Helwest

Sûrya li ber sînorê federalîzma nixumandî ye

Lezgîn Îbarhîm – Lêkoler li navenda Firatê ya lêkolînan

Bi erebî peyda ye

Dema ku welatek li ser xaçerêyekê be; wê pirs ji bersivan girantir bin û çarenûs tarî û ne diyar be. Sûrîyaya îro dikeve qonaxeke aloz de ku di nava xwe de xûyên jinûve-avakirina dewletê vedihewîne. Ne mîna projeyek neteweyî ya berfireh, lê belê bi rêya projeyên dijber de ên ku erdnîgarî, nasname û desthilatê di nav xwe de vediçirînin. Li vir, gelo em li pêşberî avahîsaziyeke nû ne ku desthilata navendî cih bi cih dike, yan jî jidayikbûna pergalek federal ku weke nenavendiyeke nixumandî ye? Em çawa dikarin rêya Ehmed El-Şeri bixwînin ku dixwaze di bin desthilatdarîya xwe ya mutleq de “Mîrnişîneke Sunnî” ava bike, ew jî li hember derketina hêzên pêşbaz ên Kurd, Durzî, Elewî û Îslamî yên ku jiholêrakirinê red dikin û alternatîfan pêşinyaz dikin?

Ji bo bersivdana van pirsan; em ê rewşa heyî ya Sûryayê ji nû ve ji hevûdin derxin û veguherînên navxweyî, herêmî û navneteweyî lêkolîn bikin ên welêt ber bi “federalîzma veşartî” ve dibin ku hêla rastîyan ve ne ji lihevkirinê ve tê ferzkirin, û gelo ev vebijark dê tenê çareserîyek bi zorê bimîne yan jî bibe çarçoveyek daîmî ji bo pêşeroja Sûryayê.

El-Şeri di navbera “fedralîzma veşartî” û “mîrnişîna sunnî” de

Ji bo ku xwe weke serwerekî mutleq li Sûryayê ferz bike, li hember redkirina ji alîyê civakên Sûrîyê ve, Ehmed El-Şeri çend rêbaz bi kar anîn. Wî sîyaseta pêkanîna komkujî û binpêkirinan li dijî Elewîyan meşand da ku wan qels û bêdeng bike. Her wiha hewl da ku heman rêbazî bi Durzîyan re dubare bike, lê bi destwerdana rasterast a Îsraîlê ji bo parastina Siwêdayê re rû bi rû ma. Li vir rêyeke hevseng derkete holê, ku bi lihevkirineke neragihandî tê fêmkirin, ew jî dixuye ku di hevdîtineke di navbera Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer û Wezîrê Derve yê Sûrîyê Esed El-Şeybanî de li Parîsê, bi hebûna nûnerê amerîkî Tom Barak, zelal bûye. Tê payîn ku di lihevkirinê de qebûlkirina hikûmeta El-Şeri ya xistina başûrê Sûrîyê, bi taybetî Siwêdayê, di bin wesayeta Îsraîlê de û bêçekkirina wê, dihewîne.

Nîşaneyên meydanî yên ku paşê derketin vê nêrîna han xurttir dikin: Zêdebûna destwerdana Îsraîlê li parêzgehên başûrî, operasyonên esmanî û armancgirtina deverên leşkerî yên hevalbendên El-Şeri li Şamê, ev hemû nîşaneyêm wê yekê ne ku başûrê Sûryayê û bi taybet Siwêda ber bi hukimekî serbixwe yê berfireh ve her wekî sîstemeke fedral ku bi awayekî sembolîk bi Şamê ve girêdayî be diçe. Li hember vê yekê, wê Til Avîv li gorî rewşa li ser erdê heyî sponsera herêmî ya vê devera fedral be û ev yek dê guherîneke stratejîk a kûr di nexşeya hêzên serwer li başûrê Sûryayê de bi xwe re bîne.

Her wiha sîyaseta koçberkirina bi darê zorê ya ku niha ji hêla hikûmeta El-Şeri ve tê meşandin, di heman demê de rêûresmên projeya wî ya ji jinûvedîzayînkirina demografîya welêt nîşan dide. Pesendkirina berê ya koçberkirina “EL-Bedû” yên Sunnî ji Siwêdayê ber bi hundirê Sûryayê ve, êrîşên li ser herêma Ceremana û Sahnaya ku piranîya wan Durzî ne ku gelek ji wan koçber kirin û koçberkirina bi darê zorê ya malbatên Elewî ji taxa el-Somerya li gundewarê Şamê û gundên Hemayê di bin navê “veberhênana çandinîyê” de, hemî nîşaneyên hewldanek sîstematîk ên ji bo jinûve-xêzkirina nexşeya demografîk in da ku navenda Sûryayê bibe herêmek bi tevahî Sunnî, bingeha “mîrnişîna Îslamî”. Ev rêkar ne tenê bersivên ewlehîyê ne; ew nîşanên projeyek demdirêj in da ku cihêrengîya Sûryayê ji holê rake û wê veguherîne desthilatek yekane û navendî ku tu hevkaran qebûl nake.

A ku vê nêrîna han bêhtir nêzî rastîyê dike jî çawanîya danûstandina El-Şeri bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk QSD û Rêveberîya Xweser re ye, ji ber ku tevî El-Şeri rêkeftina 10`ê Adarê îmze kiriye ku wê demê weke lihevkirineke bi Rêveberîyê û QSD`ê re hate dîtin, lê vê dawîyê weke rengekî danûstandinê ji bo hilweşandina QSD`ê û helandina wê di hikûmeta nû de tê şîrovekirin, ev yek jî tê wê wateyê ku El-Şeri dixwaze rêkeftinê dûrî naveroka wê ya rast bike û bihêle weke kaxzeka ku vê hêza han ji nav bibe li şûna entegrekirina wê. Bi vê yekê tê xuyakirin ku El-Şeri dixwaze meseleyê tevlihev bike da ku ji her pabendîyeke beşdarkirina QSD û Rêveberîya Xweser di desthilatdarîya bê de bireve.

Ji wê yekê zêdetir, El-Şeri du caran beşdarbûna li civînên Parîsê yên taybet bi dyaloga bi Rêveberîya Xweser re bi behaneya lidarketina konferansa “Yekîtîya Pêkhateyan” li Hesekê red kir. Lê ev behaneya han nîyeteke din li paş xwe vedişêre ew jî dûrxstina evan alîyan e. Li nik wê dide xuyakirin bê çiqasî El-Şeri li gorî ferman û zextên Tirkîyayê yên ji bo têkbirina dîyaloga Parîsê tev digere. Lê ya ecêb ew e ku her çendî hikûmeta demkî, bi serokatîya El-Şeri, qebûl nekir ku bi rêya Parîsê bi QSD`ê re lihevkirineke navxweyî bike jî, lê tevî dijberîya Tirkîyeyê, ew beşdarî civîneke ji nişka ve li Parîsê bi Îsraîlîyan re bû. Ev dualîbûn rastîya nêzîkatîya El-Şeri eşkere dike: ew Rêveberîya Xweser weke beşeke yekgirtî ya her hevkêşeya sîyasî ya pêşerojê nabîne, berevajî vê, hewl dide heya jê were gihîştina lihevkirinek bi wan re bi paş bixe da ku desthilatdarîya xwe li deverên di bin kontrola xwe de xurt bike û dûv re bi avakirina parlementoyeke alîgir re berdewam bike ku dê projeya “Mîrnişîna Sunnî” ya ku ew li serê dixebite, bi cih bike.

Nîşaneyeke din a rêbaza dûrxistina sîstematîk a projeya sîyasî ya El-Şeri jî ew şertên ku ji hêla Ehmed El-Şeri ve ji bo berbijariya di hilbijartinên Meclisa Gel a Sûryayê de hatine ragihandin. Mercê ku “nabe namzet alîgirê rejîma berê be” tenê dikare weke mekanîzmayek ji bo dûrkirina Elewîyan were fêmkirin, ku rê li ber wan digire ku bi bandor beşdarî pêvajoya sîyasî ya nû bibin. Mercê ku bi redkirina “cudakarîyê û alîyên pişta xwe bi hêzên derv ve xurt dikin” bi eşkere li dijî Kurd û Durzîyan bû, ku ji destpêkê de wan alîyan ji derveyî prosesa destûrî dihêle.

Her wiha mercê “gerek e ne girêdayî tu rêxistinên terorîst bin” weke amûreke sîyasî tê dîtin ku ji bo dûrxistina şepêlên îslamî yên rikberîyê bi El-Şeri re dikin, hatîye danîn. Armanca vî mercî ne tenê komikên di lîsteya terora cîhanî de ne, lê belê komikên “Îxwan El-Muslimîn”, rêxistina “Huras El-Dîn”, “Hizib El- Tehrîr û hemû şepêlên ku dikarin bibin zemîneke civakî û sîyasî ya alternatîv di nava Sunnîyan de armanc dike. Bi vê yekê, êdî El-Şeri dikare nûnerîya sîyasî û olî di destê xwe de bihêle.

Xuya ye ku ev sîyaseta han êdî dikeve biwarê piratîkî de, ku di 22`ê Tebaxa 2025`an de eşkere bû, dema ku Ehmed Muwaffaq Zeydan -piştî ku weke şêwirmendê El-Şeri hate erikdarkirin- gotarek li ser El Cezîreyê weşand û bi eşkereyî daxwaza hilweşandina “Îxwan El-Misilmîn” li Sûryayê kir, û ew wekî “têkçûyî” û “nikarin bi guhertinan re gavan bavêjin” bi nav kir. Ev helwest nabe wekî hewldanek takekesî were xwendin; berevajî vê, ew arasteyek sîyasî nîşan dide ku armanca wê her rêxistinek Îslamî ya xwedî bingehek populer a ku dikare bi projeya El-Şeri re pêşbazîyê bike qels bike û hilweşîne ye. Bi vî rengî, xuya dike ku plana El-Şeri ya li Sûryayê ne tenê armanc dike ku pêkhateyên din ên etnîkî û mezhebî paşguh bike, lê di heman demê de dixwaze qada Sunnî bi xwe ji nû ve reform bike, wê kêm bike û desthilateke navendî ya mutleq ku li jêr kontrola wî be, ava bike.

Bi rêya van mercan êdî El-Şeri ji xwe re misoger dike ku parlementoya bê wê tenê meclisekî şekilî be û hemû endamên wê alîgriên wî bin. Komîteya Hilbijartinan a sûrî jî ev yek ji televzyona “El-Hedes” re pişt rast kir dema ku got “wê destûr maf bide serok da ku nûnerên parêzgehên weke Hesekê, Reqa û Siwêda destnîşan bike û ew bixwe bibijêre heta ku derfetên evan parêzgehan werin guncawkirin”. Bi gotineke din; ev parêzgehên ji prosesa hilbijartinan hatine bidûrxistin, û nûnerine alîgirên El-Şeri haitne bicihkirin, tê wateya hebûna xwesteka valakirina sazîyên destûrî ji naverok û wateya xwe da ku bibin amûrên rewakirina projeya “mîrnişîna Sunnî” li ser hisabê nûnertîyeke niştimanî ya komî.

Sîyasetên Ehmed El-Şeri li hember pêkhate û grûpên din ên opizisyonê didin xuyakirin ku ew dixwaze forma serwerîya li Idlibê careke din nû bike û vegerîne, ku li Idlibê bêyî ti çavdêrî û hevbeşîyê hukimê xwe dimeşand. Piştî ku nikarîbû Siwêda û başûrê Sûryayê bike bin destê xwe de, ew jî ji ber hevsengîyên navxweyî û piştgirîya derveyî bo van herêman, û ji ber ku dizanî dê lêçûna vekirina anîyekî şer bi QSD`ê re dê çiqasî jê re giran were ew jî ji ber hejmara şervanên QSD`ê ya zêde, birêkûpêkîya avanîya wê û piştgirîya berdewam a amerîkî jê re li rojhilatê Firatê, êdî El-Şeri bêhtir ber bi taktîkeke cuda ve diçe ew jî paşguhkirina van herêmên han û rêvekirina li pêşîya wan da ku sîstemeke ne-navendî li xwe bigirin, lewra dem bi dem xîtabekî sîyasî li jêr sernavên weke “Birêveberîyên xwecihî” yan “Ne-navendîbûn” bi kar tîne da ku beşên din yên civaka sûrî yên li dijî fedralîyê aciz neke û vê mijara hesas ji wan re neke rojev.

Ev rêbaz nayê wateya ku El-Şeri bi dilxwazî ​​rêkeftineke biparvekirina desthilatê ya federal qebûl dike. Berevajî wê, xwesteka wî nîşan dide ku xwe ji barê tevlêkirina alîyên din di pêvajoya rêveberî û biryardanê de di nav mîrnişînîya wî ya Sunnî de rizgar bike. Di vê çarçoveyê de, daxuyanîyek ji hêla El-Şeri ve di 19ê Tebaxa 2025`an de di rojnameya Kuweytî “Al-Nahar” de hatiye weşandin, El-Şeri tê de got: “Hemû çareserî dikarin bi Kurdan û gelê Swêdayê re werin nîqaşkirin, ji bilî cudaxwazî”. Ev daxuyanî bi awayekî teorîk derîyê nîqaşkirina hemî şêweyên rêveberîya ne-navendî vedike û her nerazîbûna prensîbî ya li dijî federalîzmê red dike, heya ku ew wekî dabeşkirina dewletê neyê pênasekirin.

Ev formulasyon xuya dike ku bi daxwazên aktorên herêmî re lihevhatî ye: Kurd û Rêveberîya Xweser redkirina xwe ya dabeşkirinê û tekezîya xwe li ser yekîtîya Sûrîyê dubare dikin, di heman demê de li ser pergaleke nenavendî bi hêzên berfireh ku xweserîya bi bandor ji wan re garantî dike israr dikin. Di der barê Durzuyan de, ku vê dawîyê sînorê daxwazên xwe bilind kirine da ku serxwebûn û mafê dîyarkirina çarenûsê jî di nav xwe de bigirin, xuya ye ku her modelek federal an nenavendî dikare bibe rêyek pratîkî ji bo rêgirtina li ber rageşîyê û dûrketina ji senaryoyek cudabûna giştî.

Geşedanên navxweyî pêvajoya federalîzmê xurt dikin

Ji ber rêzepêşketinên navxweyî û derveyî, xuya ye ku çember li dora hikûmeta demkî teng dibe, ku ne tenê rewatîya wê qels kiriye, lê di heman demê de lawazîya îdiaya wê ya ku nûnerê yekane yê gelê Sûryayê ye jî eşkere kiriye. Rewşa Sûryayê niha ber bi veguherînên berbiçav ve diçe, ku hêz û pêkhateyên sereke ji bo yekkirina rêzên xwe û xurtkirina hebûna xwe ya sîyasî û leşkerî dixebitin. Di nav veguherînên sîyasî, leşkerî û civakî yên herî berbiçav ên vê dawîyê yên li Sûryayê de ev in:

  • “Konferansa Yekîtîya Kurdî” li Qamişloyê di bin sponsorgerîya herêmî û navdewletî de hate lidarxistin, partî û hêzên Kurdî di nav blokeke sîyasî û civakî ya bihêz de yek kir. Vê yekê pozîsyona Kurdan wekî hêzek ku di her çareserîyek pêşerojê de divê neyê paşguhkirin xurt kir û peyamek zelal ji Şamê re şand ku îdiaya nûnertîya “hemû Sûryayê” red dike.
  • Konferansa “Yekîtîya Helwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûryayê” li Hesekê (8ê Tebaxa 2025) Ereb, Kurd, Xiristîyan, Êzîdî û Çerkez anîn cem hev, û daxwazek ji bo destûrek nenavendî ku cihêrengîya etnîkî û olî diparêze derxist holê. Ev yek ji alîyê El-Şeri ve wekî dijberîyeke rasterast hat hesibandin, ku bû sedema vekişîna wî ji danûstandinên Parîsê, bi vî awayî navendîbûna dîplomatîk a hikûmeta wî kêm kir.
  • Grûpên çekdar ên Durzî yên herêmî di bin navê “Parêzvanên Niştimanî” de bi piştgirîya rayedarên olî û civakî di bersiva binpêkirinên hikûmetê de bûn yek. Helwestên şêxên olî yên navdar, wekî Hemûd el-Henawî, Yûsif Cerbou, û Hîkmet el-Hecerî, kûrbûna nakokîya di navbera hikûmet û gelê Swêdayê de nîşan da, bi bangên ji bo parastina navneteweyî, lêpirsînê, û pêşnîyara herêmeke serbixwe ya Durzî.
  • Elewîyan “Encûmena Sîyasî ya ji bo Sûrîyaya Navîn û Rojava” ragihand, ku banga desthilatdarîya federal a nedînî, edaleta veguhêz, û şandina sûcan ji sazîyên navneteweyî re kirin. “Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewîyan” her wiha hilbijartinên “Meclisa Gel” red kir, ku nîşan dide ku desthilatek sîyasî û olî ya alternatîf heye ku Elewîyan di asta navneteweyî de temsîl dike û dijberîyeke din li hember rewatîya El-Şeri derdixe holê.
  • “Îxwan El-Mislimîn” red kir ku xwe hilweşîne. Di bersiva banga şêwirmendê El-Şeri de ji bo hilweşandina komê, “Îxwanan” çavdêrê giştî yê berê Elî Sedir El-Dîn El-Beyanûnî vegerand Helebê, bi vê gavê pabendbûna wan bi hebûna xwe ya dîrokî û redkirina wan a tevlîbûna di projeya El-Şeri de piştrast kir. Daxuyanîyên Çavdêrê Giştî yê niha Amer El-Bû Selama, ku dîroka El-Beyanûnî bi projeya “Avakirina Pêşeroja Sûryayê” ve girêdide, ev peyam xurt kir, vegera “Îxwanan” bo pêşengîya pevçûnên sîyasî, nemaze li deverên bakurê Sûryayê ku bingehek mezin a gelêrî heye, wekî Heleb û Hemayê, piştrast kir.

Ev veguherînên han didin xuyakirin ku şûngirekî sîyasî yê hevseng tê avakirin, ji ber ku ev alîyên me behsa wan kirî tevî ku ji hêla îdolojîk ve ji hev cuda ne lê di meseleya redkirina desthilatdarîya El-Şeri li herêmê de hemfikir in, îcarê eger piştgirîyeke herêmî yan navdewletî ji wan re peyda bibe dê maseyê li hikûmeta demkî biqulpînin, nemaze eger ev hikûmet di rêbaza xwe ya bidûrxistin û redkirina tevlîkirina van alîyan de bi rijd be. Li vê derê, El-Şeri xwe li pêşîya xaçerêyeke çarenûs dibîne: Yan wê tevaya pêkhateyên sûrî beşdarî desthilatdarîyê bike, û pêşerojekê ji welêt re saz bikin (dixuye ev yek ne pêkan e); yan jî sîstemeke fedral –eger navê xwe ne fedralîzm be jî- qebûl bike, û desthilatdarî û samana welêt li ser bingeheke nenavend dabeş bike, û dixuye ev senaryo ji El-Şeri re ya herî pêkan e.

Veguherînên helwestên navdewletî û NY ber Bi federalîzekirina Sûryayê ve

Vê dawîyê di der barê krîza Sûrîyê de guhertinek berbiçav di helwestên aktorên navdewletî û herêmî de çêbû. Îcarê ev yek dide dîyarkirin ku rewşa welêt ber bi modela serwerîyeke fedarl an nenavendî ve diçe, ev yek jî di wexetekî de tê ku hikûmeta El-Şeri ya lawaz rewabûna xwe li beramberî pêkhateyên din ên sûrî ji dest dide. Ev veguherînên em behsa wan dikin ev in:

  • Encûmena Ewlekarîyê ya NY careke din biryara 2254`an kire rojevê piştî çend salan ji paşguhkirinê. Lê ya balkêş ew bû ku Encûmena Ewlekarîyê di formulasyona herî dawî de peyva “Hikûmeta Veguhêz a Sûrîyê” bi “Desthilatên Demkî yên Sûryayê” guherand, ku guhertinek bi bandor a sîyasî û qanûnî ya kûr li xwe digire. Çimkî bi vê gava han Neteweyên Yekbûyî rê dide xwe ku rêça pêvajoya sîyasî ya ber bi avakirina dezgehek rêveberîya veguhêz a rewa û pêbawer kontrol bike. Ev ê rêya rêxistinên cîhadîst qut bike û nîqaşa li ser pergalek sîyasî ya ku nûnertîya hemî civakan garantî dike û mafên destûrî yên kêmaran diparêze, ji nû ve veke.
  • Bûyerên xwînî yên li Siwêdayê xalek werçerxê di helwesta amerîkî de nîşan dan. Nûnerê taybet Thomas Barrack ji piştgirîya xwe ya berê ya navendîbûna hişk vekişîya û dest bi axaftina li ser pêwîstîya pejirandina formulek nenavendî kir ku yekîtîya Sûryayê garantî dike, di heman demê de xweserîya sîyasî û çandî dide pêkhateyên cûda. Ev guhertin hişmendîya Washingtonê nîşan dide ku israrkirina li ser modelek otorîter a navendî li Şamê dê bibe sedema hilweşîna navxweyî.
  • Encûmena Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî tundûtûjîya li Siwêdayê şermezar kir û hişyarî da li ser gefên “çekdarên bîyanî” li ser ewlehîya herêmî û navneteweyî. Encûmenê her wiha banga destpêkirina pêvajoyek sîyasî ya berfireh a bi serkêşîya sûrîyan li gorî biryara 2254`an kir, ku parastina mafên sûrî û dîyarkirina aştîyane û demokratîk a pêşeroja wan misoger bike.
  • Rapora dawîn a Pentagonê wêneyek tarî ya artêşa sûrî wekî “hevpeymanek lawaz û tevlihev” nîşan da. Ev peyamên dubarê yên amerîkî û rojavayî fikarek eşkere li ser hewldanên bêaramîya bakur rojhilatê Sûrîyê bi seferberkirina şaneyên DAIŞ`ê yan fraksîyonên girêdayî Enqerê nîşan didin, ku pozîsyona QSD`ê wekî hevkarek stratejîk a bêdestûr ji bo koalîsyonê di serdema pêş de xurt dike. Ji alîyê xwe ve, Rûsyayê vê dawîyê meyla xwe bi ser Kurdan ve wekî kartek zextê li ser hikûmeta El-Şeri nîşan daye. Di gotarekê de li ber Encûmena Ewlekarîyê, Dmitry Polyansky tekezî li ser “pêdivîya entegrekirina Kurdan di dewleta yekgirtî ya Sûryayê de” kir, û ev yek nîşan dide ku Moskow hîn jî tayên lîstikê di destê xwe de dihêle û dikare piştgirîya sîyasî bide komên ku li dijî serdestîya hikûmeta demkî ne. Hebûna baregehên leşkerî yên Rûsyayê li bakur-rojhilatê Sûryayê kaxezeke bibandor a Kremlinê li ser Şamê ye.

Ev helwestên navdewletî eşkere dikin ku projeya Ehmed El-Şeri bi zehmetîyên bêhempa re rû bi rû ye, û hewldanên wî yên ji bo yekdestkirina desthilatdarîyê ne tenê bi redkirina navxweyî re rû bi rû dimînin, lê di heman demê de bi guhertinên herêmî û navdewletî re jî dikevin navberê ku niha alternatîfên herêmî, di nav de federalîzm, wekî rêbazên herî aram ji bo çareserkirina krîza Sûrîyê dibînin. Di encamê de, gengaz e ku bûyer ber bi jinûve-xêzkirina Sûrîyê li ser xetên federal ve biçin, ku bi awayekî zelal şîyana sînordar a El-Şeri ya ferzkirina projeyek otorîter a yekalî di hawîrdorek sûrî ya tevlihev û piralî de nîşan dide.

Nêrîn:

Li gorî tişta me li jorê şîrove kirî, em dikarin bibêjin ku armanca El-Şeri ji hevkêşeya dualê bicihkirina hegemonîya xwe ya mutleq li ser “Mîrnişîna Sunnî” ya ku hewl dide li dilê Sûryayê ava bike, lê di heman demê de hebûna “desthilatên federal ên ku wekî nenavendî têne veşartin” di nav sînorên xwe yên erdnîgarî de bi awayekî nepenî qebûl bike, bi mercê ku ew ji navenda biryardanê ya ku ew kontrola xwe li ser digire dûr bimînin. Bi gotineke din, tiştê ku diqewime ne gavek ber bi avakirina peymanek civakî ya nû li ser bingeha hevkarîyê ye, lê belê hewldanek e ku rastîyên sîyasî ferz bike ku dihêle El-Şeri xwe ji barê pêkhateyên din bi rêya nenavendî û çarçoveyên federal ên veşartî rizgar bike, bêyî ku tu pabendbûnek rastîn ji bo entegrekirina wan an beşdarkirina wan di rêveberîyê de hebe.

Li navxweya Sûryayê xuya dike ku nakokî ber bi rûbirûbûneke di navbera alîyên Îslamî yên Sunnî bi xwe de diçe, di serî de komên “Îxwan El-Mislimîn”, û alîgirên Tirkîyeyê, ku dibe ku serî li hevpeymanan bi rêxistinên cîhadîst ên wekî DAIŞ û yên din re bidin, heger El-Şeri qebûl neke ku wan di desthilatdarîyê de bi cih bike. Ev nakokîyên navxweyî bijarteya federalîzmê xurttir dikin û îhtîmala dîfaktoyê mezin dikin, û heta dibe ku li bakurê Sûryayê, bi taybetî Heleb û Hemayê, di bin bandora Tirkîyeyê de, formeke desthilatdarîya nenavendî ji “Îxwanan” û hevalbendên wan re were dayîn.