
Şerê li Helebê: Amûreke fişarê ya Tirkîyayê li dijî têgihîştinên di navbera Şam û QSD`ê de ye
Di demeke pir hestyar de, grûpên ku bi nav bi ser Wezareta Parastinê ya Sûrîyayê ve ne, lê li ser erdê bi îstîxbarata Tirkîyayê ve girêdayî ne, êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên Helebê kirin. Ev yek hevdemî serdana şandeyeke payebilind a Tirkîyeyê bo Şamê bû, lewra tê wateya ku gelek nîşaneyan di nava xwe de vedihewîne, ne ku tenê bûyereke ewlehî ya serbixwe be. Hevdemî û nêzîkbûna bidawîbûna dema destpêkê ya pêkanîna peymana 10`ê Adarê, eşkere dikin ku pevçûn celebeke zexta sîyasî û leşkerî bûn ku armanc ew bû pêvajoya danûstandinê di navbera Şam û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) de ji nû ve were sazkirin, nemaze piştî ku QSD`ê pêşnîyara Wezareta Parastinê ya Sûrîyayêya derbarê mekanîzmaya entegrasyonê de wergirt û bersiva xwe pêşkêşî Şamê kir.
Serdana şandeya Tirkîyeyê, ku Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Îstîxbaratê Îbrahîm Kalin di nav de bûn, ne ji bo piştgirîya têgihîştineke Sûrî-Sûrî bû, lê belê peyameke zelal a zextê bû. Daxuyanîyên Fîdan derbarê “bêsebrîya” Enqerê û nepabendîya QSDê di dema dîyarkirî de, digel tawan wî ya ku QSD bi Îsraîlê re hevrêzîyê dike, hewldanek e ji bo têkbirina rewatîya wê ya neteweyî û birina Şamê ber bi pejirandina vîzyona entegrasyonê ya Tirkîyeyê ve ye. Ev vîzyon, di pratîkê de, li ser hilweşandina avahîsazîya QSD`ê û veguherandina wan bo kesên ku ji hêza biryardanê bêpar in di nav artêşeke ku hîna rêûresimên wê yên niştimanî û sazûmanî temam nebûne.
Serdana şandeya tirkî piştî rojekê ji ragihandina wezîrê karê derve Es`ed El-Şêbanî ya wergirtina bersiva QSD`ê ji bo pêşnîyara Wezareta Parastinê ya Sûrîyayê ya derbarê mekanîzmaya entegrasyonê de hat. Li gorî agahîyên berdest, ev bersiv bi nermbûna sîyasî û amadebûna ji bo entegrasyona sazîyî bi veguherandina QSD`ê bo firqe û tugayan di nav artêşa Sûrîyayê de, di heman demê de parastina bicihbûna xwe li deverên xwe yên heyî, tê xuyakirin, ku ewlehî û bandora berdewam di şerê li dijî DAIŞê de misoger bike. Ev pêşveçûna erênî, ku pejirandina nepenî ya Amerîkayê wergirt, xuya bû ku rasterast gefê li bandora Tirkîyeyê li bakurê Sûrîyayê dixwe, ku hewldana bilez a pêxistina pevçûnek meydanî ku dê pêvajoya têgihîştinê têk bibe rave dike.
Di vê çarçoveyê de, pevçûn dibin peyamek meydanî ku gotûbêja sîyasî temam dikin, û dide xuyakirin ku vebijarkên leşkerî li ser maseyê dimînin ger peyman li gorî vîzyona Tirkîyê neyê jinûvesazkirin. Lê belê, gefên bijarteya leşkerî ya ku ji hêla rayedarên Tirkîyê ve têne kirin hindekî bidûrî rastîyê tên dîtin ji ber hevrêzîya sîyaseta Sûrîyayê di çarçoveya Amerîkî de û hişmendîya Washingtonê ku QSD hêza herî bihêz a li dijî DAIŞê dimîne, nemaze ku êrîşên vê dawîyê li Tedmurê lawazîya hikûmeta nû derxistîyê holê.
Ji alîyekî din ve, Enqere peymana 10`ê Adarê wekî derîyek ji bo avakirina hevkarîyek niştîmanî ya sûrî nabîne, lê belê wekî amûreke ji bo ji nû ve hilberandina hevkêşeya xwe ya ewlehîyê ya kevneşop, ku li ser înkarkirina her hebûneke Kurdan a birêxistinkirî ya xwedî hêza biryardana sîyasî yan leşkerî ye, dibîne. Rijdbûna Tirkîyê li ser “entegrasyonê wekî takekesan”, ne wekî hêzek rêxistinkirî bi bandor tê wateya hilweşandina QSD`ê, ne ku entegrekirina wê. Û ev yek bi naveroka Peymana 10`ê Adarê re, her wiha bi hewcedarîya Sûrîyê ya avakirina artêşek niştîmanî ya ku ti pêkhateyê paşguh nake re bi nakok e.
Girêdayî Helebê, ew bixwe ne ku qadeke pevçûnê ya di hisabên Tirkîyayê de ye, lê belê ew girêkeke mezin a stratejîk e. Kontrolkirina wê bi rêya grûpên çekdar ên bi ser Tirkîyayê ve, tê wateya kontrolkirina stûnên jîyanî yên aborî û mirovî, her wiha rêgirtina li ber her tifaqeke pêkvejîyanî ya sûrî-kurdî ya nimûneyî li her devereke din a Sûrîyayê. Wekî din, her peymaneke rastîn di navbera Şam û QSD de bê guman dê grûpên çekdar ên bi binpêkirinên giran têne tawanbarkirin û di bin cezayên navneteweyî de ne, wekî Lîwaya Sultan Murad û kesayetên wekî Ebû Emşa paşguh bike, û ev yek berjewendîya wan a rasterast di astengkirina her rêyek lihevhatinê de rave dike.
Lê belê, rawestandina şer bi fermaneke bilez a QSD û Şamê bi zelalî nîşan dide ku tu alî naxwaze bikeve pevçûnek vekirî, û pevçûn di çarçoveya zexta derveyî de li ser wan hatine ferzkirin. Ev tevger têgihîştinek hevbeş nîşan dide ku her pevçûnek mezin dê pêvajoya danûstandinan têk bibe û têkeve berjewendîyên alîyên ku dixwazin careke din şer derkeve. Her wiha eşkere dike ku biryara li ser erdê li Helebê ne dûrî dînamîka herêmî bû, nemaze ya Tirkîyeyê, ku hewl da bûyerek ewlehîyê ya sînordar bikar bîne da ku tevahîya pêvajoya sîyasî ji nû ve pênase bike.
Di dawîyê de, şerê li Helebê ji pevçûnek enîyan zêdetir têkoşîna îradeyan nîşan didin. Ew taqîkirineke şîyana Şam û QSD’ê ye ku rêya danûstandinan ji zextên herêmî biparêzin. Her wiha ji bo sînorên bandora Tirkîyeyê jî cerbandinek e, di demekê de ku fikarên ewlehîya neteweyî bi hewldanên aştîya herêmî re rastî hev nayên. Her çendî Enqere zimanê “hişyarîyên dawîn” bikar tîne jî, pêşeroja peymana 10’ê Adarê bi şîyana alîyên Sûrîyayê ve girêdayî ye, bi piştgirîya navneteweyî, ku astengîyan bêbandor bikin û entegrasyonê ji amûrek bidûrxistinê veguherînin derîyekî ji bo avakirina dewlet û artêşeke niştîmanî ku mentiqê partî û dilsozîya eşîrî derbas bike.
Lezgîn Îbarhîm – Lêkoler li Navenda Firatê ya Lêkolînan