Pirsgirêkên Heyî

“Nijadperistiya Nû” û “Mayîn ji yê çêtir re ye” di Meydana Ragihandina Alîgir de

Bi erebî jî peyda ye

Osman Elî – Lêkoler li Navenda FIratê ya Lêkolînan

Dîmen û çîrokên mirovî yên derbarê prsgirêka koçberiyê de ku ji herêmên şer û pevçûnan derdikevin, êdî tenê weke girêkeke dîrokî mane, ku gengeşeya dora wê heta roja me ya niha negihiştiye tu çareseriyekê. Tevî ku gelek hewldanên niyazbaş ên mirovan ji bo xurtkirina dyalogan di navbera çandan de û jinavbirina nijadperistiya -ku dawî li jiyana bi milyonan kes anî- hebûn, lê dîsa jî di serdema glopalîzimê de “Nijadperistiya Nû” bi rê û rêbazên nû derket û nîşaneyên wê bi pêşketin û guhertinên bingehîn ên ku li ser binesaziya nirxî ya civaka cîhanî xuya bûn, derketin holê.

Di wextekî de ku nijadperistiya kilasîk di demên berê de xwe disparte paşguhkirin û rêgezperistiya derheqê nijadek, rengek, neteweyek an jî komek xelk, îro roj gelek rengên wê yên xirabtir û berfirehtir çêbûne, ku di encama wê de nefret ji bin siya nijadê derket û xwe bi nijadperistiyeke çandî pêça. Tevî hebûna rêkeftinên navdewletî yên li dijî hemû rengên nijadperistiyê ku li gorî van rêkeftinan; nijadperistiya li ser bingeha regez, reng û binçîneya etnîkî astengiyeke ku têkiliyên aştiyane û hezkirinê ji nav dibe ye, lê dîsa jî  nimûneya herî berbiçav; tecrubeya aliyên Rojavayî (Ewropî) bi koçberên Rojhilata Navîn û efrîkayî re di şerê Rûsî-Ukrayinî de, li ser sînorê polendî ye.

Gotara dij Koçberiyê

Ewropa êdî bûye rêyeke awarte ya gelên zorlêbûyî û strageheke bi ewle ji kêmneteweyên bindest re, nemaze ku ev welat (Ewropa) bi rêzgirtina ji mafên mirovî re tên nasîn, lewra ev kesên berê xwe didin van welatan, hêviya jiyaneke nû û jibîrkirina raboriya xwe ya bi êş datînin ber çavên xwe, lê di van dehsalên dawîn de, ev rewşa nimûneyî bi hilkişîna rastgirê radîkal li Parzemîna Pîr û bidestxistina wan ji navendên birêveber ên hikumet û parlementoyên Ewropî re, hino hino ber bi hilweşînê ve çû.

Ji xwe ew kesên radîkal bi girêdana xwe ya bi nasnameya çandî û olî yên xwediyên welat ve tên nasîn, û her di parastina kevneşopî, dab û nerîtan de bi rijd in, lewra ev kes îroroj li dijî aramî û paşeroja welatê xwe jî gefek in, nemaze ku zagonên welatê xwe binpê dikin û ji bo jinavbirin û tirsandina koçberan, tundiyê bi kar tînin.

Di van demên dawîn de gelek kirinên dijber derheqê koçberan de encam dane, helbet bi çend hevokan em ê nikaribin hemûyan rêz bikin, lê yên herî balkêş; gulebarana derheqê hin misilmanên ku li bajarê Christchurch, li Newzîlendayê nimêj dikir pêk hat û di encamê de 50 misilman hatin kuştin, her wekî wê li bajarê Osloyê jî. Li nik wê bûyerên takekesî û komî ku li dijî kêmarên koçber li gelek bajar û bajarokên ewropî, nemaze li Fransa û Almanyayê, rû dane.

Mijar hemû bi vejandina ramanên Naziyeyî yên xeternak û faşîst ,bi partî û şepêlên wê, ve girêdayî ye, her wekî (Partiya “Azadiya Rastgir” li Nêmisayê, Tevgera “Di serî de Birîtanya”, Tevgera “Nasname” ya fransî, û herdu partiyên “Pîvîdiya” û “Alternatîfa ji bo Almanyayê” li Almanyayê..), evan aliyan rêgezên nijadperistî yên ku pêkanîna komkujiyan derheqê koçberan de gur dikin û dijberiya nirxên olî û nijadî yên biyaniyan dikin, ferz kirin.

Li rex wê jî, lîstina li ser “girêka tirsandinê” bi rêya tirsandina welatiyên resen bi hin têgihan û bikaranîna sembol û derbirînên xwedîtinê û piçûkxistina kesên ji derveyî xwe, ev yek kiriyarên neyînê di kolanê de bi xwe re tîne ku nefret û heqareta li dijî koçberan encam dide, û pirrê caran çîrokên nijadperist ên tên vegotin vedigerin “Serdema Kevin” û “Şerê Cîhanî yê Duyem” ku di wan pêvajoyan de rêgezine sadîst hebûn, ew jî “mayîn ji yê çêtir re ye” ye.

“Mayîn ji yê Çêtir re ye”

Cîhan îro di şerekî Darwînî ku rêgeza ” mayîn ji yê çêtir re ye” bi pêş dixe, dijî. Ew ramana ku ji bo pêşketinê sê hêmanên bingehîn dixwaze, ew jî ev in (Cudahî, Xwezêdekirin û Mîratgirî), her wiha regezperistiya di nîşaneyên fîzîkî yên canewerên ku di ber hebûna xwe de, li ber xwe didin; li ser vê yekê, sîfatên neyînî tên rûnandin, her wekî ezezî, şerê rikberiyê yê wekî hêmanên dînamîk bi armanca parastina pêşketina şaristanî û biserketina kategorî, li şûna rûnandina nirxên hevkarî, hevgirtin û wekhevî û dadweriya mirovî.

Bê guman ev nêrîna bidûrxisinê şaş e, ji ber ku rê li ber avabûna sîstemên civakî yên desthilatdarî vedike (kêmareke çavbirçî, xweperist û sitemkar), gelekî zulm û serdestiyê li civakên din dike (pirraniya kesên zehmetiyê ji birçîbûn û zordariyê dikêşin), her wiha ji bo berjewndiyên çîna sitemkar, keysbaziyê li hemû jîngehên xwezayî dike.

Eger em bên behsa vê rewşê bikin, divê em hemû kiriyarên mezin ên derheqê koçberên asiyayî û afrîkayî de li Ewropayê li ber çavan bistînin, çimkî ev rewş ji çarçoveya kiriyarên takekesî derketine û êdî bûne rêbazeke regezperist ku di mejiyê hemû ewropiyan de, çi kesek be û çi jî komikek be, hatiye çandin, êdî sîstemeke hevgirtî ji rêgezperesitiyê li ser asta fermî û rojnamegeriyê hatiye rûnandin.

Daxuyaniyên vê dawiyê ku ji aliyê serok û siyasetmedarên rojavayî ve derketine, di nav de jî serokwezîrê Bulgariyayî  Kirill Bitkov dema ku got: “Ew ne mîna wan koçberên ku her û her me wan nas kiriye, ew ewropî ne, jîr û rewşenbîr in, hin ji wan bernamedan in, ev ne pêleke koçberiyê ya bê dîrok e, welatekî ewropî ku ji wan bitirse tune ye”.

Tevî hin rewşên takekesî yên koçber û biyaniyan ên geşkirina aboriya parzemînê, lê bi rastî daxuyaniyên bi vî rengî, rûreşiya Ewropayê eşkere kir, nemaze ku hemwextî vê dijberiya derheqê biyaniyan de, gelek dezgehên ragihandinê jî di mijarên mafên mirovan de ketin dubendiyê de û li şûna destpêşxeriyên pêkanîna hevgirtineke civakî, gotara kînê û regezperistiyê derheqê koçberan de bi kar anî, êdî gotinên alîgir ku berevajî yên li akademî û dibistanên wan ên ragihandin û fikirî  tên dayîn,bi kar anîn; her wekî rêzgirtina maf û rûmeta mirov û piştgiriya çîna paşguhkirî û lawaz dan pêş.

Li vir em dikarin bibêjin ku pirsgirêk ne piçûkdîtina aliyekî ji aliyekî din an paşguhkirina komikekê û pûtepêdana bi komikeke din e, lê pirsgirêk ji vê yekê mezintir e û van sînoran derbas dike, êdî dabeşandin di navbera kesên kêm an bêhitirî mirovî yan jî kesên hêjayî guhdan û penaberiyê, li ser esasên ne-exlaqî, çandperistî û nijadî tên kirin, bêyî ku meseleyên nirxî û exlaqî di ber çavan re bên standin, ev yek bi xwe nijadperistiyê bi xwe re tîne û ber bi “nefretkirina biyaniyan (Xenophobia)” ve diçe, êdî bi rengê xwe yê nû li dijî çermspiyên hejar jî tê bikaranîn.

Ev nîzîkatiyên me gotî, gelek aliyên wê yên xeternak hene, nemaze di çarçoveya rewşên pêkvejiyanê yên halê hazir û paşerojê de, ku ne dûr e gelek senaryoyên metirsîdar bi xwe re bîne û bertekên neyînî encam bidin û bihêlin  dijberiyek (bertek) di navbera welatî û koçberan de derkeve ku heta bi aliyên berpirs û têkildar jî nikaribin êdî rewşê kontrol bikin.

Di encamê de dixuye ku gelek tevlihevî hene, zehemt e hemû bên eşkerekirin, lê bi awayekî giştî, hemû nirxên ku rojava (Ewropa) her û her xwe bi wan dibîne, îroroj li cem raya giştî ya cîhanî bûne cihê gumanê, nemaze ku mirov nikare tenê di wextên rehetî û aştiyê de exlaqan bipîve, lê belê şer û ceng bi tena xwe dikarin rastiyan eşkere bikin û pakiya niyazan diyarî çav bikin.

Bihawîkirina Rojnamegerî û Yekaliya Ragihandina Rojavayî ya Alîgir

Di serdema pêşketina teknolojî û dijîtalê de, êdî pîvan û rêgezên exlaqî cuda bûne û bindestkirina alavên pêwendiyê û cîhana dijîtalê bûye esasê lîstikê, bi taybet di warê teknolojiyayê de û hemwextî pêşketina bilez a ku bi naverok û tekînîkên rojnamgeriyê û guhertina bingehîn a di binesaziya civakê de çêbûye, re.

Di rewşa heyî ya bi vî rengî de, gelek aliyên rojnamgeriyê û alavên wê, berê xwe ji qada belavkirina nirxên mirovî û dabên civakî yên baş ber bi belavkirina kîn, sorkirina dijberî, gurkirina aliyekî li dijî aliyekî din û devavêtinê ve guhertine, her yek Ii gorî siyaseta ajendeyên siyasî û piştgirên darayî yên bi armanca domandina hebûna xwe li cîhana elktronîk, siyaseta xwe bi rê ve dibin. Îcarê di wextekî de ku çandperistî li pêş e û dengê nameyên rageşiyê ji gotarên propagandayê difûre, tenê du bijarte li pêşiya rojnamevanan dimînin, yan divê alî û baweriyên xwe yên siyasî bidin aliyekî û li gorî pîvanên pîşeyî yên stnderd tev bigerin û bûyeran bişopînin, ku di encamê de wekhevî û hevsengiyek dê di rojnamegeriyê de çêbibe, yan jî dê alîgirî û arasteya xwe ya siyasî bide pêş – ku ev berbelav e- û di encamê de nirxên exlaqî têk biçin û li şûna pêkanîna hevsengiyeke pîşeyî û gihandina nameya rojnamegerîyê bo wergir, aliyên şer di qada rojnamegeriyê de pev bikevin.

Ji bo piştrastkirina tişta me li jor gotî, em ê hin nîzîkatiyên derheqê koçberan de di mezintirîn dezgehên ragihandina rojavayî ya alîgir de eşkere bikin, ku van dezgehan alîgiriyên xwe yên cografiyayî yên parzemînî û nijadî di ser piştgiriya nirx û rêgezên mirovî de dîtin û bi destek kirin, lewra di encamê de, di pêkanîna hevsengiyeka navbera alîgiriya xwe ya siyasî û bêalîbûnê de bi ser nektin.

Ne tenê wisa, lê belê pîvanên exlaqî yên girêdayî mafên mirovan, ku gerek e hevgirtî û yek bin, xwe li dubendiyê dan, ev yek di aloziya nijadperistî ya ku şaxên xwe di rojnamgeriya rojavayî de derbarê şerê Rûsî-Ukrayînî de belav kirin, belî bû, ji ber ku alavên rojnamegeriyê destek da propagandaya şaristanîbûna Ewropayê û pakiya xwîna rojavayî, li hember piçûkirina gelên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, ev yek di şopandin û romalkirina televizyonên weke( RT, CNN, FRENCH MSM, ITV, CBS) de diyar bûوNCH MSM, ITV, CBS) de diyar bû., û nijadperistî û kîn ji nîşaneyên herî balkêş ên pêşkêşker, nûçegihan û mêvanên wan televizyonan bûn, her wiha berawirdkirin di navbera ewropî û mirovên ji Rojhilata Navîn de dikirin, çi ji hêla qurbaniyên şer û taybetmendiyên laşî, çi jî ji hêla pakiya xweînê ve, li vi em behsa hin beşdariyên televizyonî yên alîgir bikin, ku yek ji wan jî beşdariya Charlie D’Agata, nûçegihanê televizyona CBS`ê ya amerîkayî ye, wî di tevlîbûneke xwe de ya derbarê Ukrayinayê de, Ukrayinî di ser biyaniyên din ên ku her û her şer dîtine de dît, wî got: “Tevî rêzgirtina min, lê ev der ne Iraq û Efxanistan e, lê belê dewleteke ewropî ya pêşketî ye”, weke wî, weke hevkarê wî yê heman nêrîn ku her û her “girêka xweperistinê” didin pêş, evî hevkarê wî, Philip Corby ku nûçegihanê televizyona BFM a fransî ye, di derbarê rewşa koçberiya ukrayiniyan de a ber bi Ewropayê ve destnîşan kir ku rewşa wan, ne mîna rewşa revîna sûriyan a ji ber topbarana rejîma Sûrî ya bi hevkariya Putin e, lê ew (Ukrayinî) ewropî ne, bi siwareyên mîna yên me, derdikevin û xwe rizgar dikin, wekî ku bibêje tu pirsgirêk tune ye çi kesê ji bilî yê ewropî bibe ardûyê agirê şerekî, tenê ji ber ku çermê wî ne spî ye û ji çanda cîhana sêyem e ya ku her û her rastî tundî, teqîn û şerê navxweyî hatiye.

Li vir, pirraniya rojnamevanên rojavayî piştrast kirin ku ji bilî dosyayên ku ji wan re girîng in û çavkaniyên li gorî dilê wan behsa tiştekî din nakin, her wiha pêwîstiya wan bi şiyana analîza rexneyî ya ku rastiya geşedanên siyasî û civakî zelal dike heye, îcarê di vê rewşa ku ji hêla rojnamegeriyê de kirêt e, neqandin bûye bi kêfê û li gorî siyaseta dezgeh û berjewndiyên takekesî, bêyî ku çavdêrî û hisabxwestin hebin.

Ev bûyerên dûvhevhatî ku carcaran mirovên çermspî jî di nav de, qurabniyên şeran ji wan nefilitîne, li ser hişmendiyeke berfirehtir radibe ku Rojavaya bêqisûr (Ewropa) her û her ji xwe, ji zatê xwe dest pê dike û li sînorên parzemînê bi dawî dibe, di wextekî de ku ew qewareyên din ji derveyî cîhana wê dimînin, her wekî çawa Sartir dibêje, ew bi ser yê din ve dimînin anku Dojeh, tevî propagandaya bangên azadî ,pirrengî , û pejirandina cudahiyê.

Ragihandina Nû Destekê Dide “Nijadperistiya Nû”

Tevî ku torên civakî (Sosyal Medya) roleke girîng û erênî di çêkirina guhertinekê di hemû aliyan de lîstiye û dikarîbû hemû bûyer û guhertinên siyasî û civakî kêlî bi kêlî bigihîne kesên wergir, lê rêjeya baweriya gelek bikarhênerên malperên dijîtalê ji aliyê bêalîbûnê ve bi torên civakî li kêmê ketiye û îroroj bi nepeniya çarçoveya nirxeyî û  bi bipaşketina dadmendî û hevsengiya li ser malperên dijîtal, ev torên civakî bûne cihê gumanê û  di gelek bûyeran de vê meseleyê xwe daye der.

Bi birêveçûna vê rewşê re, êdî tu roleke çavdêrî ji beşê destpakiya sivîl re, ku erka wê di cîhana civakî de, parastina bêalîbûna di belavok û naverokan de ye, namîne, nemaze bi belavbûna nûçe, wêne û têgihên ku kînê li dijî kesekî sor dike û destekê dide peristina çandî, cografî û nasnameyî di navbera xelkê de re, ev yek bi riya hukimkirina li ser kesekî li ser esasê gotarên ku li ser fikireya homojenî û heterojenî mezin dibe, encam dide, her wiha bi pêkanîna hemûyî ve girêdayî ye, wekî wê weke faktorên cografî, zimanî û olî ku bingeha wan cotbnedî ye: Rojhilat – Rojava, û Bakur – Başûr, Zengîn – Hejar, (1), îcarê tevî pêşketina zagonên sûcdarîkirina nijadperistiyê, hîna jî (nijadperistî) bi awayekî veşartî di gelek aliyên jiyanê de peyda ye, bi taybet di aliyên danûstandin û weşanê de.

Ji bo piştrastkirina tişta me li jor gotî, lîstikvan Jeff Horowitz eşkere dike ku “Facebook” rêgezên cudaxwazî û siyaseteke newekhev li dijî bikarhênerên xwe bikar tîne, tevî ku Mark Zuckerberg teqez dike ku kompanyaya wî bi awayekî yeksan û wekhev nêzî bikarhênerên xwe dibe, her wiha wan dikarî derfeteke derbirînê bidin wan, wek wan weke tevaya civakê, lê Jeff dibêje ku bernameya bi navê “Cross Check/ XCheck” taybet ji bo pîvandina koalîteya belavokên kesên navdar, siyastemedar û bikarhênerên herî taybet li ser Facebookê hatiye amadekirin, lê ev bername endamên “lîsteya spî” ku hejmara wan derdora 5.8 milyon bikarhêner e û di nav de birêveberê kompanyayê bi xwe di nava xwe de nahewîne û  qanûn û pîvanên girêdayî destdirêjî û gurkirina tundî û nijadperistiyê li ser wan nameşin, her wiha ew derveyî bendên ku ji aliyê kompanyayê li ser weşan û belvakirinê hatine sepandin jî dimînin û serbestiyeke bêsînor (2) ji wan re hatiye veqetandin, ji xwe armanca kirîna kompanyaya “Meta (berê Facebook)” ji hin applîkêşinên tora civakî wekî “Whatsapp” û “Instagram”ê re, destdanîna li ser bazarê û keyspazkirina wê ye, ku ev yek dibe di paşerojê de astengiyan li pêşiya desteseriya hikûmetan a li ser agahî û internetê derbixe, û bi rêne xapînok û nerast ku mejî û reftarên wî kontrol bikin, berê wî bidin bûyer û dosyayan û  bi rêya teknîkeke çêkirî wî bi rengekî neliserhiş araste bike.

Endazyariya “Matematîkên Bijare” ya sepandina ajendeyan

Torên civakî yên dijîtal teknîkên pêşketî yên jîrbûna çêkirî û hînbûna otomatîkî bi kar tînin, li gorî tecrubeyê; matematîkên torên civakî alîgir in û piştgiriya şerê gotara kînê û nijadperistiyê nakin (ji derveyî sînor û xalên ku jê re hatine danîn), her wiha hêjayî gotinê ye ku rêgezên reftarê bazarkirinê, li gorî xwestek û pêwîstiya ku naveroka berbelav û guhêrbar (bi navê “Trend” tê nasîn) ferz dikin, hatiye guhertin, îcarê li vir “Facebook”ê rê da bikarhênerên xwe ku bigihin belavok û naveroka balkêş, bêyî ku bê piştrastkirin ka ev belavok û naverok ji bo pêwistî, hest û temenê bikarhêneran guncav û baş e yan na.

Di vê derbarê de zaniyara datayên amerîkî Francis Haugen ku “Rûreşiyên Facebookê” beriya salekê eşkere kirin, teqez dike ku “Facebook agahiyên şaş û bikîn belav dike, da ku gelek pereyan qezenc bike, lewra dema bikarhêner tiştên balkêş belav dike, ku xelk jî kêfa wan bêhitrî xwe ji mijarên hestyar û zîz re tê, îcarê çiqasî ev bikarhêner ji mijara haitye belavkirin bi hêrs bibin, ewqasî têgeriyana wî pê re zêdetir dibe û zêde internetê xerc dike û di encamê de qezencî li ser hisabê selametiya civakî zêdetir dibe”.(3)

Wekî mînak li ser dubendiya pîvanên ku “Facebook” dimeşîne, qedexekirina wê (Facebook) ji belavok û babetên ku binpêkirin û sûcên Tirkiyayê derheqê kurdên Sûriyayê de eşkere dike ye, her wiha girtin û qedexekirina bi hezaran ji hisab û malperên ku piştgiriya filistîniyan dikin, li hemberî propagandakirina babetên israîlî û belavkirina gelek dîmenên tundutûjiyê û yên ku nijadperistî û kîn gur dikin, her wekî çawa ku di şerê Rûsî-Ukrayînî de kir û heta niha jî dike..li rex vê yekê, kiriyarên derheqê kêmarên nijadî û olî li Amerîkayê û hin dewletên asyayî û afrîkayî rakirin, ew jî bi rêya şêwaza lêgerînê ya ku date pê tên arstekirin (Pinterest), ku ev şêwaz hanedana naverok û belavokên arasteyî  yên bêhtir tên xerckirin û xelk bi wan şad dibin, dike.

Di nava vê rewşa gengeşeyî de, torên civakî bi armanca ferzkirina ajendeyên takekesî, handan da awayê neqandinê yê berbelav, nemaze ajendeyên siyasî û aborî û aliyê madî li ser hisabê mafên mirov û belavkirina gotara aştî û lêboriyê bi pêş ket, çimkî ew bi xwe kompanyayeke bazirganî ye ne hiqûqî ye. Ne tenê wisa, lê belê çavdêrên dergehên dijîtalê jî êdî li gorî kêfa xwe rê dan kesên ku dixwazin bigihin malperên sexte (nerast) ku tevî sivikatiya naveroka wan a tijî tundutûjî, kîn û pirrê caran jî regezperistî; bi miliyonan têgeriyan, temaşeker û parvekirinan bi dest dixin. Bê guman ev hevkêşiya han ne heqane ye û di “meydana dîjîtala azad” de ne dadmend e, ev meydana ku heta asteke baş, mîna hikûmet û rejîmên faşîst, bend û astengî li pêşiya welatiyan derxistin, jiyan û hizirîna wan bi amûrên propagandaya îdyolojîk serûbinîhev kirin.

Di dawiyê de… di çend hezar salên borî de mirovahiyê nedikarî xwe ji êş û bermahiyên nijadperistiya ku jiyana bi milyonan ji xelkê da ber agirê xwe rizgar bike, lê îroroj heta astekê em dikarin herî kêm xwe ji bermahiyên wê xelas bikin û karvedanên wê yên bobelat kêm bikin, nemaze bi bipêşketina teknîkên pêwendiyê yên pêşketî û nêzîkbûna cografî û demî ya ku bi xwe re anî, ku îro gelek malper û websîtên ragihandina azad bûne cihê derbirînê ji gelek beşên civakî yên paşguhkirî re, ew jî da ku berevaniyê di ber mafên xwe de bikin, dengê xwe bigihînin cîhanê û li dijî wî wêneyê kilasîk ê ku propaganda jê re hatibû kirin, derbikevin.

Lewra, piştgiriya destpêşxeriyên perwerdeyî û hişyariyê, xurtkirina çavdêriya li ser sûcên nijadperistî û dabînkirina qurbaniyên regezperistî û êrîşên bi armanca nijadperistiyê perpirsyariyeke exlaqî ne, hem li ser asta fermî, hem jî asta gelêrî, li rex vê yekê jî bichkirina nirêxên aştiyane û diyalogê û piştgiriya rêgezên ragihandina aştiyane li dijî ragihandina şer û kînê, ku bi van gavan dê rihê aştî û hevgirtinê di navbera civakên mirovî de ava bibe, ji ber ku îroroj pêwistiya me bi rêberine xwedî nêrîneke bêalî û dûrî ezeziyê heye, her wiha bi rojnamevan û dezgehine ragihandinê yên ku baweriya wan bi belavkirina nirxên hevborîn di rûyê nijadperistiya nû de heye û karîbin aliyên berpirs ên belavkirina cudaxwazî û tevliheviyê bihetikînin, çimkî dawiya dawiyê divê rûmeta mirov bê parastin û em bigihêjin wê baweriyê ku cudaxwaziya nijadperistiyê rêbazeke şaş e û ti pêwistiya bi wê li tu deverê tune ye.. çarenûsa parçeyekî bi komekê ve girêdayî ye û her wiha ya komekî bi parçeyekî ve ye, rojhilat, rojava, bakur û başûr her di xalekê de digihine hev, ew jî yan talûke ye yan jî jiyana aştiyane ye.

Çavkanî:

1-Ramî Ebû Şihab, nivîsareke bi navê ” Li ser sînor.. Cudahiya Nijadperistiya Nû”, rojnameya “El-Qudis El-Erebî, 14`ê adara 2022`an hatiye weşandin https://cutt.us/eaLUH

2-Ceylan Deheb, nivîsareke bi navê “Gelo hetîketa “Facebook” a ku vê dawiyê ji aliyê rojnameya ” The Wall Street Journal” ve hatiye eşkerekirin ji me re çi dibêje?” hate weşandin, malpera “Rewangeha EL-Misirî” de, 27`ê Îlûna 2021`ê hat weşandin  

3-“Hetîketên herî dawîn ên Facebookê binase”, raporek li ser malpera Business Report News di 4`ê cotmeha 2021`ê de hatiye weşandin, https://cutt.us/TvJTk