Guherînên rêgehên fişara li ser Îranê
Piştî salekê ji danûstandinên Viyanayê di navbera Îran û dewletên (4+1) de, ew jî (Rûsya, Çîn, Fransa, Birîtanya û Almanya) ne, ku ji bo çareserkirina aloziya nukleerî ya Îranê û karvedanên wê dihatin lidarxistin, niha û li gorî hemû nîşaneyan, ev danûstandin êdî xetimî ne û birêveberê Ajansa Atomî, Rafael Grossi, bi xwe, beriya çend rojan behsa vê yekê kiribû.(1)
Di her heşt gerên van danûstandinan de, daxuyaniyên tevlihev ji hêla aliyên beşdar ve derdiketin; hinan behsa astengî û zehetiyanmetiyan dikirin, hinan jî digotin ku rêgehên danûstandinan ber bi başbûnê ve diçin û li ser pirraniya bendên teknîkî hatiye lihevkirin, û tenê çend bend mane heta ku li ser wan lihevkirinek çêbibe
Lê li gorî rewşa li ser erdê, diyar e ku hin mijarên girîng û hestyar ên ku li ber biserketina van danûstandinan dibin kelem, mane, her wekî: Xwestina Îranê misogeriya derneketina birêveberiyên Amerîkayê yên bên ji çi rêkeftineke ku îmze bibe. Lê aliyê amerîkî vê yekê red dike, çimkî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ti qanûn tune ye ku serokekî amerîkî neçarî pabendiya rêkeftinên beriya xwe bike.
Li aliyekî din, xwesteka Îranê ya derxistina “Pasdarên Şoreşger” ji lîsteya terorê jî; yek ji kelemên li pêşiya encamdana rêkeftinekê ye, ji ber ku Amerîka vê yekê jî red dike û vê hêzê (Pasdarên Şoreşger) weke binpêkera mafên mirov li hundirê Îranê dibîne, û aramiya herêmî bi rêya destên xwe yên derveyî “Feyleqa Qudis”ê pêk tîne, dibîne.
Li gel xwestekên Îranê, behsa xwesteka Amerîkayê ya taloqekirina dosyaya kuştina fermandarê “Feyleqa Qudis”ê yê berê, Qasim Suleymanî jî tê kirin, ku Îranê xwe ji ber vê yekê dide alî, nemaze ku ,di nav de murşidê îranî Elî Xaminî, rêberên îranî banga tolhilanîna kuştina Suleymanî kiribû. (2)
Di vê gera dawîn a danûstandinên Viyanayê de, astengiyeke din derkete pêş, ew jî keysbazkirina Rûsyayê ji van danûstandinan re, di çarçoveya sivikkirina cezayên ku ji aliyê Amerîka û hêzên rojavayî ve li wê hatine sepandin, çimkî Rûsya –weke merc- xwest ku danûstandinên wê yên bazirganî û firotina çekan ên bi Îranê re ji lîsteya cezayan bên bidûrxistin, ev yek li hemberî erêkirina wê ji îmzekirina rêkeftinê re, ji ber weke tê zanîn, Rûsya aliyekî sereke yê rêkeftinê ye.
Jê zêdetir, hisabên Amerîkayê li gel Çînê hene, çimkî Amerîka dibîne ku Çîn dê gelkî ji vê rêkeftinê sûdê bigire, bi taybet piştî ku rêkeftina hevkariya giştî heta 25 salan bi Îranê re îmze kir, ku di encama wê de, Çîn dê 400 mîlyar dolarî di binesaziya Îranê û beşên dînamîk de weberhênan bike, lewra Amerîka ji Îranê dixwaze ku têkiliyên xwe yên darayî û ewlekariyê bi Çînê re bi bend bike.
Girîngiya “Pasdarên Şoreşger” bo Îranê
Mercê derxistina “Pasdarên Şoreşger” ji lîsteya terorê, ji mercên herî bingehîn in ji bo Îranê, çimkî “Pasdarên Şoreşger” ji biryargehên herî girîng in li Îranê û weke pasevanê rejîma komara îslamî ya ku hişt heta niha rejîma îslamî di desthilatdariya Îranê de bimîne, tê zanîn. Her wiha palpşita Xumeyînî ya piştî biserketina “Şoreşa Îranî” di sala 1979`an de bû, ew jî ji bo misogerkirina çênebûna darbeyên leşkerî li dijî rejîma wî, her wekî çawa bi hikûmeta serokwezîr Mihemed Misdiq re çêbû, ku di encamê de ji desthilatiyê hate xistin û Şah careke din vegeriya ser hukim, ew jî bi rêya planeke ku ji aliyê îstixbaratên amerkî û birîtanî ve li gel fermandarê artêşê di sala 1953`an hatibû amadekirin.
Li nik wê, hebûna “Pasdarên Şoreşger” di lîsteya terorê de weke derbeke arîşen ji rejîma Îranê re tê dîtin, çimkî Îran “Pasdarên Şoreşger” weke “Hêzeke niştîmanî” dibîne, ku di şerê Îran-Iraqê de, di salên heştêyan ji sedsala borî de, xwedî roleke mezin bû. Her wiha dê bandoreke neyînî li komikên bi ser Îranê ve, ku li herêmê di bin siya “Pasdarên Şoreşger” de ne, bike.
Lê ya herî girîng ji aliyê pratîk ve, “Pasdarên Şoreşger” ne tenê weke hêzeke hevsengî artêşa Îranê ya naskirî tê dîtin, lê belê aboriya Îranê jî di destê wê de ye û bi rêya bi hezarên kompanyayên taybet ên ku bi hezarên mîlyaran derdixin, împratoriyeke darayî ya mezin bi rê ve dibe. Li gorî gelek raporan, ji sêyan yek aboriya Îranê di destê wê de ye û gelek projeyên mezin di warê binesaziyê de bi cih tîne, her wekî petrol, xaz, pîşeyên petrokîmawî û gelek warên weberhênanê yên din.
Lewra, Îran dibîne ku rakirina cezayên li ser wê bêyî derxistina “Pasdarên Şoreşger” ji lîsteya terorê dê sûdên aborî yên ku ew dixwaze bi xwe re neyîne, ev yek di axaftina wezîrê derve yê Îranê, Hisên Emîr Ebdullnehiyan de diyar bû, dema ku di hevdîtineke girêdayî Panela Aborî ya Cîhanî de li Davosê got: “Sedema bingehîn a astengbûyîna danûstandinên Viyanayê, girêdayî mafê Îranê yê bidestxistina hemû destkeftinên aborî yên ku rêkeftin encam dide ye”. (3)
Tevî xetimîna asoyan, guhertinên girîng
Tevî ku ,li gorî hemû nîşaneyan, danûstandinên Viyanayê xetimîne û ti guhertin di milkêşiya peydakirina çareseriyekê de çênebûne -ev pirsgirêka ku her û her ji ber wê, komarparêz gazinan ji serok Biden dikin û dibînin ku hewldanên wî yên çareserkirina pirsgirêka nukleerî val ne- lê eger bi hûrbînî li meseleyê bê nêrîn, em dê bibîbin ku guhertinên mezin û girîng di aliyê danûstandina bi Îranê re çêbûne, ji wan:
- Zêdebûna fişarên li ser Îranê, nemaze piştî sepandina gurzê dawîn ji cezayan, ji aliyê Wezareta Gencîneya amerîkî ve li dijî toreke navdewletî ya qaçaxiya petrol û rewakirina pereyên jêdera wan nediyar (money laundering) li Îran, Libnan, Tirkiye, Çîn, Koreya Bakur û Rûsyayê, ku serfermandarên “Feyleqa Qudis”ê ya girêdayî “Pasdarên Şoreşger” serkêşiya wê dikir. Vê torê dixwest li cezayên li ser Îranê bizîvire. Ev yek di wextekî de rû da ku Îranê hêviya guhertina vê siyastê di serdema Biden dikir.
- Amerîka dikarîbû ewropiyan di dijberiya Îranê de li kêleka xwe bisekinîne, nemaze dewletên Troikiyaya Ewropî (Birîtanya, Almanya û Fransa), ku van dewletan di Encûmena Ewlekariyê de (Konseya Ewlekariyê), piştî vekişîna Trump ji rêkeftina Nukleerî sala 2018`an, piştgiriya Îranê kir û jinûve-sepandina cezayan li dijî Îranê û dirêjkirina qedexeya kirîna çekan li ser wê, red kirin.
- Hiştina dewletên herêmê –ji her demeke borî- ku li djiî xeteriya Îranê ya li dorhêla wan bi yek mejiyî bihizirin û zemînekê ji hevpeymaneke hevbeş a van dewletan re hat sazkirin, ji van dewletên herî girîng: dewletên Kendavê, Urdin û Misir.
- Jinûve-dorpêçkirina Îranê di goşeyeke teng de, ew jî piştî ku Îsraîlê belgeyên veşartî -yên ku Îranê bi armanca veşartina çalakiyên xwe yên nukleerî û berdewamkirina bipêşxistina bernameyê xwe yê nukleerî ji Ajnasa Navdewletî ya Enerjiya Atomî dizîbûn- eşkere kirin. Ev belgeyên ku dê bihêlin pirsa nukleerî bigihe Encûmena Mûhafizkarên Ajansê û weke gaveke zelal a li dijî Îranê tê dîtin, nemaze piştî ku biryara şermezarkirina Îranê ji encûmenê derket, û ji Îranê xwest ku bi lez bersiva pirsên ajansê yên di derbarê hersê deverên wê yên gumanbar li “Turquozabad” û “Ramen”ê li nêz Tehranê, û “Merîwan”ê li parêzgeha Kurdistanê bide, ku li van deveran, şûna Yoraniyûma hilberandî hatibû vedîtin.
Bertekên Îranê li bermaberî tundiya rojavayî
Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê biryara ajansê bi biryareke “siyasî û bilez”, û xwedî “agahiyên derew” ku Îsraîlê di hevdîtina dawîn a bi serokwezîrê wê re, dane birêveberê ajansê, bi nav kir. Her wiha -di bersivdayîna rapora ajansê de- Îranê Îsraîl tawanbar kir ku destê wê di hebûna şûnên yoraniyûmê li wan deverên me li jor gotî de heye. Ji aliyê xwe ve, serokê Îranê “Îbrahîm Raîsî jî got: “Îran dê gaveke tenê jî di helwestên xwe de bi paş ve venegere”.
Bertekên Îranê li beramberî biryarê di van xalan de diyar bûn:
- Siwarkirina cîhazên santrîfujên ên pêşketî ji cureyên (IR6), li kargeha “Nitinz”ê ku di binê erdê de ye, bi vê yekê dê miqdar û leza hilberandina yoraniyûmê duqat zêdetir bike. Ev bi xwe jî weke nameyeke îranî ye ku dixwaze bibêje; ew nêzî egeriya çêkirina bombeya atomî dibe.
- Kamîreyên çavdêriyê ji gelek kargehên nukleerî rakirin, ku ev kamîre di encama “Rêkeftina 2015`an” de, bi lihevkirineke li gel Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî, ji bo çavdêriya çalakiyên Îranê yên nukleerî, hatibûn siwarkirin.
- Armancgirtina devereke nêzî avahiya qunsolxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, bi balafireke bê pîlot. Tevî ku ti aliyî ev êrîş negirte ser xwe jî, lê Encûmena Ewlekariya herêma Kurdistana Iraqê da xuyakirin ku ev balafir ji herêma (Alton Kubirî)yê, li bakurê Kerkûkê, ji aliyê “Tûgaya Hizbullah”ê ya bi ser Îranê ve, rabûye. Ev bi xwe jî tundiyeke ku Îran li ser erdê pêk tîne; her ku fişar lê zêde dibin.
Karûbarên bi Îranê re dê ber bi kû ve biçin?
Bê guman, pirsgirêka îranî îroroj bûye ji astengiyên herî mezin ên ku rûbirûyî Amerîka û hevalbendên wê li herêmê dibe, çimkî Îran rêyên fişarê yên hewcedarên stratejîne giştî û nû li ser asta navdewetî û herêmî bi kar tîne, û divê xalên lawaz ên ku dê bihêlin stratejiya Îranê serûbinîhev bibe bên vedîtin, lê dûrî lidarxistina şerekî, ku dê karvedanên mezin li ser herêmê bi xwe re bîne, nemaze di wextekî de ku Amerîka û Ewropa bi şerê Rûsî-Ukrayînî ve mijûl in.
Ji ber vê yekê, dê pûtepêdan bi tercîha sînordarkirina xeteriya Îranê gav bi gav be, û dorpêçkirina wê û pêkanîna fişrarê dê di qonaxa yekem de be, ew jî da ku bernameyê wê yê nukleerî bê kontrolkirin û wê neçarî vegera li pabendiyên xwe yên nukleerî bikin. Êdî asoyên vê stratejiya han bi rêya xalên bên diyar dibin:
- Zêdebûna fişara dîplomatîk a li ser Îranê, bi rêya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî, ku dibe hin biryarên din li dijî Îranê bide û tecrîdkirina wê zêdetir bibe; eger serê xwe hişk kir, bi taybet piştî ku dosyaya wê ya nukleerî kete destê Encûmena Ewlekariyê.
- Rêxweşkirina ji çalakirina “Makenîzmeya Zenad” an jî “Snapback” li dijî Îranê, piştî ku bi biryareke fermî ya ji aliyê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî hat ragihandin ku Îran li gorî mercên “Rêkeftina 2015`an” tevnager.
Îcarê, ne dûr e ku Amerîka berê xwe bide vê makenîzmeya han -ku ji fişarên herî giran ên li ser Îranê ye- eger Encûmena Ewlekariyê di derxistina biryara jinûve-sepandina cezayan li dijî Îranê, bi sedma vetoya Rûsya û Çînê, bi ser neket.
Eger Îranê ti bendekî rêkeftinê bibin kir, wê demê ji mafê Amerîka û dewletên din ên di nava Rêkeftina Nukleerî de ye ku “Makenîzmeya Zenad”(4) bi kar bînin. Li vir wê gilî li cem Neteweyên Yekbûyî bê kirin û dê lêpirsînek bê vekirin. Bi vê yekê û li gel hebûna rapora Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Nukleerî ku Îranê bi awayekî fermî şermezar dike, dê helwesta Îranê lawaz be û di encamê de gengaz e ku cezayên navdewletî yên beriya biryara (2231) bi awayekî tomatîk vegerin ser Îranê, heta bêyî erêkirina Encûmena Ewlekariyê jî, lewra Rûsya û Çîn dê nikaribin li dijî biryarê derkevin.
- Xwenêzîkkirina Amerîka ji Erebistana Siûdiyê re, da ku Siûdiyê zêde petrolê bişîne bazarên Ewropayê, nemaze di kêşeya di navbera hêzên rojavayî û Rûsyayê de, di encamê şerê Ukrayinayê de, ku Îran amajeyê bi wê yekê dike ku ne dûr e Siûdiyê bibe şûngira petrol û xaza Rûsyayê, eger rêkeftina nukleerî nehat vejandin. li aliyekî din, armanceke din a xwenêzîkkirina Amerîka ji Siûdiyê re heye, ew jî asayîkirina têkiliyên di navbera Îsraîl û Siûdiyê de, da ku koalîsyona li dijî Îranê li herêmê berfirehtir bibe û tê payîn ku ev dosya dê li ser maseya Biden bin di serdana wî ya bê ji Siûdiyê û Îsraîlê re, di nîva Tîrmeha bê de.
- Plankirina avakirina koalîsyoneke leşkerî û ewlekarî ya herêmî (Îsraîl û welatên erebî) ji bo rûbirûbûna xeteriya îranî, ev yek ji aliyê Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê ve “Benny Gantz”, hat piştrastkirin, dema ku got:”Planek ji aliyê komîteya Têkiliyên Derveyî ya encûmena rîspiyên amerîkî ve hatiye pêşinyazkirin. Li gorî wê, Îsraîl dê pergala berevaniya esîmanî, ji bo rûbirûbûna xeteriya balafirên bê pîlot ên Îranê, bide dewletên herêmê”.
- Zêdebûna êrîşên li dijî hebûna Îranê li herêmê, û destpêkirina qonaxeke nû, bi taybet li Sûriyayê. Ev yek ji armancgirtina Îsraîlê ji balafirxaneya Şamê ya navdewletî re, di berbanga roja înê (10`ê vê hezêranê) diyar bû. Ku li gorî Îsraîlê, Îran vê balafirxaneyê gelekî ji bo guhêztina çek û moşekan bo hêzên îranî li Sûriyayê û Hizbullahê li Libnanê bi kar tîne.
Her wiha, armancgirtina balafirxaneyê weke nameyeke bo serokê sûrî Beşar El-esed bû jî, ku Beşar an dê têkiliyên xwe yên bi Îranê re qut bike û hebûna wê li Sûriyayê veneşêre, yan jî wê rêbazeke nû pê re bê meşandin û wê derbên Îsraîlê bigihin koşka Cemhûrî, li gorî daxuyaniyên berpirsên îsraîlî (5).
Li vê derê, em dibînin ku gelek xebat ji aliyê Amerîka, rojava û hevalbendên wan ên li herêmê ji bo kontrolkirina xeteriya îranî tên kirin, carinan bi rêyên dîplomatîk, û carinan jî bi rêya êrîşên li ser erdê, operasyonên leşkerî û îstixbaratî yên tekûz, ku di çarçoveya siyaseteke nû ya bi navê “Heştpê”, Îsraîl li dijî Îranê pêk tîne, li gorî ku Serokwezîrê Îsraîlê “Naftali Bennett” eşkere kiribû. Ji xwe mebesta wî jî Îran û pêyên wê yên li herêmê ye. Ev siyaseta han bêhtirî xwe girîngiyê dide êrîşên biber ên li hundirê Îranê, lewra kuştinên dawîn ên fermandarên mezin ên “Pasdarên Şoreşger”, armancgirtina dever û kargehên nukleerî û balafirên bê pîlot di nava vê siyaseta han de bûn.
Di dawiyê de.. em dikarin bibêjin ku halê hazir xebatên navdewletî tev ji bo vegerandina Îranê ser maseya danûstandinên li Viyanayê ne, û bikaranîna zextê -bi her awayî- li ser Îranê; da ku di derbarê bernamicê wê yê nukleerî û hilberîna yoraniyûmê de, stûxwariyên rasteqîn pêşkeş bike, her wiha wê neçar bikin ku vegere sînorên aştiyane yên bernamicê xwe û misogerkirina ewlehiya hevalbendên wê li herêmê. Tevî ku hemû alî lidarketina şerekî bi Îranê re bi dûr dibînin û girîngiyê didin rêyên dîplomatîk; lê eger li Viyanayê li hev kirin û garantî ji Îranê di derbarê pabendiya bi sînorên aştiyane yên bernamicê wê yê nukleerî bi dest xistin jî, dê aramî li herêmê heta demeke dirêj çênebe; ji ber ku Îsraîl –her û her- dibêje ku ti têkiliya wê bi ti rêkeftineke li gel Îranê tune ye, û ew bawer nake ku Îran dest ji armanca xwe ya sepandina hegemoniya xwe li ser tevaya dewletên herêmê berde, tevî ku ew dewlet jî baş vê yekê dizanin, lê mesele bi rejîma Komara Îslamî ve girêdayî ye, ku ji rêgezên destûra wê yên herî girîng, derxistina şoreşê bo derveyî sînorên Îranê, û avakirina Rojhilateke Navîn a Îslamî bi serkêşiya Îranê û di bin siya teoriya ” Jîopolîtîka Şî`î ” de, ku ne bi rêya berfirehkirina desthilatiya xwe li herêmê be, pêk nayê. Lewra, ev yek dihêle ku Îran -her û her- bi dewletên herêmê û welatên mezin ên ku destên wan li herêmê dirêj e – di serî de Amerîka- re di nava nakokî û kêşeyan de be. Îcarê, ji bo çareserkirina vê girêka cewherî ya ku rejîma Îranê li serê mezin bûye, dibe ku ti bijarte li pêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tune bin, ji bilî guhertina rejîma Îranê ya halê hazir, ew jî bi rêya destekdayîna opozisyona îranî li hundir û derve, di encamê de, avakirina rejîmeke hevalbend ji xwe û dewletên herêmê re, mîna rejîma Şah a berê. Lê divê bê zanîn ku rêya vê bijarteyê jî ne hêsan e, û dibe ku demekî dirêj bixwaze, her wiha pêwîstiya wê bi stratejiyeke giştî jî heye, ku hemû neyarên Îranê tê de hevkar û hevalbend bin.
Çavkanî
[1] الوكالة الذرية: المفاوضات مع إيران وصلت طريقاً مسدوداً- العربية- نشر بتاريخ 14 حزيران/يونيو 2022- استرجع بتاريخ 16 حزيران يونيو 2022 https://cutt.us/VVLBt
[2] https://cutt.us/T8EKU ملف قاسم سليماني.. آخر عقبة أمام إحياء الاتفاق النووي- العربية- نشر بتاريخ 31 آذار/ مارس 2022- استرجع بتاريخ 2 حزيران/يونيو 2022
[3] https://cutt.us/ZVX8c عبد اللهيان: لإيران “خيارات متعددة على الطاولة”.. إن لم نجد اتفاقا رصينا- روسيا اليوم- نشر بتاريخ 26 أيار/مايو 2022- استرجع بتاريخ 2 حزيران/يونيو 2022
[4] ماذا تعرف عن مصطلح “سناب باك” الذي تهدد واشنطن طهران به؟ – العربية- نشر بتاريخ 20 آب 2020- استرجع بتاريخ 14 حزيران 2022 https://cutt.us/qD1Ve
[5] المونيتور- إسرائيل لبشار الأسد: الهدف المقبل هو قصرك- نشر بتاريخ 14 حزيران/يونيو 2022- نشر بتاريخ 15 حزيران/يونيو 2022
https://cutt.us/KF8K0