Raport

Nêrîna Navenda Firatê di derbarê bûyer û geşedanên sîyasî yên sala 2023`an de ye

Ev raporta sîyasî, nêrîna Navenda Firatê ya Lêkolînan di derbarê bûyer û geşedanên sîyasî yên sala 2023`an de ye.
Di 24`ê berfanbara 2023`an de, Navenda Firatê ya Lêkolînan, bi amadebûna tevaya endamên beşên navendê, civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de, tevaya geşedanên sîyasî yên li ser asta herêmî û navdewletî hatin nirxandin û dahûrandin, nemaze rewşa alî û hêzên ku bandora wan li dosyaya sûrî heye, her wekî Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkîya. Her wiha bandora wan geşedanan li rewşa xwecihî ya herêmî, li rex nirxandina dosyaya terorê.