Pirsgirêkên Heyî

SÛRIYÊ Û “XÎLAFETA ÎSLAMΔ YA TÊKÇÛYÎ… PIŞTRE ÇI?

Arabic

Werger: Nûrhat Heftaro

Êdî Koalîsyona Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk, ji ragihandina rizgarkirina herêma dawî ya li Sûriyê (Baxoz a li gundewarê rojhilat a Dêrazorê dikeve) gelekî nêz in. Bi vî awayî efsaneya Xîlafatê ya îdîakirî ku sala 2013’an ji Iraqê dest pê kir û derbasî nava Sûriyê bû û piştre xwest li ser tevahî jî serwer bibe, têk diçe. Lê belê berêdayîna xwe ya Kobanê ji bo wê destpêka dawiyê bû. Ev yek bû sedemeke sereke ya çêkirina koalîsyoneke leşkerî ya li dijî DAIŞ’ê, sala 2014’an, ku Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û koalîsyona navdewletî ya bi serkêşiya Emerîkayê anîn gel hev û bi vî awayî bû destpêka eciqîna DAIŞ’ê.

Rêxistina DAIŞ’ê karîbû di dirêjahiya 5 salan de pisûleya aloziya Sûriyê ber bi xwe ve bikişanda. Û di dûrxistina encamên krîza strukturel a ku bi deh salan e Sûriyê ji dest dikşîne û sedemên sereke yên tevgera gelêrî ya sala 2011’an de, bi ser ket.

Gotina aloziya Sûriyê ji encamên terora DAIŞ’ê bû, û dawiya wê jî tê wateya dawîbûna aloziyê, şaş e. Ne aqilane ye ku hemû tiştên li Sûriyê qewimîne, ji kuştin, hilweşandin, koçberkirin di sedemekê de bên komkirin. Lewra divê şert û mercên ku ev fikra radîkal peyda kir û li hin herêman jêre zemîneke gelêrî çêkir, bê sererastkirin.

Eşkere bû, zemîna ku rêxistinê li ser dewleta xwe ava kir, ji ber gelek sedeman çêbû, bikaranîna feqîriyê, paşketin û tinebûna azadiyên giştî û taybet. Ji rewşa marjînalbûnê ya li ser piranî gelên herêmê jî hatibû kirin, sûd girt û rewşa berbelav a navbera wan jî bi kar anî. Li aliyekî bi rêya bikaranîna dîn û mezhebparêziyê û li aliyekî din jî li gelek herêman, bi taybet li dijî gelê Kurd li Kobanê û Şengalê, mijara netewbûnê bi kar anî.

Mirov dikare bibêje “DAIŞ” bi awayekî çekdarî bi dawî bû û cîhan li benda ragihandina fermî ya dawîbûna dewleta Xîlafetê ye. Lê pirsa xwe dide der ev e: Wê pêvajoya piştî DAIŞ’ê çawa be? Ji bo amadekirina zemîna guncav a ji bo çareseriyê li Sûriyê, rêya çareyê çi ye?

Êdî hatiye qebûlkirin, piranî gelê Sûriyê têdigihîje ku ne opozisyon û ne jî rejîma heyî xwediyê biryara çareseriyê ne. Ji ber ku mîhwerên herêmî û navdewletî hema bibêje bi awayekî giştî, biryara Sûrî bi dest xwe ve aniye.  

Paşeroja herêmê ya di çawaniya danûstandina bi pirsirêkên Rojhilata Naverast re, girêdayî mîhwer û stratejiyên cuda dimîne.  

Xuyaye piştî bi temamî qedandina “DAIŞ”, wê rewşa Îranê li ser maseya nîqaşan be. Ev jî wê rewşa siyasî tevlihevtir bike. Êdî rejîma Sûrî jî pir zêde xwe dispêre serkeftinên leşkerî yên bi alîkariya Îran û Rûsyayê bi dest xistiye û ev jî di axaftina dawî ya Beşar El-Esed de derket.

Hilbijartina Warsaw ji bo lidarxistina kongreyekê bi serpereştiya Emerîkayê, ku gelek dewletên Ewropa, Erebî û Israîlê anîn gel hev, gelek wateyan di nava xwe de dihewîne. Dibe ku xeleka yekemîn a rêzezincîrekê ku li dijî mezinbûna serdestiya Îranê ya li giştî herêmê û bi taybet li Sûriyê, di demeke nêz de bi xwe re avakirina koalîsyoneke rastîn bîne. Li ser vî bingehî, dibe ku di pêvajoya bê de li dijî serdestiya wê li herêmê, gavên pratîk bên avêtin.

Her wiha koma navdewletî ya biçûk a derbarê Sûriyê jî (ku ji Fransa, Almanya, Urdun, Siûdî Erebistan, Misr, Brîtaniya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê pêk tê), xwediyê meyleke wiha ya rawestadina firehbûna serdestiya Îranê ye. Di civîna xwe ya dawiyê ya li Washingtonê de bi şerta qutkirina têkîliya navbera hikumeta Sûrî û Îranê û “Nûnerên wê yên leşkerî”, ragihandina prensîbên derbarê rewşa li Sûriyê, radest kir. Û li ser, çareseriya leşkerî li Sûriyê ne pêkan e, ti alternatîfeke çareseriya siyasî ya li gorî biryara konseya ewlekariyê ya 2254; nîn e, teqez kir û cudakirina komîteya Destûrê ku “divê tenê erka Neteweyên Yekbûyî be, ji bo aktîvkirin, pêkanîna reforma destûrî, lidarxistina hilbijartinên bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî û mafê tevlîbûna hemû hêzên siyasî yên Sûrî misoger bike. Nexasim hikumeta Sûrî, nûnerên bakur û bakur-rojhilatê Sûrî û kesayetên opozisyona Sûrî yên dixwazin bi çareseriyeke ku bi prensîbên diyarkirî re li hev dike, tevbigerin, tevlê bibin.”    

Beramberî wê, civîna Astana ya çaremîn (navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê) a li Soçiyê hatibû lidarxistin, di çarçoveya temamkirina koalîsyona hewcedar a navbera hersê dewletan de hat ku dijayetiya mîhwera navdewletî ya “Koma biçûk” û heta “Kongreya Warsaw jî” û weke armanceke Tirk û Îranê, pirsgirêka Kurdî ya li Sûriyê, wan tîne gel hev, dike. Lê belê xuyaye, ev “Troika” lihev ne ragirtî ye. Ji ber ku heta niha lihevkirineke rastîn a di nêrînan de derneketiye. Weke helwesta ji “Herêma bi ewle”, Idlib, Komîteya Destûrê ya rawestiyayî û diyarkirina lîsteya hevbeş a têkildarî terorê.

Aliyê Rûs, dixwaze bi lihevkirina navbera hevkarên Astanayê, rejîmê ji nû ve, îslah bike û bi riya atkîvkirina peymana Edeneyê dixwaze Tirkiyê ber bi danûstandina rasterast a rejîmê re bikişîne.

Îran jî dixwaze şerê xwe ya bi Emerîkayê re derbasî qada Sûriyê bike. Û Sûriyê weke deriyekî veguhestina çekan ji Hizbullaha Lubnanî re vekirî bihêle û bi vî awayî weke lîdera mîhwera “Berxwedanê” berdewam bike. Hewil dide Astanayê jî veguherîna koalîsyonekê li dijî Emerîka û hevkarên wê.

Tirkiyê jî dixwaze projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ji Çileya 2014’an ve weke çepera dawiyê ya keleha li dijî radîkalîzma dînî û neteweparêziyê heyî ku Enqere nikare bêyî herduyan ti projeyê rêve bibe, tine bike.

Li ser vî bingehî, pêşîlêgiritna çavnaberiyên Tirkiyê, divê bi riya hevbeşiya civaka navdewletî û xweseriyên demokratîk, bi riya piştgiriya siyasî ya rêveberiyê, misogerkirina tevlîbûna wê ya di avakirina paşeroja Sûriyê de, weke çareseriya tekane ya misogerkirina aştî û aramiyê, di hukm de bingeh-girtina prensîba ne-navendiyê, pêk bê.    

Ji ber giraniya dewletên beşdar wê bûne, armancên wan ên wekhev û cihê wan a bikaranîna însiyatifê, xuyaye şansê “Kongra Warsaw” û “Koma navdewletî ya biçûk” ji bo berdewamiyê ya herî aqilane ye. Berovajî “Mîhwera Astanayê” ya ku tenê armancên demkî wan digihîne hev, nakokiyên wan bi awayekî eşkere di her lûtkeyeke navbera lîderên wê de derdikeve û hersê dewlet di rewşa parastinê de ne. Rûsya bi cezayên aborî yên Emerîkî û Rojavayî re rûbirû ye, niha jî Tirkiyê bi pirsgirêkên girêdayî mafên mirovan tewanbarkirî ye, Îran jî, ji dema ku serokê Emerîkayê Donald Trump peymana nukleerî ya beriya wî Barak Obama buhara sala 2015’an îmze kiribû, betal kir, bi zextên Emerîkayê re rûbirû ye.

Divê çareseriya siyasî ya pêkan e li Sûriyê bê kirin, li ser bingeha ku ti valahiyek, gengaz e hêzên radîkal an jî dewletên ji bo firehkirina serdestiya xwe li benda şansan in, bi kar bînin, neyê hiştin.

Tê payîn ku koalîsyona navdewletî herêma Rojhilatê Firatê bike nuqteya pêkanîna armancên xwe û ne dûr e Hêzên Sûriya Demorkatîk ji bo bibe parçeyeke ji van hewildanên navdewletî, hatibe vexwendin û tê texmînkirin ku piştgiriya projeya xweseriyên demokratîk ên ji sala 2014’an de hene, weke nimûneyeke tecrûbeya demokratîk, bê kirin.