Armanca rastîn a gefên Tirkiyayê li dijî Rojhilatê Firatê
Bi erebî peyda ye
Serokkomarê Tirkiyayê Receb Teyib Erdogan bi hêrsekê ji civîna bi hempîşeyê xwe yê Amerîkî re Joe Biden a di çarçoveya Lûtkeya G20`ê de bû derket, ku li bajarê Balîyê yê Malezyayê di nîvê Mijdara borî de hat lidarixstin. Her wiha piştî civînê daxuyaniyên tund li dijî du xalên lawaz ên Amerîkayê li herêmê dan, û bi awayekî eşkere bal kişande ser gengaziya pêkanîna êrîşan li dijî Yûnanistanê di şeveke tarî de, her wiha li dijî Rojhilatê Firatê jî.
Ew civîna navborî li ser daxwaza Tirkiyayê hat lidarxistin; ji ber ku li gorî daxuyaniyên amerîkî, di lîsteya serokê Amerîkî de ti hevdîtinên bi Erdogan re di çarçoveya lûtkeyê de tune bûn.
Îcarê gelo ew civîn li gorî serokkomarê Tirkiyayê bêsûd bû? Û gelo xwestekên Tirkiyayê yên ku hatin redkirin an jî paşxistin heta -ku wisa Erdogan aciz bû û daxuyaniyên xwe beriya bigihe welatê xwe bide- çi bûn?
Diyar e ku êdî têkiliyên tirkî-amerîkî êdî berûpaş vedigerin. Destpêka vê paşketinê jî sala 2003`an, bû dema ku Tirkiyayê rê neda Amerîkayê ku xaka wê ji bo êrîşên li dijî rejîma Sedam Hisên bi kar bîne. Paşketina van têkiliyan di qonaxa birêveberiya serok Biden de gihane lûtkeya nakokiyan.
Aloziya biçekkirina artêşa Tirkiyayê
Niha, Xem û daxwaza Tirkiyayê ya sereke biçekkirina artêşa xwe bi çekên pêşketî ye, nemaze bidestxistina balafirên (F 16)`ê, ku birêveberiya Biden qefleke nû ji wan nade Tirkiyayê û balafirên li cem Tirkiyayê jî nû nake, îcarê ev yek ji bo Tirkiyayê xaleke lawaz e, di wextekî de ku şer bi çek û teknolojiyaya pêşketî tên birêveberin, her wiha li gorî daneyên heyî jî dixuye ku herêm ber bi şerekî germ ve diçe.
Lê pirsa girîng li vir ew e: Çima birêveberiya Biden xwestekên Tirkiyayê bi cih nayîne, tevî ku tê zanîn biçekkirina artêşa Tirkiyayê tê wateya biçekkirina Amerîkayê bi xwe; çimkî Tirkiya hevalbendeke Amerîkayê ya di NATOyê de ye.
Lê tê payîn ku biryara biçekkirina Tirkiyayê bi çekên pêşketî, ne tenê li birêveberiya Biden vedigere, nemaze ku hilbijartinên navîn (navberê) li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nêzîk dibin, û ji Tirkiyayê ye ku xwestekên wê yên di derbarê balafiran de dê bi biserketina partiya Komarparêz re bi cih werin- ji xwe Erdogan di daxuyaniyên xwe de jî ev yek tekez kiribû- lê mesele ji hikûmetê mezintir e û weke meseleyeke stratejîk a amerîkî li hemberî Tirkiyayê tê dîtin.
Sedemên helwesta Amerîkayê ya di derbarê Tirkiyayê de, çi ne?
Tirkiyayê (AKP`ê) siyasteyeke keysbaz a eşkere di derbarê gelek guhertinên girîng ên di siyaseta Amerîkayê de encam dan bi kar anî, bêyî ku rewşa herdu welatan a di NATOyê de li ber çavan bistîne, her wiha baweriya Tirkiyayê ya bi cihê xwe yê stratejîk ku bi ti awayê dê neyê paşguhkirin, hişt Tirkiya bi wê siyasta xwe rabe. Îcarê li vir, xwest vê xalê di siyaseta xwe ya derve de keysbaz bike. Vê yekê hişt ku Amerîka artêşa Tirkiyayê xurt neke, çimkî Tirkiya keysbaz dike. vêca Amerîka ev taybetmend ji destê Tirkiyayê derxist û kire destê Yûnanistanê û piştgirî da Yûnanistanê û cihê wê yê jeostratejîk, her wiha dest bi avakirina baregehên amerîkî yên mezin li ser hisabê yên li Tirkiyayê li wir kir, bi taybet piştî ku Tirkiyayê pergala moşekên (S400) ên rûsî kirî.
Bê guman, hin sedemên din jî hene ku hiştin Amerîka teknolojiyaya leşkerî nede Tirkiyayê û wê ji bernameya (F35) derbixwe, ji van sedeman jî; pêkanîna hevsengiyekê di navbera karînên Tirkiyayê yên leşkerî û karînên artêşa Yûnanistanê, ji ber ku diyar e êdî Amerîka piştgiriyê nade Tirkiyayê; da ku di vê qonaxê de ji hêla leşkerî ve bi ser Yûnanistanê nekeve, li gorî daneyên heyî ev sedema herî girîng e, û Tirkiya baş vê yekê dizane. Hemû îdîyanê Tirkiyayê yên êrîşbirina li ser Rojhilatê Firatê û pêkanîna fişarekê li dijî xaleke lawaz a Amerîkayê –tenê- dikevin çarçoveya bicihanîna xwestekê wê yên rûniştina li ser maseyeke danûstandinê û guhdarîkirina daxwazên wê ji aliyê Amerîkayê ve. Lê tişta ku li ser erdê çêbû ew bû ku Wezareta Derve ya Amerîkayê û Koşka Spî guh nedane vê tevliheviya ku Erdogan derxist, û mesele sparte Pentagonê ku weke aliyekî diplomatîk nayê dîtin, û nikar ti stûxwariyan pêşkêşî Tirkiyayê bike, û xwestekên wê bi cih bîne.
Hilbijartinên Tirkiyayê
Ji bo parastina hebûna xwe di desthilatdariyê de, gelek astengî û zehmetî rûbirûyî AKP`ê dibin, çimkî piştgiriya bi kampanyaya wê ya hilbijartinan re jî lawaz dibe, îcarê dema ku dît ti alî derfeta xapandinê bi rêya ragihandina prosesa “aştiya navxweyî” nadiyê, berê xwe da ragihandina şer; da ku nijadperestên tirk bi aliyê xwe ve bîne. Lê diyar e ku ew palpişt jî êdî kêm dibe û bi ser hev de tê. A herî girîng ew e ku hêzên hegemon ên cîhanî -di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê- naxwazin ku AKP`ê ti destkefityekê di kampanyaya xwe ya hilbijartinan de bi dest bixe, û rola wê weke parityeke serdest bi pêş bikeve, lewra em dibînin bê çiqasî tevlihevî di siyaseta Tirkiyayê ya derve de heye.
Asayîkirina têkiliyan bi rejîma sûrî re
Ne dûr e ku hewldanên Erdogan ên asayîkirina têkiliyan bi rejîma sûrî re girêdayî kampanyaya wî ya hilbijartinan be, ji ber ku kolana Tirkiyayê gelekî ji penaberên sûrî yên li Tirkiyayê aciz bûye, lewra AKP`ê niha dixwaze vê kolanê -di vî wextê hesas de- ber bi xwe ve bikêşe. Lê li hember vê yekê, rejîma sûrî jî prosesa asayîkirina têkiliyan bi hikûmeta Tirkiyayê re bi mercine zehmet ve girêda, îcarê pirs li vir e, gelo rejîma sûrî kete wê ferqê de ku armanca Erdogan ji asayîkirina têkiliyan, dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe ye?
AKP`ê xwedî meyleke sunî ye, û ew bi pirranî pişta xwe bi “Suniyan” bihêz dike, lewra ev sedemek e ku rejîma sûrî naxwaze AKP`ê li Tirkiyayê serdest bimîne, û dê bifikire ku prosesa asayîkirina têkiliyan bi paş bixe, ew jî bi hêviya ku partiyeke din a ku nêzî wê be -ji hêla mezhebî ve- di hilbijartinan de bi ser bikeve, her wekî Partiya Gel a tirkî (CHP), bi serkêşiya Kiliçdaroglu. Bi vê yekê dê “şerefa asayîkirina têkiliyan” ji Kiliçdaroglu re be.
Lê eger di encamê fişarên Îran û Rûsyayê de yên li ser rejîma sûrî, Erdogan prosesa asayîkirina têkiliyan bire serî, , wê demê dê ev proses mîna berberiyeke bi dewletên ewropî (rojavayî) û Amerîkayê re be, ew welatên ku tecrîdek li ser Şamê sepandine.
Asayîkirina Tirkiyayê ji têkiliyên xwe bi rejîma sûrî re tê wateya sekina wê -bi awayekî zelal- li rex hevpeymana herêmî ku ji Tirkiya, Sûriya û Îranê pêk tê, îcarê avakirina hevpeymaneke bî vî rengî û di wextekî wisa de ji bo berjewendiyên hêzên hegemon yên cîhanî dibe astengiyek, di nav de jî Îsraîl, nemaze ku planên Îsraîlê yên êrîşbirina ser Îranê hene, ev yek hemwextî xetimîna danûstandinên nukleerî û şoreşa “Jîna Emînî”. Di encamê de, wê asayîkirina têkiliyên tirkî-sûrî ji her wextî zêdetir di berjewendiyên kurdan de be, çimkî eger prosesa asayîkirinê hate bicihanîn, dê li hemberî wê hevpeymaneke alîgirê çareserkirina doza kurdî encam bide.
Di dawiyê de… meseleya standina biryaran êdî ji bo Tirkiyayê nema meseleyeke hêsan e, û kaxezên fişarê yên di destê wê de êdî dibin bela serê wê. Dema ku Tirkiya li gorî biryarên navdewletî tevnegeriya û gefên xwe yên pêkanîna operasyoneke bejahî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ranewestandin, me dît bê çawa nûnera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Encûmena Ewlekariya Navdewletî li dijî wan gefan sekinî û red kirin. Îcarê li vir Tirkiya xweş dizane bê nîqaşkirina dosyayeke bî vî rengî li Encûmena Ewlekariyê tê çi wateyê, çimkî helbet wê encam ne li gorî xwestekên wê bin.
Li aliyekî din, erêkirina Dadgeha Ewropî ji doza ku birêz Ocalan bi rêya parêzerên xwe li dijî Yûnanistanê vekirbû re, dibe ku weke rêvekirinekê ji erêkirina dozên wî yên li dijî Tirkiyayê re be jî. Ji bo wê, Tirkiya dê bi hêsanî nikaribe van astengiyan derbas bike, ji ber ku karvedanên wan dê ji yên pêkanîna êrîşeke bejahî zehmetir û biêştir bin.