Pirsgirêkên Heyî

Sedemên vegera şer li herêmê

Bi erebî peyda ye

Li Rojhilata Navîn, geşedan û şerên cuda çêdibin, ev jî nîşaneya derketina guhertinan di hevkêşeyên heyî de, û veguheztina ji qonaxeke tebatî, ku gefan di nava xwe de dihewîne, ber bi gefên rasterast ve ye, çimkî Îsraîlê ragihand ku ew êdî derbasî şerekî vekirî bi Tevgera Hemasê re bûye, û gef li alîgir û palpiştên Hemasê xwar, piştî ku ya dawîn operasyoneke leşkerî ya jinişkanve li dijî niştecihgehên îsraîlî pêk anî. Hemwextî wê, piştî ku Fakulteya Leşkerî ya li Humisê hat armancgirtin, rejîma sûrî jî êrîşên xwe yên li dijî Idlibê zêde kirin, ku heta niha jî ti kesî ew êrîşa li Humisê negirtîye ser xwe, îcarê evê yekê hin pirsnîşan û nezelalîyek bi xwe re anî, nemaze ku hemwextî herdu bûyerên borî, Tirkîyayê jî êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê zêde kirin, ew jî piştî operasyona Enqerayê.

Lê gelo kî li peyî van bûyeran e, û kîjan alî sûdê ji wan dibîne?

Eger me karî bersiva van pirsan bidin, dibe ku pilanên hevdemê êrşînên Tirkîyayê yên li dijî binesazîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê zelal bibin. Û ne dûr e ku girêdanek di navbera wan bûyerên me li jorê rêz kirin de hebe, çimkî tevaya bûyeran hemwextî hev bûn, û ne dûr  e ku hemû ji odeyeke operasyonan a hevbeş derketibin. Îcarê li vir, hemû nîşane berê tilîya tawanê ber bi “Xeta Astanayê” ve dibin, Lewra, sedem û armancên alîyên wê xetê wiha dikarin bên şîrovekirin:

Tirkîya:

Eger em bên li rewşa heyî ya Tirkîyayê binêrin, em dê bibînin ku ew di nava alozîyên aborî û sîyasî de noq bûye, û tevî hewldanên wê yên vegera ber bi rojavayê (xerib) ve, nemaze piştî hilibijartinên dawîn, lê dîsan jî ew ji alîyê rojava ve nehat pêşwazîkirin, û dîyar e ku êdî rojava sîyasetên Tirkîyayê yên dualî, tevlihev û dijhev xweş nas kirine, bi taybet ku Tirkîya êdî di navbera du xetan de (xeta rojava û xeta rojhilatê) heyirî û tevlihev bûye, ev xala han li ser zimanê cîgirê serokê komisyona ewropî, Margaritis Schinas, di 13`ê cotmeha 2023`an de, belî bû dema got: “gerek e Enqera bide xuyakirin ka gelo ew bi Ewropa û NATOyê re ye, yan bi Rûsya, Îran, Hemas û Hizbullahê re”. Li vir, dixuye ku Enqera dixwaze balê bikişîne ser xwe û fişaran li rojavayê bike, lewma her li hincetekê digere da ku kaxezan tev li hev bike û rageşîyan bixuliqîne li hemberî projeyên rojavayî yên ku nakevin berjewendîyên wê yên li Rojhilata Navînê. Îcarê em dikarin bibêjin, ku operasyona “Tofana Aqsayê”, û êrîşa li ser fakulteya leşkerî ya Humsê dikevin berjewendîyên Tirkîyayê de, ev ji bilî êrîşên wê yên dawîn li dijî binesazî û seresazîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, yên di çarçoveya projeyên wê yên berfirehkirina desthilatdarîya xwe, jinavbirina aramîya herêmê û lawazkirina Birêveberîya Xweser.

Hin sedem hene, ji me re didin xuyakirin ku Tirkîya li paş van bûyeran e û dixwaze aramîya herêmê têk bibe, ji wan:

  1. Tevî ku hewldanên çakkirina wan di van herdu salên dawîn de hebûn, lê têkilîyên Tirkîya û Îsraîlê tevlihev û binakok in, û dîyar e ku nakokîyên herdu alîyan ji wilo kûrtir in, çimkî şerê li ser hegemonîya li herêmê di navbera (Tirkîya- Îran) de ji alîyekî ve û di navbera Îsraîlê ji alîyekî din ve êdî gihîştine lûtkeyê; êdî Tirkîya hevrikîya Îsraîlê “delala li ber dilê pergala cîhanî” li ser pozîsyona xwe ya li Rojhilata Navînê dike, lewra lawazbûna Îsraîlê di berjewendîyên Trirkîyayê de ye, ew jî da ku cihekî stratejîk li cem pergala cîhanî bi dest bixe.
  2. Lihevkirina di encama “Lûtkeya 20`an” de, ji Tirkîyayê re cihê nerazîbûn û acizîyê ye, ji ber ku li gorî wê lihevkirinê; gerek e korîdoreke aborî di navbera Hindistan û welatên kendavê de bê vekirin, û ev dergeh di Îsraîlê re derbas dibe û digihe Ewropayê, bêyî ku di Tirkîyayê re derbas bibe, nemaze ku ya dawîn her behsa cihê xwe yê cografîk ê stratejîk dike.
  3. Dîyar e ku lihevkirinên Îsraîlê yên di çarçoveya asayîkirina têkilîyan bi welatên erebî re, ne bi dilê Tirkîyayê ne, nemaze ku vê dawîyê gelekî behsa asyayîkirina têkilîyên di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdîyê de hat kirin, ji ber ku li herêmê, Tirkîya tekane welatê misilman ê ku li ser Îsraîlê vekirî bû û ev yek taybetmendîyek dida Tirkîyayê li cem pergala cîhanî û îsraîlê, lê bi çêbûna têkilîyan di navbera welatên erebî û îsraîlê de, Tirkîya vê taybetmendîyê ji dest dide.
  4. Hembêzkirina Tirkîyayê ji serkirdeyên Hemasê re, û vekirina ofîsan ji wan re li Stanbolê, bûn astengîyek li pêşîya vegera têkilîyan di navbera Îsraîl û Tirkîyayê de.
  5. Şerê Tirkîya û Îsraîlê li ser korîdorên gazê yên li Derîyaya Spî.
  6. – Hebûna Amerîkayê li herêmê, hertim nîgeranî û nerazîbûnê li cem Tirkîyê çêdike, û her kesê medyaya Tirkîyê bişopîne, dê asta vê nerehetîyê bizane, ji ber ku ev hebûn li ber projeyên berfirehkirina wê li herêmê astengî ye. Li alîyekê din, şerê tund ê ku Tirkîyê li dijî Birêveberîya Xweser dimeşîne, hin rûbirûbûna veşartî ya hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞê di nava xwe de vedihewîne û çend alîyên wê jî hene, ji wan: Şerê li dijî projeya kurdî ya ku li meydana ku Hevpeymanîya bi serokatîya Amerîka tê de, bi pêş dikeve ji alîyekê ve, û zexta li van hêzên ku Tirkîye li derveyî planên xwe dihêlin, ji alîyê din ve. Lewra daxuyanîyên Erdogan ên vê dawîyê yên derbarê hebûna Amerîkayê li Sûrîyayê û herêmê, ji bilî nerazîbûna wî ya mezin, ne tiştekî din e. ji ber ku Tirkîya hêz û hebûna mezin a van hêzan ji bo xwe metirsî dibîne, bi taybetî piştî ku hêzên amerîkî di 5ê Cotmeha 2023an de drona wê xist xwar, ku ne bûyereke asayî bû, belkî nîşaneke girîng bû, bi taybetî ku ew herdu “Hevalbendên hev ên NATOyê” ne. li alîyekî din, Biryara birêveberîya Amerîkayê ya dirêjkirina rewşa awarte li Sûrîyayê di 12ê cotmehê de, tirs û fikarên hikûmeta Tirkîyê zêde kir, nemaze ku hincetên dirêjkirina wê – bo cara yekem – êrîşên Tirkîyê yên vê dawîyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê jî di nava xwe de hewandin.

Îran:

Roj bi roj, pergala cîhanî tecrîda li ser Îranê zêdetir dike, ev ji bilî cezayên aborî yên ku barê hikûmeta îranî girantir dikin.

Şerê li Kafkasîyayê (Karabax) ne di berjewendîyên Îranê de bû, çimkî di encama wê de giranî bo vekirina korîdora “Zengezorê” di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de hat dayîn, ew jî ji bo gihandina gaz û petrolê ji Turkmenistan û Azerbeycanê di Tirkîyayê re ber bi Ewropayê ve, û ev yek zîyanê digihîne planên Îranê yên ku dixwest bi rêya wan petrol û gazê di Ermenistanê re bighîne Ewropayê. Her wiha ev korîdora han ji bo hebûna Îranê xeterî ye û wê bixwe bi “korîdora Sîyonîst” bi nav dike, çimkî vekirina wê tê wateya berfirehîya hegemonîya Îsraîlê ku lingekî wê li Azerbeycanê heye, her wekî wê weke NATOyê, ber bi derîyaya Qezwînê ve, û di encamê de Îran tengezar dibe û evê yek hişt ku ya dawîn vê korîdorê bi awayekî esker red bike.

“Korîdora aborî” ya di navbera Hindistan û Ewropayê de, ku ji alîyê Welîhedê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman ve di lûtkeya G20 a li Hindistanê de hat ragihandin, zexta li ser Îranê zêde dike. Rêya nû ku ji Kendava Erebî derbas dibe, ji Hindistanê diçe Îmaratên erebî, û paşê derbasî xaka Erebistana Siûdî, Urdun û Îsraîlê dibe berîya ku bigihîje Ewropayê. Ev proje dê di binê avê de kabloyek nû û binesazîya veguhestina enerjîyê jî bihewîne. Her wiha li gorî Financial Times ev korîdora ku Îran û Tirkîye jî paşguh dike, dê Îranê hê zêdetir dorpêç bike û tecrîdkirina wê zêdetir bike.

Li alîyekî din, hazirîyên ji bo asayîkirina têkilîyên Îsraîl û Siûdîyê ji bo Îranê cihê metirsî û fikaran e, çimkî zirerê dighîne berjewendîyên wê yên li herêmê û tecrîda wê ya sîyasî jî zêde dike, lewra eger ev asyaîkirin li gel yên din ên ku bi welatên erebî re çêdibin, here serî dê berjewendîyên Îranê bikevin ber xeterîyê û dorpêça li ser milîs û alavên wê li herêmê zêdetir bibe. Li vir, eger  em bala xwe bidin tişta li herêmê diqewime ji bûyerên bilez û girîng, em dê bi hêsanî karîbin guman bikin ku Îran destê wê di wan de heye û xwedî rolek e di “odeya operasyonên hevbeş” de.

Êrîşên Îsraîlê yên berdewam li dijî deverên Îranê li Sûrîyayê mîna gefeke li dijî hebûna wê ne, û dihêlin ku Til avîv her di rewşa êrîşê de bimîne, lewra operasyona Hemasê –alîgira Îranê- di wextekê wisa de mîna derbeke pêşwext û ji nişkan ve li dijî Îsraîlê bû, ew jî bi armanca kişandina wê ber bi şerekî ne di bala ti kesî de bû, û da ku her di rewşa berevanîyê de bimîne. Em dikarin li vir bibêjin ku ev derba han, dê kaxeza herî girîng di destê Îranê de ji nav bibe. Her wiha Îranê dixwest ji vê operasyona han nameyekê bighîne ku hem hêzên rojavayî û hem jî Îsraîl gerek e hebûna Îranê li herêmê li ber çavan bistîne. Îcarê tevî ku Îranê bi awayekî fermî ragihand ku ew ne li paş vê operasyona han e, lê dîsan jî bi temamî piştgirîya wê kir, û ev yek di daxuyanîya şêwirmendê rêberê îranî, Elî Ekber Wîlayetî de belî bû, dema got: “Ez destxweşîyê li we dikim li ser vê serkeftina we ya mezin û stratejîk, ku mîna hişyarîyeke cidî ji her alîyê li herêmê re bû, û em pêşbîn dikin ku biserketinên zêde dê destekê bidin jinavbirina vê rejîma cinayetkar”.

Rûsya:

Bê guman bûyerên dawîn ên li herêmê diqewimin rasterast di berjewendîya Rûsyayê de ne, ku ketîye sala duyemîn a şerê xwe yê li dijî Ukraynayê. Helwesta Rûsyayê ya derbarê êrîşên Hemasê de balkêş bû, ji ber ku tenê nîgeranîya xwe ji rewşê nîşan da, di demekê de ku wê ti helwestek derbarê êrîşên vê dawîyê yên Tirkîyayê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê nîşan neda, belku hewla sîyasîkirina wan êrîşan bû, daxuyanîya rasterast a Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, delîlekî zelal bû ku Rûsya çiraya kesk dide operasyona leşkerî yên Tirkîyayê, wek ku wî amaje bi wê yekê kir ku Mosko amade ye navbeynkarîyê di navbera rêjîma sûrî û “Hêzên Sûrîyaya Demokratîk” li bakurê rojhilatê welat de bike, li gorî ajansa “TASS” a rûsî.

Bêguman çêbûna xaleka nû ya alozdar li herêmê di berjewendîyên Rûsyayê de ye, çimkî Rûsya bawer dike ku alozsîyeke wisa dê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ewropayê mijûl bike û fişara li ser Mosko di şerê wê yê Li Ukrayînayê de kêm bike. Li alîyekî din, projeya “Korîdora Aborî” ji bo berjewendîyên Rûsyayê yên li Rojhilata Navîn gefeke mezin e, wek wê weke Çîn, Tirkîya û Îranê, îcarê ev yek jî dihêle ku guman çbibin ku destê Rûsyayê jî di van bûyerên dawîn de heye, û ew jî beşek ji “Odeya hevbeş a Operasyona” navborî ye.

Di encamê de… rewşa herêmê aloztir bû, û dîyar e ku Tirkîya, Îran, Rûsya û rejîma sûrî pêwîstîya xwe bi jinûve-derxistina alozî û şerên nû dîtin, ew jî da ku hincetan ji hebûna xwe ya li Sûrîyayê re bibînin, û her projeyeke çareserîya sîyasî asteng bikin, nemaze çareserîyên pêşinyazkirî yên xwedî biryarên navdewletî.

Îcarê, hemû bûyerên vê dawîyê, ji êrîşa Tirkîyayê ya vê dawîyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bigire, heta di êrîşa li ser fakulteya leşkerî ya Humisê û operasyona Hemasê li dijî Îsraîlê ve derkeve, hemû li heman pêjgehê hatin encam dane, û dîyar e ku ev encama “Xeta Astanayê” ne, çimkî alîyên wê xetê xweş dizanin ku herêm ber bi nexşeyeke sîyasî ya nû ve diçe, û dê berjewendî û armancên wan -eger aramî çêbû- li ber çavan neyên standin, û ev xem û xala hevbeş di navbera dewletên wê xetê de ye. Lewra ev dewlet dê tevlihevî û rageşîyê li herêmê derxin; heta ku çareserîyên guncaw û şûngir bibînin.

Li rex wê yekê, xuya ye herêm ber bi guhertinên mezin ve diçe, ev yek di daxuyanîya balyozê Îsraîlê li NY, Gilad Erdan, de dîyar bû dema ku êrîşa Hemasê bi bûyerên “11`ê  Îlonê” mînand, ew bûyerên ku tevaya hevsengîyên hêzên li Rojhilata Navîn guherandin, piştî ku Amerîka derbasî Afxanistan û Îraqê bû. A ku vê hîpotezê bihêz dike jî şandina Amerîkayê ji fîloya xwe (komkeştî) ya şer ber bi Rojhilata Navîn ve û mînandina Waşîngton û Til Avîvê ji Hemasê re bi “DAIŞ”`ê. Ev bûyer hemû nîşaneya wê yekê ne ku rewş bi awayekî dramatîk bi pêş dikevin û tirsa berfirehbûna şer û pevçûnê li herêmê zêdetir dike û dihêlin ku herêm li kevîya guheritnên kûr bimîne.