Wekheviya Euro-Dolar tirsê di nava ewropiyan de çêdike .. “Sedem û karvedan”
Dr. Şewiqî Mihemed- Lêkoler li navenda Firat ya lêkolînan
Wergera ji erebî: Mistefa Mistefa
Euro di aboriya cîhanî de, yek ji diravên girîng û sereke ye, piştî derketina wê (sala 1999`an), li rex dolar û paûndê Sterlînî dikarîbû bibe yedekeke ewle ji bo piraniya bankên navendî li tevaya cîhanê. Lê şerê Rûsî-Ukraynî bandoreke mezin li nirxê euroyê kir û tê pêşbînkirin, eger Moskovayê rêkarên li dijî dewletên ewropî zêdetir kirin, bi taybet girêdayî meseleya qutkirina xazê ji ser wan, dê bibinketina nirxê wê ji wilo zêdetir bibe. Çimkî ji destpêka hezîrana borî ve, euro nirxê xwe li hemberî dolar ji dest dide, ku vê dawiyê (13`ê hîzîrana borî) gihaşte 0.99 dolar bo her euroyekî û ev bîst sal in nirxê euroyê danektiye vê astê, anku ji sala 2002`an ve.
Di vê nexşeya jêrîn de, nirxê euro li beramberî dolar ji sala 2003`an ve heta roja me ya niha diyar dibe:
Di encama tevlihevbûnên darayî yên cîhanî nirxê euro dadikeve
Di çarçoveya siyaseta darayî ya dewletan de, birêvebirina siyaseta hişk a danûstandina nirxê pereyan şaş û ne guncaw e, çimkî ev nirx nîşaneyeke aborî ya ku kualîteya xebata aborî destnîşan dike ye, her wiha asayîbûna wê, aramiyekê di bazarên aboriya niştîmanî de peyda dike (bazara faktorên hilberînê – bazara kelûpel û xizmetan – bazara pereyan), li aliyekî din, asayîbûna wê dibe sedema başbûna birêveçûna xebatên aborî di hemû çalakiyên aborî de, ji weberhênanê bigire, heta di hilberîn, hawirde, herikîna sermayeyê, şiyana kirîna xerîdaran, buhayê kelûpelan, xizmetên li bazarê û hwd ve derbikeve.
Lê tişta herî balkêş, ku îroroj tevlihevbûna diravî li qada aboriya cîhanî û bilindbûna rêjeya danûstandina bazirganî di navbera dewletan de hiştine ku bichanîna siyasetên darayî û karvedanên wê li çi dewletê, bandorê li astên xebatên aborî û nîşaneyên wê li dewleteke din bike, nemaze ku dewleta yekem, dewleteke xwedî aboriyeke bihêz be, weke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Bilindbûna rêjeyên enflasyonê li DYA, rewşeke bitirs bi xwe re anî û hişt ku banka yedek a fedral a amerîkî siyasetên hişk bi rê ve bibe, her wekî bilindkirina rêjeya faîzê ji sedî 75, ku ev yekem car e gaveke bi vî rengî ji aliyê bankê ve tê avêtin, vê yekê bandor li hêza dolar a li bazarên cîhanî kir û daxwaza wê zêde bû, her wiha bandor li lêçûna hawirdeyê jî kir û bilind bû, bi taybet faktorên enerjî û xwarinê li dewletên ewropî, ev dewletên ku êşa kêmbûna van faktoran li bazara xwe dikişînin. Lê eger em van fişaran bavêjin ser fişarên aborî yên ji ber zêdekirinên di encama xizmeta deyinan de, mesele dê di pêvajoya bê de, ji hêla fişarên li ser euro û asta çalakiya wî di bazara darayî ya cîhanî de, xerabtir û aloztir bibe.
Kêmasiyên euroyê daketî û karvedanên wî yên neyînî li cem ewropiyan
Meseleya wekheviya nirxê euro û dolar û daketina nirxê yek euroyî di bin yek dolarî de, ji bo ewropiyan ne meseleke hêsan bûn, berevajî wê, gelek karvedanên neyînî û metirsiya li ser paşeroja aboriya herêmê bi xwe re anîn, ev yek di demekê de encam dide ku aliyên desthiladariya diravî li hemberî vê meseleyê -ku di pêvajoya bilindbûna rêjeya enflasyonê li herêma euroyê gihaştiye astine bilind- bêçare man, ev bilindbûna ku heta niha û ji ber sedemên cuda gihaştiye 9.1%.
Eger em bi çavekî aborî li meseleyê binêrin, di destpêkê de wê diyar bibe ku kêmbûna nirxê vî diravî dikeve aliyê berjewendiyên dewletên xwedî nirxê kêm, nemaze girêdayî meseleyên bazirganiya derveyî, ji xwe rewşa euro ya berê –beriya belavbûna vîrûsa Coronayê û kêmleziya aborî ya ku vê dawiyê di hundirê aboriyên dewletên ewropî de çêbû- wisa bû, di wê demê de dewletên ewropî yên pîşesaz di zêdekirina hinardekirinên xwe de ji wê yekê sûd werdigirtin.
Lê îroroj, ev kêmbûna nirêx euro û wekheviya bi dolarê amerîkî re, kêmbûneke neyînî û xwedî kêmasî ye, ev kêmasî jî wiha ne:
-Ji bo bidestxistina hêmanên enerjiyê, ewropî dê neçar bibin ku gelek pereyan bidin, bi taybet ji bo xazê. Her wiha ji bo çi tiştekî ji derve hawirde bikin, çimkî bêhtirî nîvê hawirdeyên herêma euroyê bi dolar tên.
Di vê nexşeya jêrîn de, bilindbûna jimara pîvanî ya buhayê xerîdaran li dewletên herêma euroyê tê diyarkirin:
-Ji ber ku buhayê petrolê bilind e û bi dolar e, wê buhayê sotemeniyê jî bilind bibe, di encamê de, wê ewropî ji pereyên xwe zêdetir li beramberî sotemeniyê bidin.
-Wê ewropî ji kêmbûna nirxê pereyên xwe ji bo bicihanîna xwestekên derveyî yên girêdayî kelûpelên pîşeyî, sûdê wernegirin, ew jî ji ber karînên hilberînê yên lawaz û xetimîna di hawirdekirina pêdiviyên hilberînê, yên di encama nexweşiya Coronayê de.
-Di encama bilindbûna nirxê dolar li hemberî euroyê, rewşeke derûnî derkete hole û hişt ku ji euro zêdetir, dolar weke stargeheke bi ewle bê dîtin û hemû pereyên di bankan de bibin dolar.
-Hikûmetên ewropî dê neçar bibin ku pereyên zêdetir ji bo fînansekirina budceyên xwe bidin, ew jî bi sedema bilindbûna astên enflasyonê, çimkî aboriyên ewropî êdî pêwîstiya wan bi euroyên zêde ji bo fînansekirina geşedan û çalakiyên aborî yên curbicur heye, ev yek dihêle ku lêçûna hilberînê zêdetir bibe û di encamê de, bilindbûneke nû di asta buhayan de derdikeve.
-Ewropî dê gelek karînên xwe yên kirînê ji dest bidin, ev yek hemwextî tevlihevbûna bandorên enflasyona ku ji ber bilindbûna buhayan çêbûye, di nava bnadorên kêmbûna nirxê euro li beramberî dolar. Li rex vê yekê jî wê pêwîstiya ewropiyan bi euroyan ji bo kirîna gelek kelûpelan, nemaze yên bi dolar, zêdetir bibe, helbet ev yek dê bandorê li paşeroja sindoqên dengdanê jî bike û jinûve-hilbijartina hikûmetan li dewletên ewropî derbikeve holê.
-Bilindbûna buhayê xaz û sotemeniyê ji ber kêmbûna di pêdawistiyan de ya ji ber xiniqîna rêyên çûnûhatinê yên cîhanî piştî nexweşiya Coronayê û rawestîna pêdawistiyên xaza rûsî heta demekê yan jî kêmkirina wan, di encamê şerê aborî yê ku di navbera ewropî û Rûsyayê de bi piştgiriyeke amerîkî encam da.
Diyar e ku meseleya daketina nirxê euroyê ji ber lawaziya binesazî, ku di aboriya ewropî de di encamê şerê li Ukraynayê û bilindbûna buhayê hêmanên enerjiyê, nemaze petrol û xaz çêbûye, evê yekê hişt ku ji aliyekî ve bertekên neyînî li cem ewropiyan derkevin, û ji aliyekê din ve bandor li bazarên ewropî yên darayî jî kir, ev yek li gel bilindbûna lêçûnên hilberînê û berbûpaşvegerîna karîna ewropiyan a kirînê. Dibe ku ev yek bihêle em bibêjin: ku enflasyon êdî di aboriya ewropî de cihê xwe girtiye û dê ne rewşeke awarte be ku bi jinavçûna sedemên wê, bi dawî bibe.
Vehejîna euro di nava alozî û bûyeran de
Li gorî jimaran, di pêvajoya xebata euroyê de, her tim bi rewşên aborî yan jî geşedan û aloziyên ku cîhan -an herêma euro bi xwe- di wan re derbas dibe bi bandor dibe, îcarê ji hêza aborî ya dewletên yekîtiyê û rêjeya geşbûnê ya xurt sûdê werdigire, lê hemwextê wê, eger aloziyek yan tiştekî mîna wê encam bide, bi lezeke ne pêşbînkirî nirxê xwe ji dest dide, lewra girêdana wî bi biryarên aborî û makanîzmeya birêveberiya siyaseta diravî ya 27 dewletên ku ji hêla aborî ve ji hev cuda ne, dihêle ku veheje û nema karîbe bi leza pêwîst rêgehên xwe kontrol bike, wekî çawa li cem pereyên dewletên din, her wekî dolar, ku biryarên girêdayî siyastên diravî û pereyî, yan jî biryarên siyasî yên pê ve girêdayî bi rêya saziyên bi ser dewleteke bi tena serê xwe ve tên standin, ev yek dihêle ku peydakirina çareseriyên pirsgirêkên euroyê zehmet bin, an jî herî kêm tevlihev bin.
Di pêvajoya jiyana xwe de, ji sala 1999`an û heta niha, euro rastî gelek fişarên mezin hatiye, ew jî ji ber aloziyên aborî yan jî bûyerên jiyosyasî ku li cîhanê yan jî li hundirê parzemîna pîr rû didine, ji van fişaran; daketina nirxê euro bi qasî 12.59% sala 2005`an, piştî ku gelek dewletên yekîtiyê destûra ewropî ya yekgirtî red kirin.
Her wiha bibandorbûna euro bi aloziya diravî ku sala 2008an ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest pê kir û bandor li tevaya aboriyên cîhanî kir, û nema bû ku hin ji wan îflasa xwe ragihînin, weke aboriya Yûnanistanê. Di salên piştî aloziyê de, rêjeya geşedanê û xebitînê ya aboriya Ewropayê berûpaş vegeriya, evê yekê hişt ku dirava ewropî dakeve sînorên 1.04 dolarî.
Sedemên jidestçûyînên euroyê
Îroroj, euro sînorên wekheviya bi dolar re derbas kiriye û daketiye kêmî yek dolarî, lewra gerek e abornasên ewropî baş li ser vê rewşê bisekinin ku karvedanên wê êdî li bazarên ewropî belî dibin û bandor –bi awayekî yekser- li derûniya wê kiriye, û sedemên daketina euroyê bên zelalkirin û çareseriyên guncaw bi lezekê bên peydakirin, da ku jidestçûyîn ji wiha zêdetir nebin, lê gelo ev sedemên ku em behsa wan dikin çi ne? li jêrê em dê wan rêz bikin:
-Ji sala 2020`an ve, euro rastî gelek fişarên mezin tê, ew jî bi pêşbîniyên aborî yên herêma euroyê, û bipaşketina geşedanê ya ji ber karvedanên belavbûna vîrûsa Coronayê û xurtkirina rêkarên qedexeyê ku bandoreke mezin li astên hilberîn, hawirdekirin û dabeşkirinê û hwd ve girêdayî ne.
-Şerê rûsî-ukrayînî asta van fişaran bilindtir kir, nemaze piştî hilweşîna têkiliyên aborî yên ewropî-rûsî, û sepandina dewletên Yekîtiya Ewropayê cezayên aborî yên hişk li rex Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî Rûsyayê.
-Ji karvedanên herî xerab ên şerê rûsî-ukrayînî û sepandina cezayan li dijî Moskovayê, gefên berdewam ên qutkirina xazê ne, lewra tişta rûdayî mîna ku yek bi destê xwe, xwe bikuje ye; çimkî Ewropa bi rêya van cezayan dixwest Rûsyayê ji şerê wê yê li dijî Ukrayînayê berûpaş vegerîne, lê tişta ku çêbû; ew bû ku xwesipartina mezintirîn dewletên Yekîtiya Ewropayê- her wekî Almanyayê- li ser xaz û petrol Rûsyayê hişt ku rêjeya enflasyonê bilindtir bibe, di wextekî de ku asta ji berê ve- ji ber karvedanên vîrûsa Coronayê- bilind bû, evê yekê –bê guman- hişt ku rêjeya buhayan û jidestçûyînên ewropiyan ên karînên kirînê bilindtir bibe, û ewropî beriya niha fêrî rewşeke bi vî rengî nebûne.
Di vê nexşeya jêrîn de, rêjeya xwesipartina dewletên ewropî li ser xaza rûsî diyar dibe:
-Rewşa heyî ya enflasyonê û buhayê faîzê di aboriya amerîkî de ya ji ber karvedanên nexweşiya Coronayê li ser aboriya Amerîkayê û bilindbûna rêjeyên enflazyonê gihîştiye astine bilind, ku ev 40 sal e rewşeke bi vî rengî çênebûye, lewra abornasên amerîkî ketin ferqa xeteriya ku di aboriya amerîkî de rû dide, îcarê bi destpêkirina şerê li Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê girêdanên xwe yên diravî û aborî û gelek faktorên jiyosyasî kirin, ew jî ji bo ku bargiraniyên li ser milê aboriya xwe dersînorê xwe bike. Di vê yekê de bi dewletên Yekîtiya Ewropayê –hevalbendên wê yên leşkerî û siyasî- bi ser ket, ew jî bi rêya çalakirina faktorên ku sedema şer bûn, ku ewropî bêyî hayê wan ji wan hebe bi awayekî leşkerî yê neyekser û bi awayekî aborî yê yekser tevlî bûn, li dijî Hirçê Rûsî ku ji aliyê enerjiyê ve, Ewropa li jêr kontrola wî ye, bi taybet madeya xazê ku êdî bûye mîna çekekî kujer di destê Rûsyayê de, li dora sikura ewropiyan ba dide û bêhnê li aboriya wan diçikîne.
-Karvedanên şerê Rûsya-Ukrayna bandor li ewropiyên hevalbend kir û buhayê enerjî û sotemeniyê bilind kir, pê re jî buhayê kelûpel, berhem û xizmetan li bazarên ewropî jî bilind bû, her wekî wê, weke bilindbûna rêjeyên enfalsyonê, di encamê de nirxê euro dakete astine metirsîdar; ku wekheviya bi dolar re derbas kir. Li vir, diyar e ku metirsiya şerekî demdirêj- dûrî xaka DYA- konê xwe li Ewropayê vedaye, bi vê yekê, Amerîka dikarî rêjeya herî bilind a barê enfalsyonê (ya ji ber çikandinên hawirdeyê û bilindbûna nirxê petrolê, piştî belavbûna nexweşiya Coronayê) derbasî herêma euroyê bike, çimkî vê dawiyê enfalsyon li DYA gihaşte 9.1%, vê yekê hişt ku bankên yedek ên fedraliya amerîkî tenê di 3 mehan de nirxê faîzê 150%, bilind bike, li hemberî tesbîtkirina nirxê faîzê di bankên navendî yên ewropî de.
-Li gorî pêşbîniyên gelek saziyên darayî û bankî yên pispor, dibe ku nirxê faîzê li DYA bigihe 3% li beramberî 1% li dewletên YE. Ji ber wê, nepabendiya Banka Navendî ya Ewropî di meseleya bilindkirina nirxê faîzê de; ji ber bilindbûna rêjeya enfalsyonê û zêdebûna fişara li derengmayîna aborî û rêjeyên geşedanê di hundirê aboriya herêma euroyê de, sedemek bû ku berê sermayan bikeve ber bi DYA, ew jî ji ber bilindbûna dahatên girêdayî qoçanên hikûmeta amerîkî, li beramberî dahatên li bazarên ewropî, evê yekê hişt ku teşwîq li ser derxistina euro zêdetir bibe, da ku wan bikin dolar û li wê derê weberhênan bikin, ev jî bû sedem ku euro li bermaberî dolar nirxê xwe ji dest bide, û dolar- di rewşa berdewam a şer de- bibe mîna stargeheke bi ewle, helbet, ev yek ji me re destnîşan dike ku di demên pêş de wê euro hîn jî nirxê xwe ji dest bide.
Dumahî
Îroroj, herêma euro rastî gelek fişaran tê û Banka Navendî ya Ewropî li beramberî astengiyan xwedî çarene binakok e, çimkî lawaziya euro dihêle ku bank buhayê nirxê faîzê bilind bike, lê rewşa aborî ya dewletên YE`ê û derengketina rêjeyên geşedanê li ber vê yekê dibin kelem, ji ber ku dê bi lêçûnên deyndanê re bilind bibin û bandorê li rêjeyên geşedanê bikin û ev yek tê wateya ku di aboriya dewletên YE`ê de bi awayekî bi lez dê bazarsariyeke aborî encam bide.
Qurmisîna aborî li dewletên herêma euroyê, li pêşiya banka ewropî –eger berpirsên wê bifikirin ku rêjeya faîzê, weke DYA bilind bikin- astengiyeke mezin e; lewra tê pêşbînkirin ku di van rewşên aborî yên zehmet de û bilindbûna rêjeyên enfalsyonê û şerê heyî, di serî de li beramberî dolarê amerîkî, euro li beramberî pereyên din hîna jî nirxê xwe ji dest bide û di encamê de dê şiyana kirînê ya ewropiyan ji aliyekî ve berûpaş vegere, ew jî bi sedema bilindbûna buhayan, her wiha dê qasa lêçûna aborî ya hawirdeyên sazî û kompaniyên ewropî ji aliyekî din ve zêdetir bibe.