Helwest

“Şeva Yeldayê”.. Biserketina ronahîyê li dijî tarîtîyê

Mistefa Mistefa- Lêkoler li navenda Firatê ya Lêkolînan

     Li tevaya cîhanê -bi gelemperî- her miletek bi destpêkkirina çileyê zivistanê re şahîyan bi rêûresmên xwe li dar dixe û werzê payîzê oxir dike.

Gelek miletên arî yên li herêmê, di serî de kurd, şahîyan bi navê “Şeva Yelda”yê li dar dixin, û wê mîna şeva biserketina ronahîyê li dij tarîtîyê dihesibînin; ango piştî şeveke dirêj ku derdora 14 saetan dirêj dike, êdî hin bi hin roj bi qasî şevê dirêj dibin û di roja Newrozê de êdî dibin mîna hev. Lê gelo şeva Yeldayê çi ye? Çima tê lidarxistin? Û çi girîngî û taybetîyên wê hene?

Şeva Yeldayê

Li gor dîrokzanan, gotina “Yelda”yê surîyanî ye û tê wateya “çêbûn” an jî “dayîn”. Lêkolerê kurd Fêrgîn Melîk Aykoç dibêje: “Ev şeva dayînê, şeva bûyînê ye, şeva ku xwedawendê roj û ronahîyê Mîthra xwe daye (Xwe-da)”. Xwedayê ola Mîthrayê di nava gelên hindo-ewropî de derket û gelek olên kevnar jê hatin der. Tevî pêngavên qirkirinê û pevçûnên li Mezopotamya û Rojhilata Navîn, kakayî, zeradeştî û peyrewên olên din ên rojhilatî karîn rêûresmên xwe biparêzin û nehiştin winda bibin.

Yelda  di nav gelên dêrîn ên axa Mezopotamya û çiyayên Zagrosê de çandeke hevpar e û li Kurdistanê li rex cejna Newrozê, Şeva Yeldayê yek ji şahîyên sereke ye. Dîroka Yeldayê vedigere derdora 5 hezar salî, û her sal di 21ê kanûnê de tê pîrozkirin. Ev cejn li hinek herêman Şeva Çile (Şevçile) jî jê re tê gotin; li Kurdistanê tê wateya şeva herî tarî û dirêj a di salê de. Di heman demê de, ev şev destpêka demsala zivistanê ye ku heta 21ê Adarê (cejna Newrozê) dirêj dike û şev û roj dibin yek. Awayê pîrozkirina vê şevê li gor gel û bawerîyan tê guhertin, lê rêûresmên pîrozkirina wê di bingeha xwe de li ba tevaya miletan mîna hev in.

Şeva Yelda niha bêhtir li rojhilat (Xorasan) û başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin. Piştî ku roj diçe ava û cihê xwe ji şevê re dihêle, malbat li dora sifreyek ku bi gelek xwarin, vexwarin û fêkîyan hatiye xemlandin kom dibin. Piranîya xwarin û vexwarinê ji berhemdayînên herêmê ne; mîna hinar, gûz, tirî, mewîj, hejîrên hişkkirî û şêranî. An jî hemû berhemên di bihar, havîn û payîzê de ji bo zivistanê hatine hişkkirin û hilandin li ser sifreyê tên danîn. Li nik wê jî mûm heta destê sibehê tên vêxistin (di demên berê de agir bû û li peristgehan dihat pîrozkirin), ew jî li gor hin bawerîyan xwedî mebest e; ji bo ku di tarîyê de tu xirabî neyê serê wan û tu ziyan ji sermaya wê şevê negihe wan, agir dihat vêxistin, helbet ev yek girîngîya agir di çanda kurdan de tîne holê. Ev şev bi gerandina dîlanan û gotina stranan bi rê ve diçe û heta berê sibehê şiyar dimînin û derketina rojê pêşwazî dikin.

Her wiha, malbat dîyarî û xwarinên xweş dibin ji cîranên xwe re û bi gotina “di vê şeva dirêj de, mala we germ be û dilê we xweş û geş be” şeva hev pîroz dikin.

Hinar û Şeva Yeldayê

Di nava kurdan da fêkîya hinarê bi gelek navan tê nasîn. Jixwe wekî bêje jî di milê rastnivîs û bilêvekirinê de tê guhertin mîna henar, hinar û nar. Ev gotin li gor  hin jêderan hevriha Avestayî ye. Dara hinarê li hemî cihan (deşt an çiya) şîn tê, di biharê de kulîlkan dide û di dawîya havînê û destpêka payizê de mêweya xwe dide, kulîlka wê pir xweşik û bedew e û ji ber vê yekê kurdan navê wê li keçên xwe kiriye (Gulnar) û ereb, tirk, û faris jî navê “Gulnar”ê ji keçan re bi kar tînin û dibêjin (Cullenar).

Li gor lêkolerê navborî, “nîşaneya Şeva Yêldayê ya bingehîn “hinar” e. Taybetîya hinarê jî ev e: Hinar mînak û semboleke teqîna yekem e. Dema hinar biteqe, her libeke wê wekî stêrkên li ezmanan bi alîyekê ve diçe, kêlîya tîrêja ronahîyê lê dide, her libek bi rengekî cuda  li ber şînîya ezmên dibiriqe, lewma kurdên yarsanî ji teqîna yekem  (Big Bang)ê re “kunar vekunar” yanî teqîn û belavbûn gotine. Kurt û kurmancî, têkilîya peyva “hinar” û “kunarê/teqîn“ bi hev heye. Dibe ku ji ber vê têgihaştinê jî hinar bûbe sembola vê şeva pîroz. Kî dixwaze rengê vê rastîyê bibîne, dikare hinarekê li erdê bixe û li libên wê temaşe bike”.

Bê guman, fêkîya hinarê ji pîrozbaweriyên ola Mîthrayî ye, ku ew jî “Hersê cenj (Newroz, Çarşema Sor û Şeva Yelda), Roj, Tembûr (saz), Hêkên rengên, Hinar û Marê reş” in, ku îro roj em wan di olên kevin weke Yaresanî, Zeradeştî, Êzdîtîyê de dibînin.

Mixabin, ev çand û kevneşopîya han, wekî gelek kevneşopîyên din -ên li Kurdistanê- li dirêjahîya dîrokê rastî zext, zor û qirkirinê hatiye. Her wekî çawa di serdema osmanîyan de li gelek deveran li jêr bihaneyên olî hat jinavbirin û qedexekirin. Lê çawa ku hin çand û kevneşopîyên me bi saya bawerîya zeradeştî û êzdatî hatin parastin, Şeva Yeldayê jî heta niha li gelek deverên rojhilatê Kurdistanê (Xoresan) û başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin.

Îcaerê, pirr girîng e mirov li van kevneşopîyên xwe bixwedî derkeve, çimkî bi rêya wan dikare têkeve nava deriyaya dîrokê û xwe baş binase.