
Îran.. Berê rêze-aloziyan ber bi kû ve ye?
Navenda Firatê ya Lêkolînan 7/03/2022
Bi (Erebî) peyda ye
Şoreşa Îranê (1979), yek ji bûyerên herî xuyayî yên sedsala bîstan e, û bûyereke ciyawaz di dîroka Îrana Nû de ye; çimkî piştî şoreşa gelêrî ku hemû pêkhateyên gelê Îranê tê de beşdar bûn, ji aliyê Îslamîkan ve û bi serkêşiya Xumeyînî hat jinavbirin, vê şoreşa han pergala hukimdariyê li Îranê ji hukimê qiralî guherte Komareke Îslamîk.
Îranî her di nava hewldana guhertina pergala hukimê Şah Mihemed Rîdayê Pehlewî yê faşîst de bûn, vî şahê ku hemû pêkhateyên Îranê di nava neteweya parsî de helandibûn, her wiha di nava sawêr û xweşiyên împratorî yên pêşiyên xwe de noq bûbû û miletê xwe, yê ku li ber hejariyê çûbû paşguh kiribû, ne tenê wisa, lê belê li gel malbat û navmaliyên xwe di bitirîtiyeke ku weke wê di dîrokê de nehatiye dîtin, dijiya.
Di serdema şah de gelek rikberên siyasî, nemaze yên Çepgir û Îslamîk, hebûn û derheqê wan de binpêkirinên herî tund li zindanan dihatin kirin.
Di wextekî de ku Dewletên Yekbûyî û Birîtanyayê hegemoniya xwe li ser rejîma wî dimeşandin û xêrûberên welêt didizîn, tenê da ku li ser hukim bimîne û rê li ber çi hewldaneke darberkirinê li dijî wî bê giritin. Wekî çawa di destpêka salên pênciyî ji sedsala borî, di çaxa Şoreşa Misedeq El-Medeniye(1) de çêbû, dema ku serokwezîrê bi awayekî demokratîk hatibû hilbijartin, Mihemed Misdiq hewl dida desthilatiya Birîtanî û Amerîkî sînordar bike, pîşeya petrolê misoger bike û petrolê bixe jêr desthilatiya dewleta Îranî de, her wiha di çarçoveya berjewendiyên gel de, erkên Şah sînordar bike, ji ber ku Amerîka dema ku bifikire rejîma Îranî biguhere, dê vê meseleyê li ber çavan bistîne. Lê ji bo em bizanibin ka oldar çawa xwe gihandin hukim û darbeyek li dijî şoreşê pêk anîn, pêwîst e em çavekî li lêvegerên olî yên Şî`î di dîroka Îranê de bidin.
Bê guman tevgera olî ya şî`î bi serkêşiya El-Xumeynî, ji şepêlên rikberiya li dijî hukimê Şah ên herî xuyayî bû, ew jî ji ber ku Xumeynî bi cegerî li dijî Şah sekinî û paşê hat binçavkirin û sirgûnkirin, evê yekê karîzmayeke gelêrî dayê, heta beriya biserketina şoreşê û danîna hizira “Semiyanê Feqî ((Welî el-Feqîh))“ , ew weke nimûneyekê ji lêvegerên şî`î re bû, ev lêvegerên ku di birêvebirina welêt de li gel qiral û çîna bazirganan beşdar bû û ji hêla madî ve jî bi sere xwe bû ne girêdayî navendê bû û desthilata wan jî li ser gel hebû, ev yek di dîrokê de jî belî bû, dema di rêza gel de bû, gotinên wan li ser hukimê qiralan dimeşiyan û çavdêriya zagonên wan dikirin, ew jî li gorî şerî`eta Îslamî û berjewendiyên gel, lê bêyî ku destwerdanê di hukimê welêt de bikin. Fetweyeke ji aliyê van lêvegeran ve, dikarî zagoneke ku ji aliyê qiral ve derketî pûç û betal bike, wekî çawa ku sala 1891`ê di dema “Şoreş El-Tenbak“ de çêbû, hinga Îmam Mîrza Hesenê El-Şîrazî fitweyek li dijî bidestxistina Nasir El-Dîn Şah derfeta firotina tûtinê heta 50 salî, bo kompanyayeke Birîtanî derxist, çimkî ev derfet dê zerer bida cotkarên Îranê, lewra rêkeftin hat betalkirin (2).
Qulipîna têkiliyên bi Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê re
Şah Mihemed Rîdayê Belhewî, di serdema hukimê xwe de, mîna polîsa Dewletên Yekbûyî li Kindava Erebî bû, li hember jî, Amerîka piştgiriyeke bê hempa didana hukimê wî û artêşa wî bi çek dikir. Li aliyeke din têkiliya wî bi Îsraîlê re ne kêmî ya bi Dewletên Yekbûyî re bû, bi taybet di navbera salên 1953-1979`an, ev têkilî ji milê ewlekarî, aborî û siyasî ve stratejîk bûn, Îsraîlê di milê peydakirina pêwîstiyên xwe yên petrolê de, pişta xwe bi Îranê xurt dikir, her wiha Îran dergeha derbaskirina petrolê bo bazarên Ewropayê û firotina wê bû, ev yek ji bilî ku hem Îran û hem jî Îsraliyê bi van têkiliyên xwe, dikarîn hevbendiyekê li dijî hevbendiyên Cemal Ebdulnasir ên li dijî Til Ebîb û Tehranê bûn, li Rojhilata Navîn ava bikin(3).
Lê bi avabûna Komara Îslamîk re, têkiliyên herdu dewletan xerab bûn û dijminatî bû navnîşana wan, ji ber ku piştgiriya rejîma berê dikirin, pê re jî aloziya gerewên Amerîkî (rehîne), ku xwendekarine alîgirên Xumeyînî, wekî bersiv ji ne-radestkirina Amerîkayê ji Şah ji Îranê re ji bo dadgehkirina wî, êrîşî balyozxaneya Amerîkayê kir û 52 dîplomatên Amerîkayî girtin (4).
Bi vê yekê re, têkiliyên Amerîkayî-Îranî ji hev qut bûn, Amerîka mal û pereyên Îranê di bankên xwe de desteser kirin û cezayên aborî lê birîn.
Rejîma Îslamîk ya nûhatî, Îsraîl weke dewlet nas nekir û hemû têkiliyên diplomatîk û aborî yên pê re qut kirin, her wiha ji ber piştgiriya wê( Îsraîl) bi Şah re û alîkirina wî di meseleya greva di beşê petrolê de, dijminatiyek pê re da pêş, çimkî Xumeyînî digot ku Îsraîlê hin karker şandine da ku li deverên petrolê yên Îranê ku kar dabûn rawestandin, bixebtin, tenê da ku hukimê Şah serwer bimîne.
Lê sedema bingehîn ew bû ku Îsraîl bûbû navenda tewriya bidûrxistina şoreşa Îslamîk a ku tewriya berevaniya di ber bêsûcan de, li dijî xwebînan li xwe digirt, her wiha her hewl dida destê xwe deyîne ser cîhana îslamîk û pê re jî Rojhilata Navîn, ji ber ew dibîne ku gelê Filistînê, gelekî bêsûc e û ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagîrkirin û divê Komara Îslamîk piştgiriya vî gelî bike, ew jî bi rêya lîstina bi hestê misilmanan li tevaya cîhanê û avakirina hêzeke veşartî û alîgir ji xwe re.
Ev rewşa dijminatiyê di çend salên pêş de kûrtir bû, nemaze di şerê Îran-Îraqê de û piştgiriya Dewletên Yekbûyî ji Îraqê re, li ser hisabê Komara Îslamîk, ev şerê ku gelek kes bawer dikin ku ji sedemên wê yên herî mezin, hewldana Dewletên Yekbûyî pêkanîna darbeyekê li dijî rejîma Xumeyînî, ew jî bi rêya hevahingiya navbera efserine di artêşa Îranî yên alîgirên Şah û artêşa Îraqê de, li nik wê jî şerê barhilgiran(5) sala 1988`an di navbera Îran û Amerîkayê de, ku di encamê de nîvê hêzên deryayî yên Îranê û gelek deverên petrolê yên Îranê hatin hilweşandin, ji wê zêdetir, xistina balafireke rêwiyan a Îranê ji aliyê artêşa Amerîkayê ya deryayî ve, ku di encamê de 290 kesên di balafirê de hatin kuştin.
Avakirina Îranê ji Hizbullahê re li başûrê Lubnanê sala 1982`an, rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de zêdetir kir, ew jî dema ku Îran hebûna artêşa Sûrî li nav erdê Lubnanê qezenc kir û hêza xwe li wir xurtir kir, da ku Hizbullah her ku pêwîst bû, bibe destê Îranê yê ku serê Îsraîlê li herêmê biêşîne û mîna kaxezekê li ba bike, ji bilî vê yekê jî, piştgiriya Îranê ji Tevgera Hemasa Filistînî re, hem bi pere û çekan û hem jî bi vekirina bûroyeke nûnertiyê jê re li Tehranê sala 1991`ê.
Lê destpêka êrîşkariya Îranê li dijî Îsraîlê bi awayekî eşkere sala 1992`an bû, ew jî dema ku Îranê êrîşî balyozxaneya Îsraîlê li Buenos Aires kir û armancgirtina “Êmyayê“(6) ji avahiya navenda cihûyan li Arcentînê, sala 1994`an, ku di encamê de 85 kes hatin kuştin û bi sedan birîndar bûn, ev êrîşa ku wekî mezintirîn êrîşa tekeyî ya li dijî Cihûyên derbeder e ji dema bûyera şewatê ve tê zanîn. Yekser piştî van bûyeran, rageşî di navbera Îran û Îsraîlê de zêde bû û sala 2000`î, Rêberê bilind yê Komara Îslamîk a Îranê Elî Xamin`î di daxuyaniyeke xwe de Îsraîl bi “Werima Penceşêrî“ bi nav kir û da xuyakirin ku divê ji herêmê bê rakirin, ev rageşî heta pêvajoya serokatiya Ehmedî Necad berdewam kir, ku wî jî (Necad) banga “jinavbirina Îsraîlê ji ser nexşeyê“ kir. Li rex wê yekê, piştgiriya Pasdarên Şoreşger ên Îranî ji Hizbullahê re di şerê Lubnanê yê sala 2006`an, li hemberî wê, Îsraîlê jî piştgiriya Tevgera Mucahidî Xiliq a rikberiya Îranê kir.
Li milekî din, çalakiya nukleerî ya Îranî rageşiya di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî de ji aliyekî û Îsraîlê ji aliyekî din ve zêdetir kir, ku ji herdu aliyên dawîn re nîşaneya niyazên Îranê yên kontrolkirina herêmê bû.
Projeya Îranê ya Nukleerî
Pirsgirêka nukleerî ya Îranê bi eşkerekirina Tevgera Mûcahidî Xiliq a rikberiya rejîma Îranî ji çalakiyên veşartî(7) yên ku Îran li ser wan dixebite û bipêş dixe, derkete holê. Ji xwe bernameya Îranê ya nukleerî vedigere salên pêncî ji sedsala borî, ew jî dema ku seerokê Amerîkayê yê wê demê, Eisenhower, projeya “Atom di xizmeta Aştiyê de“, ew jî piştî ku Dewletên Yekbûyî ji ber bikaranîna bombeya Nukleerî li Hîroşîmaya û Nakazakiyê, di şerê Cîhanî yê duyem sala 1945`an, bi guneh hîs kir. Êdî Dewletên Yekbûyî ragihand ku ew amade ye alîkariya welatên werarî di bikaranîna aştiyane ya enerjiya Atomî de bike, li vir Îran ji dewletên pêşîn ên ku sûd ji vê pêşinyara Amerîkayê dîtin, bû, lewra Şah Mihemed Rîdayê Pehlewî sala 1957`an rêkeftina hevkariya di warê lêkolîn û bikaranîna aştiyane(8) ya enerjiya atomî bi Dewletên Yekbûyî re îmze kir. Paşê navenda Tehranê ya Lêkolînên Nukleerî hat damezirandin û sala 1968`an Îranê hevpeymana qedexekirina belavbûna çekên nukleerî îmze kir, evê yekê rê da pişkînerên Ajansa Enerjiya Atomî ya navdewletî ku çalakiya Îranê ya nukleerî, vekolîn û lêpirsîn bikin.
Piştî biserketina Şoreşa Îranî, Xumeyînî fermana heramkirina enerjiya atomî ji bo armancên leşkerî da, her wiha da xuyakirin ku projeya nukleerî ya Îranê parçeyek ji projeyên Şah ên tevlihev in, ku bi baweriya wî, gelek pere li serê xerç dikirin, îcarê ev projeya heta dawiya rojên Xumeyîn di dawiya salên heştêyê de hat rawestandin.
Lê diyar bû ku serokên Îranî gihaştin wê baweriyê ku divê ew di milê çekên nukleerî de xurt bin da ku li dijî hêzên mezin hukimê xwe bihêztir bikin û hegemoniya xwe li ser herêmê feriz bikin, lewra dest bi pêşxistina bernameya nukleerî kir, ji derveyî rêkeftina di navbera Şah û Amerîkayê de, xanûberên veşartî ava kirin û piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, amûrên berhemdana Uranyûmê bi rêya mafiyaya nukleerî û bi serkêşiya zanyarê Pakistanî Ebdulqadir Xan anîne Îranê, her wiha ji ber cîhazên derkirina navendî yên cureyên IR1 hatin çêkirin û bi sedan kopy ji ber wan dan çêkirin, li vir rola Mûcahidiyên Xiliq gelekî hebû, bi taybet ku agahî derbarê çalakiyên Îranê yên nukleerî û veşartî de eşkere dikirin, vê yekê çavên rojava li ser wan çalakiyan vedikir, û hişt ku pişkînerên Ajansa Enerîjya Atomî ya navdewletî berê xwe bidin Îranê, ji ber ku pê derxistin ku ev çalakiyên Îranê yên dawîn ne li gorî lihevkirina kevin a di navbera Îran û Amerîkayê de ye, vê yekê hişt ku Îran protokoleke din a demkî sala 2003`an îmze bike, ew jî bi armanca rêvekirina li ber çavdêrên Ajansa Enerjiya Atomî ya navdewetî ku lêgerînê li çi devereke bixwazin û di kiîjan demê de be jî, bikin. Lê ji ber fenûfûtên Îranê û xebatên wê yên veşartî, çavdêran ti serpêçî di vî warê de nedîtin, lê dîsa jî ji ber qasa mezin a bernameyê Îranê; çavdêr hîna jî biguman bûn.
Îranê bi mercê ku ji Rojava û Amerîka piştgiriya pêwîstî ji bo dewlemendkirina Uranyûmê ji çalakiyên xwe yên aştiyane re bidest bixe, soza rawestandina berhmdayîna Uranyûmê bi qasên mezin da, lê bi demê re gumanên Ewropî û Amerîkiyan bi niyazên Îranê zêdetir bûn. Îranê demeke dirêj qezenc kir ji bo radestkirina qasên Uranyûmê, li gorî ku li hev kirine, heta ku di sala 2006`an de di bernameya Îranê ya nukleerî de guhertineke ciyawaz çêbû û mijar ji dest derket, êdî Îraniyan di mijara berhmedayîna Uranyûmê bi ser ketin, ew jî piştî ku gihîştin baweriya ku Rojava li gorî soz û mercên xwe tevnagere(9). Vê yekê hişt ku gengeşeya derbarê niyazên Îranê yên nukleerî de gurtir bibe û Rojava hewl da ku hin lihevkirinan li gel Îranê encam bide, lê vala bû, vê yekê hişt ku dosyaya Îranê ya atomî ji destê Ajansa Enerjiya Atomî ya navdewletî bikeve destê Encûmena Ewlekariya Navdewletî, cezayên navneteweyî li ser Îranê bên sepandin û mal û pereyên wê yên li derve bên cemidandin.
Di 14`ê Tîrmeha 2015`an de, Îran û dewletên (5+1), ku ev dewlet endamên daim li Encûmena Ewlekariyê ne, di nav de Almanya, rêkeftineke xebatên giştî û hevpar ku bi navê Rêkeftina Nukleerî li gel Îranê tê nasîn îmze kir, armanca vê rêkeftinê rêgirtina li ber xeteriya atomî ya Îranê ye û heta 10-15 salan wan rawestîne.
Rêze-armancên rêkeftina navborî ev in:
1- Divê Îran ji asta aştiyane ji çalakiyên xwe yên atomî bi wê de neçe, nemaze ku êdî derfetên Îranê hebûn ku bombeyeke atomî çêbike, eger bixwaze.
2- Divê rêjeya dewlemendkirina Uranyûmê 3.67% derbas neke.
3- Divê cîhazên deranîna navendî yên pêşketî di proseya dewlemendkirinê de neyên bikaranîn.
4- Li hemberî wê, gerek e cezayên li ser Îranê hino hino bên rakirin û piştgiriya pêwîst ji bo çalakiyên wê yên aştiyane bên pêşkêkirin.
5- Çalakiyên Îranê yên atomî ji 10-15 salan bên sekinandin.
6- Îran veger ser rêya dîplomata cîhanî.
Piştî ku pereyên Îranê yên cemidandî ji bankên cîhanê hatin rizgarkirin ku li gorî serokê berê yê Banka Navendî ya Îranê Welîullah Sêf (10) derdora 32,6 milyar dolar bûn, êdî pere bi ser Îranê de bariyan, wê demê jî serokê Îranê Hesen Rohanî soz dabûn gelê Îranê ku rêkeftina bi Rojava re dê aboriya Îranê geş bike û kirîza wê çareser bike, lê berevajî sozên Rohanî, ev pere hemû li ser bipêşxistina bernameyê leşkerî û komikên bi ser Îranê ve li herêmê hatin xerçkirin, ku armanca Îranê her ew bû, hegemoniya xwe li ser herêmê feriz bike.
Dewletên Yekbûyî hewl da ku hem dosyaya moşekên Îranî yên Balîstî û hem jî destwerdanên wê yên herêmî têxe nava rêkeftinê, lê ji bo herdu mijaran jî nedikarî Îranê razî bike.
Li vir aliyên Rojavayî neçar bûn ku li gorî rêkeftinê tevbigerin, ji ber ku bidestxistina Îranê ji çekê atomî re, dê rê li ber pêşbirkeke bidestxistina van çekan li tevaya herêmê veke.
Ev rêkeftin rastî nerazîbûneke mezin ji aliyê Partiya Komarparêz a Amerîkî û hevalbendên Dewletên Yekbûyî li herêmê û di serî de Îsraîlê ve hat, van aliyan ev rêkeftin bi rêkeftineke lawaz(11) û rizî bi nav kir û dan xuyakirin ku dê rê li ber daxwazên Îranê yên nukleerî negire.
Ji xalên lawaz ên vê rêkeftinê, “xala Rojava ((“sunset clause))“ ku li gorî vê xalê wê hin astengiyên li pêşberî çalakiya atomî ya Îranê ji sala 2025`an ve hêdî hêdî bên rakirin, di nav de mafê Îranê di bikaranîna cîhazên deranînê yên navendî ji bo dewlemendkirina Uranyûmê bi awayekî pêşketîtir, her wiha tirsa ji hebûna bernameyekî leşkerî veşartî, ku ev yek ji redkirina Îranê ji lêgerîna li deverên leşkerî re diyar bû.
Ji metirsiyên din ku li dora Amerîkiyên rikber ji rêkeftinê re digeriyan, ew bû ku eger Îranê hin pinpêkirin encam dan -ne giring e ev pinpêkirin çiqasî mezin bin- wê bi rêya vê rêkeftinê ji sepandina cezayan li dijî Îranê tiştekî dîtir tune bû. Di encamê de Îran dê ji qebaleyên xwe yên atomî bê efûkirin û jê zêdetir, wê ti bend li pêşiya bernameya Îranê ya moşekên Balîstî û destwerdana wê û derxistina tevliheviyê li herêmê neyên dayîn.
Ji ber van hemû sedeman û fişarên Îsraîlê, nemaze piştî ku Muasadê gelek belge ji dezgehên nukleerî yên Îranî dizîn û bi rêya wan çalakiya atomî ya Îranê ya veşartî eşkere kirin, serokê Amerîkayê Donald Trump di 8`ê Gulana 2018`an de Rêkeftina Nukleerî li gel Îranê ragihand, cezayên dîrokî li dijî wê birîn û siyaseta fişarên tund bi rê ve bir, da ku Îranê neçar bike ku rêkeftineke nû îmze bike.
Ev siyaset rastî bertekên Îranî hat, xwestekên Amerîkayê ji binî ve red kirin, komikên alîgirên xwe li dijî berjewendiyên Amerîkayê û hevalbendên wê çalak kirin û siyaseta “dijberiya herî bilind“ bi rê ve bir. Êrîşî barhilgirên petrolê li Kendava Erebî kir û dezgeha Aramkoyê li Erebistana Siûdiyê topbaran kir, komikên bi ser xwe ve li herêmê belav kirin û bi taybet li ser sînorê başûrê Îsraîlê li Sûriyayê û moşekên hûrnêrî û balafirên bêpîlot lê bi cih kirin, di nava dem û demê de baregehên Amerîkayê li Sûriya û Îraqê kirin armanc, ev êrîş piştî kuştina zilamê duyem li Îranê Qasim Suleymanî li nêzî balafirxaneya Bexdayê di destpêka Çileyê 2020`an de, zîdetir bûn.
Hemwextî wê, Îranê pabendiya bi qebaleyên xwe yên atomî kêm kir û dewlemendkirina Uranyûmê heta 60% zêdetir kir, vê yekê hişt ku Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî kirinên Îranê bi zingilê xeteriyê bi nav bike û hişyarî da ku Îran êdî nêzî bidestxistina bombeya atomî dibe.
Îsraîl û Siyaseta Şerê di Nav Şeran de (Şerê li paşperedeyê)
Îsraîl baş dizane ku xeteriya Îranê êdî ji her aliyê ve li dora wê geriyaye, ji ber ku Îran dixwaze bombeya Atomî bi dest bixe û ev yek ji bo ewlehiya Îsraîlê di vê rewşa dijberiya çil salî de, gefeke mezin e, her wiha xweş dizane ku projeya Îranî li herêmê, hebûna wê di asta yekem de armanc digire û ev çend sal Îran li ser vê yekê dixebite, her wekî avakirina kevaneke agirî li dora Îsraîlê, ku “Kevana Şî`î“ nimûneya wê ye, ev kevana di baweriya Leşkerî ya Îranê de bi navê “Siyasta Negihîştinê“ yan jî “Kurahiya Stratejîk“ (12) tê nasîn, bi rêya wê, Îran hewl dide li herêmên şênber û hesas ên “dijmin“ hebûna xwe ava bike û weke gefekê li pêşberî wî be, bi rêya şûngirên xwe sûdê ji hebûna xwe bibîne, da ku dema Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê biryara êşrîşeke leşkerî li ser Îranê dan, ew beşdarî şerekî newekhev û ne teqilîdî bibe.
Îsraîl rewşa Îranê ya zehmet û fişarên ku ji hemû aliyên ve lê tên kirin bikar tîne û şerekî ne-ragihandî li dijî hebûna Îranê li Sûriyayê û li hindirê Îranê bi rê ve dibe.
Ev yek di van bûyerên jêr de belî bû:
1-Armancgirtina deverên Îranê da ku nebin baregehên leşkerî û êrîş ji aliyê wan ve bên kirin, lewra tenê di sala 2020`an bi bêhtirî (13) 500 êrîşên esmanî û moşekî ew dever hatin armancgirtin.
2-Bi rêya Muasadê û bi awayekî îstxbaratî, Îsraîl derbasî hundirî Îranê bû û zanyarên atomî yên Îranî armanc girtin, yê herî dawî jî Bavê Bernameya Atomî, yê Îranî Mihisin Fexrî Zade bû.
3-Êrîşbirina li ser dezgehên atomî û deverên şênber di hundirê Îranê de.
4-Xwebicihkirina li Azerbeycana hevalbend, ku weke çavekî îstxbaratî li dijî Îranê ye.
Birêveberiya Biden û rêya diplomatik a astengdar bi Îranê re
Birêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden ji dema ku hatiye ser hukim, bi zanebûn rêyên diplomatîk ji bo çareserkirina aloziya Rêkeftina Nukleerî bijartin, ku di dema niha de êdî ti wateya xwe nemaye.
Lê tevî ku birêvberiya Biden ji siyasetên serokê berê Donald Trump ên derbarê pirsgirêka Îranê de ne razî ye, her wiha karvedanên vekişîna yekalî ji Rêkeftina Nukleerî û dijberiya mezin li dijî Îranê ku ji ber bertekên Îranê, gelek rageşî bi xwe re anîn herêmê girtine ser wî, hîna ev birêveberî parçeyekî baş ji mîrata Trump diparêze, nemaze mijara girêdana stûxwariya li ber Îranê û rakirina tevaya cezayan ji serê, her wiha birijdbûna vê birêveberiyê li ser berfirehkirina Rêkeftina ku sala 2015`an bi birêveberiya Obama re hatibû îmzekirin.
Ji sedemên herî bingehîn ên ku dihêle birêvberiya Amerîkayê ya nû nexwaze tenê Îranê vegerîne qotiya wê ya atomî- tevî ku di asta yekem a metirsiyê de ye- guhertin û pêşkedtinên herî dawî yên ji ber êrîşên Îranê li herêmê rû dan.
Êdî xeteriya bernameya Moşekên Îranî, desthilatiya Îranê ya bi rêya şûngirên xwe li herêmê û destdanîna wê li ser biryara gelek paytextên Erebî, her wiha qefleyên balafirên bê pîlot ku kirine xizmeta wekîl û şûngirên xwe de, bûne cihê nîgeraniyeke mezin ji Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê re, ev yek dihêle ku pêwîstî bi dîtina çareyekê ji lîstika binakok a ku Îran û dewletên girêdayî aloziya Îranê xwe tê de wer kirine.
Ji ber vê yekê Yekîtiya Ewropî destpêşxeriyek ji bo vejandina Rêkeftina Nukleerî pêşkêş kir û hewl da ku çareyekê ji bo kirîza navbera Îran û Dewletên Yekbûyî de peyda bike.
Di 6`ê Nîsana 2021`an de, yekemîn gera danûstandinan li Viynayê di navbera Îran û dewletên bi navê (4+1) de, ew jî Almanya, Birîtanya, Fransa, Rûsya û Çin in, piştî redkirina Îranê ji pêşinyareke Ewropî ya beşdariya Dewletên Yekbûyî bi awayekî yekser di danûstandinan de, hat lidarxistin.
Tevî ku ev danûstandin 8 ger li pey xwe hiştin û daxuyaniyên binakok ku ji hêla berpirsên dewletên di danûstandinan de beşdar derdiketin, hîna jî ev danûstandin baş nehatine zelalkirin û êdî zehmet e ku encamên vê lihevkirinê bên texmînkirin.
Lê li gorî encamên ne fermî û şopandina şirovekaran, diyar e ku herdu alî, yê Amerîkî û Îranî, hewl didin yek yê din ber bi stûxwariyê ve bibe da ku helwesta xwe bihêz bike.
Dewltên Yekbûyî ji Îranê dixwaze ku vegere pabendiyên xwe yên atomî ku soza wan di sala 2015`an de dabû, wate , rêjeya berhmdariya Uranyûmê vegerîne rêjeya ku ji bo armancên aştiyane li hev kiribûn û cîhazên deranîna navendî yên nepêşketî di proseya dewlemendkirinê de bikar bîne, her wiha astengiyan li pêşiya lêgerînerên ji aliyê Ajansa Enerjiyê ya Atomî dernexe, li hemberî wê jî dê cezayên li ser Îranê hatine sepandin bên rakirin, tenê ew cezayên ku bi dosyaya Atomî ve girêdayî bûn. Ji aliyê xwe ve Îranê daxwaza rakirina hemû cezayên ku birêvberiya Trump lê birîbûn, bê şertûmerc, da ku Îran veger pabendiyên xwe. Ji van cezayan jî destwerdana Îranê li herêmê û mafên mirovan, girtina dosyaya lêgerîna li dezgehên veşartî, cezayên cîroyî û petrolî û derxistina Pasdarên Şoreşger ji lîsteya terorê.
Her wiha Îranê daxwaza danîna mekanîzmeyekê ji bo rakirina hemû cezayan kir, û ji mercên herî giring ku Dewletên Yekbûyî weke mercekî nepêkan dibîne, ji ber ku li dijî zagonên Amerîkî ye, mizogeriya venekişîna ti birêveberiyeke Amerîkî nûhatî ji çi rêkeftinên ku encam bidin, lê li gorî zagonên Amerîkî, ji mafê her birêveberiyeke Amerîkî ya nû ye ku xwe ji van rêkeftinan vkişîne.
Di çarçoveya pêkanîna lawaziyekê di çareseriya pirsgirêka atomiya Îranî de, Îranê reşnivîsa rêkeftineke demkî ku Rûsyayê pêşinyar kiribû, red kir, li gorî wê reşnivîsê, divê Îran berhmdariya Uranyûmê bi rêjeya 60% rawestîne û embara xwe ya Uranyûma xwedî dewlemendiyeke bilind radestî Rûsyayê bike, ev yek li beramberî ku Îran bi milyarên dolaran ji dahatên petrolê yên li bankên cîhanî cemidandî ne werbigire, di nav de jî Koreya Başûrî (14).
Bi armanca bidestxistina destkeftiyên herî mezin di van danûstandinan de, Îranî dest bi cureyekî fişaran li dijî Amerîkiyan dikin, ev yek di axaftina berdevkê fermî yê Wezareta Derve ya Îranê, Saîd Xetîb Zade de diyar bû dema got: “ Em ê li ser her tiştî yan ne tiştekî li hev bikin“, Îran di vê fişara xwe de, xwe dispêre astengkirina şerê xwe yê bi Dewletên Yekbûyî re, di wextekî de ku bandorên vî şerî li ser rewşa herêmî û navdewletî çêdibin, ji van şerên mijara gotinê, binakokirina aloziyên dewletên herêmî ku Îran xwedî desthilatiyeke leşkerî ye di wan de, û gefên berdewam li ser Îsraîlê, her wiha gefxwarina li dijî ewlehiya Kendavê û deryavaniya li ava wê. Ji vê hemûyî zêdetir, êdî Îran berê siyasetên xwe daye Rojhilatê û li gel Çînê peymana Hevkariya Stratejîk heta 25 salan îmze kir û hewldana wê ya îmzekirina mîna heman peymanê bi Rûsyayê re jî, bi armanca bide xuyakirin ku va ye eger wê ti lihevkirinên bi dilê xwe bi Dewletên Yekbûyî û Rojavayê re encam nede, bijarte li ber destên wê hene.
Lê zehmetiyên mezin li pêşiya Îranê ne û ew di vê rewşa xwe de nikare gaveke tenê jî di siyaseta “dijberiya herî bilind“ de ku li hemberî siyaseta “cezayên giran“ ên Amerîkî di serdema Trump de dimeşand, bavêje, û ji her kesî re diyar e ku Dewletên Yekbûyî dê ti stûxwariyên cewherî ji Îranê re pêşkêş neke û dê bazarê li ser hisabê ewlehiya baregeh û hevalbendên xwe neke, nemaze ku birêveberiya nû dikarîbû hin guhertinan di helwestên Dewletên Ewropî de çê bike, û ew jî (dewletên Ewropî) êdî fişarekê li Îranê dikin ku veger pabendiyên xwe yên Rêkeftina Nukleerî, piştî ku bi xeteriya zêdekirina Îranê ji rêjeya berhmdariya Uranyûmê hisiyan.
Piştî ku Amerîka ji Rêkeftina Nukleerî vekişiya û ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî daxwaza sepandina cezayên navneteweyî û qedexeya kirîna çekan li dijî Îranê kir, Dewletên Terwîkaya Ewropî (Fransa, Birîtanya û Almanya) di rûyê Amerîkayê de sekinîn û li kêleka Îranê rawestiyan, her wiha hêzên mezin li Encûmena Ewlekariya Navdewletî bi yekhelwestê diyar kirin ku Dewletên Yekbûyî di çalakkirina qanûna “Mekanîzmeya Teltîkê (Zenad)“ de xwedî pirsgirêk e , ev mekanîzmeya ku dibêje gerek e cezayên beriya sala 2015`an careke din li dijî Îranê bên sepandin, ji ber ku ew nema aliyekî Rêkeftinê ye.
Bi kurtasî, Dewletên Yekbûyî dikarî hêzên navdewletî li dijî Îranê sor bike û nêrîna xwe li ser van dewletan feriz bike, ne tenê wisa lê belê heta bi Rûsya jî ber bi aliyê xwe ve kêşand, Rûsyaya ku her û her Îranê li Encûmena Ewlekariyê pişta xwe pê xurt dikir, û kaxeza Ukraynayê jî di destê Dewletên Yekbûyî de ji berê xurtir bûye, yan wê Rûsya dest ji Îranê berde yan desthilatiya xwe di pêkanîna fişarekê li ser Îranê ji bo îmzekirina rêkeftineke bi mercên Amerîkî, bikar bîne, yan jî heman çarenûsa Yekîtiya Sovyetê li Efxanistanê, li Ukraynayê bi şerekî dûvdirêj bibîne, nemaze ku îroroj dewletên Ewropî jî rûbirûyên xeteriya Rûsyayê ne, lewra pêwîst e Rûsya careke din li xwe vegere û li gorî stratejiya xwe li rex Dewletên Yekbûyî bisekine.
Hemwextî van zehmetiyên li pêşiya Îranê, Dewletên Yekbûyî dema dawîn ji bo vegera Îranê li Rêkeftina Nukleerî û pabendiyên xwe heta çend rojan destnîşan kir, eger nevegere, dê jinavçûna Rêkeftina Nukleerî (15) ragihîne, helbet ev yek, eger Îranê serê xwe hişk kir, dê gelek karvedanên mezin li dijî Îranê bi xwe re bîne û ne dûr e ku dosyaya wê bibin Encûmena Ewlekariya Navdewletî û bi yek dengî û helwesteke navdewletî biryarên tund derheqê wê de bên standin.
Ev yeka han li ser zimanê berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di 1`ê vê Adarê(16) de hat eşkerekirin dema ku got: “Eger Îran li ser helwesta xwe ma, em amade ne ji danûstandinên nukleerî vekişin û Dewletên Yekbûyî bi hevalbend û hevkarên xwe dê bijarteyên altirnatîf bimeşînin, eger Îran bi niyazeke pak danûstandin nekirin“.
Ev yek ji me re piştrast dike ku hîna jî parçeyeke mezin û çalak ji mîrata seerokê berê yê Amerîkayê Donald Trump li ser lingê xwe ye û Birêveberiya Nû li gorî wê tevdigere, her wiha tîne bîra me bê çawa dema Trump ji Rêkeftina bi Îranê re vekişiya da xuyakirin ku ew dê Îranê neçar bike rêkeftineke ji ya berê baştir îmze bike.
Îran û Sûriya û Rehên Hevpeymaniya Navbera Wan
Di baweriya Leşkerî ya Îranê de, Sûriya xwedî cihekî giring e, ji ber ku xeleka projeya Îranê ya ku ji Tehran ber bi Îraq, Sûriya û Lubnanê ve diçe, ew jî bi armanca dorpêçkirina herêmên desthilatiya Amerîka û Îsraîlê bi artêşeke ji komikine alîgirên Îranê, ev komikên ku dikarin şerekî şûngir (wekale) li dijî Îsraîlê li rûbereke berfireh bi rê ve bibin.
Dîroka rehê têkiliyên di navbera Sûriya û Îranê de vedigere sala 1979`an, anku piştî biserketina Şoreşa Îranî, cudahiyên teşeyî di navbera herdu rejîman de, li pêşiya avakirina hevpeymaneke stratejîk nebûn astengî, tevî ku rejîma Sûrî, rejîmeke zanistdar e û xwe dispêre rêgezên Partiya Baisê ya ku piştgiriya erebatiyê dike, di wextekî de ku rejîma Îranê, rejîmeke islamîk, radîkal û dijberiya ereban dike.
Sedemên berçav ên avakirina vê hevpeymaniyê peyda dibûn, çimkî di wê demê de Îran ji qada navdewletî hatibû bidûrxistin û di heman salê de, Misirê Rêkeftina Aştiyê bi Îsraîlê re îmze kir(17), evê yekê hişt ku Sûriya ji tenêtiyekê bitirse, piştî ku di rûbirûbûna Îsraîlê de, hevalbenda xwe ya Misirî ji dest da, ji bo wê, hevpeymaniyeke bi vî rengî ji bo herdu welatan, pêwîstiyek bû.
Ev hevpeymanî di şerê Îranî-Îraqî de xurtir bû, dema ku Sûriya li kêleka Îranê li dijî Îraqê sekinî, ji ber ku Îraq dijminê herdu aliyan e û ji ber dijminatiya hevbeş a Hafiz Esed û Xumyînî ji Sedam Hisên re.
Her wiha ji ber herdu welat ji heman çarenûsê ditirsiyan, piştî şerê Amerîkayê li dijî Îraqê sala 2003`an û ketina rejîma Sedam Hisên, hevpeymaniya van herdu welatan bêhtir xurt bû û êdî Sûriya bû derbasgeheke çek û pisporên leşkerî yên Îranî bo Hisbullah, ku sala 1982`an, bi armanca propogendakirina firkirê El-Xumeyînî û her wiha bibe gefek li dijî Îsraîlê; dijminê hevpar ê Sûriya û Îranê, bi hevkariyeke di navbera wan de li Lubinanê hat damezirandin.
Bi destpêkirina xwepêşandanên li Sûriyayê sala 2011`an, Îran bi xeteriya agirê li parçeyekî giring di “kûrahiya wê ya stratejîk“ de wekî ku ew dibîne, hîs kir, lewra bi lez piştgiriya hêzên rejîmê di temirandina van xwepêşandan û kontrolkirina wan de kir.
Lê piştî ku ev xwepêşandanên ku daxwaza guhertina rejîmê dikirin bi çek bûn û komên çekdar ên rikberiyê bi piştgiriya dewletên Kendavî û di nav de Erebistana Siûdiyê hatin avakirin, destwerdana Îranê di şerê Sûriyayê de bi rêya aliyê derve yê Pasdarên Şoreşgerên Îranî, her wekî Feyleqa Qudisê û milîsên bi ser wê ve, zêdetir bû, ev jî ji ber baweriya Îranê ku di vî şerê de her ew ji aliyên welatên ku ji bo guhertina rejîma Sûrî destwerdanê dikin, tê armancagirtin û êdî derfetek li pêşiya wan peyda bûye ku bi rêya vî şerî, rê li ber dirêjbûna destê Îranê li herêmê bigirin.
Îranê di şerê Sûriyayê de, di nav de serfermendarên paybilind ên Pasdarên Şoreşger, bi hezaran leşker ji dest dan, her wiha derdora 30 milyar dolar(18) xerç kir, tenê ji bo ku rê li ber rikberiya leşkerî bigire û desthilatiya xwe li Sûriyayê û saziyên ewlehî û leşkerî û navendên derketina biryaran bicih bike, ew bi xwe heta radeyeke mezin di berfirehkirina desthilatiya xwe li ser xaka Sûriyayê bi ser ket, nemaze li başûrê Sûriyayî, Dêra Zorê û herêmên navîn, bi vê yekê ew dikare ji kaxeza Sûriyayê di rûbirûbûna dijminê xwe de sûdê bibîne, ew jî piştî ku şerê li Sûriyayê ji şerekî navxweyî veguherand xelekeka ji şerekî herêmî û navdewletî, ji xwe ev sedema bingehîn e yak u hişt aloziya Sûriyayê nakokdar bibe û ti çareserî jê re neyê dîtin.
Piştî ku rikberiya Sûriyayê ya çekdar rûberekî berfireh ji xaka Sûriyayê vegerande bin destê xwe, bi daxwaznameyeke fermî ji aliyê Şamê bo Moskoyê û ji bo piştgiriyê, Rûsya derbasî nava şerê li Sûriyayê bû û balafirên wê deverên Rêxistina DAIŞ`ê û komên çekdar ên Sûriyayî, bi piştgiriyeke ji hêzên Îranî û yên rejîmê li ser erdê, bombebaran kirin û herêmek li pey herêmekê ew dever ji bin destê rikberiyê hatin derxistin.
Ev destwerdan bi rêya hevahingiyeke li gel Îranê encam da, ew jî ji bo armanca hevbeş a Îranî-Rûsî ya rêgirtina li ber ketina rejîma Sûrî. Tevî ku gelek raportan digotin ku destwerdana Rûsî di encamê razîkirina fermandarê Feyleqa Qudisê, Qasim Suleymanî ji serokê Rûsyayê Putin re bi serdaneke veşartî (19) di 24`ê Tîrmeha 2015`an de encam daye û beraberiya li ser erdê guhert, lê dengên Mihemed Cewad Zerîf (20) ên bi dizî hatin belavkirin, piştrast dikin ku Putin beriya serdana Suleymanî biryara destwerdana di şerê li Sûriyayê de standibû, her wiha dibîne ku Rûsya bixwe hêzên Îranî yên bejahî ber bi destwerdana li rûbereke berfireh li Sûriyayê ve kêşand, di wextekî de ku li gorî Zerîf, hebûna Îranê li Sûriyayê bi komikên Sûriyayî, Ereb û Efixan û hin xwebexşan sînordar bû, û armanca Rûsyayê ji beşdarkirina Îranê di şerê li Sûriyayê de, çewsandina Rêkeftina Nukleerî ya Îranî bi hêzên Rojavayî re.
Bi vê yekê eşkere dibe ku Rûsya hebûna Îraniyan weke kaxezeke dualî bikar anî, hem ji bo mayîna rejîma Sûrêyayî û hem jî ji bo birêvebirina şerê xwe yê bi Dewletên Yekbûyî re bi rêya vekrina derfetê li pêşiya Îranê ku li Sûriyayê bi cih bibe û serê Amerîkayê bi firehbûna desthilatiya Îranê li herêmê biêşîne, ev yeka ku hişt Amerîka xwe ji Rêkeftina Nukleerî vekişîne û rageşî di navbera herdu aliyan de zêdetir bibe, nemaze piştî kuştina Suleymanî û karvendanên ku bi xwe re anîn, her wekî topbarankirina baregehên Amerîkayê û gefxwarina li Îsraîlê ji hêla alîgirên Îranê yên li Sûriya û Îraqê li herêmê, li aliyekî din, hebûna Rûsyayê ji bo Îsraîlê giring bû, bi taybet di mijara hevahingiya di navbera wan de ji bo armancgirtina deverên Îranê li Sûriyayê, lewra her Îsraîlê dixwest Dewletên Yekbûyî bi giringiya rola Rûsyayê di jinavbirina xeteriya Îranê ji ser sînorê xwe qayîl bike, îcarê di encamê vê yekê de dûzaneke Amerîkî-Rûsî li Sûriyayê encam da û di standina çi biryareke derbarê aloziya Sûriyayê de, hebûna Rûsyayê êdî li ber çavan tê standin.
Li Sûriyayê..Şerê Desthilatiyê di nvabera Rûsya û Îranê de
Piştî ku rikberiya Sûrî ya çekdar li gelek deveran bibin ket û rejîma Sûrî rûberên berfireh ji xaka Sûryayê vegerandin jêr kontrola xwe, êdî şerê Rûsî-Îranî derkete pêş û her aliyekî xwest serkeftinên aborî ji bo qerebokirina lêçûnên mezin ên di şer de pêşkêş kirin, bi dest bixe, û wergirtina sûdê ji projeyên jinûve-avakirinê, bi armanca xurtkkirina hebûnên xwe.
Tevî hevalbendiya di navbera herdu aliyan ji bo rûbirûbûna destwerdana rojavayî, li Sûriyayê û cudahiya nêrînên herdu aliyan derbarê aloziya Sûriyayê de, lê şerê wan ê desthilatî, qelişandina di navbera wan de kûrtir kir, di xalên li jêr de em dikarin nakokiyên di navbera wan de rêz bikin(21):
1-Rûsya hewl dide ku pirsgirêkên di navbera rejîm û aliyên hawîrdor ên ereb de çareser bike, çimkî ji bo wê giring e, lê Îran bervajî Rûsyayê, dibîne ku dûrketina rejîma Sûrî ji himbêza erebî, têkbirina aramiya welat û herêmê bi giştî, û dê hebûna wê xurtir bike, ji ber ku Îran bawer dike ku çiqasî aloziyên bê çareserî li herêmê çêbibin, ewqasî destkeftiyên herêmê jê re zêde dibin.
2-Birêxistinkirina Îranê ji gelek milîsên li Sûriyayê re, ku piştgiriya artêşa rejîma Sûrî dikin, ji bo Rûsyayê cihê nakokiyê ye, ji ber ku Rûsya dixwaze hikumeta Sûrî ya navendî biparêze û tenê piştgirî û biçekkirin ji artêşê re be, da ku rewşeke tevlihev ku ji kontrolê derkeve rû nede, ji ber vê yekê û ji bo piçûkirina rola milîsên îranî li Sûriyayê, Rûsya Feyleqa Pêncem ava kir.
3-Armanca Îranê ya sereke hebûna Esed di desthilatiyê de ye, di wextekî de ku Rûsya tenê dixwaze dewleta Sûrî bi saziyên xwe yên rewa li ser lingê xwe bimîne û bi erêkirineke civaka navdewletî çareseriyek di navbera rejîm û rikberiyê de encam bide.
4-Îran ji hemû rêkeftinên ku di navbera Rûsya û aliyên din ên di aloziya Sûriyayê de çalak in ne razî ye, her wekî rêkeftina “rawestandina şer“ a sala 2016`an bi Dewletên Yekbûyî re û “kêmkirina şer“ ku di danûstandinên “Astana 4“ de Rûsya û Tirkiye û Îranê li serê li hev kir.
5-Têkiliyên Rûsî-Îsraîlî li Sûriyayê û hevahingiya di navbera wan de ji bo armancgirtina deverên Îranê li ser xaka Sûriyayê.
6-Helwesta Rûsyayê ji Doza Kurdî li Sûriyayê û hewldana wê dîtina çareseriyekê jê re bi hikumeta Şamê re, di wextekî de ku Îran ditirse ku statûyeke kurdî û fermî li Sûriyayê ava bibe û bandorê li Doza Kurdî ya li hundirê Îranê bike, ne tenê ya kurdî, lê belê li dozên pêkhateyên neteweyên din ên li ser xaka Îranê dijin jî bike, ku ji ber vê yekê ev pêkhate ji rejîma Îranê tijî bûne.
7-Rûsya ditirse ku Îran di bazara enerjiyê ya cîhanî de hevrrikiya wê bike, nemaze ku Îran dixwaze bigihe Deryaya Spî da ku hinartina xaza xwezayî bo cîhanê bike.
Lê tevî van hemû sedemên nakokiyan jî, ku li pêşiya xewnên Rûsyayê li Sûriyayê dibin astengî, wê Rûsya dest ji kaxeza Îranî bernede û hewldanên wê yên sînordarakirina desthilatiya Îranê li Sûriyayê û di heman demê de parastina wê di heman astê de bin, nemaze ku hêzên Rojavayî û di serî de Dewletên Yekbûyî di aloziya Sûriyayê de hazir in, her wiha ne dûr e ku piştî vekişîna hêzên navborî, rageşî û şerê li dijî Îranê bilintir bibe.
Dumahî
Di encama tiştên me li jor anî zimên de, diyar dibe ku îroroj Îran xwe weke dewleteke herêmî û giring dibîne û divê ew xwedî roleke sereke di dosyayên herêmê de be, lewra ji bo vê yekê pêk bîne, hemû amûrên xwe bikar tîne, her wekî bipêşxistina hêza xwe ya nukleerî li dijî dijminê xwe û projeya wê ya leşkerî ku heta bi derveyî erdnîgariya Îranê diçe, û bipêşxistina bernameya moşek û balafirên bêmirov, ku di bin erdê de ev yek pêk tê, wekî çawa yek ji Pasdarên Şoreşger ên Îranî vê dawiyê piştrast kir ku du bajar di bin erdê de hene, firîna hin balafiran li wan digihêje 2000 KM.
Îran ji bo ku hegemoniya xwe li ser hin dewletan bisepîne, hêza nerm jî bikar tîne, ev yek jî bi rêya propogendaya çanda Şî`î û şaristaniya Îranî ya Îslamîk pêk tîne, da ku hewayeke Şî`î ya alîgira xwe bi rêya operasyonên guhertina demografîk saz bike, wekî çawa li hin herêmên Sûriyayê li Xûtaya Rojhilat û gundewarê Himisê bi rê ve diçe, ku li wan deran malbatên Îraqî û Şî`î tên bicihkirin (22). Lê ev xewnên hegemoniyê yên Îranê her li herêmê rûbirûyî stratejiyên dewletên mezin ku ew jî dixwazin hegemoniyeke giştî li ser herêmê bisepînin dibe, ku di encama vê yekê de alozî û rageşî di navbera Îran û van dewletan de derdikevin.
Bi destpêkirina şerê Rûsî-Ukrayînî di 24`ê Sibata borî de, her wiha hemwextî xetimîna danûstandinên li Viyênayê, em bawer dikin ku li pêşiya Îranê hin egerî hene, bi kurtasî em ê wan rêz bikin:
1-Dibe ku Dewletên Yekbûyî ji şerê Ukraynayê sûdê bibîne, ew jî bi rêya ferzkirina mercên xwe li ser Rûsyayê, li bermaberî sekinandina piştgiriya Rûsyayê ji Îranê re û divê li dijî ti biryareke navneteweyî ya li dijî Îranê raneweste, bi vê yek dê Îran hevalbendeke xwe ye herî mezin ji dest bide, ku her û her li Encumena Ewlekariyê pişta xwe pê xurt dikir û hêvî dikir ku di demeke nêz de çekên pêşketî jê bikire.
2-Piştî guherîna rêgezên lîstikê û fişara Amerîkî ya mezin li ser dewletên Ewropî, Îran dê bêhtir bi tenahiyê rûbirû bimîne, bi taybet piştî ku welatên Ewropî pêdivî bi parastina Amerîkayê ji Rûsyayê dîtin, ev welatên ku Îranê heta demeke dirêj xwe disparate helwestên wan, ji ber:
A: Helwesta wan a nepenî û nerazî ji hegemoniya Amerîkayê li ser biryara cîhanî.
B: Aciziya wan ji cezayên Amerîkî, yên ku zerer dan berjewendiyên kompanyayên wan li Îranê.
C: Metirsiya wan ji derketina şerekî ku zererê bide hêlên kişandina enerjiyê li Kendava Erebî û tijîbûna xaka wan ji koçberan.
3-Di danûstandinên Viyênayê de wê fişar li ser Îranê zêdetir bibe û dê tiştek bi destê wê ve neyê ji bilî ku bi rewşa heyî razî bibe û berê xwe ber bi “nermiya lehengiyî“ ve bibe, wekî çawa rêberê Îranî Elî Xamin`î di gotareke xwe ya dawî de behsa wê yekê kiribû ku pêkan e ew danûstandinan bi “dijmin“ re bikin, ev yek tê wê wateyê ku dê stûxwariyê ji Dewletên Yekbûyî re pêşkêş bike û veger papendiyên xwe yên nukleerî û bêyî ti merceke ku berê di danûstandinan de feriz dikir.
4-Dibe ku Îran ji pêkanîna lihevkirineke li Viyênayê û vejînkirina Rêkeftina Nukleerî bibîne, pêşbaziyê bi Rûsyayê re di mijara hinartina petrolê bi welatên cîhanê de bike, ew jî piştî rakirina cezayên li ser wê û veguhêziya van cezayan li ser Rûsyayê, ev jî dê dûrketinekê di navbera Îran û Rûsyayê de çêbike û di encamê de dê armanca Amerîkayê ya pevxistina vê têkiliya ku ber bi xurtkirin û bipêşxistina di çarçoveya beşa rojhilatî ve ya bi Çînê re diçû, bi cih bîne, her wiha pêkan e karvedanên vî şer û rageşiyê, li Sûriyayê jî derkevin, her wekî şopandina metirsiyên Îranî li Sûriyayê bi rêya hevahingiya bi Îsraîlê re û ji bo armancgirtina baregehên Îranî li wê derê û bipêşxistina gavên danûstandinên di navbera Rêvberiya Xweser û Hikumeta Sûrî.
5-Lê heger bibinketina danûstandinên Viyênayê û mirina Rêkeftina Nukleerî bi Îranê re hatin ragihandin, her wiha derbarê Îranê de Amerîka nikarîbe Rûsyayê bi aliyê xwe ve bîne û şerê li dijî Rûsyayê li Ukraynayê bi rêya dirêjkirina temenê vî şerî berdewam bike, dibe ku têkiliyên Rûsî-Îranî xurtir bibin û desthejiyên firotina çekên rûsî yên pêşketî bo Îranê bi awayekî eşkere encam bide, îcarê li vir normal e hevahingiya di navbera Îsraîl û Rûsyayê de derbarê Îranê de berûpaş vegere û şerê Îsraîlî-Îranî zêdetir bibe, ne dûr e ku ev yek bihêle Îsraîl êrîşên leşkerî li dijî Îranê pêk bîne, her bihêle ku Îran xwe ji Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Nukleerî vekişîne û bi awayekî serbest êdî çekên nukleerî bi dest bixe, gengaz e ku ev şer Dewletên Yekbûyî jî ber bi xwe ve bikşîne, li vê derê Rûsya dikarî mijarê têxe aliyê Dewletên Yekbûyî û di pêkanîna dijberiyê di navbera wê û Îranê de bi ser bikeve, ne tenê wisa, lê belê dikarî Amerîka ber bi şerekî ne teqilîdî li rûbereke berfireh û gelekî hesas û giring ji Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê re biajone, ev şerê han eger çêbû dê temendirêj be û gelek karvedanên xerab ji herêmê re bi xwe re bîne û Îran dê lêçûneke mezin deyne, ku ne dûr e bi guhertina rejîma Komara Îslamîk bi dawî bibe, li aliyekî din dê bandora vî şerî û di serî de li ser welatên herêmê, li ser gelek welatan ne hînik be, ku dibe sîstemeke cîhanî ya nû li ser kavilên sîstema berê bê avakirin.
Çavkanî
[1] https://cutt.us/v60ro فصول من التاريخ السياسي للنفط في إيران (2): مصدّق، التأميم، والانقلاب – حبر- تاريخ النشر 26 آب 2020- استرجع بتاريخ 24 كانون الثاني 2022
[2] https://cutt.us/1bZNM bbc حكاية ثورة التبغ التي هزت عرش الشاه في إيران- نشر بتاريخ 10 آذار 2019- استرجع بتاريخ 24 كانون الثاني 2022
[3] https://cutt.us/tIRfz عربي 21 – تحقيق إسرائيلي يكشف علاقات مميزة مع نظام الشاه- عدنان أبو عامر- نشر بتاريخ 20 حزيران 2019- استرجع بتاريخ 24 كانون الثاني 2022
[4] https://cutt.us/po83X يورو نيوز- رغم مرور 40 عاما .. أزمة الرهائن لا تزال تسمم العلاقات الأمريكية الإيرانية- نشر بتاريخ 4 تشرين الثاني 2019- استرجع بتاريخ 24 كانون الثاني 2022
[5] https://cutt.us/6pGnA كيف انتهت معركة “اليوم الواحد” بين الولايات المتحدة وإيران؟- بي بي سي- نشر بتاريخ: 7 كانون2- استرجع بناريخ 13 شباط 2022
[6] https://cutt.us/NWpYi الرجال المسؤولون عن تفجير مركز “آميا” معروفون وما زالوا طلقاء- معهد واشنطن لسياسات الشرق الأدنى- نشر بتاريخ: 12 آب 2019- استرجع بتاريخ: 13 شباط 2022
[7] إيران..الكشف عن برنامج الملالي للأسلحة النووية- منظمة مجاهدي خلق- نشر بتاريخ 2 شباط 2020- استرجع بتاريخ 19شباط 2022
[8] البرنامج النووي الإيراني- محطات من الشد الإيراني والجذب الغربي- DW نشر بتاريخ 9 أيار 2018- استرجع بتاريخ 19 شباط 2022
[9] https://cutt.us/FmFNX الدكتور يسري أبو شادي- لماذا لا تجرؤ إسرائيل على ضرب المنشآت النووية الإيرانية- نشر بتاريخ 11 آذار 2021- استرجع بتاريخ 6 آذار 2022
[10] ۶ میلیارد دلار از پولهای بلوکه شده آزاد میشود/ ۴.۵ میلیارد دلار سهم دولت- وكالة فارس للأنباء- نشر بتاريخ 17 كانون2 2016- استرجع بتاريخ 22 شباط 2022
[11] https://cutt.us/uKOM1 خمسة مآخذ أمريكية على الاتفاق النووي الإيراني- France24- نشر بتاریخ 13 تشرین الأول 2017- استرجع بناریخ 22 شباط 2022
[12] Khamenei. عمق استراتیژیک جمهوری اسلامی با نگاه به چشم انداز 20 ساله- نشر بتاريخ 24 شباط 2009- استرجع بتاريخ 24 شباط 2022 https://cutt.us/fKad8
[13] https://cutt.us/eYOmI سليمان الخالدي- رويترز- إسرائيل تصعّد حربها الجوية في سوريا على التمدد الإيراني- نشر بتاريخ 22 نيسان 2021- استرجع بتاريخ 7 آذار 2022
[14] https://cutt.us/9kQwQ الشرق الأوسط- روسيا تقدم اتفاقاً نووياً “مؤقتاً” مع إيران بمعرفة أمريكا- نشر بتاريخ 22 كانون2- استرجع بتاريخ 26 شباط 2022
[15] https://cutt.us/cCieh إيران إنترناشينال- واشنطن حددت موعداً نهائياً لطهران للرد على مقترحاتها- نشر بتاريخ 26 شباط 2022- استرجع بتاريخ 28 شباط 2022
[16] https://www.iranintl.com/ar/202203012164 إيران انترنشنال- المتحدث باسم الخارجية الأمريكية: سننسحب من المباحثات النووية إذا تشددت إيران في موقفها- نشر بتاريخ 1 آذار 2022- استرجع في التاريخ نفسه.
[17] https://cutt.us/T6jtN الشرق الأوسط- خدام: كنت أول وآخر مسؤول سوري يلتقي الخميني- نشر بتاريخ 5 أيار 2021- استرجع بتاريخ 1 آذار 2022
[18] https://cutt.us/QE2DN راديو فردا- فلاحت پیشه: ایران 30 ملیارد دلار در سوریه هزینه کرده است- نشر بتاريخ 10 آذار 2020- استرجع بتاريخ 1 آذار 2022
[19] https://cutt.us/PbiyV لندن عربي- 21- كتاب إيراني عن اتفاق سليماني وبوتين السري بموسكو 2015- نشر بتاريخ 14 أيار 2017- استرجع بتاريخ 3 آذار 2022
[20] https://cutt.us/hhjV4 راديو فردا- فایل صوتی ظریف؛ قاسم سلیمانی مانع دیپلماسی بود- نشر بتاريخ 25 نيسان 2021- استرجع بتاريخ 3 آذار 2022
[21] http://www.acrseg.org/41728 شيماء محمود عبد الله- المركز العربي للبحوث والدراسات- نشر بتاريخ 19 تشرين الثاني 2022- استرجع بتاريخ 5 آذار 2022
[22] https://cutt.us/EyZEO مصعب المجبل- صحيفة الاستقلال- نشر بتاريخ 26 كانون1- استرجع بتاريخ 5 آذار 2022