Zarokên DAIŞ`ê li kamp û navendên rehabîlîtasyonê.. (Metirsî, kêşe, û rêyên çareserîyê)
Dosyaya zarokên ku ji herêmên desthilatdarîya DAIŞ`ê, yên li Sûrîyayê, hatine derxistin, ji bo civaka xwecihî û navdewletî pirsgirêkeke mezin û metirsîdar e, çimkî gelek kêşeyê wê yên mirovî, qanûnî, ewlekarî û sîyasî hene. Ev yek li rex mayîna wan li kampan û di jîngeheke ji belavbûna fikirê radîkal û tundrew, û sûcan re vekirî.
Tevî derbasbûna zêdetirî pênc salan di ser têkçûyîna erdnîgarî ya DAIŞê re, hîna jî çarenûsa zêdetirî 32 hezar zarok li gel dayikên xwe, û jinên kampên Hol û Roj û navendên rehabîlîtasyonê ne dîyar e. Ev yek li gel zêdebûna metirsîyên li herêmê ji alîyekî ve, û metirsîya li ser zarokan bixwe ji alîyekî din ve.
Di wextekî de ku hewla jinên DAIŞ`ê, bi taybet ên bi navê “Muhacîrat” li ser stratejîya veguherandina kampa Holê bo dewleteke piçûk a DAIŞ`ê berdewam e, her wiha zêdekirina hejmara zarokan û perwerdekirina wan li ser esasê fikirê DAIŞ`ê bi rêya gelek rêbazan, di serî de jî avakirina nifşekî nû ji “artêşa DAIŞ a paşerojê”.
Pirsgirêka lêkolînê
Pirsgirêka lêkolînê eşkerekirina alîyên xeterîya dosyaya zarokên DAIŞ`ê ye, ku roj bi roj xeterîya wan li kampan û li nav jîngeheke xwedî fikirekî radîkal zêdetir dibe, da ku paşê bibine weke bombeyên li ber teqînê. Li alîyekî din, lêkolînkirina kêşe û girêkên vê dosyayê, û gelo civaka navdewletî heta çi radeyê li hember vê dosyayê bi erka xwe radibe, nemaze di milê vegerandina malbat û zarokên ne sûrî an îraqî ber bi welatên wan ên resen ve. Her wiha nirxandina asta xeterîyên zarokên malbatên DAIŞ`î yên sûrî û îraqî li ser herêmê, di wextekî de ku guhdana bi wan di milê jinûve-perwerdekirinê de pirr kêm e.
Li ser vî esasî, em dikarin pirsgirêka lêkolînê bi vê pirsa sereke girê bidin: “Gelo xeterî û kêşeyên girêdayî dosyaya zarokên DAIŞ`ê li kamp û navendên rehabîlîtasyonê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê çi ne?”.
Îcarê di vê lêkolînê de, em dê sedem û faktorên sereke yên vê kêşeyê bi rêya bersivdayîna pirsên li jêr, rave bikin?
- Faktor û sedemên sereke yên ku hiştin xeterîya zarokên DAIŞ`ê zêdetir bibe çi ne?
- Rewş û jîngeha kampan heta çi radeyê destekê didin zêdebûna xeterîya wan zarokan li ser herêmê ji alîyekî ve, û li ser wan zarokan bixwe ji laîyekî din ve, çimkî ew jî weke qurbanên şer tên dîtin?
- Gelo DAIŞ hewl dide stratejîya vegerandina “xîlafet”ê bimeşîne, bi amadekirina nifşekî nû ji zarokan, ku li kampan zêde dibin?
- Gelo erkê Hevpeymanîya Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞê tenê bi têkbirina rêxistinê di biwarê leşkerî û erdnîgarî de sînordar e? yan jî divê ew berpirsîyarîyên xwe di rûbirûbûna bandor û bermahîyên ji DAIŞê, bi taybetî dosyaya bi hezaran zarokan li kamp û navendên rehabîlîtasyon û guhdanê bigire ser xwe?
- – Gelo nebûna berpirsyarîya welatên pêwendîdar ji bo vegerandina welatîyên xwe ji malbatên DAIŞê, van metirsîyan zêdetir dike û çareserîya doseya wan aloz dike?
- Çareserîyên heyî yên ji bo rêgirtina li ber metirsîyên zarokên DAIŞ’ê çi ne? Ma ew têr û bibandor in, an xeterî hîn jî hene û roj bi roj tevlihevtir dibin?
Girîngîya Lêkolînê
Girîngîya vê lêkolînê di ronîkirina gelek xalên tarî yên dosyaya zarokên DAIŞê de, alozîyên wê û lêkolînkirina metirsîyan di hemû alîyan de ye. Her wiha, eşkerekirina kêşeyên herî girîng ên vê dosyayê di biwarên “ewlehî, civakî, derûnî, yasayî” û yên din de û vekolandina sedem û encamên van pirsgirêkan, ji bo pêşnîyarkirina çend çareserîyên guncaw ji bo vê dosyayê.
Armancên Lêkolînê
– Lêgerîna li pirsgirêkên herî girîng di dosyaya zarokên DAIŞ’ê de li kampên Hol û Roj û navendên rehabîlîtasyonê li bakur û rojhilatê Sûrîyayê.
– Naskirina metirsîyên ku ev zarok dikarin li ser civakên xwecihî û navdewletî çêbikin.
– Destnîşankirina metirsîyên herî dîyar ên li ser van zarokan, ku weke mexdûrên şer û terorê tên dîtin.
– Destnîşankirin û pêşkêşkirina çend pêşnîyar û çareserîyên gengaz ji bo çareserkirina dosyaya zarokên DAIŞê.
Rêbaza lêkolînê Lêkolîn xwe dispêre rêbaza wesfî û analîzkirinê ku armanca wê ew e; bûyer û geşedanên herî girîng rave bike û hejmar û serjimarîyên girêdayî zarokên DAIŞ`ê li kampên koçberî û navendên guhdanê pêşkêş û analîz bike; da ku bê zanîn gelo asta metirsîya wan zarokan gihîştîya kuderê, û pirsgirêkên herî berçav ên bi ser dosyaya zarokên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê destnîşan bike. Li nik wê jî, nimayşkirin û dahûrandina çareserîyên demkî yên pêşîlêgirtina li ber metirsîyên zarokên DAIŞ`ê, û zanîna bikêrhatina wan a sînordarkirinê yan jî kêmkirina van metirsîyan.