Helwest

AlOZIYA SÛRÎ Û HERÊMÊ… PÊŞBÎNÎ Û BIJARTE

English, Arabic

Werger: Nûrhat Heftaro

Pêşgotin:

Bi awayekî giştî herêma Rojhilata Naverast û taybet Sûriyê, di rewşeke bilez a firtûnedar re derbas dibe. Nexasim bi nêzbûna dawiya çekdarî ya DAIŞ’ê,  gavên pêşîn ên jinûve dîzaynkirina herêmê dest pê kirin.

Sûriyê veguherî navenda şerê li ser hegemonî û bicihkirina otorîteyê. Van şeran li ser navê şerê li dijî hêzên terorê yên weke “DAIŞ”, “Nusra” û komên weke wan, dest pê kir. Lê belê zû veguheriya şerê cihgirtin û bihêzkirina navend û serdestiyê.

Biryara vekişîna hêzên Emerîkayê ji bakurê Sûrî ya dawiya sala derbasbûyî, hişt ku gelek kart tevlihev bibin û asta bihêzbûn an jî lawaziya bicihbûna her hêzekê ku tevlî vî şerî bûye, eşkere kir.    

Encamên biryara vekişîna Emerîkayê:

Biryara vekişînê tenê hebûna Emerîkayê ya li bakurê Sûrî digirt nava xwe. Lê belê yê ku bi pirsgirêkên Rojhilata Naverast û cihê wê ya stratejîk li Cîhanê dizane, wê baş têbigihîje ku vekişîn tenê bakurê Sûrî nagire nava xwe, lê belê destpêkek ji bo vekişîna wê ji tevahî Rojhilata Naverast e. Daxuyaniyên Tevgera Talîban a Afganî jî, gefên koma Nuceba ya Iraqê ya vekirina eniyeke germ li dijî hêzên Emerîkayê yên li herêmê, tenê delîlek e, eger hêzên Emerîkayê ji bakurê Sûrî vekişin, zehmet e li herêmê jî bimîne.

Vekişîna Emerîkayê ji herêmê tê çi wateyê?

Windakirina rola pêşengtiyê di nava hêzên hegemonîk ên cîhanî de. Ji ber ku hegemoniya cîhanê di kontrolkirin û berfirehkirina serdestiya li Rojhilata Naverast re derbas dibe.

Zemînê ji destpêkirina şerê cîhanê yê sêyemîn re vedike ku li gorî gelek daneyan şert û mercên vê yekê temam bûne.

Lawazkirina hevkarên Washingtonê û bi taybet Israîl ku temsîla hucreya tekane ya hêzên hegemonîk ên cîhanî li herêmê dike. Ewlehiya wê tam tehdîd dike. Tê payîn ku ji bo derbasbûna pêvajoya hebûn û tinebûnê, wê bi pêvajoyeke nû re rûbirû bibe.

Weke Israîlê, wê gelek dewletên Ereb ên mezin û biçûk, bi pêvajoyeke krîtîk re rûbirû bibin. Nexasim mîhwera Erebî ya ku Misr û Siûdî Erebistan wê bi rê ve dibin.

Di rewşeke wiha de şansê baş wê para Îranê be ku bi rêya projeya Hîlala Şî di şerê hegemoniya herêmî de bi Israîlê re di nava pêşbirkê de ye. Her valaiyek çêbibe, wê Îran li ser hesabê aliyê xwe vekişandî, tije bike û hewil bide projeya xwe ya di bingeh de li Rojhilata Naverast heyî, temam bike. Ev rastî wê rê li ber koalîsyonên nû li herêmê veke. Tê texmînkirin ku dewletên zerar ji serdestî û firehkariya Îranê dîtiye, wê di eniyekê de kom bibin û bi taybet navbera mîhwera dijber (Misr, Urdun, Israîl, Dewletên Kendavê, ji bilî Qeterê), rêyeke vekirî di dîplomasiya berî ragihandina şer de bihêlin. Ev koalîsyon ji bo misogeriya mayîna dewletên vî mîhwerî ne. Her wiha beşeke mezin ji Ereban beramberî cihû û Israîlê di guhertineke zêhnî ya kûr re derbas dibin. Êdî dest bi qebûlkirina hebûna Îsraîlê li herêmê kirine. Di dema niha de, em dibînin ku weke berê, ti dewleteke Erebî nikare gelê xwe li dijî Israîl sor bike û li ser bingeha dijberiya Israîl bi coş û kelecan bike. Ger berê têkîliyên veşartî navbera van dewletan û Israîlê hebû, niha ti talûkeyê di eşkerekirina wê de nabînin.

Balkêş e ku Rûsya Sovyetê ya ku di tevahî dîroka xwe de ji bo bibe qutbeke girîng di hegemoniya cîhanî de şer dike, ruxmî bi awayekî rasterast û heta leşkerî jî mudaxeleyî gelek dewletan kiriye, lê belê ti carî demdirêj hebûna xwe li wir ne parastiye û dawiyê neçar maye binketî paşve vekişe.

Niha têkîliyên Rûsya bi Îran û Şamê re û vê dawiyê Enqereyê re, baş in. Û li rex hikumeta Sûrî û Îranê, bi awayekî rasterast mudaxeleyî şer kir. Lê belê mirov nikare îdîa bike ku Rûsya di rewşa Sûriyê de bi serketiye. Jixwe berjewendiyên wê li Sûriyê ji yên Îranê cuda ne. Lewra dibe ku vekişîna Emerîkayê bandoreke neynî li berjewendiyên Moskowayê jî bike. Ji ber ku Îranê jê bêhtir xwe li Sûriyê bi cih kiriye. Bi Şamê re di nava têkîliyeke ideolojîk de ye ku ketiya nava hûrgiliyên desthilatdariyê. Û Gelek caran ev têkîlî ji hebûna Emerîkayê bêhtir, li pêşiya îstîqrara Rûsyayê li Sûrî dibin astengî. Ji ber ku hebûna Emerîkayê di destê Rûsyayê de li ser Îranê karteke zextê bû.          

Ger dirêj bike û li Rojhilata Naverast bimîne:

Pozîsyona niha ya sîstema cîhanê ya bi pêşengtiya Emerîkayê têrê nake ku li gorî wê planên xwe yên jinûve dîzaynkirina nexşeya Rojhilata Naverast pêk bîne. Divê serdestiya xwe firehtir bike. Helbet firehkirina serdestiyê, wê li ser hesabê aliyê din be. Û ji bo bikaribe ewlehiya Israîlê baş biparêze, divê ji bo qelskirina serdestiya Îranê zexteke mezin bike û ji gelek herêmên ku lê serdest e, derxîne.

Di vê rewşê de bijarteyên li pêşiya Îranê:

Divê dev ji projeya xwe ya firehkariyê berde û di çarçoveya sînorên jêre hatine diyarkirin de bimîne. Ev bijarte, zehmetirîn bijarte ye. Ji ber wê rê li ber kûrbûna pirsgirêkan veke û ihtîmal e bigihîje asta parçekirina wê. Jixwe cezayên ku îro pêre rûbirû ye, nîşaneyên vê yekê ne.

Îsrarkirina di projeya xwe ya firehkar de û bi rêya gurrkirina kulmozên şer ên li derveyî sînorên xwe, parastina herêmên ku bi dest xistiye (Iraq, Lubnan, Sûrî û Yemen). Ev bijarte wê bibe sedema sereke ya destpêkirina şerê hegemoniya cîhanî ya sêyemîn.   

Dest bi pêvajoya guhertina sîstemê bike. Di serî de pirsgirêkên gelan (Pirsgirêka Kurd, Pirsgirêkên Gelên Ehwaz, Belûç û yên din) bi rêbazên demokratîk, pirgirêkên xwe yê hundirîn çareser bike. Ev ihtîmal di aliyê pratîk-kirinê de ya herî lawaz e.  

Tirkiyê “AKP’ê” wê ji van pêşketinan li ku be?

Ji dema şerê cîhanê yê duyemîn ve ya nîvê sedsala dawî, Tirkiyê siyaseta hevsengiya di navbera qutban de meşand. Lê belê derketina AKP’ê li qada siyasî ya Tirk, rêûresmên deshilatdariyê yên naskirî, gelekî guhert. Ji dema avabûna sîstema wê ya komarê, Tirkiyê dixwest pêşengtiya “Sermayeya Îslamî” an jî ya weke “Sermayeya Kesk” tê binavkirin, bike û “Kabe”yê ji Mekkayê veguhêze Istenbolê da ku bi li ser pêşengtiya cîhana Îslamî ya sunnî bi Siûdî Erebistanê re hevrikiyê bike. Vê bi xwe re di binesaziya sunnî ya li Rojhilata Naverast de parçebûn anî. Bi vî awayî bemahiyên mezheba sunnî yên ji komên radîkal û hêzên terorê pêk tên, li dewrûbera AKP’ê kom bûn û bi Hemas, Îxwan Muslîmîn, El-Qaîde û vê dawiyê jî “DAIŞ”ê re têkîliyên xurt danîn.

Tirkiyê bi serkêşiya “AKP”ê ji bo gelek armancan, ket nava qada şerê li Sûriyê. Yekemîn; avakirina rejîmên Erebî yên ji aliyê tevgerên Îslamî yên radîkal ên girêdayî wê werin rêvebirin, ku ji Tunisê dest pê dike heta Lîbya, Misr û Sûriyê. Lê belê armanca wê, ji aliyekî ve li rastiya Erebî ya guherbar nehat ku daxwaza azadî, edalet û wekheviyê dike û ji aliyên din ve jî koalîsyona hêzên cîhanî ya şerê li dijî vê terorê, heta radeyeke bilind, armancên “AKP”ê têk birin. Niha di rewşa Sûriyê de, êdî daxwazên xwe kêm bûne, tenê dixwaze deskeftiyên ku gelên parçeya bakur û bakur-rojihlatê ji herêmê ya bi pêşengtiya Kurdan, bi dest xistiye, têk bibe. Pêşketinên ku li vî parçeyî pêk hatine, hişt ku hikumeta Tirkiyê pisûleya xwe winda bike û ji projeya “Sifir Pirsgirêk” ber bi mezinkirina pirsgirêkên bi cîran û cîhanê re çû.

Tirkiyê siyaseta hevsengiyê ya navbera hêzên hegemonîk li cîhanê (Emerîka, Brîtaniya, Israîl) û hêzên herêmî (Îran, Tirkiyê, Sûriyê) parast û siyaseta “Tevgerên Cambaz” meşand û heta ji rêya dewleta sekuler derket. Endama NATO’yê bi Rûsyayê gelek bazar û peyman mohrkirin.

Di van şert û mercan de bijarteyên li pêşiya Tirkiyê:

Tirkiyê ji bo hilbijartina rêya xwe, di rewşeke teng û zextê re derbas dibe. Qada hevsengiyê li gorî gelek kesan ji holê rabûye. Senatorê Emerîkî Chris Hollen nêrînên xwe bi van gotinan anî ziman; Divê Tirkiyê navbera (Balafirên F35) û (sîstema S400) hilbijêre. Xuyaye hemû bijarteyên li naverastê gelekî zehmet in, ew jî ev in:

Qebûlkirina Tirkiyê ya koalîsyona ku ji sala 1952’an ve di nava wê de bû, ango li kêlek hêzên li cîhanê hegemon in cih bigire. Lê belê da ku rê bidin berdewamkirina xebatên bi Tirkiyê re, ev hêz çend daxwazan ji Tirkiyê dikin. Yekemîn; divê mesafeyekê bixe navbera têkîliyên xwe yên bi Îran û Sûriyê re, û duyemîn jî divê pirsgirêkên ku barê dewleta Tirk giran kiriye, di serî de pirsgirêka Kurd ku sedema sereke ya koalîsyona herêmî ya navbera van dewletan e, pirsgirêkên demokrasiyê çareser bike.

Di koalîsyona herêmî ya berê de bimîne. Jixwe ew naxwaze senaroya Iraqê û tiştên niha li Sûriyê diqewimin, li Îranê jî dubare bibe. Eger Îran derbasî pêvajoyeke dişibe pêvajoya ku Îraq sedsala dawî têre derbas bû, bibe, teqez encam wê têkevin berjewendiya Kurd û gelên bindest ên ku ji ber siyasetên Îranê yên zextê yên li dijî hemû mafên xwezayî yên gelê wê, bi rewşeke Înkar û dûrxistinê rûbirû dimînin. Di heman demê de têkîliyên Enqereyê yên xurt bi Îranê re, li gel Israîlê fikarê çêdike, bi gotineke din ji sîstema cîhanê re jî. Di vê rewşê de wê deriyên cehnnema ku li Afganistan, Pakistan, Iraq û vê dawiyê li Sûriyê vebûn, li pêşiya Tirkiyê jî bên vekirin û veguhere qadeke şer. Ger em rewşa aborî ya xirab a dema dawiyê jî li vê zêde bikin, çarenûsa Tirkiyê pêre rûbirû ye, hîna zelaltir eşkere dibe.

Kurd û bijarteyên li naverastê:

Pênaseya şaş a herdu pirgirêkên bingehîn ên li Rojhilata Naverast, kir ku herdu sedsalên dawî yên herî bi xwîn bin. Pirsgirêka Kurd, weke gelekî ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijî û pirsgirêka gelê Cihû yê ku yek ji pêkhateyên resen a tevna Rojhilata Naverast e. Balkêş e, bi ketina hezarsaliya nû, pênase û têgîn gelekî hatin guhertin, ji wan jî baweriya li cem gelek gelên Rojhilata Naverast û bi taybet koalîsyona Siûdî Erebistan ku îdîa dikir, naskirina mafê diyarkirina çaresnûsê ya gelê Kurd wê nexşeya 12 dewletên herêmê biguhere, niha jî gihandine vê baweriyê; Ji bo herdu pirsgirêkan peydakirina çareseriyeke adil. Şert û mercên herêm niha têre derbas dibe, vê yekê teqez dike. Çareserkirina herdu pirsgirêkan wê herdu, wê têkeve xizmeta koalîsyona Siûdî Erebistan.

Biryara vekişîna Emerîkayê, rewşeke matmayî li gel Kurdan çêkir ku têkoşiyan û ji bo xilasbûna ji terora cîhanî gelek berdêl dan. Dema ku mirov hêza li gel Kurdan, bi hêza dewletên herêmên yên şerê wan dike û di serî de Tirkiyê, hevrû bike, eşkere dibe ku di şerê ejdehayan de xeleka herî lawaz e. Lê belê li gorî rastiyê, li aliyekî hebûna Kurdan a navbera cografiyeke stratejîk a çar dewletan belavkirî ye û berjewendiyên hêzên herêmî û cîhanî yên dijberî hev li aliyekî din, her wiha hişyarbûna Kurdan a netewî û asta rêxistina ku dijîn, teqez dike ku rewşa Kurdan a jeopolîtîk di hevkêşeyê de gelekî xurt e û ev jî tê wateya ku wê hêzeke mezin a dikare rewşa herêmê biguhere ava bike.  

Di dîroka Kurdan de cara yekemîn e ku pirsgirêka wan ewqasî cîhanî dibe û dikeve rojevê. Heke negatîf an jî pozîtîf be di dilindêzên fermî an jî ne fermî de bû rojeva hemû maseyên nîqaşan.

Eşkere ye ku Kurd wê di nava van guhertinan de cihê xwe weke kevirê bingehîn di hevsengiyên herêmî û navewletî de bigirin û aliyê serkeftina dawî bi dest bixe, diyar bike.

Bijarteyên ku Kurd û gelên bakur û bakur-rojhilatê Sûrî dikarin li pey wan biçin:

Di koalîsyona li dijî DAIŞ’ê hatiye çêkirin de bimîne û xebatê li ser pêşkêşkirina çareseriya siyasî û destûrî ji bo herêmên rizgarkirî bike.

Têkîliyan bi Israîl û mîhwera Siûdî Erebistan re deyne.

Dibe ku bijarteya têkîliya “neçar” a bi dewleta Sûrî re, rê li ber hinek xapandinan veke. Ya rast ew e, eger dewlet destûreke demokratîk ku di nav de herêmên bakur û bakur-rojhilatê Sûrî, mafên hemû gelan nas bike, wê çaxê bijarteya herî guncav e.

Rûsya Sovyet weke hermû dewletên hegemonîk li cîhanê bibîne. Jixwe weke hemû dewletên din, dewleteke kapîtalîst e, û ne di dîroka xwe ya kevn an jî nû de ti helwesteke pozîtîf beramberî Kurdan nîşan nedaye. Niha jî koalîsyoneke ku dijayetiya Kurdan ew anîne gel hev, bi rê ve dibe. Lewra dema pêre têkevin nava danûstandinan divê ev aliyê wê neyê paşguhkirin. Di encamê de ji bo peydakirina çareseriyeke guncav, danûstandina bi Moskowayê re wê yek bijarteyên kêrhatî be.

Pêvajo ji rewşa Kurdan a hundirîn çi dixwaze?

Bi awayekî baş bikaranîn dema mayî û dest bi amadekariyên lidarxistina hilbijartinên rastîn û avakirina binesaziyeke aktîv ji bo ku bibe hikumeta herêmên rizgarkirî, li kêlek parastina prensîbên ku ev sazî li ser ava bûne, rê bide dewletan bi awayekî fermî nas bike.

Heta avakirina vê hikumetê, divê sîstema kantonan, saziyên rêveberiya xweser ên li herêman ji meclisa zagonsaz bigire heta ya tenfîzî, bên aktîvkirin; ji ber ku hîna ev sazî ne aktîv in.

Hemû sîstemên parlel a rêvebirinê bên rakirin ango divê karûbar, ne ji aliyên pir sîsteman, bi yek sîstemê bê birêvebirin.

Derbasî pêvajoya dilnermî û gihandina tiştên hevbeş bibe. Da ku em bikaribin şansê tevlîbûnê bidin hemû hêzên siyasî yên cuda û yekirina rêzê, ji ber ku di vê demê de pêdîviyeke jêneveger e.   

Encam:

Hîna jî têkildarî vekişîna hêzên Emerîkayê an nevekişîna wê ji bakurê Sûrî diyalogeke fireh heye. Lê belê di herdu rewşan de, wê têkeve xizmeta herêmên rizgarkirî. Li gorî daneyên berê hatibûn rêzkirin, di rewşa vekişînê de Tirkiyê herî zêde zerarê dibîne. Ji ber dost-dijminê Emerîka li herêmê ye û di hevkariya xwe ya bi Rûsya û Îranê re, derbasî asteke jêneveger bû. Moskowayê li gorî berjewendiyên xwe, ji bo lawazkirin û qelskirina herêmên serdestiya Emerîkayê, roniya kesk da ketina Tirkiyê nava Sûriyê. Bihaneya dayîna Tirkiyê ya vî rolî, hebûna Emerîkayê bi xwe ye. Ger ev sedem ji holê bê rakirin, wê çaxê pêdîviya Rûsyayê bi rê-vekirina ji Tirkiyê re namîne. Ji ber ku Rojhilatê Firatê ji aliyê dewlemendiya xwe ve, hestiyê piştê yê dewleta Sûrî ye.

Ger vekişîn raweste û bê dirêjkirin, zehmet e ku Tirkiyê bêyî koordîneya bi hêzên koalîsyonê re, mudaxele bike û şansê şerê hêzên ku Enqere wan terorîst dibîne (Hêzên Sûriya Demokratîk – Yekîneyên Parastina Gel), bi dest bixe. Ger ev yek pêk were, wê çaxê Emerîka çar sal in bi hêzên terorê danûstandin kiriye û ev yek jî Emerîka qebûl nake. Xuyaye, ragihandina vekişînê, ji hemû deman zêdetir, hişt ku pirsgirêka herêmên bakur û bakur-rojhilatê Sûrî bikeve rojevê û ev jî ji bo peydakirina çareseriyeke dawî ji vê pirsgirêkê re, nîşaneyeke baş e.