
Sûrîya piştî rakirina cezayan: Çima danûstandinên sîyasî veneguherîn başbûneke aborî?
Bi Erebî peyda ye
Lezgîn Îbarhîm – Lêkoler li Navenda Firatê ya Lêkolînan
Hikûmeta nû ya Sûrîyayê, bi serokatîya Ehmed El-Şaraa, di navbera gotara xwe ya sîyasî de, ku soza vegera Sûrîyayê bo qada herêmî û vebûna li ser veberhênan û bazarên cîhanî, û şert û mercên aborî û jîyanê yên her ku diçe xirabtir dibin, nakokîyeke tund dijî. Her çendî axaftina li ser jinûve-avakirinê, vebûna li ser Ewropayê, rakirina cezayên Qeyser, gerên Kendavê û piştgirîya Tirkîye, Qeter û Siûdîyê wêneyek medyayî çêkirîye ku dide xuyakirin va ye welat li ber veguherînek mezin a aborî ye, lê rastîya li ser erdê eşkere dike ku başbûn bandor li jîyana rojane ya Sûrîyan nekirîye. Sozên derveyî veneguherîne herikîna darayî ya têrker, her wiha bawerîya navneteweyî û herêmî bi ewlehî, rêveberî, nûnerîya sîyasî û şîyana rêvebirina dewletekê ve girêdayî ye, ne tenê bi desthilatdarîyekê ve. Ev yek pirseke bingehîn bi xwe re tîne: Çima rakirina cezayan û vebûna sîyasî veneguherîye başbûnek di rewşa aborî de? Sedemên navxweyî û derveyî yên xetimîna aborîya Sûrîyayê çi ne?
Krîz Desthilatdarî ye yan Krîza Çavkanîyan ye?
Nêzîkî sal û nîvekê piştî hilweşîna rejîma Esed, û tevî rakirina cezayên Qeyser û pêşbînîyên çavdêran ku ev yek dê aborîya Sûrîyayê vejîne, berevajî vê yekê qewimî. Hikûmeta sûrî aborîya welêt wekî dosyayek ku dikare bi rêya naskirina sîyasî û sozên veberhênanê ve were vejandin, girtîye dest, di heman demê de krîza Sûrîyayê ji nû ve avakirina sazîyan, avakirina ewlehîyê, qanûnek veberhênanê ya zelal, pergalek darayî ya zelal û hikûmetek ku bikaribe çavkanîyan bi awayekî serbixwe ji torên bandorê birêve bibe hewce dike. Ji ber vê yekê, rakirina cezayên Qeyser ji hêla qanûnî ve wekî derfetek girîng xuya bû, lê ew veneguherî pêşveçûnek aborî ya rastîn, ji ber ku sermaye naçe welatekî ku hîn jî ewlehî, aramîya qanûnî û sîyasî tune ye.
lêveger û nirxandinên rojavayî “xerbî” nîşan didin ku sivikkirina cezayan qada danûstandinê bi Sûrîyayê re fireh kirîye, lê rîskên pabendbûnê, cezayên mayî, fikarên li ser fînansmana neqanûnî û jîngeha ewlehîyê ji holê ranekirîye. Tora Amerîkî POMEPS[1] analîzek li ser zehmetîya veguherandina rakirina cezayan bo pêvajoyek başbûnê ya otomatîk weşand, di heman demê de Risk Advisory[2], kompanîyeke îstîxbarata karsazîyê ya li Brîtanyayê, rave kir ku betalkirina Qanûna Qeyser astengîyeke girîng a qanûnî ji holê radike lê cudahîyên di sîstemên cezayan de an jî xetereyên bazara Sûrîyayê ji holê ranake. Şîrketên navneteweyî tenê bi perspektîfa cezayan li jîngeha Sûrîyayê nanêrin, lê di heman demê de bi perspektîfa ewlehî, dadwerî, mulkîyeta zelal, peymanên zelal, gefên ji hêla komên çekdar ve, biserxwebûna banka navendî û şîyana hikûmetê ya pêşîgirtina li gendelî û şantaja navxweyî jî nabînin. Ji ber vê yekê, ne ecêb bû ku bandora rakirina cezayan li ser jîyana Sûrîyeyîyan sînordar ma, tevî girîngîya wê ya sîyasî û qanûnî.
Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê[3] di Gulana 2025`an de dîyar kir ku rêdana Giştî Hejmar 25 sivikkirina berfireh a cezayan peyda kir, lê cezayan li ser Beşar Esed û hevkarên wî, binpêkerên mafên mirovan, bazirganên Captagon û kesên ku bi DAIŞ, El Qaîde, Îran û alîgirên wê ve girêdayî ne domand. Ev tê vê wateyê ku Sûrîya ne bûye bazarek bê rîsk, lê belê bazarek ku berî her veberhênanê hewceyê lêkolînek qanûnî û darayî ya bi girêk e. Navenda Belfer[4], navendeke lêkolînan a akademîk a Amerîkî, jî piştrast kir ku rakirina cezayan çarçoveya çalakîyên aborî berfireh dike lê sînorkirin û rîskên din ên qanûnî ji holê ranake.
Ev yek dide xuyakirin çima kompanîyên navdewletî neketin bazarê wekî ku ji hêla propagandaya hikûmetê ve hatî nîşandan. Ji ber vê yekê, rakirina Qanûna Qeyser di gotara fermî de wekî destkeftîyekê xuya bû, lê di rastîyê de, ew nebû garantîyek bawerîyê. Vê yekê hişt ku kirîza sûrî bibe kirîzeke birêveberî ya sîyasî ne ku kirîzeke cezayan.
Budceya Sûrîyayê ya 2026`an bi zelalî cewherê krîzê eşkere dike. Li gorî raporên Erebî[5] ji bo 2026`an, lêçûnên budceyê digihîjin nêzîkî 10.516 mîlyar dolarî, li gorî dahatên texmînkirî yên dora 8.716 mîlyar dolarî, ku di encamê de kêmasîyek bi qasî 1.799 mîlyar dolarî, yan jî nêzîkî 5.3% ji berhemanîna xwecihî ya texmînkirî çêdibe. Ev hejmar bandora çarçoveyek darayî ya baş-rêxistinkirî didin, lê ew nikarin bersiva pirsa bingehîn bidin: Gelo hikûmet xwedî aborîyek hilberîner e ku dikare xwe fînanse bike, yan jî bi sozên derveyî, xerc, bac û desteserkirinan tengavîyeke paşxistî bi rê ve dibe?
Eşkere ye ku aborîya Sûrîyayê di sektorên hilberîna rastîn de jikarketî maye. Çandinî, pîşesazî, enerjî, bank û bazara kar wekî pergaleke yekgirtî kar nakin. Reuters[6]eşkere kir ku tevî ku piştî hilweşîna Esed, Sûrîya ber bi rojava “xeribê” ve çûye jî, ew ji ber hilberîna navxweyî ya qels û vebijarkên aborî yên sînordar bi giranî bi petrola Rûsyayê ve girêdayî ye. Şandina petrola Rûsyayê gihîştîye nêzîkî 60,000 bermîlan di rojê de, di heman demê de hilberîna navxweyî ji 35,000 bermîlan di rojê de derbas nabe, beramberî hewcedarîyeke niştimanî ku dikare bigihîje 150,000 bermîlan di rojê de. Ev dane eşkere dikin ku hikûmetê hîn jî polîtîkayek enerjîyê ya serbixwe ava nekirîye û ji girêdanbûna berê ya bi Tehranê veguherîye girêdanbûna neçarî ya bi Moskowê û torên dabînkirinê yên xeternak ve.
Gendelî û torên li paş perdeyê sîstema dewletbûnê daqurte dikin
Krîza aborî bi giranî ji ber rêveberîya qels û berdewamîya torên li paş peredyê derdikeve holê. Desthilata nû ala têkoşîna li dijî gendelîyê bilind kir, lê hîn modelek zelal ji bo birêvebirina malê giştî, mekanîzmayek zelal ji bo çarenûsa mal û milkên desteserkirî, çavdêrîya serbixwe ya peymanan, an garantîyek rastîn pêşkêş nekirîye ku çavkanî bi rastî dikevin xezîneya dewletê ne ya torên hevseng. Di vê çarçoveyê de, Navenda Çavkanîyên Dij-Gendelîyê ya U4 [7]analîzek bi sernavê “Çaksazkirineke seresere an Guhertineke cewherî” weşand, û di encamê wê de dîyar bû ku bertîlxwarinên piçûk di sîya rêveberîya veguhêz de kêm bûne, lê pabendbûna hikûmetê ji bo çaksazkirinên cewherî yên kûrtir hîn jî ne dîyar e.
Ev xala han cewherî ye, ji ber ku desthilata niha dikare rayedarekî gendel bigire yan jî malûmilkên girêdayî rejîma berê desteser bike, lê ew nikare bawerîya aborî ava bike heya ku zelal neke ka pere diçin kuderê, kî çavdêrîya wê dike û kî biryar dide ka ew çawa tên xerckirin. Li vir fikra “hikûmeta li paş perdeyê” an torên hevseng derdikeve holê. Her çend ev tor her gav bi navên zelal neyên belgekirin jî, nîşaneyên wan ên pratîkî di nezelalîya biryarên darayî, pirjimarîya navendên hegemon, nebûna bêalîbûnê û berjewendîyên nakok ên navbeynkarên desthilatdar ên herêmî de xuya dibin. Ev rave dike çima nerazîbûn di nav alîgirên desthilata nû de jî zêde dibe; êdî ew jî dibînin ku hilweşîna rejîma berê nebûye sedema avakirina dewletek dadperwer, lê dibe ku tenê hin ji mekanîzmayên kontrolê yên kevin bi rûyên nû ji nû ve hilberandine.
Ji alîyekî din ve, rojnameya Sûrî Al-Sawra[8]destnîşan kir ku kampanyayên bexşî li parêzgehên Sûrî bi rêya 20 kampanyayan gihîştine hejmareke mezin a 1 milyar dolar, 23 milyon û 472 hezar dolar. Lê belê, li şûna ku bibe nîşaneyek ji bo başbûna aborî, ev hejmar pirsek sîyasî ya berfirehtir der barê çarenûsa saman û mekanîzmaya birêvebirina wan de derxist holê, nemaze ji ber ku heman rojnameyê bal kişand ser valahîyek di navbera soz û destkeftîyan de, ku ev mîqdar tenê rêjeyek pir piçûk ji hewcedarîyên ji bo ji nû ve avakirina berfireh vedihewîne. Pirsgirêk aloztir dibe ji ber ku ajansa SANAyê[9] ji Sindoqa Geşpêdana sûrî vegot ku kampanyayên parêzgehê ne beşek ji çalakî yan çavkanîyên sindoqê ne. Ev tê wê wateyê ku ev pereyên han di ber çavên alîyekî darayî yê navendî ve derbas nebûye da ku were şopandan an jî lêpirsînkirin. Di festîval û weşanên zindî de mîqdarên mezin hatin ragihandin, lê ew neguherîn projeyên binesazîyê an vejandina hilberînê ya berbiçav. Ne dîyar e ku ev sozên medyayê bûn an pereyên rastîn ên hatine berhevkirin bûn. Ev bi gumanbarîya Deutsche Welle[10] re li hev dike ka ev kampanya hêvîyek aborî ya rastîn temsîl dikin an tenê proseseke têkilîyên giştî yên sîyasî, ji ber zehmetîya lêpirsîna serbixwe ya cewherê bexşan û ka ew çawa têne xerckirin.
Ewlehî wekî astengîya herî mezin a aborîyê
Baş tê zanîn ku sermaye nakeve jîngeh û hawirderek ne ewle. Ji ber vê yekê, valahîya ewlehîyê li herêmên cûrbecûr, rewşa xirab a li deverên ku QSD ji wan vekişîyaye, û xetera vejîna DAIŞê – ku ji nû ve dest bi armancgirtina tankerên petrolê li Dêra Zorê kirîye – hemû, bi qasî ku li ser rewşa sîyasî, zextê li ser aborîyê jî dikin. Veberhêner ne tenê li paytextê dinêrin; ew her weha şîyana dewletê ya kontrolkirina komên cûrbecûr, parastina milk, pêşîgirtina li zorbazîyê û çareserkirina nakokîyên herêmî jî dinirxînin.
Kovara Amerîkî Small Wars Journal[11] analîzek li ser xetereyên DAIŞê piştî veguherînên li Sûrîyayê weşand, û hişyarî da ku rêxistin valahîya ewlehîyê bikar tîne. Raportên Rojavayî û NY di Adar û Nîsana 2026an de jî fikarên li ser terorîzm û bêaramîya herêmî wekî faktorên ku zextê li qonaxa veguhêz a sûrî dikin, destnîşan kirin.
Di vê navberê de, belgeyên budceya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê piştrast dikin ku Washington gefa DAIŞê li Sûrîyayê wekî dosyayeke bidawîbûyî nabîne. Di belgeya darayî ya Perwerde û Çekkirina Dijî DAIŞê ya sala 2027an de, Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê[12] veqetandina ji bo Sûrîyayê li 130 milyon dolarî domand, heman asta sala 2026an, ji bo piştgirîya operasyonên ji bo “têkbirina domdar a DAIŞê” bi rêya hevkarên herêmî. Belge nîşan dide ku armanc ew e ku piştgirî perwerde û alav, xalên kontrolê, dewrîye, parastina binesazîyê, rêveberîya sînor û baştirkirina ewlehîyê li navendên ragirtinê û kampa el-Holê fînanse bike. Her wiha ew qebûl dike ku bermahîyên DAIŞê êrîşên taktîkî yên piçûk li dijî hêzên hikûmeta Sûrîyayê û sivîlan li deverên ku hebûna ewlehîyê qels an nelihev e, pêk tînin.
Ji ber vê yekê, di vê çarçoveyê de, ji bo hikûmetê ne bes e ku kontrola bajarekî yan derîyê sînor ragihîne. Ya ku pêwîst e afirandina hawîrdorek ewle ye: hêzek polîs a dîsîplînkirî, dadwerîyek herêmî, kontrolkirina bihayan, ewlehîya rêyan, pêşîgirtina li revandin û qaçaxçîtîyê, û rêveberîya dadperwer a deverên di bin kontrola wê de. Ger ev dever ji hêla enflasyonê, bêqanûnîyê û pevketina desthilatdarîyan ve tevlihev bimînin, rewatîya nû dê bi dabînkirina xizmetan were ceribandin, ne bi dirûşmeyan.
Şerê Îranê hesabên Sûrîyayê û yên Kendavê pev re serûbin kir
Gera dawî ya Serokê Sûrîyayê Ehmed El-Şaraa bo Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratên Erebî di Nîsana 2016an de di demekê de pêk hat ku Şam ji piştgirîya sîyasî bêtir piştgirîya darayî hewce dikir. Dezgehên medyayê yên erebî serdan wekî gerek ji bo xurtkirina hevkarîyên aborî û hewldanên ji nûve-avakirinê pêşkêş kirin, di heman demê de sazîyên rojavayî ew wekî hewldanek ji bo misogerkirina piştgirîya aborî ya rasterast piştî rakirina qeydên berfirehtir ên li ser Sûrîyayê şîrove kirin. Lê belê, encam ji têgihîştin û sozan bêtir derbas nekirin, û bi dûrî herikîna dravî ya rasterast an sindoqên jinûve-avakirinê man.
Ev paşketin eşkere dike ku pûtepêdana Kendavê bi Sûrîyayê bûye bi şert û merc û paşxistî. Sazîya Parastina Demokrasîyan (FDD)[13] dît ku gera Serokê Sûrîyayê Ehmed El-Şaraa bo Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratên Erebî bi giranî ji ber zexta aborî ya li ser Şamê bû, her wiha hêvîyên Sûrîyayê yên girêdayî veberhênanên Kendavê piştî sivikkirina cezayan hîn jî bi rîskên qanûnî, darayî û ewlehîyê re rû bi rû dimînin, û êdî sozên ji bo piştgirîya darayî asteng dibin. Bi heman awayî, Associated Press[14] analîzek weşand nîşan dide ku Sûrîya hewl dide xwe wekî korîdorek ewle û bêalî di nav nakokîya herêmî de nîşan bide, lê ji hêla aborî ve ji ber kêmbûna karîna welatên Kendavê ya ji bo fînansekirina jinûve-avakirinê lawaz dimîne, ji ber ku ev welat ji ber zêdebûna rageşîyên bi Îranê re bêtir bi ewlehî û aborîyên xwe ve mijûl dibin.
Biryara Îmaratê ya vekişîna ji OPECê di aborîya herêmî de nezelalîyê zêde dike. Her çend bandora wê ya rasterast ji ber alozîya şer sînordar be jî, ew derî li ber jinûve-sazbûna bazara petrolê vedike, û dibe ku li ber şerekî bihayê di pêşerojê de jî veke heke hilberîner piştî pevçûnê ji bo para bazarê dîsa pêşbazîyê bikin. Ji ber vê yekê, ji bo Sûrîyayê, girîngîya vê biryarê ne tenê di têkilîya wê ya rasterast bi Şamê re ye, lê di heman demê de di rastîya ku ew eşkere dike ku tevahîya herêm dikeve qonaxek ji nû ve bicihkirina aborî û enerjîyê de. Di qonaxên weha de, pêşînîyên ne girîng paşve diçin, û nirxandinên ewlehî, enerjîyê di pêşîyê de ne. Bi vî rengî, ne pêkan e ku Şam piştgirîyeke darayî ya kendavî pêşbîn bike di wextekî de ku welatên Kendavê bixwe êdî rewşa enerjîya xwe dinirxînin û lê vedigerin, her wekî berhemdayîn, weberhênan, hevpeymanî û lêçûnên şer.
Ji ber vê yekê şerê Îranê êdî ne tenê faktorek derveyî ye, lê bûye beşek ji krîza navxweyî ya Sûrîyayê: ew lêçûna sotemenî û xwarinê zêde dike, derfetên fînansmana Kendavê kêm dike, fikarên veberhêneran zêde dike, û civaka Sûrîyayê dixe ber zextê li ser hikûmetek ku jixwe nikare çareserîyan bîne.
Tirkîye: Ji piştgirîyê ber bi projeyeke hegemon a aborî ve
Têkilîya bi Tirkîyeyê re wekî yek ji alîyên herî aloz ên krîzê derdikeve holê. Enqere xuya dike ku şirîkê herî berbiçav di bazara Sûrîyayê de ye, lê karîna wê ya darayî tune ye ku piştgirîyê bide Şamê, û aborîya wê ji enflasyonê, kêmbûna nirxê diravî û yê yedek zehmetîyan dikêşe. Enstîtuya Rojhilata Navîn[15] ragihand ku Tirkîye di salên dawî de bi krîzek aborî ya giran re rû bi rû maye, di nav de enflasyon, kêmbûna nirxa lîreyê, kêmbûna yedek û zehmetîya gihîştina sermayeya rojavayî. Ji ber vê yekê, rola Tirkîyeyê li Sûrîyayê ne ewqas wekî bexşvanek darayî ya sereke ye, lê wekî sûdmendek bazirganî û stratejîk e.
Berevajî vê, têkilîyên bankayî û bazirganî yên di navbera Şam û Enqereyê de leztir dibin, û hebûna Tirkîyeyê di nav aborîya Sûrîyayê de xurt dibe. Reuters[16] ragihand ku Sûrîya nêzîkî rêkeftineke ku hesabê bankayî yê muhasebeyê bi Banka Navendî ya Tirkîyeyê re veke dibe, û her du alî jî îhtîmala pejirandina rêkeftinên guheztina diravî ji bo hêsankirina bazirganîya dualî vedikolin. Hinardekirina Tirkîyê bo Sûrîyayê di sala 2025an de li gorî sala 2024an %69 zêde bû û gihîşt 2.56 milyar dolarî, ku ev yek guhertinek di têkilîyê de ji piştgirîya sîyasî ber bi zêdekirina entegrasyona aborî û bazirganîyê nîşan dide.
Ev vebûna liserhev dibe ku tenêtîya bazirganîyê sivik bike, lê ew xetereyek avahîsazîyê hildigire: veguherandina Sûrîyayê bo bazarek hinardekirina Tirkîyê li şûna bingehek hilberîna serbixwe. Dema ku kelûpelên Tirkîyê bi awayekî bêserûberderbasî bazarek hilweşîyayî dibin, dihêlin ku ew şîyana kargehên Sûrîyayê ji bo vejînê qels bibe. Wekî din, girêdana bankayî û bazirganîyê bi Tirkîyê re dikare desthilatdarîya demdirêj li ser biryardana aborî ya Sûrîyayê, nemaze di sektorên pîşesazî, veguhastin û dergehan de, bi taybet li bakurê Sûrîyayê û Helebê, bide Enqerê.
Senaryoyên gengaz:
Eger rewşa Sûrîyayê bi vî awayî bi rê ve biçe, wê kirîza desthilatdarîya sûrî ji kirîza aborî derbasî kirîza rewabûna sîyasî jî bibe. Çimkî welatîyên sûrî êdî nema dikarin jîyana xwe bi soz derveyî ve girêbidin, nemaze eger jihevqutbûn di navbera pilebilindên desthilatdarîyê û torên sûdbîn de mezintir bibe, her wiha di navbera wan û çîna navîn a xizan û westîyayî ji alîyekî din ve.
Gengaz e ku asta rexne û nerazîbûnên li nav alîgirên desthilatdarîyê jî bilindtir bibe ne tenê ji dijberên wê. Ev yek dê du vebijarkan bide hikûmeta Ehmed El-Şaraa:Yan rêyeke reformê ya rastîn bigire ku zelalîyeke darayî, nûnertîya berfirehtir, ewlehîya kontrolkirî û kêmkirina girêdana bazirganîyê bi sazîyên bîyanî ve; yan jî tenê serî li propagandaya medyayî bide, ku ev yek dê bibe sedema hilweşîna hêdî hêdî ya rewatîya wê ya civakî.
Ger şerê Îranê dirêj bibe, şîyana welatên Kendavê ya fînansekirina Sûrîyayê dê hîn bêtir kêm bibe, û aborîya Sûrîyayê dibe ku ji aborîyek vejînê bêtir bibe aborîyek xwexilaskirinê. Her çend şer zû biqede jî, ev yek nayê wateya ku bibe sedema pêşketinekê li Sûrîyayê. Vegerandina bawerîyê demê dixwze, û welatên Kendavê û kompanyayên navneteweyî dê berî danîna pereyan garantîyên ewlehî û qanûnî bixwazin. Ji ber vê yekê, dibe ku bidawîbûna şer ji Şamê re bêhnvedanek be, lê ew ê vejînê bi xwe re neyîne heya ku hikûmet nêzîkatî û birêvebirina xwe li hember navxweya sûrî neguherîne.
Senaryoya herî xeternak ew e ku Sûrîya bibe welatekî ku ji bo bazirganîya derve vekirî be lê ji bo hilberîna navxweyî girtî be: bazarek ji bo kelûpelên Tirkîyeyê, korîdorek ji bo bazirganîya herêmî, û rûberek ji bo sozên derengmayî yên Kendavê, lê bêyî pîşesazîyek neteweyî, çandinîyek vejandî, yan sazîyên darayî yên pêbawer. Ev senaryo dê bipêşdeçûn û mezinbûneke şekilî di hejmaran de çêke, lê her wê xizanîyê zêdetir bike û xwesipartina li piştgirîya derveyî kûrtir bike.
Lê senaryoya herî erênî ew e ku desthilatdarî ji mentiqê birêvebirina biserketinê ber bi mentiqê avakirina dewletê ve biçe. Ev tê wateya ku hikûmeteke ji alîyê nûnertîyê ve berfirehtir be û di mijarên pereyên desteserkirî û qanûnên veberhênanê de zelal be, her wiha pîşesazyia xwecihî biparêze û ewlekarîyê kontrol bike, û her piştgirîyeke welatên kendavî yan Tirkîyayê yan jî projeyên rojavayî bi projeyên berhemanînê ve girêbide, ne ku bi gotareke sîyasî ya demkurt ve. Bêyî wê, wê Sûrîya her di çarçoveya sozên mezin û encamên piçûk de bimîne.
[1] Tora POMEPS DYA, 2026 https://n9.cl/c59u0
[2] Risk Advisory ya birîtanî, 15 Çileyê 2026 https://n9.cl/m5iokc
[3] Wezareta Xezîneya Amerîkayê 23 Gulana 2025 https://n9.cl/oddxa5
[4] Belfer Center, 23 Kanûna 2025 https://n9.cl/6knlkh
[5] El-Erebî El-Cedîd, 28 Nîsana 2026 https://n9.cl/688au
[6] Aajansa Rueters, 1 Gulana 2026, https://n9.cl/gfy4b5
[7] Anti-Corruption Resource Centre 6 Adara 2026 https://n9.cl/7pznfi
[8] Rojnameya El-Sewra ya sûrî, 5 Çileyê 2026 https://n9.cl/swubp9
[9] Ajansa Sanayê, 11 Sibata 2026 https://n9.cl/uzlc1
[10] DW, 22 Cotmeh 2025 https://n9.cl/rveqo
[11] Small Wars Journal, 25 Adara 2026 https://n9.cl/edrs7
[12] Wezareta şer/parastin a Amerîkayê, Nîsana 2026 https://n9.cl/6rbpm
[13] FDD, 24 Nîsana 2026 https://n9.cl/d7siom
[14] AP, 1 Gulana 2026 https://n9.cl/2bs6o
[15] Peymangeha Rojhilata Navîn, MEI. 23 Nîsana 2026 https://n9.cl/othe2
[16] Ajansa Ruetres, 10 Nîsana 2026 https://n9.cl/mzpkuu





