Gera dawîn a AKP`ê
Navenda Firat ya lêkolînan
Pêşgotin
Di wextekî de ku di nava opozîsyona Tirkiyayê de behsa hilbijartinên giştî yên pêşwext tê kirin (di mijdara îsalê de), lê ji rewşa ku Tirkiya tê re derbas dibe, çi ji hêla siyaseta derveyî ve be, çi jî ya hundirîn, dixuye ku ev hilbijartin dê di çaxê xwe yê destnîşankirî de bên lidarxistin, anku di hezîrana 2023`an de.
Li gorî rapirsînên ku raya giştî dipîvin, piştgiriya Partiya “Dad û Geşpêdanê” berûpaş vedigere û diyar e ku di hilbijartinên bê de, dê şensê wê ji bidestxistina dengan pirr kêm be.
Li vir hin pirs xwe didin der: Gelo qonaxa bê dê ji bo hikûmeta AKPê, çi bi xwe re bîne? Gelo rewşa navdewletî ji bo berdewamiya hikûmeta desthilatdar li Tirkiyayê dê bibe destek? Her wiha astengî û senaryoyên gengaz li pêşiya vê hikûmetê dê çi bin?
Di destpêka sedsala bîstan de, li ser bermahiyên Împeratoriya Osmanî, dewleta Tirkiyayê hat avakirin û da ku li gorî wê serdemê tev bigere, destûrekî laîsîzm û sivîl, her wiha pergaleke komarî û parlemenî ji bo siyaseta dewletê pejirand. Li gel vê yekê, di gelek qonaxên girîng ên siyaseta xwe ya derveyî de, siyaseta bêalî bi rê ve bir û di encamê de rejîma komarparêz a di dema hukimê “Mustafa Ataturk” û rêhevalên wî di partiya “Gel a Komarparêz” de heta dawiya sedsala bîstan dewam kir.
Tevî lipeyhevhatina hikûmetan, ti kesî nedikarî rêgezên bingehîn yên ku dewlet li ser wan hatibû avakirin biguherînên, çimkî çi kesê dixwest guhertinekê pêk bîne, yan dihat zindankirin (zindankirin û bidarvekirina Adnan Menderese(1)) yan jî bi awayekî sîstematîk dihat kuştin (wekî çawa bi Turgut Ozel (2) re çêbû), ew serokê Tirkiyayê ku hewl da berê xwe bide pergala cîhanî ji aliyekî ve, û ji aliyekî din ve xwest şêweyê dewletê ji yê netewperest biguherîne şêweyê dewleteke niştîmanî ku hemû neteweyên din di nava xwe de bihewîne, ew jî bi rêya çareserkirina doza kurdî û yên neteweyên din, heta ku hikûmeta AKP`ê darbe li dijî rêgezên bingehîn yên komarê pêk anî û îslama siyasî weke rêbazê dewleta nû pejirand.
Dîroka Partiya Dad û Geşpêdanê (AKP`ê)
Zagon û destûra dewleta “Laîsîzm-sivîl”, bê navber, şerê bermahiyên deweta Osmanî kir, vê yekê hişt ku bertek li cem oldar û alîgirên îslamîk li Tirkiyayê çêbibin, îcarê evê çîna han di nava partiyên siyasî de xwe birêxistin kir, rêbaza ola Îslamê weke îdolojiya partiyê pejirand, anku weke tê nasîn “Îslama Siyasî”, û heta demeke dirêj evan partiyan rikberî û şerê li ser desthilatdariya dewletê dikirin.
Asoyên van rêxistinan di darbeya leşkerî ya 12 îlona 1980î de derketin, êdî di sala 1983`an “partiya Refah” a îslamîk saz bû, ew jî piştî ku hikûmeta leşkerî rê li ber avabûna partiyan vekir, her wiha vê partiyê hikûmeta koalîsyonê (1996-1997) bi serkêşiya serokê partiyê yê wê demê Necmettin Erbakan ava kir.
Tevî ku partiyên olî ne parçeyekî çanda dewleta laîsîzm a ku Mustefa Ataturk ava kiribû ne, lê mîratekî olî -ne hêsan- yê van partiyan heye, ew jî ji ber îslamîbûna dewlet û civakê, bi vê yekê dikarîbûn bingeheke cemawerî ya mezin ji xwe re ava bikin, nemaze ku gelên bi zimanê erebî napeyivin, ji yên bi erebî dipeyvin bêhtir bi ola îslamê bibandor dibin, di encamê de birêxistinkirina wan di nava partî û komikan de pirr hêsan dibe.
Di nava van geşedanên ku bi rageşiya di navbera îslamîk û pergala laîsîzmê de tê nasîn, Partiya Dad û Geşpêdanê (AKP`ê) ji dayîk bû, ew jî piştî ku ji partiya “Refah” veqetiya( partiya Refah ji ber ku qedexe li serê hebû, di wê demê de, di sala 2001`ê de, navê xwe guhert û kir “Partiya Fedîle”) û xwe weke partiya herî baş di nava partiyên olî de da pêş.
Erkên ku hêzên hegemoniya wan li ser pergala cîhanî heye, spartine AKP`ê
Piştî ku AKPê xwe weke alternatîv da pêş, hin erk li pêşiya wê hatin danîn, ji wan erkan, ji aliyekî ve divê dewleta tirk- ku demeke dirêj qurmisandî ye- li ser pergala cîhanî vekirîtir be, ji aliyekî din ve, divê karîbe hevsengiyê bike navbera îslama siyasî anku ya “nerm” û qanûnên dewleta Osmanî de, her wiha pirsgirêk û dosyayên tirkî yên navxweyî çareser bike.
Ji bo vê yekê pêk bîne, AKP`ê dest bi çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên ku barê deweta tirk ji demeke dirêj ve giran kiribûn kir, bi taybet doza kurdî, ku weke yekem car û piştî hewldanên Turgut Ozel ên netemam,careke din bû rojeva medyayê û di nava siyaseta tirkî de hate gotûbêjkirin, vê yekê hişt ku serêşiyek di zihniyeta şofînist a yekalî û nijadperest de çêbibe, ev zihniyeta ku ji derveyî dozên xwe, dozên ti miletekî din qebûl nake. Li rex vê gavê, derfeta danûstandinên aştiyê yên ku ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatibûn destpêkirin, hiştin ku AKP`ê bibe partiya herî bihêz, çimkî dikarîbû –bêyî desteka partiyên din- hikûmetê ava bike. Îcarê tişta ku ji guhertinên ku AKP`ê ji destpêka derketina xwe ve pêk anîn tê fêmkirin, ku ev hemû weke erkên navxweyî yên bo wê hatine spartin in, û ev erkên navxweyî di cîbicîanîna erkên derveyî de xwedî roleke bingehîn in.
Ji aliyê derve ve, di destpêka avakirina hikûmeta AKP`ê de, siyaseta “sifir pirsgirêk” bi welatên cîran re, yek ji erkên li pêşiya AKP`ê bû, îcarê li herêma Rojhilata Navîn şepêlên îsalmîk ên radîkal ji her demekê zêdetir xwe bi rêxstin kir, lewra gerek bû rê li ber van şepêlan bê girtin, nemaze ku li dijî berjewendiyên hêzên hegemon gefek in, vêca li ser bingeha rêgeza “Tiştek ji hesin naxwe, ji hesin pê ve” partiyên mîna AKP`ê hatin avakirin da ku bi vê erkê rabin, her wiha ku ji aliyekê ve partiya îslamî ya herî nerm e, çimkî hêzên rojavayî ji ber ku hukimê wan berê li ser Rojhilata Navîn hebû, baş dizanin ku Rojhilata Navîn gilokeke hevgirtî û hevseng e ji aliyê ola îsalmî ve û ev ol bandoreke wê ya mezin li ser herêmê heye, lewra girîngî dan partî û şepêlên îsalmîk ên nerm. Ji aliyekî din ve yek ji erkên vê partiyê (AKP) danûstandina li gel dewletên cîran, da ku ber bi dewletên hegemoniya wan li ser pergala cîhanî heye ve bên kêşan, her wiha da ku rê li ber evan dewletan bê vekirin ku bi hêsanî destwerdanê li herêmê bikin. Ji xwe sedem jî ew ku ev dewletên li herêmê yên ku piştî hilweşîna dewleta Osmanî ava bûn (li gorî Peymana Sykes-Picot) dewletine di sînorên xwe de qurmisandî ne û rê nadin weberhênanên biyanî di nava sînorên xwe de, her wiha li nik wê yekê jî, hebûna radîkaliya netewperestî ya şofînî li van dewletan, îcarê diyar e ji dîplomatiya partiya serdest a Tirkiyayê ku ji erkên wê yên derveyî çemandina netewperestiya Şî`î li Îranê û tunderewiya netewperest û şofînîst li dewletên erebî ye, ji van gavên diplomatîk ên weke mînak: têkiliyên ku sînorên dîplomatiyê derbas kirin di navbera hikûmeta Beşar Esed û Erdogan de, her wiha îmezekirina “peymana Adenayê” sala 1998`an, li aliyekî din jî xweşkirina têkiliyan li gel Îraq, Yûnanistan, Qubirus û Kendava Erebî, ew jî li ser esasê rêgeza “Sifir Pirsgirêk”.
Mercên AKP`ê yên bicihanîna erkên ku li serê hatine spandin
Li hemberî xizmeta bichanîna wê hegemoniyê, êdî AKPê dixwaze ku para wê duqat be, ew jî bi rêya kêmkirina serweriya artêşê li serê; da ku darbeyên nû li dijî wê pêk neyên, her wiha duqatkirina destkeftiyên wê yên keysbaziya li ser Rojhilata Navîn di milê çemandina netewperestiya Şî`î ya îranî, û îslamwiya radîkal û netewperestiya laîsîzm ên erebî.
Pêvajoya “AKP`ê” ji dema hatî ser desthilatdariyê û guhertinên ku pê re çêbûne
Pêvajoya siyasî ya AKP`ê weke tevgereke rikber a li dijî rejîma serdest a wê demê dest pê kir, û di demeke kurt de dikarîbû hikûmeta xwe bi rêya hilbijartinên parlemntoyî, sala 2002`an, ava bike, ew jî piştî ku pirraniya dengan bi dest xistin, lê ev biserketina wê gelek sedemên wê hebûn:
Bernameya hilbijartinê ya AKP’ê roleke mezin lîst, ji ber ku di pêngavên xwe yên hilbijartinê de soz da ku gelek dozan -ku bûne bar li ser milê gelên Tirkiyayê- çareser bike. Ji wan dozan, doza kurdî ya herî girîng bû, çimkî Erdogan di gotareke xwe ya pêşberî gelê Amedê (Diyar Bekirê) got: “Doza kurdî, doza min e û divê bê çareserkirin”. Ev gotara Erdogan a cemawerî ya yekem bû ji dema ku dewleta tirkî ya nû ava bûye ye, lewra kurdan- ku dengên wan di hilbijartinan de roleke mezin dilîzin- texmîn dikirin ku ev gotara Erdogan dê rê li ber çareseriya doza wan veke, îcarê di encamê de, Erdogan dikarîbû dengê gelek kurdan ji bo partiya xwe qezenc bike û wan ber bi xwe ve bikişîne.
Li aliyekî din, wî dikarîbû hin çareseriyên ku gel ji kunçala hejariyê derbixin -ku ji dema damezirandina komarê barê gel giran kiribû- peyda bike, çimkî gelê Tirkiyayê hêviya siyaseteke aborî ya li ser cîhanê vekirîtir dikir, ku karîbe rewşa welatiyan a aborî baştir bike. Ev gav a herî girîng bû di bernameya hilbijartinê ya AKP`ê de.
Li rex wê jî, wî (Erdogan) soz da ku laîsîzma dewletê û saziyên wê biparêze, anku hewl da ku bernameya wî li ser esasê tevlîhevkirina laîsîzma dewletê û îslamiya partiya serdest, her wiha başkirina têkiliyên bi dewletên cîran re, li ser esasê siyaseta “Sifir Pirsgirêk”.
Hikûmeta AKP`ê heta derdora sala 2011`an ev rêbaz meşand û ji pêvajoya “danûstandinên aştiyane” yên ku birêz Ocalan dan destpêkirin û qonaxên agirbestê di nav de hebûn, sûd wergirt, lewra êdî atmosfereke guncav a çalakbûna weberhênanên biyanî li hundirê Tirkiyayê çêbû, û êdî gel qonaxeke xweşiyê jiya, her wiha gelek destkeftiyên geştiyariyê ji ber aramiya ku di wê serdemê de li Tikriyayê çêbû, encam dan.
Li kêleka vê yekê, gelek guhertinên mezin di zihniyeta tirkê nijadperest de çêbûn, bi gotineke din, êdî gotûbêjkirina dozên netewe û miletên din ên ne tirk -ku rastî siyaseta tirkkirinê hatibûn- ji serdema beriya desthilatariya Erdogan zêdetir ketin rojevê, û rê bo gelên ne tirk hat dayîn ku nasname û çanda xwe eşkere bikin, wekî mînak; êdî axaftina bi zimanê kurdî nema weke sûcekî ku li serê bên zindankirin hat dîtin, ji bo wê, ev guhertinên ku li Tirkiyayê çêbûn, weke başkirina asta jiyanê û derfetdayîna hin azadiyan bûn sedema bilindbûna rêjeya cemaweriya “AKP`ê” û dikarîbû di hilbijartinên lipeyhev bi ser bikeve. Lê piştî derketina xwepêşandanên li jêr sernavê “Buhara Erebî” li Rojhilata Navîn, êdî girîz bi devê serokê Tirkyayê Erdogan ket û “rûyê wî yê duyem” û rasteqîn eşkere bû, çimkî xeta xwe -çi li ser asta siyaseta navxweyî, çi jî ya derveyî- sed û heştê pileyî guhert, û tematiyên xwe yên veguherîna Tirkiyayê bo hêzeke cîhanî ku hevrrikiyê bi welatên mezin re bike, eşkere kirin.
Guhertinên ku di siyaseta hikûmeta “AKP”ê ya navxweyî de çêbûn
Hikûmeta AKP`ê di serî de doza kurdî, dosyaya “Dozên Gelan” heta demeke ne diyar girt, û êdî heta bi nîqaşa di derbarê wan dozan de jî qedexe bû û cezaya wê jî zindan bû, lewra bi vê yekê, careke din hikûmeta AKP`ê vegeriya siyaseta xwe ya înkar û redkirina kesên din. Di vê derbarê de tecrîda li ser birêz Ocalan girantir kir û zindanên nû ava kirin, îcarê di encamê de tundî û ne-aramiyê careke din konê xwe li ser dikeya Tirkiyayê veda û demokratiya ku Tirkiyayê her û her xwe pê didît kete ber têkçûnê, ev yek jî bi sedema binpêkirina encamên hilbijartinên şaredariyan û bicihkirina qayûmên bi ser AKP`ê ve, li şûna serokên ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin.
Her wiha bi bihaneya “darbeya leşkerî ya bibinketî” (sala 2016an), AKP`ê destwerdan li karûbarên artêşê kir, gelek efser û leşkerên ku “beşdarî” darbeyê bûbûn hatin zindankirin û rê li ber azadiya nerîn û derbirînê hate girtin, bi taybet li dijî çi kesê rikberiya partiyê bike, çimkî bi hinceta “heqareta li Erdogan” gelek welatî li Tirkiyayê tên girtin û binçavkirin.
Ev hemû, ji bilî bicegeriya Erdogan a guhertina destûra welat sala 2017`an, her wiha veguhertina pergala hukim ji Pergala Perlemanî (ku derdora 90 salî dewam kir) bo Pergala Serokatiyê (2017), bi vê gava xwe hemû peyman û qanûnên komara kevin li bin guhê erdê dan, û li şûna wê, “Komara wî ya Nû” cih girt, li rex wê jî, heta bi dozgeriyê -ku qaşo serbixwe bû- li aliyê berjwendiyên serokê komarê sekinî, çimkî di “komara Tirkiyayê ya nû” de, êdî serokkomar di heman demê de dikare serokê partiya serdest be jî, û ev bi xwe guhertineke nû bû ku li hikûmeta AKP`ê zêde bû.
Guhertinên ku di siyaseta hikûmeta “AKP”ê ya derveyî de çêbûn
Di destpêka hukimê xwe de, AKP`ê hewl da ku erkên bo wê hatibûn spartin bi cih bîne, lê ew di vê yekê de bi ser neket, û berê siyaseta xwe guhert û ji xeta wê derxist, çimkî siyaseta derveyî ya di serdema Erdogan de ku li gorî rêgeza “Sifir Pirsgirêk” bi rê ve diçû, vê dawiyê veguherî “Sifir hevkar” û paşê jî bû pirsgirêkeke cîhanî, ew jî ji ber têkiliyên wî û piştgiriya bi terora cîhanî re, her wiha bikaranîna siyaseta “lîstina li ser du werîsan” bi dewletên xwedî berjwendiyên dijberî hev, her wekî (Rûsya, Ukrayîna, Îsraîl, Îran, NATO û dijminên wê, û welatên kendavê û Îranê…hwd).
Senaryoyên gengaz ku rûbirûyî hikûmeta AKP`ê bibin
Diyar e, çi li ser asta cîhanî be û çi jî li ser asta herêmî, hevpeyman û awayên nû çêdibin, lê rola Tirkiyayê di nava van geşedanan de ne zelal e û Tirkiya di nava tecrîdeke navdewletî de dije, bi taybet ji aliyê dewletên ewropî, Amerîka, û Îsraîlê ve, ew jî bi sedema têkiliyên Tirkiyayê yên biguman bi “dijminên” wan dewletan re, lewra niha Tirkiya dixwaze careke din têkiliyên xwe bi wan re baş bike, lê li gorî helwestên wan welatan, ti asoyên cidî yên başbûna têkiliyên li gel Tirkiyayê nexuya ne, çimkî şerê Ukrayîna destê Tirkiyayê girêda û ew kire rewşeke zehmet.
Ne tenê wisa, lê belê rola Tirkiyayê di guhertin, geşedan û hevpeymanên heyî de gelekî sînordar e, yan jî ya rast ew e ku Tirkiya hatiye paşguhkirin û ev yek jê re bûye cihê aciziyê; çimkî Tirkiya her hewl dide ku bibe parçeyekî girîng ji projeyên guhertinê yên ku ji Îraqê dest pê kirin (2003), heta bi derketina bûyerên “Buhara Erebî”, evan guhertinan arezûya Tirkiyayê zêdetir kir û êdî dest bi pirojeyên xwe yên taybet kir, bêyî ku berjewendiyên hêzên cîhanî yên hegemon li ber çavan derbas bike. Ew proje jî yek a bejahî ye “Osmaniya Nû”, ya din jî deriyayî ye “Welatê Şîn” (3). Li aliyekî din û ji ber ku “Peymana Lozanê” nêzî sedsaliya xwe dibe, Tirkiya hewl dide ku vê peymanê ji nû ve saz bike û li ser bermahiyên “Lozanê” peymaneke cîhanî ya nû îmze bike, da ku herêmên ku bi hinceta “şerê terorê” kirine destê xwe, wan bi ser xwe ve bike, her wekî çawa baregehên xwe li Başîqayê, li ser sînorê Mûsil, li Îraqê ava kirin, her wiha veqetandina erdên sûrî ji nexşeya Sûriyayê, fişarên li ser Yûnanistanê, ji bo berfirehkirina sînorên xwe yên deriyayî û destwerdana li Lîbiyayê, lê xuya ye “Tirkiya tiştekî dibêje, û tembûra wê tiştekî din dibêje”, çimkî ew heta niha ne aliyekî projeyên Amerîka yên li herêmê ye, û guhdana Amerîka ji Yûnanistanê re jê re cihê aciziyê ye, nemaze ku vê dawiyê Amerîka bêhtirî 11 baregehên leşkerî yên nû li Yûnanistanê ava kirin û zirîpoşên leşkerî li wan bi cih kirin, vê yekê hin pirsên di derbarê armanca Amerîkayê ji avakirina van baregehan li cem Tirkiyayê encam dan, lê ya ku serokkomarê Tirkiyayê bi xwe aciz kir, serdana serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis ji Congressa amerîkî re bû, ku ” Mitsotakis” li pêşberî Congressê gilihê Tirkiyayê kir û tevger û binpêkirinên wê li ava herêmî ya Yûnanistanê şermezar kir, ev yek di wextekî de çêbû, ku serokkomarê Tirkiyayê, Erdogan, ji dema ku Joe Biden haitye ser hukimê Amerîkayê, heta niha derbasî Koşka Spî nebûye, lewra gefên Erdogan ên vê dawiyê di derbarê pêkanîna operasyoneke nû li dijî bakurê Sûriyayê, mîna hewldaneke pêkanîna fişarê li ser Amerîkayê tê dîtin, da ku hevdîtinekê li gel Biden-ku ti girîngî neda hikûmeta Erdogan- pêk bîne, her wiha di heman demê de, kaxezên fişarê yên di navbera Amerîka û Tirkiyayê de –kêmzêde- bi dawî bûne. Li vir, diyar e ku Erdogan derbasî qonaxa “siyaseta stûxwariyê” bûye, ku ji stratejiya “sifir pirsgirêk” derbasî ya “sifir kaxezên fişarê” bû, bi taybet bi hêzên rojavayî re, her wekî erêkirina tevlîbûna Finlenda û Siwêdê di nava NATOyê de, bêyî ku ti armancên xwe bi cih bîne, li rex wê jî, stûxwariya bi Erebistana Siûdiyê re, di serdana welîhedê Siûdiyê, Mihemed Bin Selman a herî dawîn ji Tirkiyayê re, belî û rezîl bû. Her wiha di gelek dosyayên din ên bi dewletine din re jî xuyayî bû.
Senaryoya yekem
Eger hilbijartinên giştî di sala 2023`an li Tirkiyayê hatin lidarxistin, wê partiya serdest nikaribe hikûmeta xwe ava bike, ev jî tê wateya bibinketina wê bi rêya hilbijartinan, li vir, helbet mijara gengeşeyê dê hikûmeta ku piştî AKP`ê bê be, lê tê pêşbînkirin ku hikûmeta ku şûna ya serdest bigire dê neyê avakirin, çimkî Erdogan gelek haziriyên astengkirina veguheztina desthilatdariyê kirine, her wekî avakirina artêşeke tundrew (Îxwan Muslimîn, Qa`îda, Hizbullaha tirkî, DAIŞ…) ji van aliyan tê ku nearamî û tevliheviyekê li Tirkiyayê çêbikin; eger AKP`ê di hilbijartinên bê de bi ser neket, bi gotineke din, dibe ku senaryoyên ku li Sûriya, Îraq û Efxanistanê rû dan, li Tirkiyayê jî dubare bibin û wê demê dê projeya dabeşandina Tirkiyayê bijarteyeke gelekî gengaz be, her wiha ne dûr e ku ev haziriyên Amerîkî-Yûnanî ji biçekirina giravan û bihêzkirina desthilatiya xwe bi rêya avakirina baregehan ji bo rûbirûbûna çi guhertineke ku dibe li Tirkiyayê çêbibe be. Anku avakirina Yûnanistanê li ser pişta Tirkiyayê û vegerandina erdên Yûnanistanê ku beriya niha Tirkiyayê desteser kiribûn ji hêzên rojavayî û Amerîkayê re ji Tirkiyaya îroîn girîngtir in, ku niha hemû plansazî û projeyên, çi yên NATOyê û çi jî yên Amerîkayê asteng dike, û li aliyekî din, dem bi dem Ewropayê şantaj dike.
Senaryoya duyem
Ev senaryo bi doza kurdî ve girêdayî ye, çimkî ne dûr e ku Erdogan hewl bide qonaxa aştiyê û deriyê dyalogê careke din li gel birêz Ocalan veke, ji ber ku hikûmeta Erdogan baş dizane ku xelasî û berdewamiya wê, bi dengên kurdan ve girêdayî ne, ev yek di propagandayên nivîskarên nêzî Erdogan de belî, lê hin aliyên vê hewldanê hene, ji wan:
- Nêzîkatiyên arzan ji doza kurdî re û keysbazkirina wê heta bidawîbûna qonaxa hilbijartinan, ew jî bi armanca bidestxistina dengê wan (dengê kurdan), lê dibe ku birêz Ocalan careke din vê derfetê nede Erdogan, çimkî ji derfetên beriya niha ti sûd wernegirt.
- Dibe ku Erdogan bi cidî li çareserkirina van dozan binêre, di nav de jî doza kurdî, lê ne dûr e ku hêzên hegemon ên cîhanî astengiyan li pêşiya vê gavê derbixin, çimkî diyar e ku ew hêz biryar standine ku dawiya Erdogan bînin û dê rê nedinê ku ji tecrîda xwe derbikeve. Ev astengiyên mijara gotinê, weke yekem car dê ne li dijî Kurdan bin, lê belê li dijî hikûmeta Tirkiyayê bin, ku berê xet û siyaseta xwe ji berjewendiyên hêzên cîhanî veguhert, lewra çareserkirina vê dozê dê temenê hikûmeta Erdogan dirêj bike û ev yek ne xwesteka hêzên hegemon e.
Senaryoya sêyem
Bikaranîna Erdogan ji siyaseta “Qiraxa newalê” re, li vir gengaz e, ku hilbijartinên giştî bipaş bixe yan jî betal bike, di encamê de wê gefa darbeyan her li ber çavan be, lewra ev senaryo li pêşiya Erdogan a herî xeternak e.
Encam
Îroroj Tirkiya (AKP`ê) rûbirûyî senaryone ku ya herî xweş tehl e dibe, ev senaryo çiqasî cuda bin jî, lê helbet Tirkiyaya piştî 2023`an dê ne mîna ya berê be, ji ber ku rewşa aborî ya xerab dê gelek metirsiyên xerab ji hikûmetê re bi xwe re bîne, neamze ku gelên Tirkiyayê fêrî jiyana xweşî û firehiyê bûne, îcarê gel û miletê ku fêrî xweşiyê bûbe, helbet dê ji yên ku fêr nebûne xetertir bin, û em dibînin îroroj gelê tirk jî tişt û rêyên xweşiyê yek li pey yekê ji dest dide.
- Adnan Menderes, yekemîn serokê demokratîk bû ku li Tirkiyayê hatibû hilbijartin, her wiha damezirînerê “Partiya Demokratîk” bû, û serokê tirk yê herî dawîn bû ku piştî darbeya leşkerî ya ku li Tirkiyayê, sala 1960î çêbû, hat bidarvekirin.
- Serokê heştem yê Tirkiyayê bû, qonaxa serokatiya wî ji sala 1989`an heta dîroka wefata wî, 1993`an, dirêj kir.
- Ev têgih tê wateya hegemonî û serdestiya li ser herêmeke aborî, ava herêmî ya nêzîk û nişîviya parzemînî, anku rojhilata deriyaya Spî, deriyaya Reş, deriyaya Egeyê, ku rê dide vê hêzê hemû çavkaniyên deriyayî bi azadiyeke mezintir bi kar bîne. Yekem car, ev têgih ji aliyê serfermandarê teqawîtbûyî û serokê yekîneya, ku sala 2006’an ji plan û polîtîkayên deryayî yên Tirkiyayê berpirs bû, Jim Gordones, ve hatiye bikaranîn.