Şam û Enqere; ber bi gereke nû ya danûstandinên normalîzekirina têkilîyan ve… Armanc, karvedan û astengî
Bi erebî peyda ye
Bi îngilîzî peyda ye
Piştî ku serokwezîrê Îraqê, Mihemed Şîya` El-Sûdanî, destpêka hezîrana 2024`an eşkere kir ku hikûmeta wî ji bo vejandina dosyaya normalîzekirina têkilîyan di navbera Şam û Enqereyê de di nava pêwendî û tevgerê de ye, gelek daxuyanî ji alîyê serokê rejîma Sûrîyayê û serokê Tirkîyayê ve derketin û dan xuyakirin ku ew li ser her destpêşxerîyeke girêdayî asayîkirina têkilîyan vekirî ne. Îcarê di vê derbarê de, rojnameya “El-Weten” a fermî vê dawîyê ragihand ku civîna Bexdayê “dê gaveke destpêkê ya prosesa danûstandineke demdirêj be, û dibe ku di encamên wê de lihevkirinên sîyasî û meydanî derkevin”. Rojnameyê her wiha îşaret bi wê yekê kir ku “Tirkîya ji Mosko û Bexdayê xwestîye ku ew bi Sûrîyayê re li ser maseyeke dualî rûne, bêyî ku alîyekî sêyem hebe û civîn bidûrî ragihandinê be”.
Gera nû ya çaverê ji gerên berê di şert û mercên hinekî cuda de tê. Ew jî bi sedema guhertina hinek bûyeran, wek serkeftina Erdogan di hilbijartinên serokomarîyê de û mayîna wî li ser desthilatdarîyê, vegerandina Şamê bo Komkara Erebî, û vegera balyozên hin welatên erebî û herî dawî Erebistana Siûdî bo Şamê; Ji bilî encamên şerê Gazayê, ku dê bandorê li gera nû ya danûstandinên normalîzekirinê bike. Ji nermbûna daxuyanîyên Şam û Enqereyê xuya dibe ku ew her du jî hewcedarê van gotûbêjan in, û dibe her du alî tawîzan bidin da ku bighêijn encameke lihevhatî, lê dîsan jî û ji ber kûrbûna nakokîyên her du alîyan, dê mesele bê zehmetî û astengî derbas nebe û negihe serî.
Îcarê li vir, gelo çi hat guhertin ku careke din ev dosyaya han di wextekî wisa de were vejnadin? Kaxezên hêz û lawazîyê li cem Enqere û Şamê çi ne? Helwesta herêmî û navdewletî ji van danûstandinan çi ye? Heta kîjan radeyê ev gera nû dê bi ser bikeve û çi astengî li pêşîya wê hene? Û gelo bandorên gengaz ên biserketina van danûstandinan li Rêveberîya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, her wiha li opozisyona sûrî ya bi ser Turkîyayê ve dê çi bin?
Helwestên nerm ên Şam û Enqereyê
Piştî bibinketina hewldanên berê yên bi serperiştîya Îran û Rûsyayê, vê carê dîsan behsa meseleya asayîkirina têkilîyan di navbera Şam û Enqereyê de ji alîyê Bexdayê ve hat kirin, piştre gelek daxuyanîyên her du alîyan (sûrî û tirkî) li dora amadebûna wan a ji dyalogê re derketin, lê balkêş bû ku ritma danîna mercan ji hêla her du laîyan ve ji carên berîya niha kêmtir bû. Hin sîyasetmedarên sûrî dibêjin ku “mercê Şamê yên vekişîna Tirkîyayê ji xaka Sûrîyayê berûpaş vegerîyaye û tenê di çarçoveya “biryardayîneke devkî” ya ji alîyê Tirkîyayê ve de maye, anku divê Tirkîya ragihîne ku ew dê ji Sûrîyayê vekişe berîya ti danûstandinek dest pê bike”. Ev nêrîna han di axaftinên wezîrê karê derve yê hikûmeta Şamê de di kongreyekî rojnemevanî, di 4`ê hezîrana 2024`an de belî bû, dema ku got: “Em dixwazin sozên cidî ji Tirkîyayê werbigirin ku dê ji xaka sûrî ya ku dagir kirîye vekişe û dê piştgirîya xwe ya ji rêxistinên terorîst re rawestîne”. Ev tê wê wateyê ku her du alî amadebaşîya xwe ya ji bo danûstandinan dîyar dikin bêyî ku ti mercên pêşwext hebin, her wiha wê mijara vekişîna Tirkîyayê ji Sûrîyayê piştî destpêkirina danûstandinan bê gotûbêjkirin, ne ku berîya wan.
Ev yeka han di axaftinên serokê rejîma sûrî Beşar Esed de di dema hevdîtina wî bi nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê li Sûrîyayê Elksender Lavrentîv de, di 26`ê hezîrana 2024`an de, dîyar bû dema ku da xuyakirin “Sûrîya li ser tevaya destpêşxerîyên girêdayî têkilîyên di navbera Sûrîya û tirkîyayê de vekirî ye, ku ev destpêşxerî xwe dispêrin serwerîya dewleta sûrî ya li ser hemû xaka wê ji alîyekî ve, û şerê li dijî tevaya rengên terorê û rêxistinên terorîst ji alîyekî din ve”. Tevî ku mercên sûrî di evê daxuyanîyê de belî ne jî, lê ji hêla awayê hûnandinê ve hatîye guhertin, çimkî ne weke berê, li şûna daxwazên vekişîna Tirkîyayê, behsa serwerîya sûrî hat kirin û ev yek tê wateya ku Şamê çiraya kesik daye Bexda û Rûsyayê da ku gera nû ya dyaloga bi Tirkîyayê re berdewam bikin.
Li hember wê yekê, daxuyanîyên serokê Tirkîyayê jî, Receb Teyib Erdogan, gelekî nerm bûn, heta asta ku Erdogan dûr nabîne “civînekê bi hempîşeyê xwe yê sûrî, Beşar Esed, re li dar bixe, û têkilîyên her du welatan vegerin weke berê”. Ev yek jî tê wateya ku xwestekeke tirkî ya mezin der barê danûstandinên bi Şamê re heye.
Çi dihêle ku her du alî vê carê ewqasî nerm bin?
Der barê Şamê de: Xuya ye ku mebestên Şamê ji nîşandana nermbûn û vekirîbûna li ser destpêşxerîyên normalîzekirinê ku ji alîyê Bexdayê ve bi piştevanîya welatên Kendavê dest pê kirine, bi şert û mercên aborî yên li ser Sûrîyayê, her wiha bi fişarên erebî, rûsî û amerîkî yên ku ji Esed dixwazin ber bi çareserkirina kirîza Sûrîyê bi rêya dîyalogê û li gor biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî tev bigere ve girêdayî ne. Li alîyekî din, rawestandina yasaya dijî-nromalîzekirinê ji alîyê Amerîkayê ve li gel Şamê, ku berdewamîya yasaya Qeyser e, ku di dawîya sala 2024an de bidawî dibe, peyamek e ji bo rêjîmê ku derfeteke nû dide wê ji bo hevkarîkirina bi welatên erebî re û nîşandana cidîyetê di çûna ber bi dîyalogê û çareserkirina kirîza Sûrîyayê ve bi rêya danûstandinan û di çarçoveya biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî de, û ev derfetek e ji rêjîmê re da îsbat bike ku ew bi rastî jî ber bi çareserîyeke sîyasî ve diçe, berîya dawîya vê salê, ji bo ku cezayên Qanûna Qeyser neyên dirêjkirin an jî yasaya li dijî normalîzekirinê dernekeve.
Li rex vê yekê, dixuye ku rejîma sûrî êdî di çarçoveya Destpêşxerîya Erebî (gav bi gav) de û li gorî biryara navneteweyî –eger bi awayekî şekilî bi jî- tev digere, ev yeka han ji biryar, guhertin û rêkarên ku serokê rejîma sûrî vê dawîyê li Sûrîyayê pêk anîn dîyar dibe, ji van guhertinên em behsa wan dikin jî, biryarên encamdana guhertinên jikok di artêşa sûrî de her wekî guhertina pergala tecnîdê, derçûna bi hezaran ji leşkeran, efûkirina kesên ji leşkerîya yedekî re xwestî, ku bi van gavan rejîm hewl dide artêşa sûrî bike artêşeke xwebexş, her wiha ev biryarên han ji bo vekirina derî li ber vegera koçber û penaberan e, nemaz li ber vegera ciwanan bêyî ku tirsa girtinê li cem wan hebe. Ji wê yekê zêdetir, rejîm hewl dide ku welatên erebî bi guhertina van biryarên han razî bike û derfeta beşdarîyê li ber çîna ciwanan veke da ku tevlî hilbijartinên “Encûmena gel” bibin û xwe weke namzet destnîşan bikin. Li nik vê yekê, destpêkirina bi pêngavên “kontrolkirina qaçaxkirina Keptagonê”. Ev guhertinên han hemû di sîyaseta sûrî de, li rex bêdengîya Şamê der barê şerê li Xezayê, ku tenê çend daxuyanîyên fedîkoyî dan, dikevin çarçoveya hewldanên Esed ên bidestxistina naskirin û rewabûnekê ji welatên erebî, xerbî û heta bi amerîkayê jî, bi hêvîya ku cezayên aborî yên li serê bên kêmkirin.
Der barê Tirkîyayê de: eger em li rewşa ku Tirkîya tê re derbas dibe binêrin, em dê hin sedemên ku hiştin Erdogan amadebaşîya xwe ya normalîzekirina têkilîyan bi Esed re binasin, ji van sedeman jî ev in:
Piştî bibinketina Erdogan û partîya wî di hilbijartinên xwecihî yên ku nîsana 2024`an encam dan de, êdî wî hîs kir ku ew û partîya xwe di xeterîyekê de ne, nemaze ku ji sedemên bibinketina wan di hilbijartinan de alozîya penaberên sûrî li Tirkîyayê bû, her wiha wêranîya rewşa aborî ya welêt, ku ew jî li sîyasteyên derveyî yên Tirkîyayê vedigere, her wekî dosyaya sûrî. Lewra, Tirkîya niha hewl dide ku hin destkeftinên aborî qezenc bike, ew jî bi rêya nêzîkbûna bi rejîma sûrî re, û hin dergehên bazirganîyê yên di navbera herêmên dagirkerîya Tirkîyayê û rejîma sûrî de veke û me dît bê çawa dergehê “Ebû Zindeyên” di navbera bajarê Babê û herêmên li jêr destê rejîma sûrî de hat vekirin. Jixwe ev gava navborî jî li gorî daxuyanîyên wezîrê derve yê Tirkîyayê, Hakan Fîdan, hat xwendin ku wî bixwe gotibû gerek e ev dema aram ji bo encamdana nêzîkatîyekê di navbera opozisyon û rejîma sûrî de were keysbazkirin, lê ev gava han rastî bertek û nerazîbûna gelêrî hat, ku Erdogan ew bi “xîtaba bijehr” a opozisyona tirkî ve girêda û got ku opozisyonê xwepêşandanên penaberên sûrî yên li Tirkîyayê li dijî kirinên nijadperestên tirk gur kirin.
Ji alîyekî din ve, Erdogan hewl dide ku bi rêya nêzîkbûna bi Şamê re, sûdê ji xwesteka Esed a vekirina rê li ber dewletên Kendavê werbigire ji bo peydakirina piştevanîya aborî ji bo qonaxa nûavakirinê, ji ber ku serokê Tirkîyê hewl dide welatê xwe ji çirava kirîza aborî û darayî ya xetimî derxe, ew jî bi navbeynkarîya Rûsya xwest ku dergeh û rêyên ku ji Tirkîyayê derbasî navçeyên opozisyonê û rêjîma sûrî dibin ber b i sînorê Urdunê ve veke.
Sedema din ku ji bo Tirkîyayê ya herî girîng e, ew e ku hewl bide tecrubeya Rêveberîya Xweser têk bibe, ji ber ku Tirkîyê amadekarîyên Rêveberîya Xweser ji bo herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê ji bo lidarxistina hilbijartinên xwecihî weke hincet girt ku berê xwe ber bi Şamê ve bike. Û ev sedema han weke xaleke hevbeş a di navbera Tirkîya û Şamê de dît ku ji bo şerê Rêveberîya Xweser û astengkirina bipêşketina wê pev re hevkar bin. Tirkîya her wiha ditirse ku rêjîm dîyalogê bi Rêveberîya Xweser re veke, ku ev yek tê wateya naskirina nehênî ya wê weke yek ji pêkhateyên opozîsyona Sûrîyê û ew alîyekî sereke ye di çareserîya sîyasî ya Sûrîyayê de. Lewra Tirkîya hewla astengkirina van hewldanan dike, eger ev yeka han bigihe asta ku komên opozisyonê bike qurbanî û wan bi hêzên rêjîma sûrî re bike yek, û ev tişta han di daxuyanîyên Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan de dîyar bû, ku gotibû: “Em di wê bawerîyê de ne, eger Sûrîya û opozîsyona wê bibin yek, dê bibe faktorekî girîng di şerê li dijî terora Partîya Karkerên Kurdistanê de” Li gor nûçeya rojnameya El-Erebî El-Cedîd, di 25ê Hezîrana 2024an de.
Helwestên herêmî û navdewletî
Helwesta Îranê: Wisa dixuye ku Îranê di wextekî ku têkilîyên welatên erebî bi Şamê re baş dibin Bexda neçar kirîye ku vê rolê bilîze, nemaze piştî ku Erebistana Siûdî balyozê xwe vegerande Şamê, ev tê wê wateyê ku Tehran ditirse ku welatên Erebî wek Erebistana Siûdî, Îmarat û Misir roleke mezin di serkêşîya prosesa sîyasî bo çareserkirina alozîya Sûrîyayê de bilîzin, di nav de Navbeynkarîya di navbera Şam û Tirkîyê de, ku dibe li ser hesabê bandora Îranê li Sûrîyê pêk were, eger navbeynkar ne di bin sîya Îranê de be.
Tiştê ku tirsa Îranê zêde dike, peydabûna nîşanên peywendîyê di navbera rêjîma sûrî û Amerîkayê de ye, û serokê rejîma sûrî bixwe di yek ji daxuyanîyên xwe de di Nîsana 2024an de eşkere kir ku “carcaran civîn di navbera welatê wî û Amerîkayê de çêdibin”. Ev ji bilî hin daxuyanîyên veşartî yên ku li ser zimanê Beşar Esed belav bûbûn û gotibûn ku “ew xwe amade dike ji bo danûstandinê li gel Rêveberîya Xweser li herêma bakur û rojhilatê Sûrîyê bike”. Ev ji bilî jinavçûna bawerîyê di navbera rejîmê û Îranê de piştî zêdebûna kuştina serkirdeyên Îranê bi êrîşên Îsraîlî û tilîya tawanbarîyê ber bi îstixbarata rejîma sûrî ve dihat kirin. Dibe ku ev hemû geşedan faktorên ku Îranê dihêlin ku însîyatîfa çareserîya sîyasî – di nav de asayîkirina têkilîyan di navbera Şam û Enqereyê de – bi rêya milê xwe yê Îraqî bixe destên xwe be, ji bo ku rejîma sûrî di bin kontrola xwe de bihêle, û kaxezan tevlihev bike di ber astengkirina nîyetên rejîma sûrî yên vekirina derîyê dîylogê bi Rêveberîya Xweser re di bin fişar û arandinên amerîkî, bi taybet piştî ku asoyên vê gava han li ser zimanê nûnera amerîkî li Neteweyên Yekbûyî, Linda Thomas-Greenfield, di civîneke Encûmena Ewlekarîyê ya der barê Sûrîyayê de eşkere bû dem got: “welatê me amade ye ku li ser rakirina cezayên li ser Sûrîyayê bifikire, eger pêşketinek ber bi çareserkirina alozîyê ve çêbû.”
Helwesta Rûsyayê: Rûsyaya ku bi şerê xwe yê li Ukraynayê ve mijûl e, ji ber du sedemên sereke hewl dide ku têkilîyên di navbera Şam û Tirkîyê de normal bibin. Sedema yekê ew e ku Rûsya her dixwaze Tirkîya nêzî wê be û ber bi mihwerê xerbî ve neçe. Rûsya dixwaze pêwendîyên wê bi Tirkîyayê re vekirî bimînin, ji ber ku gelek dosyayên hevbeş di navbera her du alîyan de hene, her wekî dosyaya Lîbîyayê, Bakurê Afîrkayê, û Ezirbeycanê. Li rex vê yekê, têkilîyên her du welatan ên aborî jî hene. Sedema duyem jî ew e ku dixwaze dosyaya normalîzekirinê di navbera her du welatan de di bin çavdêrîya wê de bimeşe da ku berjewendîyên xwe li Sûrîya û Rojhilata Navîn misoger bike, û tevî ku Rûsyayê di adara 2024`an de bi rêya Wezîrê xwe yê Derve Sergey Lavrov ragihandibû ku “pêngavên pratîkî ji bo asayîbûnê niha ji ber rewşa Xezayê ne mumkin in.” Lê piştî ku Bexdayê navbeynkarîya xwe ragihand, Rûsya vegerîya û bi rêya nûnerê taybet yê Serokê Rûsyayê Aleksandr Lavrentiev li Şamê piştgirîya welatê xwe ji vê destpêşxerîyê re piştrast kir, ji ber ku “rewşên niha” ji her demê zêdetir ji bo biserketina navbeynkaran guncaw e û Rûsya amade ye ku ji bo pêşdebirina danûstandinan bixebite.” (Tirkpress, 28 hezîrana 2024). Ev helwesta han ji me re dîyar dike ku Rûsya dixwaze tayên vê destpêşxerîya han di nava destê xwe de û ji Îranê re nehêle, ji ber ku ya dawîn hevrikîya wê li ser hegemonîya li Sûrîyayê dike.
Helwesta Amerîkayê: tevî ku heta niha ti helwesteke fermî der barê destpêşxerîya normalîzekirina dawîn e de der nektîye, lê dîsan jî nermbûna Amerîkayê bi vegera têkilîyên erebî bi Şamê re, û talûqekirina qanûna li dijî normalîzekirinê nîşaneyên wê yekê ne ku Amerîka li dijî ti proseseke normalîzekirina têklilîyan navbera Şam û hevkara Amerîka ya NATOyê de nasekine, dibe ku sedem ew be ku Amerîka bi hêvî ye ev normalîzekirina han guhertinekê di alozîya Sûrîyayê de bi xwe re bîne, û gav ber bi çareserîya sîyasî ya di çarçoveya biryara navdewletî 2254 de bên avêtin.
Karvedanên pêşbînkirî yên vê normalîzekirin li ser Rêveberîya Xweser û opozisyonê
Eger destpêşxerîya Îraqî ya ji bo asayîkirina têkilîyan di navbera Enqere û Şamê de bi ser bikeve, wê bandoreke leşkerî li ser navçeyên bakur û rojhilatê Sûrîyê nebe, nemaze bi berdewamîya hebûna Amerîkayê û bi berçavgirtina ku rêjîma Sûrîyê dixwaze welatên ereb, rojava (xerib) dilxweş bike. Her wiha rejîma sûrî ne amade ye di vê qonaxê de enîyên şer ên nû bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk re veke, û ji ber vê yekê ew ê hevkarîya leşkerî bi Tirkîyê re neke ji bo şerê wê. Di heman demê de dibe ku ev normalîzekirin encamên sîyasî li ser Rêveberîya Xweser bi xwe re bîne, mîna encamdana lihevkirinekê li ser ne-beşdarîya Rêveberîya Xweser di danûstandinên çareserkirina alozîya sûrî di paşerojê de.
Di dema ku Tirkîye giringîyê dide tecrubeya Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û vegerandina penaberên sûrî yên di nav sînorên wê de, xuya ye ku şerê Rêveberîya Xweser ji bo rêjîma sûrî ne karê pêşîn e ji ber çend sedeman:
Yek– Rewşa leşkerî û aborî ya rejîmê rê nadîyê ku enîyên şer li dijî QSD`ê veke, nemaze ku Amerîka hîna li herêmê ye.
Du– Biserneketina hewildanên rejîmê ku pişta xwe bi milîsên Îranî û milîsên eşîrî yên ku ji alîyê Îranê ve ji bo şerê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk xurt kiribû, nemaze piştî destpêkirina şerê Xezeyê û mijûlbûna Îranê û milîsên wê bi wî şerî ve. Ev ji bilî êrîşên israîlî ku gelek serkirdeyên Îranî li Sûrîyayê kirin armanc, îcarê, ev milîsên han niha xwe ji ber êrîşên îsraîlî didin alî û vedişêrin, û di encamê de tevgera wan felc û belawela bûye, û ev yek jî şîyana wan a rûbirûbûna QSD`ê lawaz dike.
Sê– Li alîyekî din, biryara rejîmê bo guhertinên ji kok ve di pêkhateya artêşê de nîşan dide ku ew bi ti çareyên leşkerî ji bo rûbirûbûna Hêzên Sûrîyaya Demokratîk nafikire, bi kêmanî di demeke nêzîk de. Ji bilî wê yekê, rejîma sûrî sûdê ji hebûna Rêveberîya Xweser sûdê werdigire, û weke faktoreke fişarê ye ku bihêle Tirkîya ji Şamê re tawîzan bide ye, lewra ne di berjewendîya Şamê de ye ku rûbirûyî Rêveberîya Xweser bibe berî ku hebûna Tirkîyayê di hundirê Sûrîyê de bi dawî bike.
Lê xuya ye asayîbûn têkilîyan di navbera Şam û Enqereyê de dikare bandorek rasterast li opozisyona sûrî bike di biwarê leşkerî û sîyasî de; ji ber ku Tirkîya amadebaşîya xwe nîşan daye ku dev ji opozisyonê berde û komên çekdar ên bi ser xwe ve bi hêzên rejîmê re bike yek, ji bo rûbirûbûna Rêveberîya Xweser, ev yek bû sedema ku tirsa opozisyonê vê carê jî bertekên tund ên gel li hember vê nêzîkatîya Tirkîyê nîşan bide, bi protestokirina êrîşên berfireh ên li Bakurê Sûrîyê, êrîşên li ser baregehên Tirkîyê û şewitandina alayên Tirkîyê, ev tê wê maneyê ku opozisyon cidîyeta wê hîs dike ku helwesta Tirkîyê, ew e ku wan bike qurbana danûstandinên nû yên normalîzekirinê. Opozisyon aniha ne xwedî wê hêzê ye ku rê li ber asayîkirina têkilîyên Tirkîyê bi Şamê re bigire piştî ku rewatîya welatên erebî yên ku Şam vegerandin Komkara Erebî ji dest da, û rojava dev ji piştgirîya xwe ya ji opozisyonê re, hem a leşkerî û hem jî sîyasî, ji ber serdestîya komên tundrew û radîkal û Îxwan El-Mislimîn li ser wê berda.
Şansên biserketina gera nû ya normalîzekirinê
Nermbûna Şam û Enqereyê der barê destpêşxerîya Bexdayê de –ku vê carê ne weke berê hişik nêz dibin- nîşaneya wê yekê ye ku ev danûstandin dibe nêzîkbûnekê di navbera her du alîyan de bi xwe re bîne, û li ser hin xalên sîyasî û aborî li hev bikin, lê bêyî ku bigihin normalîzekirineke serwext û temam. Ev nêzîkbû dibe ku rûpelek nû di kirîza sûrî de veke, lê rê ber bi normalîzekirina temam dê her xwedî astengî û zehmetî be, ji ber ku hîna nakokîyên her du alîyan li dar in, û li ser gelek mijaran nelihevkirineke heye, ev ji bilî kirîza bawerîyê ya di navbera wan de.
Îcarê tevî ku her du alîyan amadebaşîya xwe ya destpêkirina danûstandinan ragihandine, lê dîsan jî eger Tirkîya bi şertê xwe yê li hemberî vekişîna ji xaka sûrî ve asê ma ku Şam dê nikaribe mercên wê bi cih bîne, nemaze şerê li dijî Rêveberîya Xweser, danîna destûreke nû ji Sûrîyayê re û vegerandina penaberan bo Sûrîyayê, her wiha eger rejîm jî bi mercên xwe yê vekişîna Tirkîyayê ji xaka sûrî ve berî ku mercên Tirkîyayê bi cih bîne, asê ma dê dosyaya normalîzekirina têkilîyan di navbera her du alîyan de ne serwext û ne biserketî be, û dê di çarçoveyeke teng de li xwe bizîvire.
Li alîyekî din, hebûna gelek alîyên herêmî û navdewletî li qada sûrî dê bihêle navbeynkarîya iraqî ber bi astengîyên dijwar ve biçe, nemaze di meseleya razîkirin û liberçavstandina berjwendîyên Amerîka, Rûsya, Îran û Îsraîl di dosyaya sûrî de, û ev yek dihêle ku prosesa normalîzekirinê bêyî hebûna çareserîyeke giştî ji alozîya sûrî re neçe serî, û di encamê de ev navbeynkarîya han dê ti encamên xwestî û mezin bi xwe re neyîne; ji ber ku tişta li Sûrîyayê û tevaya cîhanê rû dide şer û pevketineke hêzên mezin e, ne ku nakokîyên di navbera hêz û welatekî cîran de ye, lewra bi destê ti alîyekî lihevkirinê, çi sûrî be û çi jî tirkî be, dernakeve ku biryareke bi serê xwe bistîne bêyî ku lihevkirinek di navbera wan hêz û alîyên sereke de hebe.
Nêrîn:
Ji tişta me li jorê ravekirî xuya dibe ku amadebaşîya niha ya Tirkîyê ji bo vegerandina peywendîyan bi Şamê re, xwesteka cidî ji bo bidawîkirina kêşeya di navbera wê û Şamê de, ji bo sivikkirina qeyranên aborî û penaberîyê, û bipêşxistina paşketina xwe di hilbijartinên herêmî yên vê dawîyê de nîşan dide. Ev ji bilî qezenckirina demê heta dawîya hilbijartinên amerîkî û derketina hikûmeta nû ya Amerîkayê, her wiha astengkirina her hewlek ji bo dîyaloga di navbera Şamê û Rêveberîya Xweser di dema niha de.
Lê ji bo Şamê, ew baş dizane ku pêkanîna guhertinekê di dosyaya alozîya sûrî de û vegerandina têkilîyan bi Tirkîyayê re pêwîstîyeke jênerevîn e da ku ew jî aborîya xwe vejîn bike û bihêle ku Beşar Esed bi awayekî fermî careke din ji alîyê Tirkîyayê ve bê naskirin û rewatîya xwe vegerîne, her wiha da ku opozisyonîya sûrî û komên wê yên çekdar weke komên terorîst destnîşan bike, û li rex wê nameyên fişarê bişîne ji Rêveberîya Xweser re da ku dawîzan bide Şamê.
Dixuye ku Rûsya û Îran ji alîyên herî zêde piştgirîya evê destpêşxerîyê di halê hazir de dikin, ji ber ku niha Amerîka bi hilbijartinên xwe yên serokatîyê ve mijûl e, û pêwîstîya wê bi bêhtirî 6 mehan heye, lewra xwestek li cem Îran û Rûsyayê heye ku vê dema han qezenc bikin û têkilîyên di navbera Şam û Enqereyê de normal bikin, bi hêvîya ku bertekeke amerîkî ya li dijî vê gavê dernekeve.
Ji alîyê din ve her çendî Amerîka û welatên rojava helwesteke zelal der barê destpêşxerîya asayîkirinê ya ku dê Bexda serkêşîya wê bike de nîşan nedane, lê bi her awayî proseya asayîbûnê bêyî berçavgirtina berjewendîyên van welatan naçe serî û wisa xuya dike ku rawestandina Amerîka ji yasaya dij-normalîzekirinê wekî kartek tê hesibandin û ger encam li dijî berjewendîyên amerîkî nîşan bidin dikare wê bikar bîne. Li milê din, Fransa jî peyamên gefxwarinê yên veşartî şand bi derxistina fermaneke girtinê ya navdewletî li dijî serokê rejîma Sûrîyayê Beşar Esed bi tawana beşdarîya di pêkanîna tawanên dijî mirovatîyê di êrîşên kîmawî de, û ev tê wê wateyê ku ew alîyên ku piştevanîya gotûbêjan dikin bi bîr tîne ku pêwîst e berçavgirtina berjewendîyên welatên rojavayî hebe û her normalîzekirineke di têkilîyan de divê di çarçoveya îrade û biryara navneteweyî ya jimar 2254`an de pêk were.
Li gorî daneyan, opozisyona sûrî ya bi ser Tirkîyayê ve jî dê alîyê herî zêde zererê bibîne ji vê normalîzekirinê, nemaze ku “Alîyê tirkî ji Rûsya û Îraqê xwest rûniştina bi rejîmê re divê li ser maseyeke dualî be û alîyekî sêyem hazir nebe û bidûrî ragihandinê be” ev tê wê wateyê ku Tirkîya naxwaze tiştê di civînê de li serê were lihevkirin, bi taybet lihevkirinên girêdayî opozisyona sûrî û çekdarên wê, her wiha mijarên girêdayî Rêveberîya Xweser, ti kes bi wan nehise û li ser maseya civînê bimînin.
Di encamê de, dosyaya sûrî ya binakok û girêk, û di demekê de ku Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkîya li ser xaka wê ne, wê ti guhertineke li berçav ji alîyê ti terefî ve encam nede û ti çareserî negihe serî eger bidûrî alîyekî ji wan alîyan be, lewra navbeynkarîya di navbera Şam û Enqereyê de divê li ser esasê çareserîya giştî ya alozîya sûrî be, û tevaya alîyên alozîyê beşdar bin, di nav de Rêveberîya Xweser jî.