
Amerîka çawa bi rêya stratejîya “tevlêkirin û entegrasyonê” hevsengîyan li Sûrîyayê ji nû ve endaze dike?
Lezgîn Îbrahîm – Lêkoler li Navenda Firatê ya Lêkolînan
Bi erebî peyda ye
Piştî ketina rejîma Esed, êdî sîyaseta amerîkî li Sûrîyayê derbasî qonaxeke nû ya jinûve-bicihbûna stratejîk bû, ku guhertineke liberçav di rêbaza birêvebirina alîyên bibandor de bi xwe re anî. Amerîka ji destlêwerdana leşkerî ya rasterast derbasî tektîka “endazekirina bêdeng ji hevsengîyan re” bû, ku bi vê yekê rewşa sûrî bi rêya rêkeftin û hevbendîyên xwecihî û herêmî ji nû ve saz dike, bêyî ku bi tevayî ji dikeya pevçûnê vekişe. Ev stratejîya han di çarçoveya tevlêkirina Sûrîya û hêzên xwecihî di nava Hevpeymanîya Navdewletî de ji bo şerê terorê, her wiha bi rêya sazkirina toreke hevpeymanîyên herêmî û navdewletî de digere; da ku rê bide xwe hevsengîyên hundirîn û derveyî kontrol bike, û di encamê de ji hêzên xwecihî weke hevkarên birêvebirina ewlehî û sîyasî sûdê wer bigire, û hebûna hegemonîya amerîkî heta demeke dirêj misoger bike.
Nêzîkatîya nû ya Amerîkayê: “Jinûve-endazekirina hevsengîyan û bihêzkirina hebûna xwe”
Di payîza 2025`an de, Sûrîya derbasî qonaxeke nû ya jinûve-endazekirina hevsengîyan bû, ku rê da Washingtonê veguheztina sîyasî û ewlehîyê li Sûrîyayê, bi taybetî li bakur û rojhilatê welêt, bi rê ve bibe. Li gorî Rewangeha sûrî ya mafên mirov Amerîkayê piştgirîya xwe ya leşkerî û lojîstîk bo Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), hevalbendê herî pêbawer ê Hevpeymanîya Navdewletî di şerê li dijî şaneyên DAIŞê de, bi perwerdehîya berfireh li Qesrik, Şedadê û Xerab el-Cîr, zêde kir. Ev yek piştrast dike ku Washington dixebite da cewherê hebûna xwe ji kontrola rasterast a meydanî ber bi rêveberîya nerasterast a pevçûnê ve biguherîne, ew jî bi rêya hevkarên herêmî, da ku ew bikaribe di sazkirina paşeroja Sûrîyayê de, bêyî ku lêçûna tevlêbûna rasterast bide, serdest be.
Ev nêzîkatîyên han bi guhertinên sîyasî yên li Şamê re li hev rast tên û rê li ber entegrakirina QSD`ê li nav avanîya artêşa sûrî ya nû vedike, ku ev jî dikeve çarçoveya hevsengkirina berjewendîyên alîyên xwecihî û parastina aramîyê de û dide xuyakirin bê çawa Washingtonê hebûna xwe ya leşkerî û liberçav ber bi hebûneke sazûman û qanûnî li hundirê sazîyên ewlekarî û sîyasî yên nû ve diçe, ku di encamê de hevkarên xwe yên xwecihî li nav dewleta nûhatî de entegre bike, bêyî ku bi desthilatdarîya nû ya bi serokatîya Ehmed El-Şaraa re pev bikevin.
Analîzên amerîkî yên ku di sala 2025`an de ji hêla navendên lêkolînan ên wekî RUSI û Enstîtuya Washingtonê ve hatine weşandin nîşan didin ku armanca sîyaseta nû ya Dewletên Yekbûyî ne hilweşîna Sûrîyayê ye, lê belê hewl dide wê hêdî hêdî di bin çavdêrîya nêzîk a amerîkî de ji nû ve entegre bike.
Çimkî fişarên li ser QSD`ê yên ji bo entegrebûna li nav sazîyên dewletê bêyî ku biserxwebûna xwe ya birêveberî û sîyasî ya sînordar ji dest bide helwesta washingtonê ya girêdayî “qebûlkirina bi rêya entegrasyonê”, ango veguherandina dijminên berê bo hevkarên li nav sazûmanîya dewletê xwedî peywir nîşan dide.
Li gorî van navendên amerîkî, serdana Serok Ehmed El-Şaraa ya Moskoyê jî beşek ji stratejîya endazekirinê bû. Washington, ku bi awayekî nepenî destûr da vê serdanê, tevlêbûna sîyasî ya Moskoyê wekî gefek rasterast ji bo berjewendîyên xwe nabîne, lê wekî rêyek ji bo sînordarkirina rola Rûsyayê di nav “sînorên qebûlkirî” de dibîne. Birêveberîya Dewletên Yekbûyî tiştek pejirand ku dikare wekî “kontrolkirina nerm” were binavkirin, ku dihêle Mosko hebûnek sîyasî ya sembolîk biparêze bêyî ku ew bikaribe bandora xwe ya leşkerî yan aborî ya berê ji nû ve ava bike. Li vir alîyê kûrtir ê nêzîkatîya amerîkî heye: Parastina rewşa aram a çavdêrîkirî, pêşîgirtina li valahîyek stratejîk ku Îran dikare bikar bîne yan jî bi rêya wê Tirkîya dikare çalak bibe. Di heman demê de misoger dike ku Sûrîya di pozîsyona xwe de wekî qadeke hegemonîyê ya hevseng dimîne, ne ku wekî enîyek vekirî.
Armancên Tevlêkirina Sûrîyayê di nav Hevpeymanîya Navdewletî de
Hewldana dawî ya Amerîkayê ya ji bo tevlêkirina hikûmeta nû ya Şamê di hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, dide xuyakirin ku guhertinek pir girîng di nêzîkatîya Amerîkayê ya li hember dosyaya sûrî de ye. Em nikarin tenê ji perspektîfeke leşkerî ve şîrove bikin, lê belê wekî hewldanek sîyasî ya tevlihev ku hebûna amerîkî ya demdirêj li Sûrîyayê rewa bike armanc dike. Eşkere ye ku Washington piştî qutkirina bandora Îranê li wir êdî Sûrîya wekî meydanek şer nabîne, lê belê wekî qadeke ji bo jinûv- bicihkirina stratejîk dibîne, ku Amerîka bi rêya wê hewl dide hebûna xwe wekî garantorek herêmî ya hevsengîyê di navbera hêzên çalak de, nemaze di navbera Tirkîya û Îsraîlê de, xurt bike. Ev stratejî ji veguherînên ku ji bipêşxistina hikûmeta Ehmed El-Şaraa encam dane sûdê werdigire, îcarê wekî enîyek sîyasî ya nû ya kêmzêde ji bo Washington û civaka navdewletî qebûlkirî xizmet dike, tê pejirandin.
Wekî din, tevlêkirina Şamê di nav hevpeymanîya navdewletî de ji Dewletên Yekbûyî re dergeheke avakirina hevkarîyek îstîxbaratî û ewlehîyê peyda dike. Ev yek şîyanek pir zêde dide wê ku çalakîyên cîhadîst ên kûr di hundirê Sûrîyayê de bêyî ku hewce bike ku baregehên xwe yên meydanî berfireh bike, bişopîne. Îcarê li vir, Baregeheke navendî, dibe ku li navenda welêt an li dora Şamê be, dê bes be, nemaze ji ber ku piranîya şaneyên rêxistinê niha li çolistana Sûrîyayê û deverên derdora Hims û Helebê kom bûne; herêmên ku niha di bin kontrola hikûmeta nû de ne.
Lê belê, armanca herî mezin a tevlêkirina Sûrîyayê di nav Hevpeymanîyê de dibe ku ji şerê li dijî terorîzmê wêdetir biçe û hebûna amerîkî li Sûrîyayê di bin xaleke qanûnî û fermî de xurt bike. Washington, piştî ku di ezmûna xwe ya Iraqê de rewşa rewabûna qanûnî nas kir, niha hewl dide hebûna xwe ya leşkerî bi rêya peymanên fermî yên ku dihêlin ew li dora Şamê baregehan di bin ala “hevkarîya di şerê li dijî terorîzmê de” de ava bike, xurt bike. Ev gaveke jîr e ku hebûna amerîkî ji rewşeke awarte ya leşkerî veguherîne hevpeymanîyeke navdewletî ya daîmî, bi vî rengî karîna birêvebirina rewşa Sûrîyayê ji hundir, ne ji derdorê, û bi taybetî ji navenda desthilatdarîyê li Şamê dide wê.
Di vê çarçoveyê de, derxistina Ehmed El-Şaraa û çend berpirsên hikûmeta wî ji lîsteyên cezayan û terorîzmê dikare wekî gavek pêşîn ber bi xurtkirina vê hevkarîyê ve were şîrovekirin. Birêveberîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê fêm dike ku her hevkarîyeke îstîxbaratî yan ewlehîyê bi Şamê re, derxistina wê ji lîsteyên tecrîda navdewletî û amadekirina wê ya paşê ji bo ku bibe hevkarekî qebûlkirî di hevpeymanîya nû de, pêwîst dike. Bi vî awayî, hikûmeta El-Şaraa vediguhere hevkarekî sîyasî û ewlehîyê di nav Hevpeymanîyê de, û parastina nerasterast a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji her gefên navxweyî yan hewldanên darbeyê dide wê, çi ji komên cîhadîst an hêzên cîhadîst ên bîyanî yên ku hîn jî li bakur û rojavayê Sûrîyayê çalak in.
Armanca Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di vê yekê de tenê bi hundirê Sûrîyayê ve ne sînordar e, lê digihêje jinûve-sazkirina nexşeya herêmî ya hegemonîyê. Bi rêya vê tevlêbûnê, Washington hewl dide rêyeke nû ji bo normalîzekirina têkilîyan di navbera Şam û Îsraîlê de çêbike û rê li ber beşdarbûna Sûrîyayê di Peymanên Birahîmî de veke. Wisa xuya dike ku daxuyanîyên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, ku tê de rakirina cezayên li ser Sûrîyayê li ser daxwaza Îsraîl û Tirkîyayê destnîşan kir, beşek ji rêvekirineke sîyasî bûn da ku Îsraîl wekî garantorê aramîyê li başûrê Sûrîyayê, û Tirkîya wekî navbeynkarek gengaz di her dyaloga paşerojê ya di navbera Şam û Tel Avîvê de pêşkêş bikin. Bi vî awayî, Washington hewl dide avanîyeke dualî ya desthilatdarîyê ferz bike: Tirkîya li bakur, Îsraîl li başûr, û DYA li navînê weke garantorê sereke yê hevsengîyê.
Rola QSD`ê ya Piştî Tevlêbûna Sûrîyayê di nav Hevpeymanîyê de
Xuya ye Washington li ser erdê dixwaze vê hevpeymanîyê bikar bîne da ku têkilîyên rasterast di navbera Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) û hikûmeta nû ya Sûrîyayê de, di çarçoveyek yekgirtî de ji bo hevrêzîyê di bin ala hevpeymanîya navdewletî de, ava bike. Li gorî agahîyan, amadekarî ji bo avakirina yekîneyên taybet ên hevbeş di navbera her du alîyan de, ku armanca wan a sereke dê şopandina şaneyên DAIŞê be û operasyonên armanckirî li kûrahîya Sûrîyê, di bin çavdêrî û perwerdehîya hêzên hevpeymanîyê de pêk bînin, didomin. Ev hevrêzî, bi tu awayî, nayê wê wateyê ku Washington ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê bi tevahî xwe dispêre hikûmeta El-Şaraa. Berevajî wê, hemî nîşane piştrast dikin ku QSD dê di stratejîya dijî terorê de pêşenga sereke bimîne, ji ber statuya wê ya hêza herî profesyonel û rêxistinkirî.
Zêdetirî deh salan e, hevpeymanîya navdewletî têkilîya xwe bi QSD`ê re li ser bingehek bawerî û operasyonên bibandor ava kiriye. Li hember wê, sazîyên leşkerî û ewlehîyê yên hikûmeta Şamê hîn jî li ser erdê û di bîrdozîya xwe de rehên cîhadîst ên zelal hildigirin, ku dihêle meseleya ew şûna QSD`ê bigire û bibe altirnatîv zehmet bibe. Çimkî zehmet e pêkhateya cîhadîst ku bingeha artêş û dezgehên ewlehîyê yên nû ye xwe bigihîne rastîya hevpeymanîya bi Washingtonê re, û ne dûr e di dema pêş de nakokî di navbera komikên çekdar de derkevin, ku hin ji wan tevlêbûna li nav hevpeymanîya navdewletî weke xîyaneta li misilmanan bibînin û hin jî weke pêwîstîyeke girîng di ber parastina dewletê ji hilwşînê de. Li nik wê jî, îroroj Ehmed El-Şaraa ku nikare tevaya komikên li jêr sîwana wezareta parastinê kontrol bike, rastî gelek zehmetîyan tê, nemaze kontrolkirina komikên bi ser Tirkîyayê ve yan jî yên bi gotara wê ya sîyasî û dînî bi bandor in. îcarê ne dûr e ev şerê dawî yê di navbera hêzên bi ser hikûmetê ve û çekdarên bîyanî li Îdlibê derbasî rewşeke girantir bibe û bihêle dengê rikberîya hundirîn li dijî hikûmetê bilindtir bibe, bi taybet eger a dawîn rênimayên Hevpeymanîyê ji dil bi cih bîne.
Ji ber vê yekê, tevlêbûna “koalîsyonê” ne ewqas ji nû ve pênasekirina pozîsyona leşkerî ya Şamê ye, lê ew gavek sîyasî ya ji bo normalîzekirina hebûna Washingtonê li Sûrîyayê û entegrekirina Sûrîyayê di pergala navneteweyî de bêyî ku ew bibe hêzeke dagirker e.
Hikûmeta El-Şaraa hîn di ezmûnê de ye
Taloqekirina cezayên Qeyser li ser Sûrîyayê, piştî serdana El-Şaraa bo Washingtonê, bêyî ku ew bi tevahî werin rakirin, wekî nîşaneyeke sîyasî ji Washingtonê ye ku Hikûmeta Demkî ya Sûrîyayê hîn jî di ezmûnê de ye û rêyek dirêj li pêşîya wê ye berî ku rewatîyeke navdewletî yan bawerîya amerîkî bi dest bixe. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku ji deh salan zêdetir e tevlîhevîyên qada sûrî tecrûbe kiriye, fêm dike ku rewatîya sîyasî bi hêsanî nayê dayîn û rakirina cezayan ne belaş e heya ku soz neyên wergerandin bo pabendbûnên zelal û pratîk. Ji ber vê yekê, rawestandina cezayan divê wekî xelatekê neyê şîrovekirin, lê belê wekî celebeke zexta nerm ji bo neçarkirina hikûmeta El-Şaraa ku di rêça ji hêla Amerîka û Ewropayê ve tê xwestin de biçe, di nav de bicihanîna mercên têkildarî şerê li dijî terorîzmê, derxistina çekdarên bîyanî, parastina kêmarên olî û etnîkî, berfirehkirina beşdarîya sîyasî, bidestxistina aştîyek mayînde bi Îsraîlê re, ku bêbandorkirina enîya başûr misoger dike, û jinûve-xêzkirina hevkêşeya ewlehîya herêmî li gorî berjewendîyên Amerîkî hene.
Lê bicihanîna evan mercan hîn jî hilkumandî ye, ne tenê ji ber lawazîya karîna hikûmeta demkî di meseleya ferzkirina serdestîya xwe li Sûrîyayê bi temamî, lê belê ji ber teşeyê wê yê îdolojîk û leşkerî ku hîn jî nikare xwe ji mîratê cîhadîst ê ku li serê mezin bûye xilas bike. Li vir û di wextekî de ku Washingtonê pêşbîn dikir ku Şam bi rêya avakirina sazîyên vekirî, pêşketî û rasteqîn bikeve, di mehên borî de xuya bû ku ev hikûmeta han di bicihanîna pabendîyên ku li ser wan hatiye lihevkirin hildikume. Ne tenê wisa lê belê komkujî û binpêkirin derheqê kêmarên Elewî û Durizî de pêk anîn ku hişt ew bêhtir ji rêbazeke niştimanî ya komî ku rê li ber dabeşîya civakî û şerê mezhebî bigire bi dûr bikeve.
Li alîyekî din, hikûmeta demkî di bicihanîna mercên rêkeftina 10`ê Adarê de, ku bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) re di bin çavdêrîya Amerîkayê de hatiye îmzekirin, xwe dide alî. Ev rêkeftin biloka bingehîn a vîzyona Amerîkayê ji bo entegrekirina hêzên herêmî di nav sazîyên dewletê de û veguherandina QSD bo hevkarekî fermî di dezgeha ewlehîya neteweyî ya Sûrîyayê de ye. Armanc ew bû ku peyman bibe xaleke werçerx ber bi yekkirina sazîyên leşkerî û ewlehîyê û xurtkirina prensîba hevkarîya navxweyî wekî garantîyek ji bo aramîya welêt û pêşîgirtina li vegera rêxistinên terorîst. Lê belê, bêdilîya Şamê ji bo bicihanîna rêkeftinê fikaran ji Washingtonê re çêdike û wê neçar dike ku asta pabendbûna El-Şeraa û tîma wî ya sîyasî bi pêvajoya reformê ji nû ve binirxîne.
Di vê çarçoveyê de, serdana El-Şeraa ya Washingtonê hewldanek bû ji bo jinûve-avakirina bawerîyê û nîşandana amadebûna ji bo rastkirina rêyê. Piştî serdanê, Wezareta Derve ya Sûrîyayê ragihand ku civînek berfireh di navbera Wezîrê Derve yê Sûrîyayê Es`ed El-Şeybanî, Hempîşeyê wî yê amerîkî Marco Rubio û Wezîrê Derve yê Tirkîyayê Hakan Fîdan de, bi fermana rasterast a Serok Trump, ji bo şopandina pêkanîna lihevkirinên berê û avakirina mekanîzmayên zelal ji bo pêkanîna rêkeftina 10`ê Adarê, pêk hatiye. Daxuyanîyê piştrast kir ku her sê alîyan li hev kiriye ku di çarçoveya pêvajoyeke ji bo yekkirina sazîyan û xurtkirina ewlehîya niştîmanî de, QSD bi artêşa Sûrîyayê re entegre bikin. Ev tê wê wateyê ku DYA`yê parastina hevkarîya xwe bi QSD`ê re wekî bingeha stratejîya xwe li Sûrîyayê dibîne.
Di vê navberê de, xuya ye Şam ji cidîbûna vê nirxandina amerîkî haydar e û hewl dide xwe wekî hevkareke pabenda pêvajoya navdewletê nîşan bide. Ew dem bi dem operasyonan li dijî şaneyên DAIŞ`ê radigihîne, nûçeyên planên kuştinê yên têkçûyî li dijî Serok Ehmed El-Şaraa belav dike, û daxuyanîyên xwe yên di derbarê şopandina çekdarên bîyanî li Îdlib û herêmên bakur-rojavayê Sûrîyayê de zêde dike. Lê belê, ev gav hîn jî ji pratîkbûna kûr a ku Washington dixwaze bi dûr in, çimkî Washington wan bêtir wekî propagandayên medyayî yên xwedî armanca dilrehetkirina civaka navdewletî dibîn, ne ku stratejîyeke navxwe ya berfireh li dijî terorîzmê.
Di encamê de, xuya ye Washington bi amûrên nû, nermtir û bibandortir rewşa Sûrîyayê ji nû ve saz dike. Ew hebûna xwe rewa dike, Şam û QSD di toreke hevrêzîya ewlehîyê ya di bin çavdêrîya xwe de bi hev ve girêdide, û derîyê lihevkirinên bi Îsraîl û Tirkîyayê re vedike da ku her alî di nav qada bandora wê ya dîyarkirî de bimîne. Bi vî rengî, Sûrîya dibe modelek nûjenkirî ya stratejîya “serkêşîya ji paşperdeyê ve”: ku Amerîka di navenda kontrola sîyasî û ewlehîyê de dimîne.





