Helwest

Hevalbendîya Erdogan- Bahçelî rê li ber qedexekirina “HDP”ê vedike.. Armanc û karvedan

Bi erebî peyda ye

Lezgîn Îbrahîm- Lêkoler li Navenda Firat a Lêkolînan

Di derbarê doza ku ji alîyê partîya serwer, (AKP) û hevalbenda wê “partîya Tevgera Neteweyî” ya bi serkêşîya “Dewlet Bahçelî” ve, li dijî HDP`ê de, ku daxwaza qedexekirina wê dikin, bûyereke nû derkete holê ew jî ku dadgeha bilind a li Tirkîyayê, di 26`ê Çileyê 2023`an de daxwaza HDP`ê ji bo bipaşxistina derxistina hukimê dawîn der heqê wê de, heta piştî hilibijartinên gulanê red kir. Ev bûyera ku dibe bibe sedema girtina navend û ofîsên HDP`ê, bi tawana têkilîyên wê bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê re bû. Her wiha ne dûr e ku biryara qedexekirina wê jî, li gorî xwestekên Erdogan, bê standina; çimkî Erdogan bi desteka hevalbendê xwe yê Neteweyî her dixwest HDP`ê ji prosesa sîyasî bi dûr bixe.

Doza li dijî Partîya Demokratîk a Gelan, ku sêyemîn partîya herî mezin a welêt e, berîya hilbijartinên ku ji bo Serokomar Erdogan testa herî mezin a piştî 20 salên desthilatdarîyê ye, tê vekirin .Li gorî rapirsînan jî, eger HDP`ê destê xwe bike destê opzisyonê de, ne dûr e ku Erdogan û partîya xwe bibin bikevin.

Rijdbûna hikûmeta tirkî li ser qedexekirina HDP`ê gelek pirsan bi xwe re tîne, her wekî; gelo bandora HDP`ê li ser hundirê Tirkîyayê çiqas e? Çima ev partî ji Erdogan û hevalbendî wî re cihê metirsîyê ye? Her wiha, gelo karvedanên qedexekirina HDP`ê li ser Tirkîyayê bi giştî û kurdan bi taybet dê çi bin, û gelo ev partîya ku hîna jî doza wê li pêşîya dadgeha bilind vekirî ye, û di wextekî de ku hegemonîya hevpeymanîya AKP`ê û tevgera Neteweyî li ser parlemanto û dadwerîyê serdest e, dikare hukimekî dadmend bi dest bixe,?

Di vê nivîsê de em ê hewl bidin ku bersiva pirsên li jor bidin, û armanca Erdogan û hevalbendê wî ji girtina vê partîyê binirxînin, û senaryoyên ku li benda HDP`ê ne dîyar bikin, û eger biryara girtina wê were dayîn dê çi bijarte di destê wê de bin?

Alîyên bihêz ên HDP`ê ku Erdogan ji wan ditirse

  • Dikarîbû rêjeya 10% derbas bike

Dema ku HDP`ê (partîyeke sosyal a demokratîk e) bi rêjeya 13% ji dengan di hilbijartinên qanûnî de, Hezîrana 2015`an, bi dest xistin û rêjeya 10% derbas kir, ev rêjeya ku rê dide her partîyekê nûnerê xwe di parlemanê de hebe, ewan encaman hiştin ku AKP`ê ji biserketina rêjeya herî mezin a di parlemanê de bêpar bimîne. Bi vê yekê HDP`ê dikarî bawerîyeke nû, weke faktorekî sîyasî di nava parlemanê de bi dest bixe.

Dema behsa HDP`ê tê kirin, helbeta divê rola wê ya çalak di sîyaseta hundirîn a welêt de di ber çavan re bê derbaskirin, nemaze di hilbijartinên parlemanê yên sala 2018`an de. Di wan hilbijartinan de, weke yekemîn partîya kurdî di parlemanê de, bi rêjeya 11.7%  ji tevaya dengan bi dest xist, anku bi giştî 67 parlemanter derketin pêş. Lê piştî istîfayan û bidûrxistina hin endamên din, her wiha bidûrxistina parlemanê bi xwe ji hin endaman re, rêjeya parlemanteran dakete 55 endamî, ku hejmara wan 600 parlemanter bûn, ji tevaya parlemana Tirkîyayê. Heta niha jî, HDP`ê weke “sêyemîn bloka herî mezin di nava parlemanê de” ye, piştî partîya serwer AKP û Paritya Gel a Komarî (CHP), mezintirîn parityên muxalefeyê.

berbixweve-anîna kurdên misliman

HDP`ê, her wiha dikarîbû dengdêrên kurd ên misiliman li parêzgehên li rojhilat û başûrê welêt ber bi xwe ve bîne, her wekî çawa li navendên bajarên sereke weke Stanbol çêbû, ku li wan deran, di hilbijartinên berê de, xelkê dengê xwe dida AKP`ê. Êdî HDP`ê bi vê yekê nûnertîya li derveyî herêmên kurdî jî bi destê xwe ve anî, weke Enqera û Ezmîr ku rêjeya dengên HDP`ê li van bajaran ji 4.8 % di hilbijartinên giştî de gihîşte 12.6%, sala 2011`an (wê demê bi navê partîya Aştî û Demokrat dihat nasîn). Ev bi xwe pêşketineke balkêş bû di milê bidestxistina dengan de, her wiha vê yekê hişt ku wê demê Erdogan biçe Quranê bi awayekî bilez, berîya hilbijartinan, wergerîne zimanê kurdî, ew jî bi armanca parastina desteka kurdên oldar ji partîya xwe re.

Li alîyekî din, hestên dilsozîya bi AKP`ê re di nav kurdan de kêm bû, ji ber çendîn bêhêvîbûnan, nemaze piştî têkçûna proseya aştîyê ya bi pêşengtîya hukûmetê bi PKKê re. trajedîya Roboskî/Uluderî ku di dawîya Kanûna 2011an de qewimî û rewşa wê nehat lêkolînkirin, piştî ku hikûmetê dest bi êrîşên hewayî kir û di encamê de 34 kurdên sivîl hatin kuştin; ev ji bilî piştevanîya eşkere ya AKP`ê bi DAIŞê re, dema ku di sala 2014an de êrîşî bajarê Kobanîyê kir, her wiha dagîrkirina Tirkîyê ji bajarê Efrînê re, encamdana binpêkirina derheqê kurdan de, bi desteka komên çekdar ên sûrî. Li hember wê, Partîya Demokratîk a Gelan roleke berbiçav di piştevanîya Kurdên kobanî de lîst.

Berbixweve-anîna laîsîzim, liberal û demokratan

HDP`ê hewl da ku girûpek ji dengdêrên laîsîzim, liberal û demokrat ên ku li bajaran û di nava alîgirên partîya muxalef (opozisyon) de, partîya CHP`ê, diman, ber bi xwe ve bîne, ku wan jî dikarî destekê bidin HDP`ê di hilbijartinên 2015`an de û dengê xwe danê.

Armancên Erdogan û hevalbendê wî ji qedexekirin û girtina HDP`ê

Li Tirkîyayê, bi nêzîkbûna dema lidarxistina hilbijartinan, ku Erdogan ragihandibû dê di 14`ê gulana bê de bin, êdî AKP`ê bi piştgirîya hevalbendê xwe “Partîya Tevgera Neteweyî” dest bi operasyoneke qirkirina sîyasî ya li dijî HDP`ê kir, çimkî ev partî weke gencîneyeke zengîn a hilbijartinan tê zanîn, nemaze li parêzgehên ku rêjeya kurdan li wan a herî bilind e, û li bajarên sereke weke Stenbolê, evê yekê ji Erdoganê ku çavî wî li qonaxeke din a serokatîyê ya nû ye re, fikar çêkirin.

Dadgeha Destûrî li Tirkîyayê di 5ê çileya borî de biryar da ku HDP`ê ji alikarîyên darayî bêpar bihêle û kanala taybet a tirkî NTV jî ragihand ku îsal gerek bû 539 milyon lîreyên tirkî (28,7 milyon dolar) wek alîkarîya giştî ji HDPê re were dayîn. Sêyeka wê heta 10 çileya borî bû, lê berî wê HDP`ê ji terxaneyên xwe bêpar mabû, ew jî bi armanca ku tevgera wê felc bibe û nekeve pêşbirka hilbijartinê.

Îcarê, bi nêzîkbûna ragihandina her şeş partîyên opozisyonê ji namzetê xwe re, fikar û metirsîyên Erdogan duqat dibin, û tirsa wî ew e ku HDP`ê piştgirîya vî namzetî bike û hêvîya biserketina opozisyonê di hilbijartinan de mezintir bibe, ji ber rola HDP`ê ya bibandor.

Vê yekê hişt ku AKP û hevalbendê wê bilezekê berê xwe bidin HDP`ê, wê asteng bikin û rola wê ya sîyasî li parlemanê û tevaya Tirkîyayê lawaz bikin, ji ber wê, HDP ji sala 2016`an ve rastî pêngaveke qirkirinê tê, her wekî çawa hikûmeta Erdogan hevserokê HDP`ê Selahedîn Demîrtaş avête zindanê û ev 6 sal in di girtî ye, tevî ku gelek caran dadgeha Ewropî ya mafên mirov banga serbestberdana wî dikir. Li nik vê yekê, û bi taybet di van mehên dawîn de, HDP rastî gelek fişaran tê.

Selahedîn Demîrtaş di adara 2022’an de li ser mijara girtina Partîya Demokratîk a Gelan bi daxuyanîyeke ji malpera “Bianet” a mafên mirovan re gotibû: “Mijara girtina partîya me jî weke dozên sîyasî ji bo armancên sîyasî ye. Yek li pey a din e. Armanca wê biserketina Partîya Dad û Geşepêdanê di hilbijartinan de ye”. Li gotina xwe zêde kir û got: “Lê belê, ez bawer im ku em ê van hemû êrîşên neheq li ber qanûn û li ser sindoqan pûç bikin.”

Ji ber vê yekê, hikûmeta Erdogan û hevalbendê wî her dixwazin dengên hilbijêrên HDP`ê tevlihev bikin û wan bê nasname bihêlin, îcar eger HDP`ê hat qedexekirin ev hilbijêr dê di nêvî de bimînin û ne dûr e ku hilbijartinan boykot bikin, û dîyar e ku Erdogan vê yekê dixwaze, anku kurd û alîgirên HDP`ê ji hilbijartinan bi dûr bixe, ev yekê piştî ku Erdogan gihîşte wê bawerîyê ku ew ê dengê xwe nedin wî. Erodgan bawer dike ku qedexekirina HDP`ê, sêyemîn parity herî mezin li welêt, dê derfeta biserketina wî di hilbijartinên bê de zêdetir bike.

Zehmetîyên li pêşîya hewldanên Erdogan ên qedexekirina “HDP”`ê

Berîya niha dadgehên Tirkîyayê partîyên kurdî bi tawana danûstandina bi “PKK”`ê re dane sekinandin, lê hin partî bi navên nû û şêweyên cuda dikarîn careke din vegerin qada sîyasî.

Heta niha ti nîşaneyên zelal ên di derbarê paşeroja HDP`ê de di qonaxên bê de tune ne, û nayê zanîn ka gelo dê partî bi awayekî giştî bê jinavbirin an jî dê hin rêkar di derheqê wê de bên standin, da ku navûdengîya wê were zihîfkirin. Hin pêşbînî di derbarê rewşa navxwe ya li Tirkîyayê de derdikevin holê, nemaze bi şopandina qonaxên jinavbirina HDP`ê û rageşîyên ku pê re tên, her wekî êrîşên li ser ofîsên HDP`ê li tevaya welat, ji wan jî ên li bajarê Êzmîrê ku di encama wê êrîşê (di 17`ê Hezîrana 2021`ê de) karmendekê canê xwe ji dest da. Ev êrîş û binpêkirinên derheqê HDP`ê de, bala civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirov ên guh didin rewşên li Tirkîyayê, kişand, û rastî gelek rexne û şermezarîyan ji alîyê Yekîtîya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hatin. Amerîka gelek caran hişyarîya jinavbirina HDP`ê daye serokê rejîma Tirkîyayê, û daye zanîn ku eger gaveke wisa bê avêtin; dê mîna binpêkirineke li dijî demokratî û azadîya derbirînê bê hesibandin. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Ned Price got: “Em hewldanên jinavbirina HDP`ê dişopînin, helbet karrekî wisa- bê sedem- dê vîna hilbijêrên tirk têk bibe, û dê bihêle ku demokratîya li Tirkîyayê bêhtir were binpêkirin, û dê bi milyonên tirk ji mafê xwe yê bijartina nûnerê xwe, bê par bihêle”.

Di wextekî de ku behsa berteka bihêrs a alîgirên HDP`ê an jî hin şepêlên ku qedexekirina HDP`ê weke qedexekirina azadîyê dibînin tê kirin, ev geşedan dê bandora xwe li têkilîyên hikûmet û opozisyonê ji alîyekê ve, û têkilîyên hikûmet û HDP`ê bixwe ji alîyekê din ve hebe. Lewra, metirsî di nava partîya serdest de heye ku eger HDP`ê hat jinavbirin dibe ku navûdengîya wê zêdetir bibe, nemaze di nava kurdên li hundir û derve de, çimkî bi gaveke bi vî rengî dê kolana kurdî bi bêsûcîya HDP`ê bihise, û di encamê de dibe ku bandor li encamên hilbijartinên bê jî were kirin.

Her wiha ev sîyaseta ku hukûmetê li dijî kurdan dimeşîne, “maseya şeşalî” ya koalîsyona muxalefetê neçar kir ku xwe ji Partîya Demokratîk a Gelan bi dûr bixe, da ku dengên nijadperest û faşîstên tirk bidest bixe, lê vê yekê bandoreke berovajî kir. ku bûye sedema zêdebûna kombûna kurdan li dora Partîya Demokratîk a Gelan, û ev zivirandin dê tirsa Erdogan zêdetir bike û dibe sedem ku muxalefetê bi Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) re lihevkirineke veşartî bike, ku di hilbijartinan de piştgirî bide wan, ji bo têkbirina Erdogan.

Her wiha, hin astengîyên qanûnî-destûrî jî li pêşîya qedexekirina partîyên sîyasî li Tirkîyayê disekinin, nemaze piştî guhertinên ku AKP`ê derbasî nava destûr kirin, sala 2010`an, bi taybet guhertinên girêdayî mafê desthilata dadwer di mijara qedexekirina parityan de. Ev yek ji bo rêgirtina li ber dubarebûna qedexekirina AKP`ê ya sala 2007`an, ku bi rêya pêşnûmeya elektronîk a ku wê demê serokerkanîya artêşê ji dadgeha destûrî re şand, pêk hat. Di wê pêşnûmeyê de daxwaza qedexekirina AKP`ê bi tawana “gefxwarina li laîktîya dewletê” hat kirin, lê AKP`ê dikarî bi ferqa dengekî vê bûyerê di dadgeha destûrî de derbas bike.

Li gor destûra Tirkîyayê ji bo girtina partîyeke sîyasî pêwîstî bi erêkirina ji sêriba endamên Dadgeha Destûra Bingehîn, ku ji 15 endaman pêk tê, heye. ji ber vê yekê, eger hemû endamên dadgehê amade bin, divê 10 endamên wê deng bidin. li ser biryarê, yan jî sêriba wan amade bibin, ku piranîyek mezin e. Dadgeh niha ji 15 dadgeran pêk tê ku 3 ji wan ji alîyê parlementoyê ve hatine hilbijartin, û 12 yên din jî ji alîyê Serokomar Erdogan ve hatine hilbijartin an jî tayînkirin.

Ev tê wê wateyê ku her çendî Partîya Tevgera Neteweyî li ser qedexekirina HDP`ê bi temamî bi rijd e, lê biryara qedexekirina partîyê niha di destê Erdogan de ye û di derbarê encamên girtina tam a partîyê de nîgeran e, û tirsa wî ji bertekên kurdan  heye. kurd dikarin piştgirîya muxalefetê bikin, her çend muxalefetê jî bi gelên demokrat re têkilîya xwe nîşan nede, lê bi armanca tolhildana ji partîya desthilatdar û hevkarê wê, tevgera neteweperest, dengê xwe bidin opozisyonê. Lewra dibe ku Erdogan bi sînordarkirina partîyê ji alîyê darayî ve têr be, û bi qedexekirina hinek endam û cîgirên partîyê re, bêyî ku partîyê bi temamî berî hilbijartinan bigire, ew jî ji bo rê li ber danûstandinên bi kurdan re vekirî bimîne, eger Erdogan hîs bike ku di hilbijartinan de têk diçe, û dibe ku di kêlîyên dawîn ên berîya hilbijartinan de serî li razîkirina Kurdan bide.

Bijardeyên HDP`ê çi ne?

Helbet girtina gengaz a HDP`ê dê gelek karvedanên sîyasî yên xeter li hundirê Tirkîyayê bi xwe re bîne, û pirsgirêk û tevlihevîyek çêbibe. Li vir, hin bijardeyên din li pêşîya HDP`ê ne, her wekî bijardeya jinavbirina xwe da ku doza ku li dijî xwe pûç bike û avakirina grûpeke sîyasî ya nû yan jî lidarxistina kongreyeke awarte ji bo jinavbirina xwe û tevlîbûna li nav partîya “Herêmên Demokratîk” ku tenê kursîyekî wê li nava parlemanê heye. Her wiha dibe ku rê li ber rewagerên xwe veke da ku beşdarî partîyeke din bibin, ev jî di ber jiholêrakirina doza qedexekirinê, lê dîsan jî, serkirdayetîya HDP`ê da zanîn ku ew çiqasî jî rastî astengîyan bên, dê dest ji parastina partîyê bernede.

 Eger dadgehkirin heta dema hilbijartinan dewam kir jî, HDP`ê dê karîbe beşdar bibe, lê tevî wê, dibe ku Encûmena Bilind a Hilbijartinan li Tirkyayê rêze-astengîyan li pêşîya HDP`ê derxe, û ne dûr e ku namzetê HDP`ê jî bê redkirin.

Bi her halî, alîgirên HDP`ê li tevaya Tirkîyayê berbelav in, û dê bi hêsanî dest jê bernedin, ev yek dibe ku kolana Tirkîyayê rageş bike û rewşa navxwe aloztir bike. Li vir dibe ku AKP û herdu parityên jê veqetîyayî (Partîya Paşerojê û Partîya Demokratî û Pêşverûyê) û partîya CHP`ê hewla bidestxistina dengên alîgirên HDP`ê bikin. Lê ev hewldan dibe ku neçe serî, ji ber ku alîgirên HDP`ê dê pişta xwe nedin nûnerên xwe û dê bi her awayî di ber mafên xwe de tê bikoşin.

Li alîyekî din, tişta ku dê bihêle tevlihevbûna opozisyonê kûrtir bibe, ragihandina “Anîya Azadî û Kar” ku HDP û parityên çep li Tirkîyayê di nav de ne, ji namzedekî xwe yê taybet bi serokatîyê di demeke nêz de, û ji ber ku HDP bi tena serê xwe herî kêm 10% ji dengên xwe hene, ev tê wê wateyê ku eger “Maseya şeşalî” namzedê xwe yê hevpar pêşkêş kir, dengên kurdî dê ji namzedê wan ê taybet re be û ne ji namzedê opozisyonê re. Her wiha tê wateya ku namzedê opozisyonê dê di dewreya yekem de bi ser nekeve, weke wê weke Erdogan, ku bi hejmara dibe ku sînorê her yekî ji wan 42%-44% be ji tevaya dengan. Li vir, wê dengên HDP`ê destnîşan bikin ka di dewreya duyem de kî ji wan bi ser keve.

Ji ber ku HDP`ê xweş dizane ku derfeta biserketina di hilbijartinên bê de di destê namzedê wê de tuneye, armanca wê ya sereke ji ragihandina namzedê xwe yan jî îşaretkirina bi namzed ne ji bo biserketina di sindoqên hilbijatinan de ye, lê belê hin serkeftinên din û namene sîyasî ji bo hin alîyan e.

Ji armancên wê yên ku em behsa wan dikin, xurtkirina derfeta xwe weke partîyekê di hilbijartinên parlemanî yên hevdemî yên serokatîyê de, ew jî bi rêya hebûna namzedekî serokatîyê yê partîyê ku karîbe pêngava hilbijartinan xurtir bike û bi gelek awayan sûdê jê bibîne. Ji alîyekî din ve, partî dixwaze hebûn û hêza xwe ya sîyasî û hilbijartinan nemaze li dijî doza li serê (ya qedexekirina wê) bihêztir bike. Her wisa dixwaze “rewabûna xwe ya destûrî” weke partîyeke sîyasî li ser lingê xwe û di bin banê parlemanê de biparêze û îsbat bike.

Ev hemû nîşane û armancên giştî yên HDP`ê ne, lê ya girîng her nameyên sîyasî ye, nemaze piştî ku HDP`ê ji derveyî herdu hevpeymanên sereke ma, bi taybet jî “maseya şeşalî” ya opozisyonê. Li gorî paşperdeyan, êdî serokê partîya “Dîva” Elî Babacan ji bo lidarxistina hevpeymanîyekê li gel HDP`ê di hilbijartinên parlemanê de, ketiye nava tevgerekê de. Ev yek di wextekî de tê ku rêberê kurd ê zindankirî Selahdîn Demîrtaş banga yekîtîyê dike; da ku opozisyon bi namzedekî hevbeş ji bo pêşpazîya bi Erdogan re derkeve pêş. Lê dîsan jî, dibe ku HDP`ê bi namzedê xwe yê taybet di dewra yekem de beşdar bibe, û dibe ku di dewra duyem de pişta opozisyonê bigire.

Nirxandin

Hewldana qedexekirina Partîya Demokratîk a Gelan a Kurd dikare bibe wesîleya dawîn a Erdogan ji bo tevlihevxistina opozisyonê û misogerkirina serketina di hilbijartinên pêş de, lê ev yek wê ne hêsan be, ji ber ku rewşa sîyasî ya Tirkîyê ji ber nebûna tu çareserîyekê ji dosyayên navxwe û derveyî re hiştiye ku bi alozîyeke mezin re rû bi rû bimîne. ku ev jî di alîyê aborî û civakî de, ku Tirkîye îro tê de derbas dibe, dixuye. û ev rewş bixwe dê bihêle hem partîya desthilatdar û hem jî partîyên opozisyonê dest ji têkilîyên xwe yên bi HDP`ê re bernedin û her alîyek dê –bi awayekî veşartî- hewla razîkirina HDP`ê bide, û sozên çareserkirina doza kurdî pêşkêş bikin, ew jî li hemberî destekdayîna HDP`ê ji wan re.

Di vê çarçoveyê de, û di wextekî de ku hevpeymana desthilatdar li ser bidûrxistina HDP`ê ji qada sîyasî bi rijd e, ew jî ji ber armancên xwe yên tevlihevkirina hêzên muxalefetê û blokên dengdanê yên kurdî li başûrê Tirkîyayê û rewakirina operasyonên li dijî PKK`ê, êdî HDP bi rewşeke sîyasî ya zehmet re rû bi rû dimîne, ev yek jî nîşaneya bilindkirina asta binpêkirinên sîyasî yên li dijî HDP û hêzên opozisyonê ye, ku di dema pêş de dê sernavê herî balkêş yê tevgerên hevpeymana desthilatdar be.

Li gorî daneyên liberdest, dibe ku HDP`ê ji bo têkbirina Erdogan û guhertina rewşa bi dehên salan a li Tirkîyayê, piştgirîya namzedê opozisyonê bike, tevî ku hevpeymanîya opozisyonê heta niha beşdarîya HDP`ê di nava xwe de qebûl nekiriye, û di bernameya xwe ya hilbijartinan de bi ti awayekî fermî behsa ti xaleke di derbarê doza kurdî nekiriye, ji bilî bendên ku danîne di derbarê bidawîkirina sîstema serokatîyê û vegerandina sîstema parlemanî, ku ev bend dê rê li ber danûstandinên HDP û opozisyonê -eger hat ser desthilatdarîyê- veke, û doza kurdî careke din di ber çavan re bê derbaskirin.

Li gorî vê yekê, mirov dikare bibêje ku pêvajoya qedexekirina Partîya Demokratîk a Gelan a Kurd îro bûye mijareke navendî ya tifaqa desthilatdar. A girîng ji bo partîya desthilatdar ew e ku karibe çar salên din, yan jî zêdetir, li ser desthilatê bimîne, ji ber ku ev hilbijartin dê hilbijartinên dîrokî bin, ku dê çarenûsa gel, ji alîyê encaman ve, ji bo deh salên bê, bi erênî an neyînî, dîyar bikin.