Pirsgirêkên Heyî

Tevliheviya di siyaseta Tirkiyayê ya li Sûriyayê de.. ji dijminatiyê ber bi lihevhatina bi rejîmê re

Dr. Ebdulîlah El-Mistefa- Lêkoler li Navenda Firat ya Lêkolînan

Bi erebî peyda ye

Tenê piştî çend rojan ji Lûtkeya Tehranê ya di 19`ê tîrmeha borî de di navbera Raîsî, Putin û Erdogan de, serokkomarê Tirkiyayê da xuyakirin ku ew bi niyet e lûtkeyeke nû bi serokê Rûsyayê Viladîmir Putin re encam bide, ku ew jî di 5`ê vê mehê de bi rê ve çû.

Diyar e ku armanc jê, temamkirina tişta ku di Lûtkeya Tehranê de li serê hatibû lihevkirin bû, her wekî meseleya gengaziya asayîkirina têkiliyan bi rejîma sûrî re, peydakirina bedêlê Rêveberiya Xweser û rêbazên dijberîkirina wê, nemaze piştî ku Îran û Rûsyayê xwesteka Tirkiyayê ya pêkanîna êrîşeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê red kir, û tawîzên zêdetir ji Erdogan dihatin xwestin da ku operasyona xwe bi cih bîne, an jî bedêlên misoger ji bo parastina “ewlehiya Tirkiyayê ya neteweyî” bi dest bixe, helbet geşedanên dawîn ên bilez, asta van tawîzan eşkere kir.

Encamên lûtkeyê ne li gorî tawîzên ku Enqerayê piştî Lûtkeya Sûçiyê pêşkêş kirin bûn, çimkî tenê hin lihevkirinên ku di derbarê metirsiyên Tirkiyayê yên girêdayî “Ewlehiya wê ya Neteweyî” de encam dan, her wekî gotûbêjiya di derbarê Peymana Adana (2) de, hevahingiya di navbera herdu welatan de, di meseleya şerê rêxistinên terorîst û bipêşxistina proseya siyasî ji bo çareseriyeke mayînde li Sûriyayê.

Lê ji aliyê tawîzan ve, gihaşte asta ku Tirkiya bi rejîma sûrî re li hev bê û têkiliyan asayî bike, ev yek piştî hemû dijminatiya ku hikûmeta AKP`ê bi dirêjahiya 11 salan bi rejîmê re dida xuyakirin, her wiha peydakirina rêyekê ji bo ku opozisyon û rejîmê li hev bîne.

Ji derveyî herêmên kurdî, tê xuyakirin ku Sûriya û aloziya wê êdî piştî berfirehbûna berjewendiyên stratejîk di navbera Enqere û Moskovayê de vediguhere ziraviyeke piçûk, çimkî  berava hevpar a li derdora Deryaya Reş, projeya reaktora nukleerî ya Tirkiyayê, peymanên çekan, xetên gaza Rûsyayê ber bi Ewropayê ve, qebareya pevguhertina bazirganiyê, veguhestin, peymankirin û cihê geştiyariyê ji bo gelek rûsan û yên din, dihêlin ku Tirkiya bi têkiliyên xwe yên bi hevalên xwe yên nû re (Opozisyona sûrî), yên kevin (Rojava “ewropa”) û hevalbendên xwe (NATO) bilîze da ku têkiliyên xwe yên nû bi Rûsyayê re biparêze. Di wextekî de ku herêmên kurdî di danîna stratejiyên mezin, û arasteyên cidî yên hikûmeta AKP`ê bingehek in û êdî bûne sedem û motive sereke yên reftarên Tirkiyayê li ser asta herêmê û navdewletî.

Danûstandinên Tirkî-Rûsî hebûna hêzine din ên çalak li Sûriyayê û di aloziya wê de piştguh kir û weke ku tune ne hesiband, û li ser rêya “Astanayan” berdewam kirin, anku peydakirina çareseriyan bêyî hêzên navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û biryarên wê di kirîza Sûriyayê de, ji ber ku van danûstandinan Hevpeymana Navdewletî ya ku bi serkêşiya Amerîkayê armancên xwe yên girêdayî şerê li dijî DAIŞ`ê û peydakirina çareseriyên siyasî ji aloziya Sûriyayê re û rûbirûbûna Îranê destnîşan kirin.  ne tenê wisa, lê belê Erdogan- ku ne dûr e Tehran û Moskovayê jê xwestibin- piştî bidawîbûna Lûtkeya Tehranê, ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwest ku xwe ji herêmên rojhilatî Firatê, li Sûriyayê, vekişe.

Ti pêwîstiya Tirkiyayê bi destwerdana li aloziya Sûriyayê û aloziyên “Buhara Erebî” tune bû, lê mijar bi kurtî ew bû ku xewnên hikûmeta AKP`ê yên vejandina “Meznahiyên Osmanî” û herî kêm, bi destxistina herêmên “Mîsaqa Milî” dîsa hatin ber çavên wê, lê ev yek heta niha neçûye serî û ji bilî hilweşîna rewşa wê ya aborî, jidestçûyînên diplomatîk ên herêmî û mezin û bidûrketina ji hevalbendên xwe yên aliyê rojavayî “ewropî” tiştek bi ser nexist. Her wiha çi li ser asta navxweyî ya tirkî û çi jî li ser asta hin dewletên endam ên çalak, hebûna Tirkiyayê di NATOyê de bû mijara nîqaşê, nemaze piştî helwesta wê ya ji şerê Rûsî-Ukrayînî û rûniştina Erdogan bi Putin re, weke yekem serok di NATOyê de, di wextekî de ku rageşiya di navbera Moskovayê û NATOyê de zêdetir bûbû, û bi awayekî giştî ji ber têkiliyên wê yên bi Rûsyayê re piştî peymana kirîna moşekên S-400.

Zivirîna Tirkiyayê ya nû û jirêderketina xeter

Siyaseta Tirkiyayê ya nû bi pêşketinên dosyayên derveyî û navxweyî ve girêdayî ne, ev veguherînên derveyî jî mîna veguherîna ku di têkiliyên di navbera Enqera û Moskovayê de û Enqera û Tehranê de çêbûye, ev yek weke bizavkirineke nû ya hikûmeta AKP`ê li ser hisabê têkiliyên Enqereyê yên stratejîk bi Rojava re (Yekîtiya Ewropayê û NATO) tên hesibandin.

Li aliyekî din, dosyayên navxweyî  jî,  rasterast bi hilbijartinên serokomariya Tirkiyê ve girêdayî ne, ku dê çarenivîsa AKP`ê û serokê wê Receb Teyib Erdogan diyar bike; ev  Ji bilî dosyayeke din a girîng di hundir de, ku ew jî dosyaya penaberên Sûrî ye.

Zîvirînên Tirkiyayê tenê bi meseleya Sûriyayê ve ne sînordar e, ji ber ku dîroka zîvirînên Erdogan li ser asta navdewetî naskirî ye, ji van zîvirînên herî nêzîk û nû:

-Zîvirîna ber bi Tilebîbê ve, piştî ku Erdogan, bi pêwendiyeke telefonî, serkeftina serokê Îsraîlê Îshak Herzog di hilbijartinên serokatiyê de pîroz kir û ew vexwendî serdana Enqerayê kir (serdan di adara borî de encam da), ev yek piştî bi dehên salan ji rageşiyeke di navbera herdu welatan de, ku encama kuştina hejmarek kesên tirk di bûyera keştiya “Mavî Marmara) de bû, sala 2014`an.

-Di roj û şevekê de, Erdogan dosyaya Cemal Xaşiqcî, piştî ku wek gefekê li dijî Erebistana Siûdiyê bi kar anî, girt û di dawiya nîsana borî de serdana wê kir.

Her wiha pişta xwe da Îxwan Muslimên misirî û bi ermanca başkirina têkiliyên xwe yên bi Misirê re, bêhn -li Tirkiyayê- li wan çikand, ev ji bilî daxuyaniyên Erdogan ên di tîrmeha borî de, ku digot: ti pirsgirêk tune ye ku têkiliyên bi Misirê re bigihin asteke bilind.

-Tevî daxuyaniyên Qerqaş, û piçûkxistina Tirkiyayê di encama nakokiyên di navbera herdu aliyan de, di aloziya Lîbya û ya Qeterê de, Erdogan vegeriya hembêza Ebûzebî.

-Lê zîvirîna dawîn ku ji bo gelek kesan , ji bilî opozisyona sûrî û girûpên wê yên çekdar, ne tiştekî ecêb bû, destpêkirina qonaxeke nû bi rejîma sûrî re, li ser esasê “tiştê çû nede dû” bû, ev xal dê birînekê di têkiliyên opozisyona sûrî û hikûmeta tirkî de veke ku ti carî neyê dermankirin, lê ji bilî razîkirina hin kesên di nav wan de yên nexweş, bi rêya topbarankirina herêmên Rêveberiya Xweser, wekî çawa beriya çend rojan li ser sînor çêbû, yan jî dibe ku ew kes mijara operasyona leşkerî li Bakur Rojhilatê Sûriyayê, li ser asta ragihandinê careke din vegerînin rojevê.

Gelo têkiliyên tirkî-sûrî bi rastî qutkirî bûn?

Her kes dizane ku bi dirêjahiya aloziya sûrî re rojekê jî têkiliyên îstixbaratî di navbera Şam û Enqerayê de qut nebûne, lê ji opozisyona sûrî ye ku ev têkilî tenê ji bo dijberiya kurd, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Hêzên Sûriyaya Demokratîk in, lê ji ber ku hembêza AKP`ê li wan xweş hatiye û dolarên wê ew serxweş û kor kirine, nizanin ku ew jî dê bikevin ber kevirê destarê, û em ji bîr nekin ku çarenûsa feqîrên weke Hisên Hermûş û kesên ji bilî wî encamên wan têkiliyan bûn, her wiha em ji bîr nekin jî ku têkiliyên konsolî jî ji binî ve nehatine birîn, ev bi xwe jî nîşaneya metirsiyekê ye, çimkî berevajî daxuyaniyên Erdogan û Oglu, Opozisyon nizane ku ev yek tê wateya naskirina Tirkiyayê ji rejîma sûrî re.

Eşkerekirina hevdîtineke kevin di vî wextî de

Dibe ku yek ji armancên eşkerekirina hevdîtina di navbera Mevlut Cavuşoglu û wezîrê derve yê Sûriyayê Feysel Miqdad de, di cotmeha 2021`ê de, ew bû ku weke rêvekirineke siyasî ji bo naskirina helwesta miletê Tirkiyayê û raya giştî ya opozisyona sûrî be, ew jî da ku gavên bên werin pêşbînkirin û ber bi asayîkirina têkiliyan bi rejîma sûrî re, li gorî daxwazên Rûsyayê, ve biçe.

Lê lezîna bûyeran bi awayekî yekser encam eşkere kirin, û diyar e ku siyasetên Enqerayê yên pînekirinê û hewldana spîkirina têgiha ku Mevlut Cavuşoglu bi kar anîbû dê ti sûdê bi xwe re neyêne, çimkî-tevî ku Erdogan ereb û “hin kurdên” di nava opozisyonê de dabûn bawerkirin ku ew Bavê şoreşa Sûrî û “Şêrê Sina” ye –  gelek rewşenbîrên opozisyonê û siyastemedarên wê bi wê xapandina ku rastî wê hatine hisiyan û hat xuyakirin ku ev pirs ji bo AKP`ê tenê pirsa xewnên “Osmaniya Nû” û meseleya kuştina kurdan û têkbirina xewnên wan ên azadî û serfiraziyê ye.

Lihevhatina bi rejîmê re, ji bo çi û li ser hisabê kê ye?

Vexwendina lihevhatinê yan nêzîkbûnê yan jî lihevkirinê yan jî mebesta Oglu bi rejîma sûrî re çi be bila bibe, lê stûxwarî û tawîz e, û nebûna bersiveke fermî ya sûrî û sînordarbûna helwesta wê bi çend nîşaneyên erênî di derbarê mijarê de ji bo kesayeta Erdogan bi xwe heqaretek e, ji ber ku çareseriya siyasî li gorî rejîma sûrî tenê “lihevkirin” e ku sînorê meseleya “biryarên efûyê” derbas nake û dê ti cudahî di navbera “lihevanîna tirkî” û “lihevanîna sûrî” ya ku rejîm di mijara efûkirina çi kesê ji rêya zagonên dewleta sûrî û rejîma wê derketiye, tune be. Ma ji xwe xetimîna çareseriya siyasî li Sûriyayê girêdayî vê xalê bi xwe ye, anku girêdayî tawîzên ku rejîmê ji destpêka aloziya sûrî ve  pêşkêş nekirine, û ne gengaz e ku pêşkêş bike jî, lewra ne xuya ye heta niha ka Enqera dê çawa opozisyon û rejîmê nêzî hevûdin bike, çimkî opozisyon -çi ya leşkerî û çi jî ya siyasî- heta niha li cem Şamê weke girûpên terorîst tên dîtin, û li gorî Şamê; ti cudahî di navbera komên çekdar de tune ye, ji yên herî “nerim” bigire, het di yê herî radîkal ve derkeve, û ev opozisyon, li gorî Şamê, tenê komeke derqanûnî  û ne hêjayî danûstandinê ye.

Erdogan di navbera opozisyona sûrî û ya tirkî de

Kêşeya AKP`ê di mijara vexwendina lihevhatina bi rejîma sûrî re dubendî ye, gelo li vir, wê çawa alîgirên xwe yên tirk bi siyaseta xwe ya nû razî bike? Nemaze ku sedema aloziyên Tirkiyayê yên halê hazir ew bi xwe ye, her wekî yên aborî û kirîza siyasî ya di navbera Erdogan û dijberên wî de, ku ji ber siyaseta wî ya di derbarê aloziya Sûrî de bû. Alîgirên wî pêwîstdarên zelalkirineke têrker a rewşa heyî ne, li aliyekî din, opozisyon tişta ku niha dibe, ji bo têkbirina Erdogan û partiya wî ya serdest, di hilbijartinên bê de qezenc dikin.

Ji aliyeke din ve, di çend rojên borî de, ji berteka raya giştî ya opozisyona sûrî –çi ya leşkerî û çi jî ya sivîl- xuya bû ku eger opozisyona tirkî di hilbijartinan de bi ser ket, wê çiqas pirsgirêk bên pêşiya Enqerayê, nemaze ku her û her vê opozisyonê (ya tirkî) banga asayîkirina têkiliyan bi rejîmê re û vegerandina penaberên sûrî bo welatê wan dike.

Hilbijartinên serokatiya Tirkiyayê

Rewşa hilbijartinan bi mijara borî ve girêdayî ye, dewleta Tirk li ber rojên pir dijwar e û ne dûr e ku aloziya xwe veguherîne şerekî navxweyî yê dijwar, ji ber ku ji  rewşa wê ya aborî û civakî ya xerab û siyaseta wê ya derve bi hevalbend û rikberên wê re (yên ji ber siyaseta AKP`ê ya di derbarê aloziya sûrî de) xuya dibe ku di dema bê de û di pêvajoya hilbijartinan de dê teqîneke navxweyî rû bide, nemaze eger Erdogan hîle û lîstokên xwe ji bo biserketinê bi kar anîn û ev yek ne dûr! çimkî eger Erdogan ji desthilatiyê ket wê gelek pirs û dosya li hêviya wî, malbat û alîgirên wî bin, û ev yek bi xwe dê bihêle ku Erdogan bi çi rengî be, desthilatdariyê ji dest xwe nebe, yek ji van rengên mijara gotinê jî firotina opozisyona sûrî, raya giştî ya “şoreşa sûrî” û tevaya penaberên sûrî ye. Ev ji aliyekî ve, lê ji aliyekî din ve dê operasyoneke leşkerî li Bakur Rojhilatî Sûriyayê pêk bîne, ji ber ku rejîma tirkî dixwaze rûyê xwe li hundirê Tirkiyayê spî bike, ew jî bi rêya nêzîkatiyên di derbarê dosyaya Bakur Rojhilatê Sûriyayê û Hêzên Sûriyaya Demokratîk, û da ku di hilbijartinan de bi ser bikeve, dê bi dest û diranan xwe bi wan dosyayan bigire.

Lê eger em bên behsa operasyona leşkerî ya tirkî bike, em dê bibînin ku ev mijar bi xwe ji hêla hemû aliyên çalak li Sûriyayê ve nayê pejirandin, îcarê eger Erdogan ev yek bi serê xwe kir dê encamên aborî yên talûke bi xwe re bîne, her wekî çawa Rûsya li Ukrayînayê kir, nemaze ku Erdogan baş dizane ku welatê wî ji hêla aborî ve dê gelekî li ber xwe nede û li ser lingan nemîne, ev ji bilî egeriya ku rastî bersiveke leşkerî were, ku pê re Tirkiya bikeve nava şerekî herêmî û ne hêsan.

Li milekî din, eger opozisyona tirkî di hilbijartinên bê de bi ser ket, gengaz e ku alîgirên AKP`ê yên bi îdolojiya Erdogan têr bûne, her wiha li nik wan, raya giştî ya opozisyona sûrî ya ixwanî encamê hilbijartinê qebûl nekin, yan dê ji bo qebûl-nekirinê bên sorkirin û ev yek dê rageşî û şerekî navxweyî bi xwe re bîne. Ji bo mijara qebûlkirina rewşa heyî jî, weke ku çawa rewşa opozisyona sûrî û raya wê ya giştî û tevaya penaberên sûrî di bin siya hikûmeta tirkî ya nû de ye, ku ev hikûmet her û her banga asayîkirina têkiliyan bi rejîma sûrî re û vegera penaberan bo welatê wan dike, û eger em bala xwe bidin berteka sivlî û çekdarên li bakurê sûrî, piştî bangên dawîn yên lihevhatinê, wê demê em dikarin texmîn bikin ka rewş dê ber bi kû ve biçe.

Aştiya mayînde!

Têgiha “Aştiya mayînde” ku Çavuşoglu bi kar anîbû di çarçoveya tişta me li jor gotî de, bi wateya têgihê ya rasteqîn ve nagunce, ji ber ku ewqas xwîna ku rijya, azarên bêxwediyan û dayîkên cegerşewitî, birîndar û kesên wendayî-ji hemû aliyan- dê bi rêya bikaranîneke bêserûber a gotina “Aştiyê” neyên jibîrkirin û dê mîna helwesteke bikêmasî ya çareserkirina vê aloziyê bimîne.

Ji aliyekî din ve, aştiya di aloziya sûrî de herî kêm, tê wateya xweradestkirina opozisyonê, alîgirên wê û komên wê yên çekdar, çimkî Tirkiya û bi armanca xwexilaskirina ji sûriyên li Tirkiyayê –ji bo biserketina di hilbijartinan de û di çarçoveya arasteyên nû yên siyaseta AKP`ê- dê bihêle ku opozisyona di bin destê hikûmeta wê de li bijarteyên herî baş ên ji bo asayîkirina têkiliyan bi rejîmê re bigere, ku ev xal bi xwe jî di nava Moskovayê, Tehran û Enqerayê de li serê hatibû lihevkirin û yek ji meseleyên tawîzên erdoganî ye, îcarê paşî jî dê opozisyon û komên wê yên çekdar bên xapandin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi xwe sedema aloziya sûrî ye.

Li bakur û Rojhilatê Sûriyayê jî, balafirên bêmirov û topên bi ser wan herêman de dibarin dê bi têgiha “aştiyê” re negunce û ev yek bi xwe di nêzîkatiyên Tirkiyayê bi meseleya kurdî re, ji dema damezirandina komara tirkî ve, nexuyayî ye.

Di dawiyê de

A li ber çavan ev e, lê ya veşartî dibe ku mezintir be, çimkî hevdîtina ku Çavuşoglu behsa wê kiribû (di cotmeha par de pêk hatibû) ti nîşaneyên rikberî û dijberiyê di nava herdu aliyan de lê nexuyayî bûn, û tirsa herî mezin ew ku; ew araste kevin e û tişta niha çêdibe encama wê ye.

Pêwîst bû ku siyasetmedarên opozisyona sûrî û serkirdeyên komên çekdar baş bizanin ku rêya Heleb, Hema, Himis, Şam, Dareya, Miedemiyê û Xûtayê di Efrîn, Kobanî û Qamişloyê ve derbas nabe. Di wextekî de ku gelek kesan dizanî ji radestkirina wan a herêmên li jêr kontrola wan û veguhestina wan bi “basên kes”, piştî danûstandinên AKP`ê bi Rûsya û Îranê re, tenê armanc jê ew bû ku di paşerojê de wan rûbirûyî kurdên sûrî bikin, her wiha armanca rejîma sûrî û hevalbendên wê, û beriya wan Tirkiya, ew bû ku opozisyonê û kurdên sûrî li hemberî hev bidin şerkirin û jinavbirina aloziyê “Şoreşê” bi vî awayî.

Lê di encamê de, şoreşa sûrî hemû hevalên xwe yên navdewletî û palpiştên xwe ji dewletên erebî ji dest dan, ev hemû jî ji ber siyasetên Enqerayê, ku hemû rêûresim û sînorên di navbera Şoreşa Sûrî û şoreşgerên sûrî yên rasteqîn û terora Nusira û DAIŞê û gelek komên çekdarên din de rakirin, her wiha hemû karînên Şoreşa Sûrî di ber şerê li dijî tecrûbeya demokratîk a li bakur û bakur rojhilatê Sûriyayê de bi kar anî, û ev şoreşa ku tevaya gelê Sûriyayê ji bo wê derket, ji rê û armanca wê ya sereke bi dûr xist.

Rojên bên pirr girîng in, ji ber ku tişta herî bêhtir bala hikûmeta AKP`ê bikişîne û pê ve mijûl bibe, hilbijartinên serokatiyê yên Tirkiyayê ne, ne tenê wisa, lê belê dê derbasî navika siyaseta wê ya hundirîn û derveyî bibe, û dê hewla çareserkirina aloziya aborî, pirsgirêka penaberên sûrî û metirsiyên netewperestên tirk ên girêdayî avabûna statûyeke kurdî bi her rengî, ku vê yekê jî bi têgiha “Ewlehiya Neteweyî” bi nav dikin. Ev rêgeh hemû bi aloziya sûrî ve girêdayî ne û ev yek dihêle ku Erdogan siyasteke nû û tevlihev di derbarê wê de bimeşîne, her wiha ji dijminatiyê berê xwe bide lihevhatin û asayîkirina têkiliyan bi rejîma sûrî re.

.