xwe bi temamî pêk neanîn. Ji ber ku valahiya desthilatdarî bi xwe re tîne; ne ji aliyê yên herî zêde nêzî daxwazên gel ên azadî û edaletê ne, lê belê ji aliyê kategoriya herî rêxistinkirî, tê tijekirin. Lewra tevgera vejînê ya îxwanan, ji ber amadebûna wê ya rêxistinî desthilatdarî bi dest xist. Koka vê tevgerê, bin navê komên Îslamî vedigere salên şêstiyî, ku yekemîn civînên xwe yên rêxistinî bi awayekî veşartî, di salên 1972’an de lidarxistin. Vê tevgerê şansa ku yekem car di dîroka xwe de ji bo birêvebirina welêt bi dest dixe, bi kar anî. Taybet ji vê derê, şoreşa dijber dest pê kir. Ji ber daxwazên gel û hêviyên wî yên guhertina radîkal a di binesaziya rejîmê de, ev tevger pir di desthilatdariyê de nema. Lê belê, serkeftina partiya Banga Tunisê ya sekuler bi pêşengtiya Beji Caid Essebsi, Tunis ji çembera şoreşa dijber dernexist. Ji ber ku armanca şoreşa yasemînê, ne ew bû ku sembolan biguherîne û sembolên nû yên bi heman îdeolojî û sîstema desthilatdariyê bîne. Lê belê, bi temamî guhertina rejîmê û saziyên wê hedef digirt. Lewra em dikarin; tevgera vejînê û partiya banga Tumisê, weke şoreşa dijber bi nav bikin; ji ber ku bi xwe re nûbûn ji bo gel neanîn.       

Şoreşa Misrê

Eger ku şoreşa çileyê; weke ku destpêkirî temam bibûye, şoreşa Misrê dikarîbû bibûye sembola şoreşên buhara Ereban û Misr li herêmê dikarî bibûya, modelek û mînakek.

Qada rizgariyê, ji destanên pir gewre yên şoreşa çileyê ya sala 2011’an bû. Daxwazên gel ên azad, edalet û jiyana birûmet bin slogana “Jiyan û rûmet” eşkere bû. Vê tevgerê karîbû di demeke kurt de, bigihîje armancên xwe yên rakirina sembolên sîstema kevn. Lê belê ji ber gelek pirsgirêkên ku pêre rûbirû bû, nekarî bigihîje armancên xwe. Ji wan pirsgirêkan:

1 – Nebûna pêşengtiyeke rêvebir, tevgerê kontrol bike û gelê raperîner rêve bibe û rêxistin bike. 

2 – Nebûna perspektîf û bernameyên diyar; nexasim ên girêdayî rêvebirina welêt piştî hilweşandina rejîmê. 

3 – Parçebûna civaka Misrî li gorî van kategoriyan; 

– Neteweperest an jî weke Nasirî -Camal Abdullnasir- tên binavkirin. Van kesan; raperîna gel û daxwazên wan; weke êrîşa li dijî nirxên dewletê didîtin. Ev kategorî, statûkoparêz e ji guhertin û nûbûnê ditirse û bi awayekî xurt navbera welêt û dewletê ve girê dide. Parastina saziyên dewletê, weke erka xwe dibîne.

– Îslamparêzên radîkal; nexasim koma Îxwan muslimîn, ku hatiye tespîtkirin ew bi pir dûrî temsîlkirina daxwazên gel ên azadî û edaletê ye. Ev kom; li Misrê rêxistineke kevn e û piştî ku piştrast bû ku encama vê tevgerê wê rakirina sembolên rejîma kevn be, di rojên dawiyê de tevlî pêla şoreşê bû û ji valahiya rêvebirinê ya heyî, sûd wergirt.         

– Beşa ku li pey guhertin û nûbûnê ye ku ardûya şoreşa Misrê bû û dixwest li welatekî ku li gorî demê ye û li cîhana derve vekiriye bijî. Lê belê bêtecrûbe bû û ne xwediyê amûrên rast ên pêkanîna şoreşê û gihandina wê heya tevahî armancên wê bû.   

Piştî rakirina Mubarek û ekîba wî; şer navbera hersê kategoriyan çêbû û vê yekê hişt berê tevgerê bê guhertin. Nûnerên şoreşa dijber dîtin ku şans heye, vê rewşê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Piştî ku beşê yekem ji bo rêvebirina welêt ku xwediyê mîraseke çandî ya sekuler e û nayê paşguhkirin, rê jê re vekir ku ew bi xwe jî parçeya din ji şoreşa dijber e, bi pêşengtiya Muhammad Mursî koma Îxwan Muslîmîn, piştî ku encamên têkoşîna qada rizgariyê bi kar anî û xist xizmeta berjewendiyên mezhebî û komparêzî, insiyatîf bi dest xist. Bi awayekî eşkere, ji bo ku bi desthilatdariya îxwan muslîmîn û armancên wan re li hev bike, rabû û guhertinên ciddî xist destûra welêt. Lê pirsa ku di pirsgirêkê de derdikeve holê ew e; Çima statukoparêzên neteweperest, piştî valahiya ku çûyîna Mubarek û hevkarên wî bi xwe re anî, ji bo bidestxistina desthilatdariyê, di rê liber-vekirina Mursî û Îxwanan de rol lîstin? Dibe ku bersiv di rewşa niha de ye. Ji ber ku xwestin du bijarteyan tenê deynin pêşberî gel; ew jî an Îxwan an jî em neteweperestên bi rêveberiya Sîsî. Û weke gotinên pêşiyan dibêjin; “Da ku tu bi ta’yê razî bibe, çavên te li mirinê vedikin.”

ENCAM:

Awayê şoreşan di hezar-saliya nû de ji ya berê cudatir e. Zanîn bi herdu aliyên xwe (Partîkî û Însanî) ve pêşketin. Zanînên xwezayî; ber bi zanînên modern ên weke fizîka Quantumê an jî Quantîk û di navê de teoriya relatîv a Einstein; bi pêş ketin û fizîka klasîl weke ya Newton û yên din derbas kir. Her wiha derketina hawirdor-nasiyê (ekolojiyê) û pêşketina gewre ya zanista kîmyayê û pêşketinên seyr ên cîhana pîşesaz û teknolojiyê. Di heman demê de gavên pir bibandor di zanistên Însanî de hatin avêtin. Nexasim civaknasî ku di dema niha de û bi dîtina gelek kesan, weke “Dayîka zanistan” tê pênaskirin. Mînak herî baş jî; pêşketina mezin a di qada Felsefeyê û felsefeya Quantumê de ye. Di encama pêşketinên ku di zanistan de pêk hatine; teoriyên şoreşê ên xwe dispêrin paradîgmayekê an jî weke tê binavkirin “ruhê demê” derketin holê. 

Teoriyên civakî xwe dispêrin zanistên dema xwe. Mînak; di çaxa Marksîzmê de; fizîka herî naskirî û qebûlkirî fizîka Newton e. Teoriya Darwin a berridandinê jî, di qada zanistî de cihekî mezin bi dest xistibû; her wiha şûnwarnasî (Arkeolojî) têra xwe pêş neketibû. Lewra em dikarin bibêjin ku Paradîgma rasthevhatina zanistên civakî û zanistên dema xwe ye. 

Ji ber vê yekê em dikarin Paradîgmayê wiha pênase bikin: Komeke ji fikrên ideal e, komkirî û hemû berjwendiyên cuda yên kategoriyên civakê, vedihewîne.  

Paradîgma heta dawiya sedsala bîstan; li ser bingeha têgîna mafê çarenûsê hatibû danîn ku teqez dihat wateya avakirina dewletê. Hemû kategoriyên cuda; tevî nakokiyên xwe, berjewendiyên xwe di avakirina dewletê de didîtin. Lewra hemû teoriyên şoreşê an jî teoriyê civakî, ji bo ku li ser bermahiyên wê dewleteke nû ava bikin, hilweşandina şiklekî ji şiklên dewletê hedef dikirin. 

Di dema me de, paradîgma pêşketiye û li çareseriyên derveyî çarçoveya dewletê ango weke tê binavkirin li “demokrasiya dij-dewletê” a ku xwe dispêre rêxistin û xwe-rêvebirina civaka ne-fermî digere. Mînak; hejmara niştecihên Misrê nêzî 100 milyon e (9), û li gorî wezîrê plangerî, şopandin û reforma îdarî, rêjeya beşdariya nava wezîfeyên dewletê an jî wezîfeyên hikumetê ji wezîfeya herî sade heta ya herî kompleks, 5.2 milyon kes e, ango rêjeya 5.2% ji niştecihên Misrê karmend û wezîfedarên hikumetê ne, (10) yên mayî jî li derveyî çarçoveya saziyên dewletê ne. Lewra dikarin li gorî pêwîstiyan xwe rêxistin bikin û li kêlek saziyên dewletê, saziyên xizmetguzarî û rêvebirinê ava bikin. Ji ber ku ev saziyên sivîl ji tevna civakî pêk hatiye, wê xwe weke desthilatdariyeke ku mêtinkariyê li civakê dike, temaşe neke û wê rengê pîroziyê hilnegire. Ji vir û li gorî vê nêrînê; divê ji bo afirandina vê nimûneyê têkoşîn bê dayîn, a ku tê wateya “dewlet + demokrasî”. Divê bê bîrxistin ku hêviya demokrasî, edaleta civakî û azadiyê ji dewletê û gumana ku wê biguhere û bibe dewleteke demokratîk tiştekî çewt e. Lê divê kar li ser qanihkirina dewletê bi qebûlkirina çareseriyê bê kirin û bi rêya destûrê bê misogerkirin. Wê çaxê mirov dikare bibêje, armancên şoreşê pêk hatin û em dikarin van nerazîbûnan weke şoreş bi nav bikin.  

Di sedsala bîst û yekê de şoreş ji yên beriya wê cudatir e. Ji ber ku nakokiyên di vê sedsalê de hene ji yên sedsalên berê cudatir e. Da ku şopa wê kûr be, pêdiviya van nakokiyan bi şoreşên demdirêj hene û nikare bi rêya darbeyên demkurt çareser bibin. Lewra herdu têgehên “beriya û piştî şoreşê” ne di cî de ne, ji ber ku hêza şoreşan di berdewamî û bê-qutbûnê de ye, her tim guhertin û nûbûn e. 

Ji bo parastina keda beşdarên qadên buhara ereban û da ku ev buhar veneguhere payîzekê û rê li ber zivistaneke sar venebe, pêwîstî bi çareseriyeke bilez û nêz heye. Divê li ser girîngiya berdewamiya şoreşê bê teqezkirin, ew jî bi rêya zexeta li ser hikumetan e ku imtiyaz, hêz û parastina endamên hikumetê ji serokê dewletê bigire heta endamên hikumet û parlamentoyê rake. Û ev wezîfe bibin weke hemû wezîfeyên din ên dewletê. Ji ber ku ev imtiyaz û hêz, ji mûçeyan bigire û heta bi cihên lê dimînin, sedema sereke a derketina gendeliya nava bedena dewletê de ye. 

1 – Ferhenga El-Wesît, beşa “S” r102. 

1 – معجم الوسيط، باب الثاء، ص102.

2 – Ocalan, Abdullah, Kurdê azad nasnameya nû ya rojhilata naverast e – Parêznameya Atîna, weşanên akademiya Mazlûm Dogan, çapxaneya Ronahi, 2003, r109. 

2 – أوج آلان، عبد الله، الكردي الحر هوية الشرق الأوسط الجديدة- مرافع أثينا، منشورات أكاديمية مظلوم دوغان، مطبعة روناهي، 2003، ص109.

3 – Hermel, Cubran Salih Elî, Şoreşên Buhara Ereba.. Li gorî teoriyên şoreşan, nêrîneke dahûrandinî (Rastî û senaryoyên paşerojê), Hîwar El-Mutemedên, hejmar 4068, 20-04-2013

3 – حرمل، جبران صالح علي، ثورات الربيع العربي .. رؤية تحليلية في ضوء فروض نظرية الثورات (الواقع وسيناريوهات المستقبل)، الحوار المتمدن، العدد4068، 20/04/2013.  http://www.ahewar.org/debat/show.art.asp?aid=355286&r=0

4 – Sûreta Cuma’; Ayet (5).

4 – سورة الجمعة: الأية (5).

5 – Duncan, Jean Mary, siyaset-nasî, werger; Muhammad Ereb Sasîla, Mecid/saziya zanîngehî ya lêkolîn, weşandin û belavkirinê, Beyrût c2, r310.

5 – دانكان، جان ماري، علم السياسة ، ترجمة محمد عرب صاصيلا، مجد/ المؤسسة الجامعية للدراسات والنشر والتوزيع، بيروت،  1997، ص211. وانظر أيضاً: الكيالي، عبد الوهاب، موسوعة السياسة المؤسسة العربية للدراسات والنشر، بيروت، ج2، ص310.

6 – Zêdan, Yûsif, Doktrîna Şoreşê, Dar El-Şirûq, Qahîre, q1, 2013, r12

6 – زيدان، يوسف، فقه الثورة، دار الشروق، القاهرة، ط1، 2013، ص12.

7 – Ocalan, Manifestoya Şaristaniya Demokratîk-Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, werger; Zaxo Şiyar, çapxaneya Ş. Herekol, çapa sêyem, 2018, ciltê pêncemîn, r462. 

7 – أوجالان، مانيفستو الحضارة الديمقراطية- القضية الكردية وحل الأمة الديمقراطية، ترجمة زاخو شيار، مطبعة الشهيد هركول، الطبعة الثالثة، 2018، المجلد الخامس، ص462.

8 – Dîroka îxwan muslîmanan li Tunisê, Wîkîpediya Îxwan Muslîmînan. 

8 – تاريخ الإخوان المسلمين في تونس، ويكيبيديا الإخوان المسلمين.

 9 – Mahir, Abdullsemed, Saeta niştecihî, hejmara niştecihên Misrê di deqeya yekem ji 2019’an de radigihîne, Al-Mogaz, 01-01-2019

9 – ماهر، عبد الصمد، الساعة السكانية تعلن عدد سكان مصر أول دقيقة من 2019، الموجز، 01/01/2019.http://almogaz.com/news/politics/2019/01/01/1972580

10 – Almasryalyoum, “Pal” hejmara karmendên hikumetê 5.2 Milyon e, 14-09-2019

10 – المصري اليوم، “التخطيط”:عدد موظفي الحكومة 5,2 مليون،14/09/2018.https://www.almasryalyoum.com/news/details/1322517